HORMONA HANDERÊ ÇIKILDANÊ (FSH)

HORMONA HANDERÊ ÇIKILDANÊ (FSH)

Kurê Reşîd

 

Hormona handerê çikildanê (bi inglîzî: follicle-stimulating hormone (FSH)) yek ji gonadotropînan e ko di hîpofîza pêş a mê û nêran de tê berhemkirin û derdan.

 

–Pêkhateya FSH–

Koma hormonên ko di hîpofîza pêş de tên derdan û bandor li ser rijênên zaûzê (hêkdank an jî gun) dikin, wekî gonadotiropîn tên navkirin. Hormona handerê çikildanê(FSH) û hormona handerê tenê zer (LH), hormonên gonadotropîn in. Ji bo hormona handerê çikldanê, kurtenavê FSH tê bikaranin.

FSH hormonek proteînî ye, ji zincîra polîpeptîdan pêk te, lê ji ber ko koma karbohîdrat jî li zincîra polîpeptîdan girêdayî ye, FSH wekî hormona glîkoproteînî tê navkirin. Glîkoproteîna FSH ji du polîpeptîdan pêk tê; bêşa-α û bêşa-β. Bêşa-β ji 118 asîdên amînî, bêşa-α jî ji 92 asîdên amînî pêk tê. FSH bi bandora hormona derpirandinê (bi înglîzî: gonadotropin-releasing hormone (GnRH)) di hîpofîza pêş de tê berhemkirin û derdan. Temenê nîvbûnê (bi înglîzî: half-life) bo FSH bi qasî 3 heta 4 saet e. Ango FSH di laş de tê têkşikestin û her 3-4 saetan carek, mêjara wê dadikeve nîvê. Bi vê awayê bandora wê jî kêm dibe.

FSH li nêran û mêyan de bi temenê pêgihîştênê şûnve, di heman cihê de; di hîpofîzê de tê berhemkirin û derdan, lê endama armanc ji bo FSH a mê û nêrê ne yek e.

FSH navê xwe ji erkê xwe ya di laşê mêyan de digire. Di hêkdankan de bandor li ser perisîna çikildanan dike, loma ev hormon wekî hormona handerê çikildanê tê navkirin. Bi temenê pêgihîştinê şûnve di laşê mê û nêran de rêjeya FSHyê zêde dibe. Ji bo derdana FSHyê, ji hîpotalamusê hormona derpirandinê (GnRH) tê derdan, ev hormon hîpofîzê han dike bo derdana FSH. Hormona handerê çikildanê ji hîpofîzê, bi navbeynkariya xwînê ber bi rijênên zaûzê ve tê veguhêztin.

 

–Erkê FSH di laşê nêran de–

Ji bo FSHya nêran endama armanc gun e. FSH ji hîpofîzê bi navbeynkariya xwînê tê guhêztin bo gunan.

Di gunên nêran de bandora FSHyê li ser xaneyên Sertolî yên li dîwarê spermeborrîkeyan e. FSH bi wergirên ser xaneyên Sertolî ve tê girêdan û spermatogenesîsê dide destpêkirin. FSH û testosteron bi hev re kar dikin bo perisîna xaneyên spermê. Herwisa FSH xaneyên Sertolî han dike bo derdana hormona înhîbîn. Înhîbîn bandor li hîpofîzê dike û rê li ber derdana FSH digire, bi vî awayê derdana FSH tê rêkxistin.

 

–Erkê FSH di laşê mêyan de–

Endama armanc a FSHya mêyan hêkdank e. FSH di nav xwînê de ji hîpofîzê digihîje hêkdankan. FSH di hêkdankan de perisîna xaneya hêkê û çikldanan han dide. Xaneyên hêkê bi xaneyên granuloza dorpêçî ne. Li ser xaneyên granuloza wergirên taybet hene ji bo FSHyê. FSH bi wergirên li ser xaneyên granuloza ve tê girêdan û perisîna xaneya hêkê û çikildanê dide destpêkirin. Her wisa FSH ji çikildanan, derdana hormona estrocîn jî han dike. Ji xaneyên çikildanê li gel hormona estrocînê, hormona înhîbîn jî tê berhemkirin. Înhîbîn derdana FSHyê kêm dike.

 

–Rêkxistina asta FSHya xwînê–

Rêjeya FSHya nav xwînê bi rêbaza paş ragîhandinê tê rêkxistin.

Di laşê mêyan de:

Di mêyan de derdana FSH ji aliyê hormona estrocîn, procîstiron û înhîbîn ve tê rêkxistin. Gava rêjeya esterocîn a nav xwînê piçek nizm be, ev rewş hîpotalamusê han dike bo derdana FSHyê, eva paşragihandina erênî ye (bi înglîzî: positve feedback). Lê dema asta rêjeya esterocîn an ji inhibina xwînê bilind dibe, vê gavê bi paşragîhandina neyînî (bi înglîzî: negative feedback) rê li ber derdana hormona derpirandinê tê girtin.

Yek ji rêbazên rêgirtina ducaniyê jî bi navbeynkariya heban, avakirina paşragihandina neyî ya destkarî ye. Dermanên ji hormona estrocîn û procîstiron pêk tê, bi şêweyê heb tên bikaranin. Gava ev heban tên xwarin, di xwîna mêyê de rêjeya estrocîn zêde dibe. Bi kêmbûna FSH û LHê xaneya hêkê û çikildan naperisin, bi vî awayê egera rûdana dûcaniyê namîne.

Di laşê neran de:

Heke di xwînê de asta rêjeya testosteron bilind bibe, ev rewş rê li ber hîpotalamusê digire ko hormona derpirandinê der nede. Bi kêmbûna derdana hormona derpirandinê, ji hîpofîzê derdana FSH jî kêm dibe. Herwîsa zêdebûna testosteronê jî bandora paşaragihandina neyînî dike ji bo derdana FSH. Heke asta testosteronê ya nav xwînê bilind be, testosteron bi tena serê xwe dikare jî hîpofîzê derdana FSHê rawestîne. Gava xaneyên Sertolî tên handerkirin, ji van xaneyan hormona Înhîbîn tê derdan. Hormona înhîbîn bi paşragîhandina neyînî derdana FSHê dide rawestandin.

 

*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.

https://ku.wikipedia.org/…/Hormona_hander%C3%AA_%C3…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev