
Karê me zehmet e, lê em mecbûr in wek kurd bifikirin û tevbigerin
Şemsettin Işıklı
Sînemakariya tirk, saziyeke herî bibandor ya Sîstema Serweriya Tirk e.
Taybetmendiyên wê ev in: asîmîleker, entegreker, tehrîbatker û viroker.
Ji pir aliyan ve bandora wê ya neyînî li ser ciwanên kurd çêbûne.
Di sînemakariya tirk de kurd, kurdî û Kurdistan tune ne.
Tehrîfkirina çand, kevneşopî, rê û rêzikên civata kurd bûye karê wê.
Tim neteweyê kurd piçûk, wehşî û ne medenî dîtîye û lê xebitiye bê îtibar bike.
Çîrok û destanên kurdî berovajî kiriye û ji xwe re kiriye melzeme û malê tirkan.
Tim henek bi kurdan kiriye ji ber ku bi tirkî baş nizanin.
Saziyên dewletê yên zordest bi kurdan daye şirînkirin; wek artêş û polis.
Her gav ne edaletî û bê huqûqiya sîstemê veşartiye û berevajiya wê nîşan daye.
Tirkbûn û tirkçîtiyê wek fezîlet nîşan daye.
Tim lê xebitiye ku kurdan ji xwe re bike biyanî û kurd bibin parçeyekî ji sîstemê.
Sînemakariya tirk sazîyeke kolonyalist e, nijadperest û virperest bûye û niha jî wisa ye.
Yên ku van karan dikirin jî xizmetkarên sîstema xwe bûn.
Lêkolîneke zanistî û berfireh lazim e ji bo tehrîbatkariya sînemaya tirk li ser hişmendiya neteweyî ya kurd.
Dîsa mijara lêkolînê ye ka ji bo çi qaşo hin zanayên kurd evîndarên artîstên tirk in û pir xemgîn dibin ji bo mirina wan tirkperest û asîmîlekeran.
Û cihê niqaşê ye ka em ê çawa xwe ji bin bandora îdeolojîk ya sîstema kolonyalîst rizgar bikin û bibin wek xwe.
Karê me zehmet e, lê em mecbûr in wek kurd bifikirin û tevbigerin.
Riataza