Ruhên Cehenemî (Dojehî): Teorîya Teqdira Îlahî a Augustînosê Xoşewîst

Ruhên Cehenemî (Dojehî): Teorîya Teqdira Îlahî a Augustînosê Xoşewîst

Alî Gurdilî

 

Teorîya Teqdîra Îlahî ya Augustînusî herçuqasî ji aliyê dêrê ve bi awayekî fermî nehatibe pejirandin jî, di demekê dirêj de tesîreke mezin li dînê xiristiyanîyê kiriye û bûye sebebê gelek encamên girîng û trajîk.

 

Li gor vê hînwerîyê, beyî teqdîra Xwedê mirov tu carê nikarin bi serê xwe rizgar bibin û ji bo ku mirov bikaribin rizgar bibin, pêdiviya wan bi înayet (qencî) û dilovaniya (rehm) Xwedê heye.

 

Ruhên ku diçin cehnemê jî, ruhên ku ne çûne ber dilovaniya Xwedê yan jî ruhên ku ji rehma Xwedê bêpar mane ne. Ji ber vê yekê jî, kesên lanetlêbûyî (naletkirî) bi teqdîr û hilbijartina Xwedê hatine lanetkirin.

 

Ev hînwerî piştî çend sedsalan, ji aliyê Dadgeha Engizîsyonê ve wekî palpişt û spartek hatiye bikaranîn û bûye sebebê tehde, zilm û îşkenceyan. Li Dadgeha Engizîsyonê mîna ku li ruhên cehenemî tê kirin, tehde û îşkenceyê li mirovên nebawer yan jî heretîk kirine û bi hezaran mirov, bi rê û rêgehên hovane hatine kuştin.

 

Ev mînak jî nîşanî me dide, ku teoriya feylesofekî çawa dikare di destê hinekan de bibe alaveke zordestiyê yan jî bibe sebebê bikaranînên nêtxirab. Herweha, ev yek nîşanî me dide ku ramanek çawa dikare bibe sebebê gelek encamên pratîkî yên bêhempa jî.

 

Tesîra ramanên wî yên bi vî rengî, ji hezar salan zêdetir hatiye hîskirin û ramanên wî, bi berdewamî hatine bikaranîn. Tesîra ramanên Augustînusî helbet ne tenê li ser Dêra Qatolîk, li ser reformsazên Dêra Protestan yên wekî Luther, Calvîn û Jansen jî gelekî hebûye.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev