
Xaylaza Reşîd
Êvar da berf usa dibarî, derî-bacî tev dihatine girtinê. Kurşê davîte çokê, cînar nediçû mala cînêr. Dibû vizîniya bagerê, gufe-gufa bê bû, berf davîte sivderê, merîya nikaribû derî vekira hema heta ber lodê here, ku debarê bîne mal û mûl alif ke.
Bagerên Axbaranê, meriv rast bêje, bagerne zor bûn, sur û serma, zivistana me dirêj bû. De roj zanibû, carna bagerê sist dikir, bagerê vedikir, qîz û bûka didane dewl û qeyntera, diçûne ser qunîyê avê bînin.
Qunîya me berjêr diket, ji ber ku mala me ser tilm bû, gere tu jorda daketayî newalê. Dayîka min e rehmetî, ser berfê «pêpeling» çê dikir, ser «pêpelingê» û dora qunîyê xwelîya tendûrê direşand, wekî ser bûzê neşimitin, neşqitine qunîyê.
Hema hinekî bagerê sist bikra, me zara xwe davîte nava berfê û dilîst. Me topê berfê davîtine hev, kalê berfê çêdikir. Ew hela hindik bû, ne axir em gere rabûna ser xanî jî. Hildikşiyan û me ji ser xanî banz dida nava berfê. Me têr dilîst, wextê lîstikê me tê dernedixist, em çawa qerimîne û em, wek dibêjin, bûne dar.
Dayîka min e rehmetî jêlava ji xênî dikire gazî, dengê wê kulekê ra dihate me: – qîzê bese banzde, te xanî tap kir, belqitîyê, tuyê usa banzdî, ku bazinê ustîyê xwe bişkênî, peyabe, were malê, tê kulekê da bikevî…
Îja kê ra dibêjî?! Minê dîsa banzda.
Ax, xwezî ez rokê kulekê da biketama, tu jî bihatayî, te dest bavîta milê min, ez ji kulekê ra derxistama. Bextewar, ka tu wî çaxî li ku bûyî, qe nizanim!..
Riataza