Nameyên evînî – 151

Nameyên evînî – 151

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤

Tenê xemgînîyeke te a biçûk, tenê acizîyeke te a biçûk, tenê şika te a ku hezkirina min kêm bûye, dikare min ji orbita min derxe. Cihan jî, Xwedê jî bi min nikare. Lê tu dikarî. Bibore, ne tu, lê TU.

 

¤¤¤

Min hîç caran ji xwe nepirsîye: Bo çi Nura min ji min hez nake (wê bo çi ji min hez bike?). Lê ez her ro ji xwe dipirsim: -Bo çi Nura min ji min hez kir?

 

¤¤¤

Şaşîya min ne ew bûye, ku min ji te hez kir. Şaşîya min ya here mezin ew bûye, ku min ji te pir hez kir.

 

¤¤¤

Hîç ji min hez nekî ne xem e. Xema min tenê ew e, ku dixwezim her tişt bo te bikim û hew.

 

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev