Bi Hozaneke Kurd re: Dr. Zerê Yosif

Bi Hozaneke Kurd re: Dr. Zerê Yosif

Nivîsên delal çend sal jî ser ra derbaz bibin, winda nabin.

Nivîseke wisa xwendevanê malpera me, evîndarê gelê xwe û heyranê çanda me

Mistefa Kilicaslan “ji binê erdê” derxist , ku doktorekî ji Efrîna

Rojava Kurdistanê ser zanyara mezin,

profêsor Zera Ûsiv Yûsûpovayê nivîsîye û berî çend

deh salan di kovara Roja Nu da daye çapkirin.

Bêy ku em têkilî zimanê nivîskar û cûrê nivîsara wî bibin, em wê raberî we dikin.

 

Dr. Ebdilmecît Şêxo (Kurdux)

 

Civata Yekitiya Sovyet bi hozanên xwe gelek gernas û navdar e, di ser sed pêncî netewan re îro di bin ala sor de, di bin baskên wekheviyê de jiyana xwe bi hewas û dilşadî derbaz dikin;sêstêma Sosyalîstiyê cidabûnê di navbera gelan de nas nake, çi milet biçûk be yan jî mezin be. Kurd jî li Sovyetistanê ji wan miletên biçûk e. Li gor çavkaniyên devkî, hejmara wan nîzîkî 300 hezarî ye, gelê me li vir li pênc komarên Sovyetistanê belav bûne. Lê ev belavbûna bi malavabûna rêzaniya drust ne bûye aloz û kend li ber pêşdaçûna miletê me li Sovyetistanê, çareserkirina doza jinan û parastina mafên wan bi pirsên netewan re çareser bûye, dubendî di navbera jinan û mêran de nemaye. Jinên Sovyetistanê bi rûmetî û çalakî rex mêrên xwe di pêşkewtina civakê de paydar in. Dîroka vî welatî bi nimûneyên zindî pir dewlemend e, keç û jinên kurdan jî xwe kêmtirî jinên miletên din nabînin û ewanan jî ji pêşeroja gelê xwe, tore û zimanê gelê xwe re xemxwar in û bi hemû hêzên xwe, jîna xwe raberî çand û lîteretura Kurdan dikin. Yekek ji wan afretan, keça jêhatî, rewşenbîr û zane ZERÊ YOSIF E.

 

Xûşka me, Zerê Keça Arêf Yosif e, bavê wê palecî bû, Zerê hîn şeş salî bû, sêwî maye, ewê ji çûkiya xwe de ji xwendinê hez dikir û bi serfirazî xwendina xwe bi xelata zêrîn kuta kir. Zerê mirazê dilê xwe bi cih anî, di sala 1954 an de ewa dibe xwendekara fekultêta Rojhilatnasiyê,di beşê Îranî de li Lênîngradê. Zerê hîn ji sala sisyan de li fekultêtê dest bi xwendina zimanê kurdî li cem mamoste Q. Kurdo kiriye. Ewê di sala 1959 an de fekultêt bi serkewtineke şehnazî û bi tengeheke bilind dawî anîye. Ji ber ku Zerê ewqas jîr bû, mamostên wê li wê pêşniyar kirin ku ewa xwendina xwe hîn berdewam bike, Zerê bi hewaseke gewre û bi evînî jiyana xwe ya delal diterxîne xwendinê û ewa nama Doktoriyê li ser mijara (pêşnav û paşnav di zaravê Soranî de) bi serweriyê Prof. Qenatê Kurdo di sala 1965 an de werdigre. Di pişt re, Zerê yekser dibe xebatkarê Însîtuta Rojhilatnasiyê (Beşê Kurdnasiyê) û ewa di wir de weke hozan di warê zimanperweriyê de bi çalakî dixebite. Keça gelê xwe Zerê û akadîmîkerê gewre Q. Kurdo bi hev re ferhenga zimanê kurdî (Soranî-rusî ) amede dikin, ew herdu ferhenga xwe di sala 1970 î de kuta dikin û di sala 1983 an de wê li Mosko didin çapkirin. Li vir pêwîst e em bêjin jî, mîna Q. Kurdo û Zerê Yosif bi xwe dibêjin: Divê em navên hin hevalên Kurdên Soran jibîrnekin, ji ber ku wan jî mîna M. Xeznedar, Kerîm Eyobî, K. Mezher, Cemşid Heyderî û kesên din jî di amedekirina vê ferhengê de alîkariya me kirine.

 

Zerê Yosiv di sala 1970 î de dest bi xebateke nûh li ser zaravoka Sulêmaniyê ( Kurdistana Îraqê ) dike û ewa berhema xwe bi vê navnîşanê (Zimanê wêjeyî, nûjenbar yê Kurdên Îraqê) di sala 1970 î de kuta dike, lê dîsan Zerê dibêje: Pêwîst e ez alîkariya hevala xwe ya zane, Kurdnasa Rus, Îrîna Simîrnuva di amedekirina vê berhemê de jibîrnekim, herweha jî Q. Kurdo lêvegerek hûrgilî li pirtûka min kiriye.

 

Naveroka vê pirtûkê li ser rêzimana zaravê soranî (Navçeya Sulêmanîyê ye), Hozanên mezin wek Îrîna Simîrnova û Kawis Qeftanî (Bawerdan) li ser vê berema zanistî weşandin û nirxeke payebilind dane vê afrandina zanistî.

 

Hozana me ya dilgerm Zerê Yosif gelek karên din giring wergerandine zimanê rusî, ewê pirtûkek din bi sernavê (têkstên – deqên – Folklura kurdî ya Başur) di hundirê 210 rûpelan de weşandiye, naveroka vê pirtûkê cure cureyî ye; çîrok, metelok, têderxistin û stran.

 

Dîsan Dr. Zerê ev berhema xwe ya jorîn ji zaravê soranî guhaztiye tîpên latînî.

 

Dîsan ji berhemên Zerê Yosiv ev in:

 

1- Folklura hunrewakanî kurdewarî ya Mehemed Kerîm Şerîf.

2- Destnivîsara Kurdistan Mukriyanî ( Çîrok li ser tabanan ).

3- Çend çîrok ji rojnama (Jîn ) ya ku Piremêrd diweşand.

 

Zerê Yosiv dibêje: Hîn mijarên têkel di pirtûkeke serbixwe de çaweriya çapê dike. Hozan Zerê Yosif ji sala 1979 an de li ser rêzimana Mewlewî dixebite, Zerê dibêje:Min ev karên zanistî hildane ser milên xwe, ji ber ku hin lêgervanên ewropî mîna D. N. Meknêzî dibêjin û dinvisînin ku zaravê hewramî ne ji zaravên zimanê kurdî ye.

 

Zerê hîn dibêje:Em dixwazin ji wan hozanan re mêlag bikin ku zaravê hewramî yê gelê me ye, ji ber ku em bi xurtî dizanin ku ewanan li ser şaşiyê ne. Hozana me hîn pir karên din hêja û nirxbuha kirine, ewê li gor sî gotarî li ser rêzimana zimanê kurdî (soranî) dane weşandin, ji bilî van jî, ewê çend çîrokên Mehemed Mewlod wergerandine ser zimanê rusî mîna (Pêncî fils ), (Bê welat nîm), (Awerkan).

 

Dr. Zerê hîn bê westan û rawestan xebatên xwe yên zanistî pêşda dibe, em jî bi xebata keça Kurdan serbilind û serfiraz in, eger em bi nêrîneke zanistî baweriya xwe li ser hozana xwe bidin;bê guman, emê bi hêsanî navê Zerê Yosif deynin rex jinên Kurdan yên di dîroka me de bi navûdeng in, mîna Edle Xnim, Rewşen Bedirxan û h.w.d.

 

Li dawiyê em gelê xwe bi serbilindî bi hebûna keça Kurdan, Zerê Yosif pîroz dikin, em pir bi bawer in jî ku miletê me dê hîn bi dehan û sedan keç û jinên wisa zane û çalakvan raberî dîroka Kurdistanê bike.

 

Kovara Roja Nû, hejmar 3, rûpel 28, sal 1983, Swêd 

Jêder:  Dr. Ebdilmecît Şêxo, “Gurzek Gotar 1880 – 1988”, 2011

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev