Ji nimûneyên zargotina me – 263

Ji nimûneyên zargotina me – 263

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema dusedûşêstûsisîyan me ji pirtûka kurdzan Emînê Evdal ya “Heleqetîyêd pizmamtîyê nav kurdada”, ku sala 1965an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Emê çend heftê dû hev beşa wê a bi sernavê ”Serpêhatîyên milet” raberî we bikin. Em îro beşa wê a dehan çap dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Serpêhatîyên milet – 11

 

Padşa jin –7 

Em xeberdin ji kurê kalê, wezîr û birêd wî. Navê yekî Xidir bû, navê yê din Eylaz bû. Her yek hespekî wanî boz hebû, jar bûn. Herdu bira tivdarekê xwe kirin, kew û mesîyê xwe hildan, ketin bin perê ezmîn, cîkî reşî terî-terîstan. Çûn rastî kanîkê hatin. Kevirê wê kanîyê usa dişuxulîn, nola cewahir.

Ewana ser kanîyê peya bûn, hespê xwe av dan, şitar kirin, hatin rûniştin, ser û çevê xwe şûştin, nanê xwe derxistin, xwerin. Yekî go:

-Gerek em vê avê bicêribînin.

Wana mesî û kewa petî derxistin, kirine avê, bû pirîna kewê, firî, mesî jî başqe kirine avê, mesî jî sax bû, avêda şûlikî, çû, go:

-Avilheyat eve bi gotina Îskender.

Wana kincêd xwe êxistin û ketine avê, xwe di avêda têr şûştin, dîsa av vexwerin, hespêd xwe şitar kirin. Rabûn cêr tijî av kirin, anîn ku bidine Îskender. Êvarê terî, dereng xwe gîhandine hêwira xwe – ber derê rizî. Diha tarî bû, emir tunebû, wekî biçûna bal padşê, bi hevdu dişêwirin. Yekî got:

-Em herin cem padşê, tu were serê me bide lêxistinê. Emê sibê zû rabin, hemîn me av anîye, emê jêra bibin.

Wana gura hevdu kirin, cêr bi çiqlê dara rizîva darda kirin, bi xwe jî rabûn razan. Wêderê qijikek hebû, ew bû maşoqê wê avê. Ewê jî dixwest avilheyat vexwara. Gişke razayî bûn. Qijikê jêla nukulê xwe li cêr xist, cêr qul bû, av rijîya ser darê, dar usa şîn bû, hela cahiltîya xwe berê jî çêtir ber girt, usa şaxêd xwe berdan, nîvê leşker bin şaxada xuya nedikir. Teve raza bûn, tu kesî haj pê tunebû. Xidir û Eylaz hişyar bûn, lê nihêrîn dara rizî wê şîn bûye, bûye dareke cahil, nîvê esker binda xuya nake, lê dîsa şirîna avêye, ser darêda tê xarê. Xidir nifirîke tûj kir, go: -Kê ku eva cêra qul kirîye, gewrîya wî qul be, ew av nebe qismetê wî û got: “Me çi kir, emê sibê çawa caba Îskender bidin, wê serê me vide lêxistin”.

Sibe safî bû, sibe ser weda xêr safî bibe, ser me gişkada, ser wanda jî. Esker rabû, lê nihêrî darê ser wanra şîn bûye. Îskender hişyar bû, gazî wezîrê xwe kir, go:

-Wezîr, esker temam hatîye, go, êvarê avilheyat anîne, ne anîne, binhêr kê neanîye, ezê serê wî bidim celatkirin.

Gazî gişka kirin, yekî li xwe heq ne kir. Îskender şand pey remildarêd xwe, anî. Remildara remila xwe avîtin, yekî got:

-Îskenderî saxbe, du merîya ji eskerêd te avilheyat anîne, nedane te.

Go: -Gerek hûn bibînin.

Leşker topî ser hev kirin, remildara remila xwe avîtin, gerek esker bikirana du tîpa. Usa jî kirin, remildar ortêda sekinî. Remildarekê remila xwe avît, got:

-Nava vê tîpa handane.

Ew esker jî kirin du tîpa, ortêda sekinîn, remila xwe avîtin, gotin

-Nava wê tîpa handane.

Ew jî kirin du tîpa, herneyse, usa parevekirin, wekî ma 20 meriv. Ew jî kirin du tîpa, deh meriv dane alîkî, dehêd din jî dane alîyê din. Remildar dîsa ortêda sekinîn  û remila xwe avîtin. Yekî got.

-Nav tîpa handane.

Îcar pênc dane alîkî, pênc jî alîyê din. Pênc jî kirin du cîya, dudu alîkî, sisê jî alîkî. Her sêyêd alîkî hêç derketin, remildarekî hilda got:

-Îskenderî saxbe, ev herdêd hanin, êvarê avilheyat anîne, nedane te.

Îskender got: -Kuro, go, raste, wekî we av anîye?

Yekî hilda got: -Raste, Îskenderî saxbe, me av anî hat, bê heyam bû, me qudret ne kir tu xewê rakirayî.

-Kuro,- go,- ji wera celat lazime, hûn kurê kêne?

Wana hilda got: -Em kurêd kalêne.

Go: -Sibe vî çaxî, sibe dibe, êvar dibe, we av anî-anî, we neanî – ezê serê we herduya jî celatkim.

Xidir û Eylaz cêrekî teze hildan, kew û mesîyêd hişkkirî dîsa bi xwera hildan, li hespêd xwe siyar bûn, berbi perê ezmîn çûn, cîyê ku jê av anîbûn.

Ewana îcar gelekî gerîyan, negerîyan, kanî nedîtin. Ew qeder gerîyan, wekî lingêd hespêd wan maşîyan. Diha lingê wana li zengû nedigirtin. Gelekî belengaz û sergedan bûn, aciz bûn, por û poşman vegerîyan, berê xwe dan ordîyê, hatin bin perê ezman derketin, lê ditirsîyan, wekî wê bên çi cabê bidin. Herda banzdane erdê, dua kirin, gotin: -Xwedê, tu me li ber hêbeta Îskender xwey bikî. –Bi emirê xweda yek li gazî û gêdûka xweyî bû, yek jî li rûyê behrê. Herdu jî xaliqê alemê ji ber çeva xwey kirin. Em bêne ser Îskender.

Îskender rokê-duda sekinî, lê nihêrî Xidir, Eylaz ne hatin.

Got: -Hey wax, hey wax! Min aqas cizaret da eskerêd xwe, avilheyat nebû qismetê min, go:

-Kuro, gazî kalê kin.

Çûn kalê anîn, hatin. Qîza çardeh salî anîn, keçikê namila kalê da ber sîngê xwe, kalê xeberda û got:

-Padşa, te çima gazî min kirîye?

Go: -Kaliko, hemîn min ev cefa da we bona avilheyatê, lê avilheyat nebû qismetê min, herdu kurêd te jî di oxira minda çûn. Ewana ketin bin perê ezmîn, kes nizane xeniqîn, zerada ketin, çawa bûn, hema sûc-sûcê wan bû. Cara ewlin av anîn, ne dan min, tu zanî, min ew av ji bona çi dixwest, tî bilyanî, îcar mirina minê kengê be?

Kalikê got: -Kengê ezman bû tas, erd bû risas – tê bimirî.

Tivdarekê ordîya xwe dîtin, ordî verê kirin, çadira xeybetê hildan, berbi tixûbê xwe vegerîyan. Gelek hatin, hindik hatin, Xwedê bizanibe. Wextekê derketin tixûbê benî adem, çadir-xeybetêd xwe lêxistin, lê bû ewir û baran barî.

Îskender binda rûnişt. Paşê teyrok barî, usa bû, erd sipî kir. Erd bû risas, ezman bû sayî. Leşkerêd wî gelek revîn, pêşîyê çûn, lê ew û çend eskerava paşda mabûn. Serêşê pê girt, got:

-Kuro, gazî kalê kin!

Gazî kalê kirin, anîn hatin, usa jî qîzik anîn, keçikê dîsa mîna berê namila kalê hemêz kir, kalê xeberda, got:

-Îskender, te bona çi gazî min kirîye?

Got: -Serê min dêşe, ezman bûye tas, erd bûye risas, ezê bimirim, lê ezê temîkê bidime te: cinyazê min bikine toqata herîyê, toqata min bidin ser lokê pêşin, alîkî toqata min qul bihêlî, milê minî rastê têra derxin, sêvekê bikine destê min, deste meşayiq bidin pêşîya min, pey wana jî gerek mêrêd mêrxas bên, sîlihêd wana pêra bin, bêlûkek eskerêd min jî pey wan be, kêleka min rastê jî, çepê jî leşker hebe. Gerek hûn min bi evî hesabî, tenê bibin, çimkî diya min pelewaneke xurte, wê we bikuje, koka we bîne.

Îskender wefat kir, li lokê pêşin kirin, destê wî toqatêra derxistin çawa ku ewî gotibû, usa kirin û bi rê ketin.

Ewana çûn nêzîkî şeherê Îskender bûn, meriv pir bûn, çûn cab dane şeher, wekî leşkerêd Îskender zivirî. Diya Îskender rabû taxbûra leşker da pey xwe, hate pêşîya ordîyê, dît ku Îskender wefat kirîye, li lokê pêşin kirine. Dê eva yeka ber çevêd xwe dît, temî da Arvan, jêra got:

-Cinyazê Îskenderê min bikî otaxekê, ezê ser Îskenderê xwe heft roj, heft şeva dewra bêjim.

Arvan cinyazê Îskender kire otaxeke başqe. Şeher, der û cînar gişk hatin serxweşîyê, paşê gişk çûn.

Arvan terekeke bilind çê kir, hine nan da ser. Perînaz xanimê çû ber serê kurê xwe sekinî, derî serda kilît kirin. Ewê sê roj û sê şeva dewr kurê xwera got, lê gelekî birçî bû, diha aqilê xwe unda kir, dewrê xwe kirin, vî alî – wî alî gerîya, diha ji birçîna çara xwe ne dît.

Perînazê jorê nihêrî, erê welleh, nan ser tereka jorin heye. Destê xwe avîtê, lê negihîştê. Paşê bi cûrekî hevraz banzda, nan anî xarê, xwar. Heft rojêd wê temam bûn, bi qirar heft roja şûnda derî lê vekirin. Halê Perînazê tunebû. Lê Îskender birin heq kirin, teslîmî erdê kirin.

Got: Ahmê Çolo.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev