Hevpeyvîna Ali Gurdilî bi Doç. Dr. Mehmet Nesim Doru re

Hevpeyvîna Ali Gurdilî bi Doç. Dr. Mehmet Nesim Doru re

Melayê Cizîrî ji bo felsefeya Îslamê jî pir girîng e. Di Dîwana xwe de cih dide her sê rêbazên felsefeya Îslamê ku ew rêbaz Meşaîtî, Îşraqîtî û Felsefeya Tesewufê ne.

Mela ne feylesofekî Meşaî be jî, di helbesta xwe de zanîn û qîmetê vê felsefeyê û têkiliyek wî ya teybet bi Îbn Sîna re nîşan dide. Hin têgehên wek burhan, wacib, îmkan ku di felsefeya Îbn Sîna de pir girîng in, di Diwana Melê de jî cihên xwe digirin.

Mela navê Îbn Sîna du caran hildide û cih dide hin pirtûkên wî yên bi navên Şîfa, Necat, el-Îşarât we’t-Tenbîhat û el-Qanun fit-Tıb.

Felsefeya Işraqê jî, ku damezrînerê wê felsefeyê Şehabeddînê Suhrewerdî bû û pir tesirên felsefeya Zerdeştî û Platonizma nû di wê felsefeyê de hatibû dîtin, di Diwana Melê de cih digiri.

Mela her çiqas cih dabû felsefeya Meşşaî û Îşraqî jî her wiha ne Meşşaî û ne Îşraqî bû jî. Mela di ontolojî, felsefeya zanîn û di meyldariyên xwe yên taybet de, bo nimûne şîrovekirina evînê û sembol û têgehên ku bikaraniye, em dikarin eşkere û teqez bêjin ku ew li ser şopa felsefeya tesewufê meşiyabû û bibû ”Îbn ‘Erebî an jî Mewlanayê Kurdan.”

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev