Berhemên kurdzanên me – 263

Berhemên kurdzanên me – 263

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” beşek ji berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M.Hasratyan ya ”Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”SERHILDANÊN KURDAN LI TIRKIYÊ DI SALÊN 70 Û DESTPÊKA 80 DA”. Em wêya dikin çend beş û dor bi dor raberî we dikin. Kerem bikin, îro beşa sêzdehan bixwînin.

Ev berhema profêsor M.Hasratyan ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatîye wergerandin û Înstîtûya Kurdî a li Brûksêlê sala 1994an bi amadekarîya seroka wê a berê Perwîna Ekrem Cemîl paşa hatîye çapkirin.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

SERHILDANÊN KURDAN LI TIRKIYÊ DI SALÊN 70 Û DESTPÊKA 80 DA -13

Bi vî awayî, DYA tabiyên xwe li Tirkiyê da xurt kirin û huzûra xwe ya li ser erdê vî welatî da mehkeme kirin. Di wî karî da, ew herdem “di derheqa qeziya Sovyêtî da” dikir bîra Tirkiyê û bi wê yekê va dixwest Ankarê kîp bi bloka NATO ra bide girêdan û ew berde nava şerletaniyên li navçeyên Rohilata Nêzîk û Navîn.

 

Polîtîka dîwana wan welatan a dîskrîmînasyonê, ku Kurdistan di nava xwe da perçe kir, şertên herdemî li ser axa ku Kurd lê dimînin gelek Kurd mecbûr kirin ku dev ji welatê xwe berdin û berê xwe bidin welatên Ewropa Roava û DYA.

 

Li Ewropa Roava gelek Kurd hene ku ji îran, Iraq, Tirkiye û Sûriyê mihacir bûne. Piraniya wan, 350.000 (ji 600.000) li ser axa Almaniyayê dijîn. Li vî welatî, ew bi jimara bineciyên xwe va di nava mihacirên gelên biyanî da ciyê çara digrin. Para Kurdan a mayîn li welatên Ewropa Roavayê yên mayîn dijî. Bawer bike ku nîvê wan Kurdên ku li Ewropa Roava dijîn ji Tirkiyê ne.

 

Divê bê nîşan dan ku salên 80 merhela xurtbûna Kurdên Tirkiyê dihat texmîn kirin, çi ku dibû delîl bona b êtir pêşketina xwefehmdariya wan a millî. Rast e, gelek rêxistinên Kurdan ên welatên Ewropa Roava îlan dikir ku bi tu partiyeke siyasî va girêdayî nîn in, lê ya ras t ew e ku hemû rêxistinên Kurdan li welatên derve sempatizanên filan an jî bêvan partiyên Kurdan in û wan partiyan jî kadroyên xwe ji wan rêxistinan û komelan hildidan.

 

Wek ku xuya ye, polîtîzekirina Kurdên Tirkiyê yên li welatên Ewropayê ewê li vira berdewam be û bîr-baweriyên wan ên siyasî ewê bi wê yekê va girêdayî bin, çika du partiyên Kurdan ên siyasî yên hîmlî û sereke, PPKK û PSKT şerrê di navbera xwe da çawa hel bikin, û çika hêzên Tirkiyê yên çepê tesîra xwe çawa li ser wan dihêlin.

 

Siyaseta dewletên Ewropayê û partiyên siyasî yên Sosintêmê jî, ku dixwazin faktora kurdî bona armancên xwe bi kar bînin, tesîra xwe li ser wê merhelê dihêlin. Loma jî ew komên çend welatên Ewropa Roavayê yên serkarîkir, ku tesîra partiyên Sosîntêmê li ser wan pirr e, bi dil-can Kurdên mihacir ii bal xwe qebûl dikin û ew ferzendê distînin ku bi polîtîkayê va mijûl bibin, komelên xwe damezrînin, buroyên partiyên xwe vekin, rojname, kovar, pirtûk û weşanên mayîn bi zimanê kurdî û bi zimanên din ên wan welatên ku jê hatine, ango bi erebî, tirkî û farisî, çap bikin.

 

Li Fransa, Almanya, Belçîka, DYA û welatên mayîn, komele û enstituyên Kurdan, ên ku çanda xwe raberî cihanê dikin, hene. Ji bo nimûnê, li Enstituya Kurdî li Parîsê kûrsên zimanê kurdî, hem bona zarokan û hem jî bona mezinan, tên derbas kirin.

 

Lê Kurd, ku dikevin welatên Ewropa Roava yên pêşketî, zordestiya bêhempa dibînin, xwe nizmkirî dihesibînin, kar peyda nakin. Loma jî bi hezaran Kurd bê kar dimînin.

 

Kurdên Tirkiyê yên welatên derve ji çend faktorên idêolojîk ên ku li Tirkiyê dibûn asêgeh li ser riya xwefehmdariya wan a millî aza dibin. Ango, ew li Ewropayê tesîra panturkîzmê û dînê islamê li ser xwe texmîn nakin. Tevî vê yekê, olkên Kurdan li welatên derve alîkariya mithîmbûna (stabilî) pêşdahatina burjuwaziya hûr ku nemaze dibin bingehvanên rêxistinên siyasî, mexlûqetî Û çandî dikin. Karkirina wan bona wê yekê ye ku guhdariya xelkên Ewropa Roava û cihanê bidin ser pirsa Kurdan, nasiya wan bi çand û dîroka Kurd û Kurdistanê bidin.

 

Rewşa siyasî ya sext li Kurdistana Tirkiyê Kurdan mecbûr dike ku demeke dirêj li welatên derve bijîn. Li wira nisleta Kurdan a nuh pêş da tê. Çûyîna Kurdan bo welatên derve, tevgeliya wan bi tevrabûnên karkeran, di nava meşînên dijî şerr, ku bineciyên welatên Ewropa Roavayê didin teşkîl kirin da, alîkariya bilindbûna bîr-baweriyên wan a siyasî dike, ew di jiyanê da zîrektir û jêhatîtir dibin. Tevî vê yekê, dirêjmayîna Kurdan li welatên derve wan ji reng û rewşa millî dide birîn, ew kêm hay ji rewşa Kurdistanê hene. Ev hemû wan ber bi sosyal-dêmokrasiya Roavayê ku dixwaze pirsa Kurdan bona meremên xwe yên siyasî bi kar bîne dibin.

 

Di nîveka salên 80 ya duda da, li Tirkiyê, usa jî li welatên Ewropa Roava, weke 10 partî û komikên Kurdên Tirkiyê hebûn.

 

Pirbûna partî û komikên Kurdan dibû sebebê perçebûna di nava wan da. Ew dibû meniya pêşdahatina bîr-baweriyên siyasî yên cihê-cihê, ji êkstrêmîstên çepê yên girtî hetanî yên burjuwa-milletçî. Tevî vê yekê, divê bê xuya kirin ku di nava idêolojiya a tevgera Kurdan da pêşketineke usa, wek di nava wan da belavbûna dîtinên sosyalîst, kivş xuliqî. Vê demê, piraniya partiyên polîtîk ên Kurdên Tirkiyê ilmê Marksîzm-Lênînîzmê qebûl dikin û li ser wê baweriyê ne ku bi serokatiya wê ew dikarin pirs û pirsdanînên xwe yên millî û civakî safî bikin. Helbet, ne hemû partiyên Kurdan ên siyasî bûn ku xwe bi wê riyê girt. Lê ew isbat xuya dide ku dîtinên sosyalîzma zanyarî, sloganên wê di nava şerkariya Kurdan a millî-azadariyê da, ciyê xwe yê esasî û giring girtibû.

 

Nimûneke idêolojiya şerkariya Kurdan a millî-azadariyê di merhela vê demê da ew riya wê ya dijî empêryalîzmê ku wê xwe pê girtibû Û pê dimeşiya bÛ. Bawer bike hemû partiyên Kurdan ên siyasî xwe bi tebiyên dijî empêryalîzmê digirin, dijî desîse û destdirêjayiyên empêryalîzm û siyonîzmê li Rohilata Nêzîk û Navîn pêş da tên, usa jî piştgiriya înîsyatîvên Yekîtiya Sovyêtî û dewletên hevlabendiya sosyalîzmê yên aşîtiyê yên mayîn ku di erafê navneteweyî da bi nav û deng in dikin.

 

Tevî vê yekê, divê bê nîşan dan ku di nava idêolojiya serhildanên Kurdan a azadariyê da mêlgirtinên ber bi çepê tên texmîn kirin, û raste, partî û komikên Kurdan ên cihê cihê di nava bemamên xwe da sempatiya xwe ya di hindava Marksîzm-Lênînîzmê da diyar dikin, lê bi rastî ew ji wê riyê gelek dûr bûne. Hela bi ser da, hinek ji wan ew pirsdanînan jî, ku li ber şerkariya milletên Rohilata Nêzîk û Navîn û li ber şerkariya Kurdan a millî-azadariyê li Kurdistana Tirkiyê û perçên Kurdistanê yên mayîn sekinîne, rind derc nakin.

 

Gava em di derheqa xeysetên tevgera Kurdan a li Tirkiyê dipeyivin, divê bidin nîşan dan ku perspektîva wê heye û rola wê ewê gelek bilind bibe. Optîmîzma wê qîmetkirinê bi van faktoran va tê şirove kirin :

 

1) bineciyên kurd hem li Tirkiyê, hem jî li welatên derve kompakt (pirr) dijîn. Ev yek alîkariya parastina urf-adetên millî û pêşdaçûyîna şerkariya wan a azadariyê dike.

 

2) dînamîzma jimara Kurdan nîşan dide, nenihêrî ku di hindava wan polîtîkayên helandin, cîşihitandin û pelixandinê da karên eskerî û yên mayîn bi kar tînin, dîsa jî jimara bineciyên Kurdan herdem zêde dibe.

 

3) raste, di merhela nuha da çend partî û rêxistin serokatî li tevgera Kurdên Tirkiyê dikin, û divê di van şertan da şerrê hevgirtî tu nebûya, lê pirbûna partiyên Kurdan û rêxistinên wan şehadeta bilindbûna aktîfbûna Kurdan a siyasî ye. Ew dibe delîl ku hîn gelek Kurd hazir in ku tevî şerkariya xwe ya bona mafên millî-dêmokratîk bibin.

 

Ceribandina şerkariya Kurdan a millî-azadariyê li Tirkiyê bingeh dide me ku em bên ser wê bîr-baweriyê ku ew şerkarî, nenihêrî pelixandinên hov ku ji aliyê rejîma Tirkiyê ya serkarîkir tên pêk anîn, ewê dîsa berdewam bikin. Dû ra, divê ku em wê isbat hildin ser hesêb ku şerkariya Kurdan li Iraq, îran û Sûriyê jî Kurdên Tirkiyê gelek ruhdar dike. Ev hemû izn didin ku em bên ser wê baweriyê ku faktora Kurdan a millî, ku ya herdemî ye û nasekine, ewê li vira jî tesîra xwe, ne tenê li ser wan welatên ku Kurd tê da dijîn, Iê usa jî ewê hukmê wê li ser temamiya Rohilata Nêzîk û Navîn pirr bihêle.

PAŞGOTIN

 

Di nava dema herî nuha da, komên Tirklyê yên serokatîkir polîtîka kêmkirina mafên Kurdan dida derbas kirin û ew wek milletekî cihê hesab ne dikir, Kurd dizêrandin û zordestî li wan dikir. “Ew siyaset – wek ku sosyologê tirk ê bi nav Û deng Ismail Beşikçi bi heq nîşan daye – gelek caran warguhêzî siyaseta rasîzm û panturkîzmê dibû” (121, r. 480). Anegorî wê siyasetê, dîwanê herdem xwe xapandiye gava ku gotiye : “Kurd tu nene, tenê Tirk hene” (116, r. 313).

 

Lê polîtîka usa nikaribû wê pirsa giring safî bike, ji ber ku wek berê sebebên objêktîf ku dibûn behana pêşdahatina serhildanên Kurdan ên azadariyê hebûn. Lê ew tevger û têkoşîn li rohilata welêt her car hatine hincirandin. “Lê Rohilat herdem wek birîna vekirî dima”, Ş. S. Aydemir nivîsiye (116, r. 313).

 

Tehlîla tevgera Kurdan a azadariyê nîşan daye ku bingeha bineciyên Kurdistana Tirkiyê hebû ku ew ji rewşa xwe ne razî bin. Bona serhildanên Kurdan ên salên 20 û 30, yên sedsala XXmîn, gelek tiştên tomerî hebûn, wek : temamiya millet radibû şerkariyê, ji ber ku gişk jî zêrandina millî, ku çawa burjuwazî û burokrasiya Tirkiyê hukm li ser wem dikir, li ser xwe dîtibû. Xwezma gundiyên Kurdistanê bi awakî aktîf tevî serhildanan dibûn. Ango, hêza têkoşîna Kurdan a azadariyê ya bingehî ew gundiyên xwelîbêcerkir û heywanxwedîkir bûn.

 

Lê bi piranî derebegên Kurdan serokatî li tevgerên gel dikir – ew şêx, serekeşîr, bazirgan û burjuwaziya nuh pêşdahatî bûn. Lê idêolog, ruhdarkirên şerkariya millî- aizadariyê rewşenbîrên Kurdam bûn : zabitên ordiya Tirkiyê, bijîşk, avukat, xwendekar û yên mayîn.

 

Şerkariya Kurdan çiqas pêş da diçû, ewqas pirr burjuwa û rewşenbîrên Kurdan ku bi navê temamiya Kurdan pêş da dihatin û sloganên serbestiya Kurdistanê bilind dikirin tevî wê dibûn, çi ku bi baweriya wan ew diviyan temamiya gelê kurd bigihînin hev bona şerkariya dijî zordestiyê, ji bo mafên xwe yên gelî.

 

Xebatkarên kurd di rewşa hukumdariya derebegiyê û zêrandina eskerî-polîtîk ku ji aliyê dîwana Tirkiyê dihat pêk anîn da xwe kiribû yek û guhdariya serok û şêxên xwe, yên ku dicedand ku xwe wek “parastvanên” gelê kurd ên yekemîn nîşan bide û ku dikare gel ji nîrê Tirkiyê xelas bike, dikir. Ev hemû asêgeh li ser riya pêşketina Kurdan a civakî û sinifî bûn û wê yekê jî bi xerabkarî hukm li ser şerkariya Kurdan a azadariyê ku rêxistinên wê yên polîtîk hema hema tu nebûn dikir, ku s trukturên wan ên teşkîldariyê yên fireh û zelal an jî programa wan a esasî tu nebûn. Rêxistinên usa, wek Komela Serbestiya Kurdistanê, Komiteya Serbestiya Kurdistanê, Xoybûn û komikên Kurdan ên siyasî yên mayîn, rast e, wê demê ji wan ra li hev hat ku xebatkarên Kurdan ên siyasî û mexlûqetiyê yên bi nav û deng bikin nava refên xwe, lê ew bi teşkîldarî (organîze), idêolojî û têoriyê s ist bûn. Ew rêxistin diyarkirên idêolojiya fêodalîzma Kurdan bûn û bi wê yekê va jî gelek caran piştgiriya burjuwaziya Kurdan dikir. Wan herdem şertên dîrokî yên konkrêt hil ne dida ser hesêb, haya wan ji hêzên siyasî û civakî yên li Tirkiye û Rohilata Nêzîk tu nebû.

 

Ji rêxistinên Kurdan ên siyasî ra li hev ne hat ku riyên ra s t ên safîkirina pirsa Kurdan a millî bibînin. Wan di salên 20 û 30 da tu sloganeke dijî empêryalîzmê demexist meydanê û wan nikaribû danûstendin û pevgirêdanên muhkem tevî hêzên pêşverû, yên dijî empêryalîzmê yên milletên Tirkiyê yên mayîn çêkin.

 

Van hemû tiş tan nîşan dida ku li ser wê bingeha civakî wê serokatiya tevgerê di wê rewşa navneteweyî da şerkariya azadariyê nikaribû bigihîje armanca xwe, mafên gelê kurd ên millî li Tirkiyê peyda bike.

 

Bingeha hukûmeta Tirkiyê ya milkedarî-burjuwaziyê, milletçîtî-nasyonalîzmê dibû asêgeha mezin li ser riya safîkirina pirsa Kurdan, wek pirsa civakî-aborî, millî-çandî. Hukûmeta Tirkiyê, tevî mecalên pelixandinê, herdem di nava mexlûqetiya Kurdan a derebegîrêaksyonêr da li piştgir û alîkar digeriya. Ew siyaset xwezma pey şerrê hemcihanê yê duda xu rttir bû, gava Tirkiye derbasî sistema serkarîkirina welêt a pirpartiyê bû. Partiyên Tirkiyê yên burjuwa û burjuwazî-milkedariyê dilê derebegên Kurdan dikir bona ku bêtir dengên bijarvanan berhev bikin, û tesîra wan li ser bineciyên Kurdan gelek bû. Serokatiya derebegên Kurdan ku didît ku şerkariya li Kurdistanê ya millî, ya dijî empêryalîzm û derebegiyê ku bi serokatiya rêxistinên Kurdan ên pêşverû yên dizî û lêgai dihat kirin xurt dibe, dest pê kir danûstendinên xwe bi dîwana Tirkiyê ra xurttir bike û bi wan ra tevayî hej-tevgera dêmokrasiyê li wilayetên rohilatê, ya ku xwezma pey wergerandina dewletê ya sala 1960 da gelek bi hêz bû, dida hincirandin.

 

Aktîfbûna şerkariya Kurdan a millî di salên 60 û 70 da gihand wê yekê ku weke 10 partî û komikên ku li Kurdistana Tirkiyê bîr-baweriyên cihê-cihê belav dikirin pêş da hatin. Tehlîla dokumentên programê yên rêxistinên Kurdan şehadeta wê yekê dida ku piraniya partî û komikên Kurdan, nenihêrî tebiya wan a çep ku xuya bû, û bîr-baweriyên wan ên Marksîst-Lênînîst, bi bingeha xwe va yên burjuwaziya hûr bûn. Ew gelek dûrî têgihîştina eynî pirsdanînên ku li ber şerkariya şoreşgeriyê li Tirkiyê û şerkariya millî li Kurdistanê sekinîbûn. Ji ber vê jî ji wan partiyan hinek xwe bi avanturîzma “çep” ku ziyan û zerereke mezin gihand tevgera Kurdan li Tirkiyê girt. Rêaksyona Tirkiyê ku ew bîr-baweriyên burjuwaziya hûr ên çend rêxistinên Kurdan bi kar anîn, hêzên welatparêz dijî hev radikirin, dest pê kir dû wan karmend û rewşenbîrên Kurdan ku karekî hêja dikir bigere. Tevî vê yekê jî, karên cezakirinê li Kurdistana Tirkiyê da gumreh kirin.

 

Di van şertan da, di sala 80 da merhela koordinasyona tevgerên di navbera çend partiyên Kurdan da hat texmîn kirin. Hela bi ser da, ferzend çê bûn bona sazkirina Cebha pêşverû ya yekîtiyê ku çend partiyên Kurdan ên millî-dêmokratîk û rêxistinên Tirkiyê yên siyasî yên çep, herweha Partiya Komunîst a Tirkiyê jî, dikaribûn bikevin navê. Wê yekê nîşan dida ku şerkariya Kurdan a miliî-azadariyê tenê dikare tevî karker û gundiyên Tirkan dijî derebegiyê, empêryalîzmê, zêrandina komên serokatîkir ên hukumdar, dijî zêrandvanên tomerî, şêxan, nijadperestan, koledaran û rejîma Tirkiyê derkeve û bigihîje serketinê. Tenê şerkariya karkerên kurd û tirk tevayî, ya dijî bêbext û neyaran, dikare şerkariya Kurdan rake ser dereceke nuh a bilind û alîkariya safîkirina pirsa Kurdan li Tirkiyê bike.

 

Safîkirina pirsa Kurdan di merhela nuha da bi gelek tiş tan va bi wê yekê va girêdayî ye, ka li welêt warguhastinên burjuwa-dêmokratîk ewê çiqas bi lez û baş pêş va herin. V. î. Lênîn ku cî û rola pirsa millî di nava jiyana mexlûqetiyê da bi çîna karkeran, şoreşger-marksîstan ra şirove dikir, bi wê yekê va alîkariya wan dikir ku di dereca safîkirina pirsên millî da siyaseta nuh hazir bikin, û usa jî nîşan dida ku “pirsa millî tenê bi cûrekî dikare bê safî kirin (ji ber ku ew pirs dikare li cihana kapîtalîst ku tê da zordarî, pîsî û zêrandin hene) pêş da bê û bê safî kirin” (8, r. 118).

 

Divê ku bê xuya kirin ku di derheqa “safîkirina” pirsa millî di şertên kapîtalîzmê da, V. î. Lênîn hertim jî bi qewlî-peyman digot ku qedsa wî ew bû ku xurtbûna millî û teşkîlbûna dewletên millî yekşivêt bûn. Wî li ser hesêb çend destanînên di nava dêmokratîzekirina pêwendiyên millî da, ango safîkirina wan pirsdanînên ku di dema derbasbûna ji fêodalîzmê ber bi kapîtalîzmê da jiyanê pêş da kişandiye, hildida.

 

Bingehvanên komunîzma zanyarî ya prolêtaryê fêr kiriye ku xût ew divên rola sereke di nava safîkirina pirsa millî da bilîzin. F. Engels hela di dawiya sala 1845 da hat ser vê baweriyê : ji ber ku prolêtarya hemû welatan xwediya baweriyekê ye û bi giyana xwe ya çînî entêmasyonalîst e, ew tenê “dikare dijîtiya di nava gelan da bide hildan … di nava neteweyên cihê-cihê da biratiyê testîq bike” (3, r. 590).

 

Çi ku di derheqa burjuwaziyê da dimîne, ew bona ku dîwanê di destê xwe da xwedî bike dicedîne ku bi her awayî hukmê xwe li ser milletên zêrandî bihêle. Loma jî zêrandina Kurdan bona hukumdarên Tirkiyê ne tenê bona wê ye ku kar bistînin. K. Marks û F. Êngêls hela berî karkirina xwe ya şoreşgeriyê hatibûn ser wê baweriyê ku zêrandina milletên mayîn usa jî bona wê yekê lazimî burjuwaziyê ye ku hukumdariya xwe li ser milletê xwe jî bide mehkeme kirin û xurt kirin.Tevî vê yekê, wan nîşan da ku azadariya filan an bêvan millet bi wê va girêdayî ye ku çika burjuwaziya wê kengê dev ji zêrandina gelên mayîn berdide. Ewha, di meha novembr 1847 da, F. Êngêls gotiye ku “tu millet nikare aza bijî gava ew milletekî mayîn dizêrîne” (2, r. 372). Dû ra K. Marks ew hevok-fikir bi vî awayî got : “Gelê ku zordestiyê li gelên mayîn dike gora xwe dikole” (1, r. 439). Loma jî prolêtarya Tirkiyê jî dixwaze ku Kurd û milletên Tirkiyê yên mayîn aza bin, ji ber ku azayiya wê ya civakî di gelek tiştan da bi hilanîna zêrandina Kurdan girêdayî ye.

 

Şerkariya Kurdan a millî-azadariyê ferzendeke herî giring bona safîkirina pirsa Kurdan e. Lê ew safîkirin divê bi şerkariya hemû karker û xebatkarên Tirkiyê ku de’wa azayiya xwe ya civakî dikin girêdayî ye, herweha prolêtarya Tirkiyê jî ku divê bona parastina mafên Kurdan ên gelî, hetanî serbestiya Kurdan jî, pêş da bê.

 

V. Î. Lênîn komunîst fêr dikirin ku ne tenê berk mafên gelan ên bona xweqerarkirinê biparêzin, lê usa jî dema pêkanîna wê ya herdem bidin ber hesêb, çika cihêbûn çiqasî nêzîkî aqilan e.

 

Klasîkên Marksîzm-Lênînîzmê ku rê û awayên giring ên safîkirina pirsa millî nîşan didin, guhdariya mexsûs û xusûsî datînin ser, terbiyekirina prolêtarya û hemû xebatkaran bi awakî entêmasyonalîst. Wan hîn dikir ku li welatên pirmillî şoreşgerên wî milletê ku tê zêrandin divê de’wa “cihêbûnê” bikin, lê şoreşgerên wî milletî ku milletên mayîn dizêrîne divên de’wa “yekbûn-hevgirtinê” bikin (7, r. 45). Loma jî safîkirina pirsa Kurdan li Tirkiyê kîp bi şerkariya xebatkarên hemû gelên welêt a dijî huzûra empêryalîzmê, zêrandina millî ji aliyê burjuwaziya Tirkiyê, bona warguhastinên civakî-aborî û polîtîk li Tirkiyê va girêdayî ye.

(dawî)

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev