Şûnwarê zimanê kurdî li ser etlesa zimanên cîhanê -1

Şûnwarê zimanê kurdî li ser etlesa zimanên cîhanê -1

Em ji îro da, 4 rojan dû hev beşên nivîsa zanyarî ya ronakbîrekî meyî hezkirî,

zimanzan, heyranê dîrok û welatê xwe Omitê Mistefê,

ku hin caran bi navê Umîd Demîrhan jî dinivîse, raberî we dikin.

Fermo, îro beşa wê a pêşin bixwînin.

Omitê Mistefê

Destpêk

                      Beriya ku mirov şûnwara zimanê kurdî li ser etlesa zimanên cîhanê nîşan bide, di destpêkê de divê ziman û etlesa wî bên destnîşankirin; piştre şûnwara kurdan û nexşeya belavbûna zimanê kurdî bên eşkerekirin. Di vê xebata destpêkî de, mijara gotarê li ser du beşan hatiye parevekirin: bi gelemperî “ziman” û bi taybetî “zimanê kurdî”. Di beşa yekem de mijarên wekî “pênaseya zimên”, “cureyên zimanan”, “taybetmendiyên zimanê mirovan”, “ramanên li ser destpêka zimên”, “guherîna zimên”, “peydabûna zarava û devokan”, “malbatên zimanên cîhanê û malbata hind-ewropî” hatine şîrovekirin. Di beşa duyem de jî zimanê kurdî hatiye pênasekirin, cure û taybetmendiyên wî hatine destnîşankirin; her wiha ev beş bi mijarên wekî “ramanên li ser destpêka zimanê kurdî”, “sedemkarên guherîna zimanê kurdî”, “peydabûna zarava û devokên kurdî”, “malbata zimanê kurdî” ve hatiye zengînkirin. Divê bê gotin ku encamnameya lêkolînê li gorî xebat û ramanên neteweyî yên kurdan hatine ravekirin ku pirî caran bi xebatên kurdnasên biyanî û şagirtên wan ên kurd re nakokbar in.

 

A.Ziman

Di bin ronahiya lêkolînên zimannasiyê yên hevçerx de ziman wiha tê pênasekirin : “Ziman pergaleke nîşanan e ku bi awayekî xwezayî di civakekê de bi pêş dikeve û bi domana demê re diguhere.”. Diyar e ku di lêkolînên akademîk de ziman bi pîvanên cuda tê pênasekirin û naşibihe pênaseyên wêjeyî û rojnamevaniyê. Bi rastî gelek pênase hene ku bersivê nadin pirsa “ziman çi ye?”; lê berovajî vê yekê, balê dikêşin ser karîgeriyên wî yên wekî “ziman bi kêrî çi tê?”. Lewre ev cureyên pênaseyan dibêjin ku “ziman alava ragihandinê ye” yan “ziman alava danûstandinê ya di navbera mirovan de ye” yan jî “ziman alava derbirîna hest û ramanan e”. Hema hema her kes dipejirîne ku ziman mirovan ji zindiyên din cuda dike. Dîsa her gotindar û bihîstyar têdigihêje ku bi zimanê wî yê zikmakî çi gilî-gotin rast û meqbûl in yan jî çi şaş û nemeqbûl in. Rast e, di navbera cureyên din ên zindî de jî asteke pêwendiyan heye; lê şêwazên wan ên pêwendîgirêdanê wekî zimanê mirovan sazûmaneke têkel û piralî nahewînin. Kurd jî peyva “zar”î hertim bi wateya “qabiliyeta axaftinê” bi kar tînin; carinan peyva “ziman”î jî pê ve girêdidin û dibêjin “heywanê bê zar û ziman”.

 

                      1.Cureyên zimanan

                      Zimannasî zimanan li ser sê beşan dabeş dike: “zimanên axaftinê”, “zimanên nîşandanê” û “zimanên nivîsandinê”. Zimanê axaftinê amûreke ragihandinê ya bi dengên naskirî ye, ango zimanekî devkî yê rojane ye.  Zimanê nîşandanê amûreke ragihandinê ya ker û lalan e ku bi riya dest û nîşaneyan tê axaftin, ango zimanê nîşaneyên destî û nedestî ye. Zimanê nivîsandinê amûreke ragihandinê ya bi riya nîşaneyên nivîskî ye, ango zimanekî xudanalfabe ye ku zimanê wêjeyî, zimanê şîfrekirî yên îstixbaratî û zimanê koran jî digire nava xwe. Divê bê gotin ku ev her sê ziman jî li gorî rê û rêçikên rêzimanekê tên axaftin an nîşandan an jî nivîsandin.

 

                      2.Taybetmendiyên zimanê mirovan

a. Zar -ango ziman- taybetmendiyeke mirovan e; tê de potansiyela bişivîn, guherîn, pêşxistina têgehên şênber û razber heye.

b. Ziman amûreke ragihandinê ya karîger e; mirov zanîn, raman, hest û ezmûnên xwe bi riya zimên vediguhezin û pêşkêş dikin. Bêguman mirov ji bo danûstandinê hinek bizavên dest û rûyan, nîşaneyên hevpar (ên wekî îstixbarat û trafîkê) û dengên bêwate jî bi kar tînin; lê belê qada wan ewqasî ne fireh e. Ji aliyekî din ve “tûrikê dengan” ê zimanan heye; lewre hebûn û tunebûna hinek dengdar û dengdêran ji bo xurtî-qelsiya zimanekî ne pîvanên zanistî ne.

c. Xîmê dengsaziya zimanekî li ser zimanê devkî tê avêtin; her çiqas zimannasiya giştî bi hinek zimanên mirî û kêmnas eleqedar bibe jî, zimanê rojane yê bikarhatî bingehê lêkolînên li ser zimanekî pêk tîne. Mirov di destpêkê de fêrî zimanê devkî dibe; îcar heke perwerdehiyeke nivîskî hebe jî, noqî kûrahiya zanyariyên wî zimanî dibe. Ji ber ku axêverên zimanên nenivîsandî, zarokên pêşdibistanê û kesên nexwenda jî dikarin bi awayekî serkeftî zimanê xwe yê zikmakî rast bi kar bînin, li ser wî zimanî danûstandinan bikin û pê biryaran bidin; wisan e, veguhastina devkî yekane rê ye ku zimên digihêjîne nifşên paşerojê.

d. Ziman diyardeyeke civakî ye; dema ku mirov ji dayika xwe dibe, hin alavên zimên bi xwe re tîne. –Asta hişmendiya wan çi dibe bila bibe-, zarokên tendurist teqez dê rojekê biaxivin an jî bi zimanekî têkiliyan daynin; lê belê ji bo ku ev alav veguherin zimanekî diyarkirî yê hevpar, pêwistî bi hawirdoreke civakî jî heye; her wiha ziman li gorî ‘rêjeya beşdariya civakî’ rastî guherîn û pêşveçûnan tê, xurt û qels dibe. Di nava civakekê de mirovek nikare bi tena serê xwe zimên biguherîne; lê -heke şopîner û piştgiran bibîne- dikare gava pêşîn bide avêtin, bibe sedemkarê guherîn û pêşveçûna zimanekî, bi dostî an jî dijminahiya xwe zimanekî xurt an jî qels bike.

e. Zimanê mirovî di heman demê de berhemdar û hilberîner e; li gorî pêdiviyên nû dikare şêwazên vegotinê yên nû û wateyên nû biafirîne. Sînorê berhemdarî û hilberînê hem digihêje deng û peyvan hem jî şêwaz û cureyên hevoksaziyê yên nû. Carinan axêverek dikare di zimanê xwe yê zikmakî de bêjeyeke ku berê kesî bi kar neaniye biafirîne yan jî hevokeke qet avanebûyî saz bike.

f. Ziman guherbar e; hemî zimanên xwezayî ji ber sedemên curecureyî di nava guherîneke domdar de ne. Tekstên pêşîn ên dîrokî tenê di encama perwerdehiyeke diyarkirî de tên fêmkirin; lê belê çarçoveya guherbariyê gelekî berfireh e: ji ber sedemkarên dîrokî, civakî, derûnî, rewşa serweriyê, erdnîgariyê û gelekên din birek guhertoyên zimanê pêşîn derketine holê. Lewre zimannasî van guhertoyan li ser malbatên zimanan dabeş dike, her zimanekî li gorî zarava û devokên wî dinirxîne.

                      g. Zimanê axaftinê ji zimanê nivîskî zûtir diguhere; gava ji bo zimanên nivîskî rêbazeke nimûneyî hate destnîşankirin û li ser vê rêbazê çend nifş hatin perwerdekirin, êdî civak li ser zimanê nivîskî radibe û rûdine, ji guhertinên nû hez nake. Wisan e, zimanê axaftinê di nava guherîneke berdewam de ye; ji ber ku zimanê nivîskî statîk e û zimanê axaftinê jî dînamîk e, ferqa di navbera rastnivîsîn û bilêvkirinê de bi domana demê re mezin dibe û pêwistî bi çaksaziya zimanê nivîskî çêdibe.

 

                      3.Ramanên li ser destpêka zimên

Derbarê destpêka zimên de gelek ramanên neceribandî hene; lê ji ber dûrbûna pêkhatina bûyerê rastiya wan nayê piştrastkirin. Lewre ev raman wekî hîpotezan dimînin; ji ber ku ji ezmûnekê nayên derbaskirin û nayên dubarekirin. Her wiha tevahiya van ramanan texmîn û hizirînên kesane ne; xwe naspêrin belgeyên dîrokî, veguhastinên ceribandî û delîlên eqlî. Loma jî zimannasên sedsala 21an bi wêrekî dergehê vê mijarê girtiye û lêkolîna derbarê wê de bêsûd hesibandiye. Dîsa jî naskirina van ramanan dê sûdmend be û sedemkarên vê biryarê şîrove bike.

 

  1. 1. Teoriyên ayînî yên sereke

Li gorî teoriyên ayînî ziman ji aliyê Xwedê, xwedayan an jî aqilmendên xwedayî ve hatiye afirandin. Ev hîpotez di ayînên neteweyên cuda de xwe dide der:

a. Teoriyên sindohindûyî: Li gorî Vedayên Hindistanê (sedsala 20an BZ) xwedayê sereke navên xwedayên din danîne û navên tiştan jî ji hêla aqilmendên pîroz ve bi alîkariya xwedayê sereke hatine destnîşankirin. Di Ûpanîşadan de (tekstên ayînî yên sedsala 10an BZ) tê gotin ku hebûnê germahî, germahiyê av û avê jî xwarin ango zindî afirandiye. Di destpêkê de Xwedê dikeve dirûvê zindiyekî, nav û teşeyê wî zindiyekî diafirînin. Piştî ku ev xwarin ji hêla kesekî ve tê givartin (givirandin, hezmkirin), li beşa hera gewre, beşa navîn û ya herî nazik tê dabeşkirin. Bi vî awayî xwarin di nava goşt, hiş û gemara derxistî de tê dabeşkirin. Av vedigere mîz, xwîn û nefesê; her wiha germahî jî vedigere hestî, mêjî û axaftinê.

b. Teoriyên tewratî: Li gorî pirtûka “Pêkhatin”ê ya Peymana Kevn (Tewrat), Xwedê navandina tiştan sipartiye Ademî; di destpêkê de tevahiya mirovahiyê bi heman zimanî axiviye û heman peyv bi kar anîne. Lê belê dema ku mirov gihiştine asta bajarvaniyê, karibûne her biryareke xwe bisepînin û tu sînorî nas nekin, Xwedê zimanên wan tevlihev kirine û ew li ser rûkalê cîhanê belawela kirine: “Xudan Xwedê Adem (ew mirovê ku afirandibû) hilda û danî baxçeyê Edenê, da ku wî biçîne û biparêze. Her wiha fermanî wî kir: «Ji mêweyên daran tu kîjanê bixwazî, dikarî jê bixwî; lê belê ji dara naskirina qencî û nepakiyan nexwe. Ji ber ku gava tu jê bixwî, tu dê teqez bimirî.» Piştre Xudan Xwedê got: «Ne baş e ku Ademê meriv tenê bimîne; Ez dê alîkarekê ji bo wî biafirînim.» Xudan Xwedê hemû ajelên zevînê û hemû balindeyên esmanan ji xakê afirandibûn û da ku bibîne ka ew ê çi navî li wan bike, ew anîbûn ba Ademî. Ademî çi nav li kîjan jîndarî kir, navê wî jî wisan ma. Ademî ji bo her ajeleke kedîkirî û biyanî, ji bo her balindeyeke ku li esmên difire navek hilbijart; lê ji bo Ademî alîkarekeke guncayî nehat dîtin. Lewre Xudan Xwedayî xeweke kûr şande ser Ademî. Dema ku Adem di xewê de bû, Xudan Xwedayî ji parsiyên wî hestiyek hilda û li şûna hêstî goşt hêşîn kir; ji wî hestiyê ji parsiya Ademî hildayî jinek afirand û ew anî ba Ademî.” (Peymana Kevn: Pêkhatin, 2:15-22). “Di destpêkê de tevahiya mirovahiyê bi heman zimanî diaxivîn û heman peyv bi kar dianîn. Dema ku koçî aliyê rojhilatê bûn, li devera Şînarê dolek (besteke rast) dîtin û li wê derê bi cih bûn. Wan gote hev: «Werin, em kerpîçan (agûran) çêkin û wan baş bipijînin.» Wan li şûna keviran agûr (kerpîçên pijandî) û ji dêla xercê jenînê jî qîr bi kar anîn. Piştre wan got: «Em ji xwe re bajarekî ava bikin, bila bircên me bigihêjin ber perê esmên û em bi wan bên naskirin. Bi vî awayî em ê li cîhanê belawela nebin.»  Ji bo ku bajarê avakirî û bircên çikandî bibîne, Xudan hate xwarê û got: «Va ye, ev bûne neteweyeke yekgirtî û heman zimanî diaxivin; wisan e, ew dê her biryareke xwe bisepînin û tu sînorî nas nekin. Îcar werin, em dakevin jêrê û zimanên wan tevlihev bikin ku ji hev fêm nekin.» Xudanî ew ji wir hildan û li seranserî cîhanê belav kirin; bi vî awayî avakirina bajêr rawestand. Ji ber vê yekê navê Babîlê li bajarî hate danîn; bi sedema ku Xudanî zimanê hemû mirovan tevlihev kiribû, ew ji wir derxistibûn û li seranserî cîhanê belav kiribûn.” (Peymana Kevn: Pêkhatin, 11:1-9).[1]

c. Teoriyên incîlî: Li gorî pirtûkên “Yûhena” û “Karên Şandiyan” ên Peymana Nû (Mizgînî/Incîl) hê di destpêkê de peyv hebûye û bi Xwedê re bûye; her wiha hevalbendên Îsa Pêxemberî ziman wekî bûyereke xwedayî hesibandiye: “Di destpêkê de Peyv hebû. Peyv bi Xwedê re bû û Peyv bi xwe Xwedê bû. Ew di destpêkê de bi Xwedê re bû.” (Peymana Nû: Yûhena, 1: 1-2) [2] “Gava ku Roja Pentîkostê hat, ew hemû bi hev re li derekê civiyabûn. Û ji nişkê ve ji esmên dengek hat ku dişibihî bayekî xurt û ew mala ku lê rûdiniştin tijî kir. Zimanên wekî pêlên êgir di nava wan de xuya bûn û li ser her yekî ji wan danîn. Hemû bi Ruhê Pîroz tijî bûn û bi gotina ku Ruhê Pîroz dabû wan, wan dest pê kir bi zimanên din peyivîn. Hingê li Orşelîmê, cihûyên xwedêtirs ji hemû miletên li ser rûyê erdê hebûn. Li ser vî dengî elaleteke (hêwirze) mezin civiya û tevlihev bû, çimkî her kesî dibihîst ku bi zimanê wî dipeyivin. Wan bi awayekî matbûyî û şaşmayî pirsî: «Ma ev hemû yên ku dipeyivin ne ji Celîlê ne? Ma çawa çêdibe ku her yek ji me zimanê xwe yê dê dibihîze? Di nav me de partî, medî û îlamî hene. Ji Mezopotamyayê, Cihûstan, Kepedokya, Pontos û Asyayê; ji Firîgya û Pamfîlyayê, ji Misrê û ji herêma Kûrenê ya Lîbyayê, mêvanên ku ji Romayê hatine; cihû û xwedêperestên ji miletên din, girîtî û ereb hene. Em dibihîzin ku ev bi zimanên me li ser karên Xwedê yên mezin diaxivin.» Hemû şaş û heyirî man û wan ji hev pirsî: «Ma ev çi ye?» Lê hinekên din jî tinaze dikir û digot: «Ev bi meya nû serxweş bûne.» Lê Petrûs bi yanzdeh hewariyan ve rabû, dengê xwe bilind kir û ji wan re got: «Gelî cihûyan û hûn hemû kesên ku li Orşelîmê ne! Guh bidin peyvên min, vê yekê qenc bizanin!» (Peymana Nû: Karên Şandiyan, 2: 1-14).[3]

                      d. Teoriyên quranî: Hesen Xalib di berhema xwe ya bi navê “Di Quranê de Teoriya Zanistê û Destpêkeke Nû ji bo Tefsîrê” de mijara zimên li ser du serdeman, “serdema jiyana li bihuştê” û “serdema jiyana li cîhanê” dabeş dike: “Dema ku Adem li bihuştê dijiya, Xwedê Adem perwerde kir û derxiste pêşberî firîşteyan: <Xwedê hemû nav hînî Adem kirin, paşê ew pêşkêşî firîşteyan kir û got: «Derbarê navên van tiştan de min agehdar bikin.» Firîşteyan jî got: «Tu bêhevta yî, ji bilî fêrkirinên Te zanyariyeke me tuneye. Zana û serwerê mitleq Tu yî.»>” (Quran, Beqere 2:31-32). Beriya ku Adem bi girîngiya laşê xwe bihese, Xwedê ew hînî navan kiriye; ev enerjiya wî ya hişmendiyê dibe ku ji ber zanînê be yan jî ji ber vê hejmara giştî ya navan be. Lê belê di vê kêliyê de Adem bi zanyariyeke berfireh re mijûl e; dema ku dadikeve rûkalê cîhanê, ev pisporiya wî kêm dibe yan jî têrê nake. Wekî ku ji zimanê serpêhatiyê jî diyar dibe, Adem ji dara qedexekirî mêweyan dixwe û ji bihuştê tê qewartin; lê piştre peyvan ji Xwedê werdigire (Quran, Beqere 2:37) û tê bexşandin. Bêguman cûdahiyeke mezin di navbera her du dozan de heye: Adem nav ji bîr kirine û xwe bi peyvan girtiye. Zanîna navan ji bo serbilindî û xwepêşandanekê bû, lê zanîna peyvan ji bo xebat û danûstandinê bû. Adem eleyhisselam ji bo destpêkirina destana peyvê, bi tevahî ji zanîna navan qut bûye û daketiye meydaneke dijwar. Ji ber ku dem ne heman dem e û cih jî ne heman cih e.”[4] Dr. Elî Es-Sallabî jî derbarê heman mijarê de dibêje ku “Yekem tişta ku Xwedê hînî Ademî kiriye ne nimêjkirin, ne bidestxistina debara jiyanê ne jî pêçandina laşê wî yê tazî bûye; lê belê yekem tiştê ku piştî afirandinê yan jî bi afirandinê re hînî wî kiriye, rewanbêjî û navên pêwist ên ji bo vê rewanbêjiyê bûne.”[5]

 

  1. 2. Ceribandinên pêşîn û hîpotezên zanistî

Li gorî vegotinên Heredotî, destpêka bikaranîna zimên ji mêj ve hişê mirovan mijûl kiriye; wekî mînak li Misira kevnare mirov dihizirîn bê ka kîjan ziman herî kevnare ye û ji bo diyarkirina destpêka zimên ketibûn nava hewldanekê. Gava Psammetichus [663-610 BZ] derkete ser têxt, dest bi berhevkirina agehiyên li ser zimanê herî kevnare kir… Padîşahî ferman da ku du zarokên nûbûyî ji dê û bavên gundî bên standin; bi fermana padîşahî li ba şivanekî û di nava pêz de bên mezinkirin û  li hinda wan tu axaftinek neyê pêkanîn. Bi vî awayî zarok di holeke vala ya cihê de hatin bicihkirin; li wê derê şivan di wextekî diyar de bizin dianîn, şîr didot, dida zarokan û her tiştê pêwist dikir. Psammetichusî dixwest ku bibihîze bê ka ev zarokên fêrnekirî cara yekem kîjan peyvê bi lêv dikin. Li ser fermana padîşahî şivên bi qasî du salan ev zarok xwedî kirin. Carekê gava şivên derî vekir û ket hundirê holikê, her du zarokan xwe bi lingên wî girt, destên xwe yên biçûk dirêj kirin û peyva “bekos” bi lêv kirin… Dema ku Psammetichusî bi xwe jî ev peyv bihîst, ferman da ku wateya peyvê di nava zimanan de bê diyarkirin; piştî lêgerînê derkete holê ku frîgî ji nên re dibêjin “bekos” û misrî gihîştin wê encamê ku frîgî ji wan mezintir û kevnaretir in… Li gorî çîrokeke helenî ya din jî Psammetichusî ferman daye ku zimanên çend jinan were jêkirin û zarok bi destî wan bên mezinkirin.

Di dîroka tomarkirî de ev ceribandina yekem a zimannasiyê tê hesibandin ku li dû wan hinek hewldanên ewqasî ne hovane hatine pêkanîn. Wekî mînak, di sedsala yekem a piştî zayînê de  rewanbêjê romayî Quintilianî qala ezmûnekê kiriye ku “çendek zarok li çolan bi destî dadikên (hemşîreyên) lal hatine mezinkirin; her çend ev zarok hinek peyv bi lêv kiribin jî, hatiye peyitandin ku nikaribûne bi hev re biaxivin û hev serwext bikin.” Dîsa împaratorê almanî Frederîkê Duyem di sedsala 13an de li ser bingehê van ceribandinan ezmûnek daye destpêkirin û zarokên ceribandî mirine; lê sedsala 16an di ezmûna mîrê skotlandî Jamesê Çarem de zarok bi ibranî axivîne û diyar e ku duristiya vê serpêhatiyê nehatiye piştrastkirin. Her wisa împaratorê muxalî Xan Celaladdîn Ekberî jî li Hindistanê heman ceribandin daye dubarekirin û di encamê de zarok bi zimanê îşaretan peyivîne…[6]

 

  1. 3. Pêvajoya hîpotez û teoriyan

Xîmê teoriyên nûjen (ewro-amerîkayî) ên derbarê destpêka zimên de ji aliyê fîlozofên Yûnanistana kevnare ve hatine danîn; lê belê yûnaniyan bi xwe jî hem di şerên lîdyayî-medî de ji medan zanistên zimanî wergirtine, hem di têkçûna li hemberî Kûroşê Duyem de fêrî zimannasiya medoparsî bûne, hem jî di şerên Aleksanderê Makedonî yên heta Hindistanê de zimannasiya medî-parsî-sanskirîtiyê nas kiriye. Ji aliyekî din ve, ewropî di dagirkirina ereban a parzemîna Ewropayê û şerên xaçperestan de hînî bingehên zimannasiya erebî bûne; her wiha ewropiyan piştî Şoreşa Pîşesaziyê, şoreşên azadîxwaziyê yên fransî-amerîkî û şerên parvekirinê yên sedsala 20an (şerên cîhanî yên yekem û duyem) lêkolînên kûr li ser ziman û çandên gelek neteweyên dagirkirî û hevrik meşandine.

Dîtinên yûnaniyan ên li ser destpêka zimên bi du ekolên zanistî tên şîrovekirin: alîgirên “ramana xwezayî” û alîgirên “ramana peymanî”. Alîgirên ramana xwezayî -bi taybetî jî Heraklîtosê Efesî (535-475 BZ)- ji bo navên tiştan sedemeke xwezayî digeriyan û wan bawer dikir ku nav bi teqlîdkirina xwezayê hatine dayîn. Li gorî wan, gava mirovan li hawirdora xwe tiştek dîtiye û dengek jê bihîstiye, dengê yekem ê vî tiştî teqlîd kiriye û navek lê kiriye. Lewre nav siha tiştekî xuyayî ye; teşe yan jî pîşeyê wî tiştî ronî dike. Kesê ku tiştan bi nav dike, divê navê rast ê ku ji hêla xwezayê ve afirandî kifş bike; heke ev yek neqewime, axêver tenê dengekî derdixe. Alîgirên ramana peymanî jî -bi taybetî Demokrîtosê Abderî (470/460 BZ) û Arîstotelesê Stagîrayî (384-322 BZ)- bawer dikir ku navandina heyberan bi lihevkirineke di navbera mirovan de pêk hatiye, ango ziman li gorî peymaneke civakî hatiye afirandin.

Divê bê gotin ku zimannasiya nûjen a ewro-amerîkayî ji du serdemên dîrokî re derbas bûye û heta radeyekê pijiyaye; lewre bandor li ser piraniya zimannasiya cîhanê kiriye. Di destpêkê de zimannasiya serdema navîn a ewropayî bi zimannasiya erebî re bûye hevnas; hem di pêvajoya dagirkeriya ereban a Spanya û Îtalyayê de hem jî di pêvajoya dagirkeriya xaçperestan a Quds û Şamê de gelek danûstandinên zimannasiyê çêbûne. Hêjayî gotinê ye ku di vê pêvajoyê de li welatên ewropî zimanê erebî wekî pêwistiyeke perwerdehiyê hatiye dîtin; di asta zimanê ingilîzî yê îroyîn de li zanîngehên Ewropayê hatiye hînkirin. Lê belê piştî Şoreşa Pîşesaziyê û şoreşên azadîxwaziyê yên li Fransa û Amerîkayê gelek ewropayî belavî cîhanê bûn; derbarê ziman, çand û wêjeya gelên cîhanê de xebatên civaknasî û mirovnasiyê meşandine.

Zimannasiya nûjen a ewro-amerîkayî jî destpêka zimên spartiye du ekolên zanistî yên kevnare “ramana xwezayî” û “ramana peymanî”. Di çarçoveya ramana xwezayî de, fîlozofê alman Gottfried Leibniz (1646-1716), nivîskar û fîlozofên fransî yên wekî Charles de Brosse (1709-1777), Etienne Bonneau de Condillac (1715-1780), Jean-Jacques Rousseau (1712-1778) û xwezaparêzê ingilîz Charles Darwin (1809-1882) hinek hîpotez pêşkêş kirine. Wekî mînak: Gottfried Leibnizî deng li ser dengên hêzdar (hişk) û bêhêz (nerm) dabeş kirine û li gorî wî, “dema ku mirovan teqlîda dengan kiriye, bandora tişt û heywanan li ber çavan girtiye û peyvên têkildar derketine holê; lê peyvên nûjen ji deng û wateyên bingehîn dûr ketine”. Dîsa Charles de Brosseyî (1709-1777) li reftarên zarokan mêze kiriye û nihêriye ku di destpêkê de qîrînên zarokan ên bêwate vediguherin navdêran; lewre wî biryar daye ku mirovên seretayî jî ji heman qonaxê re derbas bûne û gotinên wan ên pêşîn navdêr bûne. Bi baweriya Etienne Bonneau de Condillacî ziman ji ber pêdiviyên mirovan derketiye holê û civakê ziman wekî alîkarê pêwistiyan bi kar aniye. Di çarçoveya ramana peymanî de “hîpoteza peymana civakî” ya Thomas Hobbsî (1588-1679) û “teoriya îşaretên dest û rûyan” a Wilhelm Wundtî (1832-1920) ramanên herî navdar in. Li gorî Hobbsî, “bi riya pêwendiyên zayendî zêdebûna mirovan rewşeke xwezayî ye. Berê malbat bi tena serê xwe dijiyan; têkiliyên di navbera wan de bi asteke nizm dimeşiyan û di nava dijayetiyê de her kesî li dijî kesên dîtir û nejixwe şer dikir. Lê ji bo ku bikaribin di nava aramiyê de bijîn, diviyabû wan sîwanek ava bikira, ango divê wan di bin banê dewletekê de yekîtiya xwe saz bikira û di navbera xwe de peymanek girêdana. Ji bo vê yekê jî pêdivî bi dahênana zimanekî ku bikaribe vê sazûmanê damezirîne derketibû holê ku ew jî ziman e.” Wilhelm Wundt jî dihizirî ku “ziman bi dilxwazî û bêyî mebesteke plankirî çêdibe. Lê di destpêkê de serdestiyeke kiryarên laşî (pantomîm) li ser mirovan hebû; her wiha sê cureyên tevgerên wan hebûn: bertek, nîşandan û nîgarkirin. Tevgerên wan ên bertekî hestên wan şîrove dikirin; paşê ev bertek vegeriyan asta baneşanan. Piştre mirov gihiştin asta nîşandan û nîgarkirinê; ramanên xwe yên derbarê tiştan de bi nîşandana rasterast û xêzkirinê vegotin. Hevokên wan ên pêşîn li ser pêveberên lêkerî dihatin avakirin û kirde nedihatin diyarkirin (wekî “dibiriqe” û “bang dike”).”[7]

Dema ku ingilîzan Hindistan dagir kir û gihişte armanca Skenderê Makedonî yê ku nikaribû vê parzemînê bi dest bixîne, propagandayeke çandî ya berwarkî jî meşand; di vê çarçoveyê de ji bo rewakirina dagirkeriyê “teoriya zimanên hîndoewropayî” avête bazarê, ango mafê dagirkirina erdnîgariya di navbera Ewropa û Hindistanê de bexişande gelên pêşketî yên ewro-amerîkayî. Lewre zimannasiya ewro-amerîkayî hewl dida ku pêwendiyeke zimanî û çandî bi Hindistanê re girêde; dema ku hindek belgenameyên zimanê sanskirîtî bi dest ketin, ewropiyan demildest li ser xîmê ramanên zimannasê sanskirîtiyê Panîniyê Qendeharî (sedsala 6an an jî 4an BZ) teoriyên xwe yên zimannasiyê xurt kirin û bi pêş ve birin. Piştî ku zanyarên ewropî yên sedsala nozdehan xebata wî ya bi navê “Eştadhayî” vedît û weşand, Panînî hem wekî “zimannasê yekem ê raveker” hate hesibandin hem jî wekî “damezirînerê zimannasiyê” hate binavkirin. Rêzimana Sanskirîtiyê ya Panîniyî, bandor li ser zimanzanên wekî Ferdinand de Saussure û Leonard Bloomfield jî kir; her wiha Noam Chomskyî jî teoriyên xwe yên zimannasiyê li ser xebatên vê pêvajoyê ava kirin.[8] Lê belê cudahiyeke bingehîn di navbera xebatên Chomskyî û teorisyenên berê de heye; divê bê zanîn ku Chomskyî teoriyên mîrateya çandî-zimanî ya berî serdema xwe ji ezmûna geşedan (evaluation) û bîrkariyê re derbas kirine. Li gorî wî, “geşedana mirovan nîşan dide ku her guhertoyeke zindî ya organîzmayekê ji guherîneke genetîkî ya kesekî dest pê dike û ev guherîna genetîkî ya bêserûber bi riya nifşa ji wî peydabûyî berdewam dike û belav dibe. Ji aliyê bîrkariyê ve, hişê mirovî xwediyê lez û hêzeke nedîtî ye; madem ku mêjiyê mirovî dikare heta asteke bêsînor tiştan bijmêre û vê kapasîteya xwe bi hejmara bêdawî, ango bi formûlên wekî “n” û “n+1”ê nîşan bide, wisan e qabiliyetên mêjiyê mirovî û hişmendiya wî jî ji nişkê ve û bi lez peyda dibin û bi pêş ve diçin; çawa ku krîstal bi dilopekê dest pê dike û dilopên dîtir qewareya wê mezin dikin, hişê mirovî jî qabiliyetên zimanî bi pêş ve dibin û digihînin çandeke civakî ya serdest.”[9]

[1]                         https://incil.info/kitap/Yaratilis/11; dema gihiştinê: 08.12.2021; 23:10.

[2]                         https://mizginiyakurdi.com/kiteba-piroz/yuhenna-1/; dema gihiştinê: 08.12.2021; 21:43.

[3]                         https://mizginiyakurdi.com/kiteba-piroz/karen-sandiyan-2/; dema gihiştinê: 08.12.2021; 21:31.

[4]                        Hesen Xalib (2001), Nezeriyyet’ul-Ilmi fî’l-Quran we Medxelun Cedîdun li’t-Tefsîr, Dar’ul-Hadî: Beyrût, r. 185-186.

[5]                         Dr. Elî Sallabî, Et-Te’bîru we’l-Beyanu fî De’weti Adem eleyhi’s-selam, https://www.aljazeera.net/blogs/2021/1/17/التعبير-والبيان-في-دعوة-آدم-عليه; dema gihiştinê: 09.12.2021; 05:09.

[6]                         https://www.langust.ru/review/lang_h01.shtml; dema gihiştinê: 24.12.2021; 22:06.

[7]                         https://www.langust.ru/review/lang_h01.shtml; dema gihiştinê: 25.12.2021; 01:52.

[8]                         https://en.wikipedia.org/wiki//Pāṇini; dema gihiştinê: 24.12.2021; 23:55.

[9]                         Ji bo vê gotarê bnr: Noam Chomsky (2004), Language and Mind: Current thoughts on ancient problems, Part I & Part II. <Lyle Jenkins (ed.), Variation and Universals in Biolinguistics. Amsterdam: Elsevier, r. 379-405.>; her wiha ji bo vê gotarê jî bnr: Noam Chomsky (2005), Three factors in language design, Linguistic Inquiry. 36 (1): 1–22.

(beşa duduyan sibê bixwînin)

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev