Şaşî û başiyên “MELAYÊ CIZÎRÎ Şêxê aşiqan”

Şaşî û başiyên “MELAYÊ CIZÎRÎ Şêxê aşiqan”

Rexne: Qado Şêrîn

Danerê pirtûka “MELAYÊ CIZÎRÎ Şêxê aşiqan” Ebdusselam Elî Es`ed, ji piçûkaniya xwe ve bi helbestên Cizîrî re dijî û mezin bûye, bi helbestên wî aşiq bûye, û giyanê xwe bi helbestên wî tije işq û evîn kiriye, ji ber wê dema tu şirove û bîr û boçûnên wî di derbarê Cizîrî de dixwînî, tu dibê qey bi Cizîrî re jiyaye.

Li pêşî spasiya Danerê pirtûkê dostê xwe Ebdusselam Elî Es`ed(Selam Darî) dikim ji bo ku pirtûk ji Kurdistanê boyî min şand Hollenda.

Ji navnîşanên naveroka pirtûkê diyar e ku lêkolîner Ebdusselam Elî Es`ed li ser hemû mijar û babetên Melayê Cizîrî bi hûrbînî rawestiya ye, baş nebaş, gelekî hindikî, ew mijarek din e, li gel ku di rûpela 69an de û di bin navîşana “Babetên helbestên Melayê Cizîrî” de nivîsandiye; sê babetên sereke di helbestên wî de hene, ew jî ev in: “hezkirina Xwedayî, meya sofî û ramanên felsefî”.

Navnîşanên pirtûkê balkêş in, gelek in, pirtûkên dibistanên seretayî tînin bîr û bala mirov. Lêkolîner dikarîbû navînîşanan kêm bike wek navnîşana “Pesnê dilberê”(R99) û “Azarên evînê”(R77) û “Işq û ciwanî”(R24) di bin yek navnîşanê de binivîse.

Lêkolîner navnîşan û babetên pirtûkê tev li hev kirine û ne di rêzê de danîne, wek “Dibistanên Cizîrî”(R39) û “Jiyana Melayê Cizîrî”(R42) û “Şiroveyên dîwana Melayê Cizîrî”(R49) û “Derbarî dîwana Cizîrî”(R51), gerek di destpêka pirtûkê de bana. Ji bo ku vê meseleyê bêtir piştrast bikim, di rûpela 24an de, di bin navnîşana “Işq û ciwanî” de, ne Işq û ne evînê nade danasîn, li gel ku li ser Işq û evîna Melayê Cizîrî daxêve, lê diçe di rûpela 111an de, ya di bin navîşana “Beşên evînê” de, nivîsandiye: “Berî em beşên evînê li nik Cizîrî berçav bikin gerek e em danasînê bi evîn û işqê bidin. Evîn çi ye? Evîn ew e: du dilên hev bikêşin û li hev bi banin û bi dîtina hev kêfxweş bibin û bêriya hev bikin, ev jê re tê gotin evîn. Işq ew e: dema evîn di dil de gur dibe û evîn mirov destgîr bike, yan jî evîna dijwar e ango işq blindtirîn asta evînê ye”.

Lêkolîner Ebdusselam Elî Es`ed du nasnavan dide Melayê Cizîrî, yek jê li ser bergeya pirtûkê ye “MELAYÊ CIZÎRÎ Şêxê aşiqan” e, û nasnavê din di “Pêşgotina Daner” de, rûpela 8an de wî wek “mîrê aşiqan Melayê Cizîrî” bi nav dike. Û bi texmîna min wiha çê nabe, yan tu yê wek lêkolîner nasnavekî tenê bikarbîne û yan jî, belkû ne ji mafê herkesî ye li ser kêfa xwe nasnavan li kesayetiyên dîrokî û navdaran bike, gerek navendên lêkolînan wê yekê bikin.

Dema Daner helbestan şirove dike, û xwezî şiroveyên wî ji wiha dirêjtir bana, ji ber dema helbestan şirove dike, yan jî dema nerîna xwe di mijarên Melayê Cizîrî derdibire gelek baş dibêje, mijarê têr dike, şiroveyên wî jî xweşik in, wek dibêje ku ji evînê pêve tiştekî din di dilê sofiyan de tune, ji ber ku kesê sofî tiştan bi dilê xwe dibînin.

Lêkolîner di rûpela 13an de gotina belkî bikartîne. Bi texmîna min di lêkolînan de qedexe ye gotinek wisa bê bikaranîn, divê her tişt bi belgeyan piştrastkirî û bi belge be, wate, şek û guman li ser bûyer û serpêhatiyên dîrokî nemîne, karê lêkolîneran ew e ku gotina belkî nehêlin û li şûna wê tekez bikin.

Di rûpelên 14-15an de Daner diyar dike bê Melayê Cizîrî ketiye bin bandora kîjan rêçika sofîtiyê, Daner navê dibistan û rêçikan bi nav dike, tê fam kirin ku Daner dixwaze bêje ku Melayê Cizîrî neba Sofî, feqe, mele û yan jî neketiba bin bandora ola Islamê, wê bi wî şêwazî nenivîsanda, belkû işqa Xwedê lê nedaba û qet helbest jî nenivîsanda.

Di rûpela 18an de, Daner qala Bedî`uzeman(Se`îdê Nûrisî) dike. Nûrisî hewl dabû helbestên Melayê Cizîrî şirove bike, lê piştî rastî vê malikê tê “Vê mûemayê çi zanin, sed mela û muste`îd”, dev ji şirovekirina dîwana Melayê Cizîrî berdide, wek yekî bêje ez ne di wê astê de me ku helbestên Melayê Cizîrî şirove bikim. Mebesta lêkolîner ji vê yekê ew e; dixwaze bêje ku helbestên Melayê Cizîrî di astek gelekî blind de hatine nivîsandin, û ne yê zana û têdgihiştî be ji helbestên wî fam nake, ango xwestiye pesnê Melayê Cizîrî bide. Mirovek dikare bipirse, û pirs ji mafê herkesî ye; eger Nûrisî nikarîbû, çawa tu dikarî?

Berî dest bi xwendina pirtûkê bikim, min digot qey wê pirtûk hemû li ser têkiliya Melayê Cizîrî bi Xwedê re be, işq û evîna ji Xwedê re, û ka gelo mebesta Melayê Cizîrî ji işq û evînê Xwedê ye yan Selma ye wek jin. Daner baş li ser vê xala girîng diraweste, lê nebes, pêwist bû ji wilo bêtir ev mijar zelal û şirove bikira, çimkî ji bo her kesî ew têkilî zor e, ne zelal e û baş nayê fam kirin. Di vê derbarê de Daner li ser felsefeya Cizîrî diraweste û dibêje ku ew têkiliya di navbera Xwedê û mirovan de ye, ku binyada wê pêwendiyê jî evîn e, û ji bo ku mirov ji Xwedê hez bikin, rabû Xwedê mirov û zemîn û asman afirand daku, hemû bo dîdara Xwedê bikin, vê malikê wek nimûne tîne;

Roz û şeb her seyrî dîdara te tên

Nakirin ew dewr û seyranî xelet

Bi texmîna min, ev babeta sereke ye di helbestên Melayê Cizîrî de, bes e ku lêkolîn û pirtûk li ser vê bên çêkirin. Ji ber ku Xwedê xweşik û ciwan e, û ji ciwaniyê hez dike, em mirov xweşik û ciwan afirandin daku, em jê hez bikin, em wek Melayê Cizîrî bibin aşiqê Xwedê, û yê ku bibe aşiqê Xwedê wê tim mest û serxweş be di evîna Xwedê de, wê wek perwaneyê li ber agirê evîna Xwedê bê sotin. Lêkolîner jî dibêje ku piraniya helbestên Cizîrî ser işq û ciwaniyê ne, û girêdanek suriştî di navbera işq û ciwaniyê de heye, êdî, ji ber ku Xwedê xweşik û ciwan e em mirov dibin aşiqê Xwedê û jê hez dikin. Daner du nimûneyan tîne;”diyar e ku yê Xwedê di rêka ciwaniyê de nas kir, giha cîgehê mayînê(beqa-ê), û di gel hizkirê xwe bû yek û ev armanca wî ya dawî bû, lewra deng jê nayê. Lê yê ku Xwedê di rêçika meznahiyê de nas kir û tirs lê peyda bû, negihişt wî cîgehî û gihişt cîgehê tinebûnê(fenaê), lewma bi ah û fîxan e”.

Hema hema, hemû helbestên Melayê Cizîrî dibin nimûne ji bo vê babetê:

Ger çi bilbil cewherê zatê dil e

Lê gulê rewneq ji işqa bilbil e

Her wiha;

Nehtibûn hukmê sîfatan ew ji zatê lem yezel

Aşiq û me`şûqî yek bûn şem`û hem perwane bû

Husn û hub zatê qedîmin lê cuda bûn ew ji yek

Lê niha ismê hidûsê hikmet û tefsîl we bû

Ciwanî û evîna rasteqîn  ji mêj ve yek bûn, berî zemîn û asman û insan bên afirandin, ango evîn dildar bû û ciwanî dilber bû, mîna têkiliya di navbera şemal û perwaneyê de, wate; Xwedê dilber e û Melayê Cizîrî dildar e, Melayê Cizîrî bûye aşiqê Xwedê.

Bi husna ehseni teqwîm û zahir sûretê zatî

Nezer dê`elemel esma û batin eynê mir-atî

Aşiq û me`şûqê elheq herdû mir-atê yekin

Lew di eslê cem`ê da eslê qedîm ayîne bû

Xwedê mirov di ciwantirîn û baştirîn gewd e çêkir, dêmek mirov neynik e ciwaniya Xwedê têde diyar dibe. Di rastiyê de dilber û dildar yek neynik in, ji ber di binyada xwe ya kevn de yek neynik bûn. Ronahiya Xweda di ciwaniya mirovan de diyar dibe, dêmek Xwedê mirov afirandin da ku ciwaniya xwe di wan de diyar bike û eger ne wisa ba, dê çawa mirov biba hezkirê Xwedê û wê Xwedê nas kiriba.

Yek di zatê sur şêrînan bû cemal û husn û sur

Yek di qelbê ehlê dil nar û celal û cezbe bû

Xweda du sîfatên xwe dan mirovan, ciwanî û evîn. Yek ji wan bû para dilberan wek jin û ya din bû para dildaran wek mêr. Ciwanî kir para jinên xweşik û şêrîn, û evîn kir para mêran ku agirê wê dilan disoje.

Encama vê têkiliya di helbestên Melayê Cizîrî de diyar dibe, ku jin û mêr ji hevûdu hez bikin, ew e ku têkiliyên civakî li ser evîn û hezkirinê ava bibin, êdî wê civak qet rastî arîşeyan neyê û wê nakokî û alozî qet dernekevin pêş.

Xala dawî di vê babetê de. Lêkolîner li ser xalek balkêş û giranbuha radiweste û şirove dike ku Melayê Cizîrî tuxmê pêncan ku Işq e, li çar tuxmên bingehîn yên ku hebûn ji wan pêktê, av ba, ar û erd zêde kiriye;

Me cewher insirek xamis numa îro di tali`da

Di vê teqwîmê insanî li tali`bûne fal ebrû

Daner di rûpela 32 û 33an de diyar dike ku Melayê Cizîrî tuxmê pêncem ku işq e wek tuxmekî bingehîn li çar tuxmên ku hebûn ji wan pêktê zêde kiriye û dinivîse ku işq nîvişkê jiyanê ye, û jiyana ku işq têde tune be bê wate ye û ti xweşiya wê nîn e. Lêkolîner qala Zeradeşt nake û nabêje ku herçar tuxum li ba Zeradeşt pîroz bûn, lê qala feylesûfê Yûnanî Embadoqlîs dike û wî dike xwediyê nerîna çar tuxman.

Pirtûk dikare bibe destpêka lêkolînek mezin û dirêj. Hema hema Melayê Cizîrî li ser çi helbest nivîsandibin, Daner li ser rawestiyaye û bi helbestan piştrast kiriye, wek çawa Melayê Cizîrî pesnê xwe dide, dema dibêje;

Ger lu-luê mensûrî ji nezmê tu dixwazî

Wer şi`rê Melê bîn, te bi Şîrazî çi hacet

Melayê Cizîrî pesnê xwe dide û dibêje ku pêdiviya te bi Şîrazî tune dema ez hebim.

Pêşniyara lêkolîner li cihê rêzê ye dema dibêje: eger Cizîrî ne kurd ba wê xelatek wêjeyî ser asta cîhanê bi navê wî heba, lê mixabin ji ber ku bê xudan e xemsariyek mezin derheqê wî de çêbûye.

Li dawiya dawî, bi hêvî me ku ne lêkolîna dawî be di derbarê Melayê Cizîrî de, ji dostê xwe Selam Darî rica dikim ku di lêkolîna bêde sûdê ji her şeş şiroveyên heyî bibîne, û ne du şirove tenê, ya Zivingî û Hejar, wek ku di pirtûkê de nivîsandiye ku tenê herdû şirove gihiştine wî, daku pirtûk û lêkolîn dewlemendtir be.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev