Hevpeyvîna bi rêzdar Feqîr Şerîf Heso ra li ser girtina Bira anjî Xuşka Axretê ye

Hevpeyvîna bi rêzdar Feqîr Şerîf Heso ra li ser girtina Bira anjî Xuşka Axretê ye

Kemal Tolan

 

Rêzdar Feqîr Şerîf Heso, weke ez dizanim tû yek ji malbata pîrê Ormaxala, nevîçirkê rahmetîyê Feqîr Piçî û lawê lawê Xwedê jê razî Feqir Heso yî.

Ez dizanim, malbata te di nav Xaltanîyê de gelekî ilimdar, kedkar û emekdar bûne. Lewmajî dixwazim û hêvîdikim tû bikaribî bersiva van pirsen min, yên li ser giringî, girtina Bira anjî Xuşka Axretê bi ilim û şîrovên xwe zelalbikî.

Kemal Tolan- Feqîr Şerîf tû dikarî ji kerema xwe ji me ra bibêjî, ka yek ji taybetmendiya ku axretnasîna me Êzdiyan, ji ya olên dinê cûde dike çiye?

Feqîr Şerîf Heso- pêşîn gelekî spas dikim mamoste Kemal Tolan û pir dilxweş im ku, tû van pisrên gelekî girîng ji bo ronayekê di nava Êzdiyan de çêbiken ji min dikî.

Belê her Êzdiyek ku, bîr û baweriya xwe ji Xwedê,Tawisî Melek û milyaketan digre û bîrbaweriya me ji me ra dide nasandin, em dibêji9n; Xweda heye û mirin heye. Her însanek wê rojekê bimire û hewceyî Xwedayê xwe bibe. Ji ber wê yekê jî em dibêjin, Mecliseke Rihanî li ezmana heye û Pedşayê min rebê wê Meclisê ye. Di bîr û baweriya me de mecliseke Rihanî ya li ezman ji Xwedê û milyaketên Xweda çêbû û Meclisa erdan jî li goriya Êzdîtayêye heye, Lalişa nûranî. Dema Şîxadî hat ku Meclisa Rihanî ya li ser erdê jî çêkir. Bi şiklê ku ev li ser ruyê erdê bibe wekîlê Meclisa ezman.

Vêca rê, risim, erf, ol û erkan ê me, qewil, diha û beytên me tê de danîn. Ferzên Heqîqetê jî di nav de bi cîkirin ku Êzdîtayî, baweriya xwe pê bînin û bi diha, diroza, qewl û peytên Xweda baweriya xwe jê bînin. Em nasandina xwe ji wan ol û erkanan bigirin. Di erkaneke me de dêje:

„erkanek heye nasîne,

Pedşayî xweş dibîne,

Pedşayî ji dila girtine bawerîn e.“

Lewma jî baweriya Xweda, milyaketên Xwedê li ba me ferze ku em baweriya xwe bi wan tînin. Em bawerin ku, haveynê sinetê jî jî ba Xwedê û milyaketên Xwedê hatiye û Êzdîtayî ji haveynê sinetê ye.

Kemal Tolan- Sedema ku Êzdiyek Xuşka anjî Birayê Axretê bigre çi ye?

Feqîr Şerîf Heso- li gorî Êzdînasîna min girtina Xuşka Axretê di Êzdîtiyê de ne ferzeke heqîqetê ye ji me ra, lê girtina Birê Axret li ser me Êzdiyan ferzeke heqîqetiye. Lewma jî em li ser xwe fez dibînî Birê Axretê ji xwe ra bigrin.

Sedema girtina Birê Axretê, çinkî navê wê bi xweyî lêye, Birayê Axretê. Em dizanin, her rojekê emê bimirin û hewceyî Xwedayê xwe bibin. 

Di ilmekî me de dibêje,

„rih çû ma qidêd û qalib,

hate ser min destekî zorî kotekî xalif,

ji wê kasê vexwar cumlî alem”

Anî qalibê însan dimire, ji ber ku ew qalib ji xweliyê çêbû, wê careke din bibe xwelî. Lê rihê însan namire, ew rihê wê here hizûra Xwedê û li hizûra Xwedê, çi sûc û sebebên ku li vê dinya yê kiribin, li vê dinya derewîn, ew li hizûra Xwedê hesabê xwe bide. Ji ber ku ew ê hesabê xwe li wê dinya yê bide, divê Birayekî Axretê jî ji bona ferza heqîqetê ji me ra lazime. Ew Birê Axretê wê telbeyî wî rihî ve were, ji ber ku ew Birê Axretê, ew şexsê me ku me got, li meclisa rihanî ya li erdê dibine şêx, pîr û feqîr anjî Ocaxên wan, yanî em Birê Axretê ji Ocaxeke ji wan Ocaxa ji xwe ra digirin, da ku ew Ocax ji telbeyî wî rive were.

Kemal Tolan- Ferze ku her Êzdiyek Bira anjî Xuşka Axretê bigre, ev ferza ji kurê tê, ji bo çî ye?

Feqîr Şerîf Heso- Me Êzdiyan ev pênc heqîqetê hene:

Şêx, pîr, hoste, merebî û yar-Birê Axretê

Fere li ser me çendî sinetê

Îro dinya ye û sibê banga Axretê“

Ji ber ku ji bo o axreta me ronahî lazime, em xwe davêjine wan Ocaxê şêx, pîr anjî feqîr û dibêjin, emê yekî ji van ji xwe ra bixine Birê xwe yê Axretê. Ji ber ku em dibêjin, ev şêx, pîr anjî feqîr ji Ocax-kuçikê Ocaxa xwe ra delal şixiwilîye, pirêzayeke wî ye paqij heye, ew di rê û rismê olî de ye, em wî ji bo ku ew di roja Axretê de bi telbeyî me ve were dikine Birê Axretê. Ferzeke heqîqetê jê jî Birê Axretê ye.

Kemal Tolan- Êzdîyek di kîjan temenî de dikare anjî mecbûre Bira Axretê bigre? 

Feqîr Şerîf Heso- Her Êzdiyekî ra Birê Axretê lazim e. Her Êzdiyekî zilam, jin, xort anjî ciwan ku, bi gihîje temenekî ku bikarîbe jiyana xwe, qencî û xirabiyê ji hevûdinê cûda bike, dikarîbe qirara xwe bi xwe bide, ew dikare hingê Birê Axretê ji terîqet anjî Ocaxa dixwaze bigire. Ne mecbûre di 15, 20, 30 saliya xwe de, kengî ku bigihîje bikarîbe qirara xwe bide, wê Ocaxa ku karibe wî ji temenê xirab û roja Axretê xilaz bike, hingê kare Birê Axretê bigire.

Li ser meriv ne ferze di dema ku dike bizewice de, hingê Birê Axretê jî bigire. Li welatê me yê Xalta, tiştekî wisa tine bû. Li welatê me wisa bû, dema zilamek anjî jinek gihîşte temenekî ku karîbe bi xwe qirara xwe ji bo girtina Birê Axretê bide, bibêje ev şêx, pîr anjî feqîr di rêya ola xwe de, li ser kuçikê Ocaxa xwe rast dişixwile û rastiyê dimeşîne, ez ê vê Ocaxê têxime birê xwe yê Axretê, hingê dikare Birê Axretê bigire.

Mamoste Birê Axretê, di nav Êzdîyan de hetanî zarokek ne karîbe xêr û gunah bike, meriv ji wan zarokan ra Birê Axretê nagire. 

Kemal Tolan- birêz Feqîr Şerîf, rê û risimên girtina Bira Axretê çine? 

Dema Êzdiyek bixwaze Birê Axretê ji xwe ra bigre, qerara xwe bi xwe daye, êdî divê Birê Axretê bigre, hingê gazî kesê ku ji xwe ra bike Birê Axretê, şêx, pîr, feqîr û çend der û cînarê xwe bike. Pezekê serjêbike û di nav mala xwe de zadekî ji bo van beşdarên kombûne amadebike.

Berî ku zad bêye xwarin, dest bi rê û rismên girtina Biryê Axretê têne kirin. Herdû kesên ku dibine Birê Axretê, di nav cinaata amade de radibine ser pîyan, li himberî hevûdinê disekinin. Feqîrê bi Xerqe jî radibe Kulik dixe nava destên wan, Terqîn û Asîn li ser wan û Kilikê di nava wan de ye têye gotin. Êdî Birê Axretê tê ye pejirandin. Zadê amadekirine bi hevûdinê ra dixwin û dûre her Birayek li gorî derfeta xwe xelatekê dide Birayê xwe yê Axretê.

Gorî zanîn û baweriya min, divê her Êzdîyek di temenekî baş de û bi saxiya xwe Birê Axretê ji xwe ra bigre, xêr û xêratê Birê Axretê bi destê xwe û di saxiya xwe de derxîne bide. Birê Axretê ne di dem aber mirinê de were girtin. Dibe gava di ber mirinê de Birê Axretê bêye girtin, heye ew di dema roja Sûka Marîfetê de hevûdinê nas jî nekin. Bêbêjin, me ti xêrê hevûdinê ne dîne, ez nizanim tû kî yî, belkî ez ne Birê te yê Axretê bim jî.

Dema însanekî Êzdî dimire, rihê wî diçe Sûka Marîfetê, hingê gazî Birayê Axretê jî dikin û dibêjinê, tû li ser emelê vî kesî li gorî ûrf û adetên Birayê Axretê, ferza heqîqetê dibî şade ku, ew bi ber teve dihat, xêr û şerên wî pakin, gelo pirêzayeke wî ya baş heye û rihê wî paqije an na?

Lewma jî dibêjim, em Birê Axretê bi saxîtî bigirin, xêr û xêratên xwe bi saxîtî bidin. Da ji bo ku Birê Axretê di roja Sûka Axretê û di hizûra Xwedê de ronayekê berde ser jiyana meriv. 

Di nava me Êzdîyan de birê Axretê, dikar tenê li gorî nîşanên Êzdiyatiyê were girtin. Nîşaneke Êzdîtayiyê gelek feqîr, şêx û pîr weke tacekê datînine ser serê xwe û ev jî Kulik e. Dema Êzdiyek Birê Axretê digre, Kulik dixine nava xwe û wî yê ku ji xwe re weke Bira Axretê digre. Her yekê bi aliyekî Kulik digrin û Kulik dikine nava xwe. Bi vê girtina Kulik ra qewlê Birê Axretê têye gotin û dûre Birê Axretê têye girtin. Êdî bi vê merasimê pê ve Birê Axretê hew têye berdan.

Gava ku Kulik li wir tine be û îmkana ku bikaribin Kulik bînin tine be, meriv dikare Berat ê jî, bixine nav destên xwe. Ji ber ku Berata Şîxadî jî, axek ji axa welatê me ye û gavar Êzdiyek dimiri e jî ev ax-Berata pîroz dikeve çavê wî. Ev axa li ba me Êzdiyan gelekî bi qîmete, axa welatê wane. Yanî Berat jî ji bo girtina Birê Axretê nîşaneke ma ya pîroz e û dikarin pê bigirin.

Wekî dinê di Êzdîtayê de feqîr, şêx, pîr û mirîd hene. Di nav van çînê Êzdîtayê de feqîrên bi Xerq hene û divê Êzdî bizanibin, ka kî ji Feqîran dikare li gorî Ocaxa xwe bive Birê Axretê yê dinê?

Mînak :

Em Feqîrên ji malbata Feqîr Piçî pîrê Omarxalan e, ji me ra tenê dû bavên şêxan dikarin ji me ra bivine Birê Axretê.

Yek ji van bava jê ji malbata Melik Şixisin, yê ku Xerqe hiltînin, ew dikarin bivine Birê malbata me yê Axretê.

Bavê didûya jê ji malbata Şêxên Şêxûbekir a, yê ku Xerqe hiltînin, ew jî dikarin bivine Birê malbata me yê Axretê.

Ji xeynî van herdû Ocaxa, Ocaxeke şêx û pîran e dinê nikarin ji Feqîrên ku Xerqe hiltîn ra bivine Birê Axretê.

Hêviya me ew e, Êzdîtayî guhê xwe bidine van sed û hedan. Şêxên Şerfedîna şêxê me ne, lê ji ber ku ew Xerqe hilnmaynin nikarin bivine Birê me yê Axretê. Însanekî Xerqe hilîne, dikare Xerqe li xelkê kejî.

Kemal Tolan- Birêz Feqîr di nav kevneşopên Êzdîtiyê de, çi cûdetî di navbêna girtina Birê Axretê û kirîvatîya xwînê de heye? 

Feqîr Şerîf Heso- Min da xwanê ku, Birê Axretê ji bona axreta meriv ronayî bike têye girtin. Kirîvatiya xwînê, ku di meriv kêfa wan ji hevûdinê ra were, bixwazin wê hizkirina xwe ji xwe ra ji pêre bivin, xwînê dixine nava xwe û ji bo vê dinya yê ye. Kirîvatî ya vê dinya yê ye û axret jî ya dinya heqiyê ye, roja axretê ye. 

Kemal Tolan- Pîrê min, dema tû li gund bûyî, te ji rûspiyan dibihîst ku, divê Birê Axretê, di dema ciwanîyê de bêye girtin? 

Feqîr Şerîf Heso– Min bavê xwe dît, lê min kalikê xwe nedî. Min ticar nedî û bavê min jî bahsnekir ku, Êzdiyek mecbûrê di ciwaniya xwe de Birê Axretê bigire. Ferzeke wisa li ser me tine. Me got, Êzdiyek kengî bigihîje wê riya heqîyê, rastiyê û bi dilê xwe Birê Axretê ji nav Ocaxekê hilbijêre, hingê dikare Birê Axretê bigire. Ti ferzeke ku, bi meriv bi ciwanî Birê Axretê li ser xwe bigire tine. 

Kemal Tolan- Birê Feqîr Êzdîyek dikare Birê Axretê ji xwedanê xwe yê malê bigire? 

Feqîr Şerîf Heso- Êzdiyek kare Birê Axretê tenê ji Ocaxê şêxa, pîra anjî feqîra bigre û ji Ocaxa xwe nikare Birê Axretê bigre, çênabe. 

Kemal Tolan- Pîrê min, Êzdîyek dikare birê bav anjî diya xwe yê axretê ji xwe ra jî bike Birê Axretê? 

Feqîr Şerîf Heso- Li gorî baweriya ku ez gihîştimê, li gorî lim, rê û rismên Êzdîtayê li ba min hene, bav û kur nikarin bihev ra Birayekî Axretê ji xwe ra bigirin. Ji ber ku em tev evdê Xwedê ne, em bi evdîtî nikarin bav û kur bikine bira ji hevûdin ra. Her çiqas em bêjin, em xwedî xwidanin, em Ocaxan ji xwe ra digirin, bes em wan însanin ku sax dikine Birê Axretê, ew bi xwe li ser ruyê vê erdê wekîlên wan Ocaxan ne. Dawî ya dawî jî em tev evdê Xwedê ne. Li gorî baweriya min, bav û kur anjî kur û dê nikarin Birayekî Axretê tenê ji xwe ra bigirin û çênabe. 

Kemal Tolan- Birayê Feqîr tû dikarî bibêjî, ka zarokên bira anjî xwişka axretê, dikarin weka zarokên xwişk û birayên Êzdiyên sade(yê ji dê û bavekî) bi hevûdinê ra bizewicin? 

Feqîr Şerîf Heso- Na, li gorî rê û rismê ola Êzdîtayî ye, zarokên Xwişk û Birayên Axretê, yên ku xwedî Ocax (şêx, pîr anjî feqr e) û mirîd in nikarin bihevûdinê ra bizewicin.

Di ilmê me de jî dibêje,”Her Êzdiyek ancax bi tarîqeta xwe ra” yanî li gorî rê û rismê ola xwe ya tarîqetê mirî bi mirîda, şêx bi şêxa û pîrantî bi pîrantiyê ra dikare bi cewice. Ji ber vê yekê jî çênabe ku zaruyên Birê Axretê be hevûdinê ra bizewicin.

Kemal Tolan- Feqîr tû bawerdikî ku baweriya girtina bira anjî xwişka axretê, li diyasporayê ji Êzdiyan re bûye bela û pirsgirêkan zêde dike? 

Feqîr Şerîf Heso- Raste ez jî di wê baeriyê de me ku, li diyasporayê ne tenê kevneşopiya Birayê Axretê, gelek rê û rismên Êzdîtayê yê li ser timayî yê ve diçin û gelek pirsgirêkan di nava Êzdiyan de çêdikin.

Ez hêvîdikim û dêjim gelî Êzdiyan, ne tenê kevneşopiya Birayê Axretê, gelek rê û rismên Êzdîtayê yê ku bav û kalê me bi hezarê sala serê xwe dane, ew rê û rismê ola xwe parastine. Em van nirxên bav û kalan ji bo timayî yê û hinek armancên sivik erzan ne firoşin. Em jî rê û rismên ola xwe dizanin, Birê Axretê ne tenê ji Ocaxeke tenê dikare were girtin. Her Ocaxeke ku meriv bîr û baweriya xwe pê bînin, merivekî ku hûn bîr baweriya pê wenin û hûn bêjin, ev meriv li ser kuçikê Ocaxa xwe xizmeteke Êzdîtiyê ye rast dike, ti dikarî wî ji xwe ra bikî Birê Axretê. Ne tenê mecbûre ji şêxantîyê be.

Niha mixabin, gelek deng têne me, gelek şêx anjî pîr dibêjin,” Birê Axretê tenê ji şêxantî anjî ji pîrantiyê tê hilbijartin“, Ev tişt timayî pêre çêdibe ku, Birê Axretê li ser Êzdîtayî yê ferz dike. Hûn li gorî dil û baweriya xwe çi rêya rast dibînin, eşqa dilê we Birê Axretê, ji ber ku dibê, Birê Axretê eşqa dilê merive. We kîjan Ocax li gorî dil û Êzdîtayîya xwe rast dî, ku kar, emek û keda wî ye ji bo Êzdîtayî yê hebe, ti dikarî wî têxî Birê xwe yê Axretê. Divê Birê merivî Axretê li hizûra Xwedê, ne birê merivî li vê dinya yê. Lewma jî meriv dikare ji kîjan Ocaxê be, ku baweriya xwe pê bîne, dikare bigire.

Ez hêvî dikim, şêx, pîr û mirîdê me jî dev ji timayî yê berdin û li ser rê ûrismên olî, urf û adetê Êzdîtayî yê ku ji me ra diyar kirî, em bi wî şiklî Birê Axretê, mirîdatî, fikir û zikata me be, wisa bidine meşandin. 

Kemal Tolan- Raste gava Birê Axretê emrê Xwedê dike, ku zarok li peya nemabin, hingêmafê mîrata wî/wê bigihîje Birê Axretê heye? 

Feqîr Şerîf Heso- Dema ku Birayê Axretê emrê Xwedê bike û kesekî wî tine be, ku bi saxîtiya xwe goti be, bila malê min êdî ji Birayê min Axretê ra be, wê hingê malê bigihîje wî Birayê Axretê. Lê heke ev nesîhet ne hatibe gotin, divê malê wî bi şiklekî dinê were derxistin. Gava însanek dimire hetanekî sersala wî jî tê dayîn, gerek para Birê Axretê tê de hebe. Û Birê Axretê dema ku sersala wî tê dayîn, weke birayekê jê cihêdikin. Ji kevçî bigre hetanî livîn û derzîyê para Birê Axretê, hingê tê dayîn. 

Kemal Tolan- Dive rê û resmên girtina Birê Axretê bêne guhastin, yanî”mele anjî keşeyek“ dikare girêka serê kefenê miriyekî veke? 

Feqîr Şerîf Heso- Her Êzdiyek li kurê nexweş be, dema emrê Xwedê dike, rêz û hirmeta me ji hemî baweriyên dinyayê ra heye. Eger baweriyên dinya yê jî hirmetê bidine rê û rismê ola me, dema Êzdiyek emrê Xwedê bike, gereke ew weke Mele, Keşe neçine ser Êzdiyê me yê mirî û ti giriya serê wan venekin anjî li ser cenaze wan tiştekî li gorî ola xwe nexwînin. Gava rêz û îhtirama wan ji ola me ra heye, bila li oldarên me yên weke feqîr, pêşîmam, şêx û pîrê me bigerin. Mademkî dixwazin ji mirîyê me ra alîkariyê bikin, bila weke min gotî alîkarî bikin, wan rê û rismên mirinê li gorî rê û rismên ola me bidine kirin. Hingê emê bizanibin û bibêjin van jî hirmet daye miriyê me.

Lewma jî miriyê Êzdiyan dikare tenê li gorî urf û adetên bavkalê xwe û bi Êzdîtayî were definkirin.

Kemal Tolan- Ferze gava Gava Êzîdiyekî nexweş dikeve ber dema teng û dike ku ruhê xwe bide Ezraîl, pêwîste hingê Birayê Axretê, şêx û pîrê vî evdê Êzdî yanjî yek ji şêx û pîrê Êzdiyan li ber serê evdê nexweş amade bin? 

Feqîr Şerîf Heso- Belê gava Êzdîyek dikeve teqera xedar û meriv êdî bawerdike kesê nexweşê koça dawî bike, ê kiras biguhare, divê li gorî rê û rismên Êzdîtayê ilimdarek bê, ilmekî ji bo navê Xwedê û Şîxadî li ser bibêje. Ji bo ku yê nexweş zêde ezyetê nekişîn e, diha bike ku Xwedê ferwarekê ji kesê yê xedar ra bişîne. Gava ilimdar ilim dibêje pê ve, ku yê nexweş yê başîyê be anjî ne yê vegerandinê be jî, êdî ê ew ê emrê Xwedê bike. Raste em Êzdî di vê demê de gazî şêx û pîrê xwe, Birê Axretê jî dikin.

Mamoste Kemal Tolan di dawiyê de dibêjim, dest û hestên te hemî sax bin. Hêvî ji Êzdanê dilovan dikim, ew daîma îman û aqûbetê di rêya axretê de ji te ra jî bişine û ji bo vê ked û emka tû ji bo nasîna ola xwe Êzdîtayê dikî qiwet û qudretê bide te. Rêya te daîma vekirî û ronayî be…

Kemal Tolan- Sihet xweş Feqîrê min, ez jî dibêjim Xwedê û Tawisî Melek ji vê xizmet û zanîna te razî bin!

Hêvî dikim, me di vê xizmeta xwe de hinek ronayî berdabine ser pirsgirêkên wate û girtina Xwişk û Birayê Axretê. Her wisa me zanîna Êzdîtiya bavkalan zelalkiribe. Her bijîn bextewar neviyê malbata Xwedê jê razî Feqîr Piçî.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev