Kesayetiyên Kurd li Hindistanê, Pakistanê û Afganistanê

Kesayetiyên Kurd li Hindistanê, Pakistanê û Afganistanê

Wergera ji rûpela koma ”Şaristaniya kurd û Kurdistan”ê

Muhemed Şerîf Cilînî

 

Serdarê Kurd Elî Merdan Xan (? – 1657 P.Z.)

Elî Merdan Xan yek ji serdarên giring bû di serdema Şah de (Ebbasê Sefewî 1571-1629 Z.), Şah (Sefîdîn 1611-1642 Z.) û (Şah Cihan 1628-1658 Z. Şahê Hindistanê) û Şah Ebbas Sefewî.

Elî Merdan Xan, ji êla Kurd (Zeyk = Zengene), kurê (Gênc Elî Xan) e, ferwerdarê Kermanê û Kandaharê di sala 1618an de û Elî Merdan Xan serokekî leşkerî bû û xwedanê ezmûnê di warê endazyariyê de û cihokên (erxên) avê de, û hem jî çaksazoyên çandinî û aborî, evan şarezayî ji bavê xwe wergirtibû .

Vî Serdarî gelek projeyên mezin li xaka Pakistanê û Afganistanê pêk anî û hîn jî di cîh de ne, tê de cihokên avê, bexçe û avahî hene û ew bûne mîna kevneşopan.

Elî Merdan Xan bi jîrbûna xwe û şarezariya xwe ya leşkerî, karîbû di demeke kurt de baweriya gel bistîne û bandora xwe li rohilata Îranê û Kandeharê belav bike, xelkê ji wî hez dikirin û şanên wî yên zanyariyê bandor dibûn. Ewî didît wekî kesayetiyek giyanî pir berbiçav, kombûna xelkê bi Elî Merdan Xan re û rêzgirtina wî, tirs di nav Şahê Sefiydîn de çêbû, yê ku dihatê naskirin bi stemkarî û bêbaweriya xwe heya bi zarokên xwe jî û Şah xeyal kiribû ku ew ê ferweriyê ji destê wî bigire, ji ber vê yekê wî vexwende koşka paytextê, Elî Merdan Xan hay ji niyet û mizawirtiya wî hebû ku wê wî bikuje û xwe jê xilas kir, weke gelek mêrên koşkê jî hatine kuştin, di nav wan de şaliyarê (wezîrê) wî (Mirza Talib Arduadî) ku mêrê xuşka Elî Merdan Xan bû.

Elî Merdan Xan piştguh kir vexwandina wî, giringî ne dayê û biryar da ku biçe Hindistanê. Di sala 1637an de şah hêrs bû û xwest tolê jê hilîne, wî artêşek ji Uzbekan û yên din şand ji bo wî bikuje, lê serdar Elî Merdan Xan wan têk bir û bi serket, berî bighên Lahorê.

Peyayên koşka keyanî ya Hindîstanê xweş pêşwaziya Elî Merdan Xan kirin û ji bo hatina wî şahî hatin li dar xistin, diyariyên ji hêla Şah û koşkê ve ji wî re hatin pêşkêş kirin û Şah Cîhan wî wekî serwer û ferwerê herêmên Kabul, Lahore û Keşmîrê bi nav kir û postên girîng ji hevalên wî re hatin dayîn, di dema ferweriya xwe de, xizmetên aborî, çandinî û bajarvanî peyda û pêşkêş kir.

Elî Merdan Xan di 1655an de çû ser dilovaniya xwe û kurê wî yê mezin (Birahîm) termê wî veguhezt û li goristana ku bi navê goristana Elî Merdan Xan tê naskirin li Lahorê, Pakistanê veşart. Hêjayî gotinê ye ku Merdan Xan ev gor ji bo diya xwe çêkiribû û ew li tenişta wê hate veşartin, ev gor bûye şûnwarekî kevneşopî yê pir bedew.

Yek ji navnîşên xwezayî yên ku wî avakiribûn, bexcê navdar li cîhanê (Şalimar = Şalamar) a li Lahorê ye, ku li Peymana Îran-Hindistanê di Meha Muharremê de sala 1774 zayînî de di serdema Nader Şah û Mihemed Şah, Şahê Hindistanê de hate damezrandin.

Li muzeyên li Delhî, Hyderabad û li deverên din ên Hindistanê û Pakîstanê, gelek wêneyên serdar Elî Merdan Xan û tiştên wî yên kesayetî hene.

 

Ravekirin:

Zayk = eşîreke Kurd e ku koka wê digihîje Sasaniyan û wekî “Zangana = Zangna” jî tê naskirin. Cihê wan ê resen Kermaşan e û li Îran, Îraq, Afganistan, Pakistan, Hindistan, Tirkiye û Kafkasyayê belav bûne.

Şalimar = cihê şahiyê = cihê ronahiyê = Şali / birinc + Mar / axa reş a berdar = tê wateya di zimanê Punjabî de dibe xaka alîkarê çandina birincê.

 

Jêder:

Pirtûka “Harkat Tarikhi Kord Bakhurasan” Çermê Duyemîn – Al-Murakh “Gotina Xwedê, yekîtiya min”.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev