ÇİMA T’İFAQA ÊZDİYAN T’UNEYE?

ÇİMA T’İFAQA ÊZDİYAN T’UNEYE?

Karmenda malpera me Bêlla Stûrkîyê bo belavkirina van şîretên ronakbîrê binavûdeng, nivîskar û lêkolîner Keremê Anqosî ev gotinên li jêr nivîsîne, ku xwendevan bizanibin ka birêz Keremê Anqosî kê ye û behsa çi dike.

Du bendên li vir jêrê pêşk’êş kirî, xwedannivîsê wan K’eremê Anqosî hê salên 1990 û 1996 nivîsî bû û bela kiribû. Ev wisa jî di k’itêba wî da (“PİRSGİRİKÊN ZANEBÛNA DÎN-BAWARİYA ÊZDÎTİYÊ”. hatibû neşir kirinê. ( Карим Анкоси. ПРОБЛЕМЫ ИЗУЧЕНИЯ ЕЗИДИЗМА. Тбилиси. 2012.Стр. 32-37, 44-52.). Pirsgirikên li wan “Bangînan” de, raman û niherînên birêz Keremê Anqosî dema îro jî, piştî 30 salan, li nava Êzdîxana Gurcistanê û nek tenê Gurcistanê de p’ir giringin û rewşa êzdiyan û xweyî kirina dîn-bawariya êzdîtiyê di Gurcistanê da didine ber çavan. Hêvîdarim, xwendevanên me dê bi hewaskarî nasiya xwe bidin wan belevokan. 

Ji ber ku nivîs dirêj e, em wê dikin du beşa, îro beşa pêşin çap dikin. Beşa duduyan piştî çendeke din bixwînin.

Em banga birêz Keremê Anqosî wek heye, wisa diweşînin, bêy ku têkilî nava devoka wî û cûrê nivîsara wî bin.

 

**************
K’EREMÊ ANQOSÎ
ŞÊWRA MİN MİLET R’A, RÛNİŞTVANÊN RÊSPÛBLÎKA GURCİSTANÊ R’A!
TE XWEND, HEWALÊ XWE R’A JÎ BİXÛNE!

Meha sivatê s. 1990.
—————————————————————————————————————
Gelî êzdîxane – şêxno, p’îrno, mirîdno, biç’ûk û mezinno, dê û xûşkno, bav û birano!
Pêşiyê xweşî û silametiya we dixwezim. R’ebê min r’iya we rast ke û hûn bigîhîjine mirazê xwe! T’ûra we zêde be! Xweyîşuret û serbilind bin!
Peyî di’a û dirozga dixwezim t’eyîbîr û şêwrekê we r’a vekim.
Di dema havîna çûyî da min gazîk ser zimanê ûrisî bona miletê xwe nivîsî û bela kir. Eva yeka nek t’enê borcê min, lê borcê h’emû merivê mileth’ize.Paşî bela kirina nivîsarê, min dît wekî hineka yan ew gaziya min fe’m nekirin, yan nikarbûn bigîhîştana zimanê ûrisî, yan jî enqes gotinê min vergerandin û h’ezar giliyê net’ê û nerê peyî min xistin. Lê kirinê vî t’eherî ne heq — r’iya Xwedêye. Bendê bux’dana davêje xelqê, gunê xwe r’a qazanc dike!
Werin, em hevr’a rast bin, bi ç’e’vê qenc hev binihêrin, gazî Şemsê xwe kin û rastiye bêjin. — “Cûcik cûcike, ew jî avê vedixwe, jor Xwedê dinihêre”. Rastiya Xwedê inda nabe!
Me’niya nivîsara min bû: îro di welatê Sovête da h’alê cimae’tê ze’f giran biye. Milet ji hev k’etine. Biye bavo – bavo, her miletek aliyê xwe da dik’işîne, ji xeva hingorê hişiyar biye û bona xweyî kirina heqê xwe, zimanê xwe, kûltûra xwe, e’rf – e’detê xwe, xweliya xwe şer’ dike. Tiştê ku e’detê wanî kal – bava bû û t’erk dabûn, bi t’eze û serî da pêjda dik’işînin.
Merivê pêş û zane, dilşewatê miletê xwe, kêmasiya miletê xwe, wan qirêj û gemara, çi ku k’etiye di nav e’detê miletê wan da, didine ber ç’e’vê miletê xwe, derheqa wan tişta da dinîvîsin û gazî miletê xwe dikin wan nep’akiya di nav xwe da hildin û vegerine ser qirarê pêşiyê xweyî t’emîz, Xwedanên xwe bih’ebînin û bes peyî xirabiyê herin. K’ê ji we rojnama (gazêta) dixûne, guhdariya radiyoyê dike, têlêvîziyonê dinihêre, dizane ku ûris, ûkrayîn, ermenî, azêrbayîcan, bêlorûs, û yed mayîn derheqa miletê xwe da çi e’cêba dinîvîsin. Lê, bavo, bona wan gotina kes peyî wan nek’etiye, hela hê qedrê wan digirin.
Xwestina wan merivê dilsax û pêşewutê milet eve, wekî milet bidine pêzanînê û serwaxt kirinê ku ewana k’etine ser r’iya neheqiyê û gere di we’dê da vegerine ser r’iya t’emîziyê û heqiyê.
Rastî jî, eger merî me’niya nexweşiyê nizan be, derman jî hêsa naê dîtinê!
Her bendê xweyê siqtê sax û mileth’iz dixweze miletê wî ser zimanê xwe xeber de, peyî e’dete kal – bava here, kûltûra milete xwe pêşva bibe, miletê wî nebe k’olê û xulamê miletê mayîn, bin bandûra xelqê nereqise, xwe nede ber siya xelqê, di nava miletê xerîb da neh’ele û batmîş nebe, serbilind û xweyîşuret be, peyî dîn-bawariya xwe here. Nabînin, derê dêr û mizgevta vedikin!
Û gelo fikir û nêta ha fikir û nêta xirabiyeye? Bendê xweyî fikirê vî teherî xêrnexwez û dijminê miletê xweye? Na xêr! Yê ku bux’dana davêje meriyê ha, ew xwe dijminê milete pêşe – pêşe!
Pêsiyê me gotine: “K’ê dizane, dizane, k’ê nizane, baqê nîskane!” Em çi bêjin, t’esmîlî Şemsê xwe dikin, her kes wê here ser e’melê xwe, ser heqiya xwe û ber Mîrê xwe cahabê bide.
Wekî îro em îndadê danexine ser miletê xwe, sibê êdî wê dereng be! Lema jî min kire gazî: “milet, îndade, hayî îndade!”
Ez dibînim dinê çava diçe, dilê min ze’f bona miletê min dişewute, ez ji ber xwe dik’evim, min kire gazî û qîrîn. Çima, milet, îndada min baş negîhîşte we? Bêînsafa çima rastî we r’a negotin?
Çira hûn bi ç’e’vê xwe nabînin, milete me ber dest û p’iya dice, zimanê meyî qedîm û e’şîretiya me tê bîr kirinê, berê xwe ji ber Ocaxa, Xwedanê xwe diguhêzin, dînê xwe didine dîndara, ji r’iya heqiyê û xwedannasiyê dertên, zimanê xelqê û e’dete wan ber me şîrîn bûne, çiqas qîzê me bûne bûkê şile’te û çiqas qîzê şile’tê bûne bûkê me, xeberê zarê savaye pêşiyê ne “dê û bavoyê” kurmanciye, lê “mama û papaya”, de’watê me êdî ne de’watê e’şîretiyêne, şerm dikin k’incê e’slî xwekin û xêliyê bavêjine ser serê bûkê, çi lazime, ne “fate û şliyapa” hazirin, t’extê xêrê biye weke t’extê şayê, şureta şînê jî lap rabiye, xêr tê firotanê, em nav û famîlê şile’tê didine ser xwe, em p’akî naxwezin ocaxê xwe, şêx û p’îrê xwe bih’ebînin, diçine dêra û mûma vêdixin, xaç’ê xwe dik’işînin, p’erdê şermê r’adikin, cahal qedrê mezina nagirin.
Hela herine de’wata binihêrin, k’ê dora t’exte rûniştiye û çi zimanî salxiya hev vedixun? K’anêne mezin, k’anêne meriyê maqûl, mêrê rûspî? Çira nayên û r’ê – dirba nîşanî civanan nakin, şîreta wana nakin, r’ê û qanûnê e’şîretiya me wana r’a şiro venakin?
K’anêne şêx û p’îrê ulmdar û zane? Çima şêx nabe Mewla û p’îr nabe Hosta? Çira milet peyî xwe nabin ser r’iya xwedênasiyê, rastiyê û heqiyê? Çira em şe’detî û ferzê dinê xwe p’akî nizanin û naqedînin? Çira şêx û p’îrê cahêl peyî hînbûna qewl û beyît’ê Şîxadî naçin, ji p’êsûra xwe dûr dixin?
Çira milet peyî hev k’etiye? Çira bira xêra birê naxweze? Çira gevezetî û ç’e’vnebarî biye p’êşê hineka? Çira şera davejine hev û dibezine hev, destê xwe hildidine ser hev?
Çima Rojiyê xwe, E’yîd û E’refatê xwe p’akî nizanin û ne jî digirin? (Di salekê da du e’yîdê me heye: ya Êzîd û Xidir-Nebî û wana jî em h’emû r’ojekê nakin).
Çira em şerm û xofê naxwezin bidine bîra xwe? Çira îro ser şîn û şaya t’extê jina ji t’extê mêra girantir û xurtir biye? Çira heqa zarê êzdiya di êt’îmxana da mezin dibin? Çira dê ewledê xwe davêje? Çira roj bi roj “razvod”di nava miletê me da zêde dibe û zar êt’îm û situxar dimînin? Çira reqema xortê nezewucî û keç’ikê mêrnekirî di nav me da zêde dibe? Çira êdî k’ulfetê me naxwezin zikek-duda zêdetir zara bînin?
Çima em qedrê meriyê xwendî û zane nagirin û meriyê xweyîp’ere, xweyîmal, lê nexwendî, didine serê jorê? Gelo, destê k’îjan merî tê miletê xwe pêjda bibe, heqê milet xweyî ke, bibe saabê milet û milet bilind ke? Meriyê zane, xwendî dikare vê yekê bike yan merivê nexwendî û nezan? Hebû roj, wextê şêx – p’îrê meyî maqûl, ulmdar û sert’a cê dîn û milet di miclîsa da cahalê xwendî didane k’êleka xwe, lê dişêwurîn, lê îro wekî cahalekî xwendî û me’rîfet tê di nav cimae’tê, degme kes qedrê wî dizane, silavê didê. Çira em ha qure û babax bûne? K’ê wê cahalê me vegerîne ser r’iya mileth’iziyê û xwedênasiyê? Ne hinek êdî ji zûva şerm jî dikin bêjin, wekî ew êzdîne, xwe dikine şile’t. Eve, rastiya Xwedê? Çira cahalê me peyî xirabiyê dicin û di kela da p’ûç’ dibin? Çira peyî xwendinê û p’êşe naçin û milete xwe, dînê xwe r’a xweyî dernak’evin?
K’ê dibêje wekî p’ere, mal, hebûn lazimî me nayê? Çira em korin, nabînin, wekî di vî zemanî da t’u tişt bê p’ere naê kirinê? Lê gelo ew başe, wekî em peyî qazanca mal, p’era k’etine û zimanê xwe, e’şîretiya xwe, dîn – mesebê xwe qurbana dewlemendiya xwe dikin? Hebûn, raste, k’ete deste me, lê çima em réhet nasitirin û babax dibin? Xwedê risqek daye me, lê me naê em ker – lal vê hebûnê bixwin, bikine xurê xwe. Ji hebûnê, dewlemendiyê em usa neh’emdê xwe k’ ubar bûne, wekî me serê xwe jî unda kiriye! Me bîr kiriye, wekî em li xerîbiyê, ser xweliya xelqê dijîn û wê rojekê ç’e’v berdine mal- hebûna me.
Bese, we’deye em bêne ser hişê xwe, aqilê xwe bigîhînine ser hev. Yanê, Xwedê p’oşmaniyê nede, sibê, gava ku deyîmîşî me bûn, wê êdî dereng be, dereng!
Lo, birano, çiqas derd û kulê miletê me heye! Bizanbin, gava ha çû, emê ze’f situxar û jar bin!
Em ji hevdû direvin, bêt’ifaqiyê dikine di nav xwe da. Her kes, zane, nezan, xwe mîr û ax’a dih’esbîne, bi ç’e’vekî bilind hewalê xwe dinihêre. Çira em zorê didine hev, bêxwetriya hev dikin, lê ber şile’tê dibine zimanşîrîn û serjêr. Hûnê bêjin:”Lê, cava bikin, e’rdê me t’uneye!” Wekî usane, çira hûn di h álê xulamiyê da hê zêde hev nagirin, k’omekê nadine hev, t’ifaqa xwe çênakin, dora kuç’ikê milet t’op nabin, wekî em di nava şile’te da neh’elin? Çira em hevr’a bêbextiye dikin? K’anê ew e’deb û beşera me, gava şile’tê serê namûsa me sond dixwar?
Çira em p’akî nikarinqedrê miriyê xwe bigirin, t’erbet herine ser gorîstana û mezelê miriyê xwe tua’ bin? Çira em heqa îçkê k’aş dikin dibin, xwe jî aciz dikin û nahêlin hewalê dor – berê me jî r’eh’et bin? Çira îçke biye bav û birê me? Çira “Dîlokê” me û “Heyîlo, siyaroê” me t’era me nakin, wekî em sazbendê şile’tê tînine ser miriyê xwe? Çira em bîr dikin, wekî şîna giran me êzdiya r’a guneye? Çira em serda – p’êda k’incê reş xwedikin? Çira em nizanin, wekî reşê t’enê didine serê xwe? Miletê me dibêje: “Reşa min sere te be”, xwe nabêjin: “Reşa bin bin lingê te be”. Lê, çima ev tişt me xwe r’a kiriye e’det? Çima e’detê me kêmtrî yê xelqêye, seqete? Na, bavo, nexêr! Em ji nezaniyê û qurebûnê usa dikin, ç’e’vdayîne. Ç’e’vdayîna nep’ak mala me xirab kiriye, yanê ji tiştê qenc emê çira aciz bin. Wextekê digotin: “Xwendin me êzdiya r’a guneye!” Lê, îro bê xwendin, bê kûltûra bilind dibe?
Çira hûn nabînin pirsa mileta cava sert biye, xûn dirije, bende tirsa r’ih’ê xwe mal – hebûna xwe davêje û direve? T’enê ew milet dikare serfiniyaz be, t’ifaq û pişta k’ê jî heye!
Lê min hema bona wê yekê jî negota: — “Cimae’t, bese, werin em guhê xwe bidine ser hev, miqatî hev bin!” Lo, Xwedê neke, tiştek sere miletê me biqeyûme, em neçine hewariya hev, k’omekê nedine hev? Çima her yekî me di mala xwe da serê xwe xweyî dike û qet t’alaşa h’alê pizmamê xwe nak’işîne? Çira em nizanin, wekî, ji dûrî me be, qeziya qeyûmî, em yeko – yeko ber qeziyayê nikarin xwe xweyî kin? Lê gotina hineka çiye, — em îndadê ber milet danexin û t’ifaq û yekbûnê, e’şîretiyê û rastiya Xwedê ji we nexwezin? Kêmasiyê xwe hilnedin? Dînê xwe bidine dîndarê, zimanê xwe t’erk din û bigîhîjine şile’tê?
Ne kal – bavê me seba xweyî kirina ziman, e’şîrêtî û dine xwe ji destê zorê r’evîn? Lê li vir, ser e’rdê Gurcistanê xwe kes zorê nade me?
Lê gelo îzna me heye, em zimanê xwe nizanbin, peyî dîn û e’detê xwe neçin, e’slê xwe nas nekin? Çira gere em serhatiya milet û dînê xwe nizan bin, k’êne pêşiyê me û em ji k’u hatine? Bizanbin, Ziman unda bû, milet jî pêr’a dimire!
Lê gotina hineka çiye? Em ç’e’ve xwe girêdin, guhê xwe t’ijî pembû kin, serê xwe bîna k’ûsela bikine ber xwe, qisûra xwe veşêrin û giliyê rastiyê nebêjin, cimae’ta xwe ji qeza – belayê û zirarê xweyî nekin, kêmasiya ji nav xwe hilnedin? Çira em ha xwe silin? H’etanî k’engê emê qedr û navê miletê xwe r’a bilîzin?
Çima em xwexwe xwe bêxayî û bê îman – arxet dikin? Wekî yekî saxê dilê xwe jî dixwaze xweyîtiyê bike û bibe piştovanê milet, xêrê bide, qenciyê bike, yê dinê xap – xap peyî dik’evin û h’ezar bux’dana peyî dixin. Em ne nan didine wan, ne avê, ser da jî qedrê wan dik’evin û rezîl dikin. Êdî xweyî wê ji k’u bê?
Em hînbûne her kes p’ayê xwe bidin. Lê wekî em ha zor û bîlanin, çira h’etanî niha me nikarbiye odek xwe r’a çê kira, tê da rûniştana û bi qirarê dînê xwe e’şîretiya xwe biqedanda?
Bese êdî, gelî cimae’tê! Bila her kes ciyê xwe bizan be! Her kes bila qasî zanîna xwe xeber de û qasî qewata xwe k’omekê bide milet. Bende r’a qedr û qîmetê kirinê ku ew bona milet dike, tînin, ne p’ere û hebûn. Ne pêşiyê me gotine: Aqil t’acê zêrîne, serê h’emû kesî nîne!”.
Werin, em xwe zêdetir xeber nedin û dorê bidine merivê zane û dûrbîn, yê ku ji destê feresetê xwe nahêlin lek’e milet k’eve, nahêlin bendê xîret û xêrxwezê milet bibine sêva devê nemerda û axmaxa!
Milet milk’ê bavê kesî nîne. Di dinê da t’enê qencî, qenciya ku milet r’a dikî, dimîne. Te tê – tu jî qenciyê bike. Yanê xirabî, bux’dan, gevezetî ne p’êşê mêrê çêye!
A ev gilî bûn ku min par ser we da şand. Êdî hûn xwe fe’m kin.
Xwedê, tu me ji bux’dank’ara, nep’aka, ç’e’vnebara, bede’sla û xêrnexweza xilas kî! T’ifaqê bidî me û risqê me zêde kî, k’eda cefayê me bikî xurê me!
Bi silavê şîrîn, dilşewatê we K’eremê Anqosî.

 

(dûmayîk piştî çendekê bixwînin)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Bêlla Stûrkî

Unîvêrsîtêya Tbîlîsî ye Dewletê ya ser navê Javaxîşvîlî, beşa fîlolojîayê temam kirye // Endama serwêrtya navenda candê û perwerdeyê "Mala êzdyan" li Gurcistanê // Berpirsyara û bêjera radyoya Ronkayî ya Weşana radyotêlêvîzyona civakî ya Gurcistanê. Berpirsyara û bêjera întêrnêtradyoya Ria taza.

Qeydên dişibine hev