Bêbextî, derew, nezanî û bêşermî ketine nava hev

Bêbextî, derew, nezanî û bêşermî ketine nava hev

Têmûrê Xelîl

 

Li welatê Sovyeta berê qanûneke baş hebû: hîç kesî nikaribû bi serî xwe pirtûkekê çap bike. Bona wê yekê lazim bû komîsyoneke taybet ya ji helbestvan û nivîskarên navdar pirtûka wî a çapnekirî bixwenda, qîmet bidayê, dû ra biryara çapkirin an çapnekirinê dihate dayîn. Cem me hinek kesan bi çewalan qaşo helbest, serpêhatî, çîrok nivîsîn, lê hîç pirtûkeke wan çap nebû, ji ber ku ne hêjayî çapkirinê bû. Lê di nava kurdên dervayî Sovyeta berê da qanûneke ha tune. Kê çi bixweze, çap dike.

 

Werin em bi hev ra bala xwe bidine derew û bêbextîyên ku di pirtûka Polat Can a bi sernavê ”Qulingên Rewanê (Dengbêjî û sazbendiya kurdên Qafqasyayê)” da bi cîh bûne.
Di serî da nimûneyek tenê bêjim, ku xwendevan bizanibin karekî çiqas kirêt hatîye kirinê. Em bala xwe bidine rûpelekî tenê, rûpelê 37an. Li wir hevpeyvîna xudanê pirtûkê bi berpirsyarê radyoya kurdî yê wê demê Ahmedê Gogê ra çap bûye. Em binêrin tenê di wî rûpelî da çiqas sosretî hene.

 

1.Derewa pêşin: Kesê bersivê dide dibêje me hevpeyvîn bi Celadet Bedirxan ra kirîye.

1.A rast: Radyoya kurdî wek test sala 1955an vebû, Celadet Bedirxan sala 1951ê wefat bûbû.

2.Derewa duduyan: me hevpeyvîn bi Seydayê Cegerxwîn ra kir.

2.A rast: li vira kesê bersivê dide rastîyekê vedişêre (nabêje ku ew hevpeyvîn Têmûrê Xelîl kirîye) û bêbextîyeke xwe pişperde dike. Dema ez taybet ji bo Cegerxwînê mezin bi ezimandina Qanatê Kurdo çûm Lênîngradê (niha nave bajêr Sankt-Peterburg e) min ew hevpeyvîna bi deng (audio) bi Cegerxwîn ra kir, Ahmedê Gogê got em wê hevpeyvînê nadin, ji ber ku Cegerxwîn dijî Sovyetê bû. Pişt ra dema ew çû tehtîlê, ez wek redaktorê beşê ser mehekê bûm serokê radyoyê, min ew hevpeyvîn da. Dema Ahmedê Gogê ji tehtîlê vegerîya, yekser çû cem serokê radyoya Rewanê, şikyatê min kir, ku min bi kesekî ra hevpeyvîn kirîye û bi radyoya dewletê belav kirîye, ku di helbestên xwe da pesinê Stalînê celad dide.

3.Derewa sisîyan: me hevpeyvînên zindî bi gelek ermenîyên navdar ra jî kirine, wek Hovanes Baxramyan, Vîctor Hambarsumyan, Aram Xaçateryaan, Martînus Saryan (di nava van hemû navan da şaşîyên mezin hene, me dest nedayê).

3.A rast: yek ji van ermenîyan jî yek gotin bi kurdî nizanibûn û radyoya me jî tenê bi zimanê kurdî bû, ango wana nikaribûn zindî tevî hevpeyvînan bibin.

4.Derewa çaran: di destpêkê da dema weşana bi kurdî saetek û nîv bû.

4.A rast: di destpêkê da 10 deqe bû, dû ra, di dema serokatîya Xelîlê Çaçan da bi hereketê wî dema weşanê bû saetek û nîv.

5.Derewa pêncan: ev radyo bi keda rewşenbîr û pêşengên me yên bi rûmet Hecîyê Cindî û Casimê Celîl vebûye.

5.A rast: dema sala 1955an ew radyo vebû, Hecîyê Cindî tê da kar ne kirîye û dû wê ra jî kar ne kirîye. Wê salê di radyoyê da 2 kes kar dikirin: Casimê Celîl wek bersivdarê (ne redaktor û ne jî berpirsyar, ji ber ku radyo test bû, ango bi fermî nehatibû vekirin) radyoyê û Eznîva Reşîd wek bêjera radyoyê. Di esilê xwe da radyo bi fermî sala 1957an hate vekirin. Wê demê komîsyoneke ji Radyoya Moskvayê hat, bi ronakbîrên navdar Erebê Şemo, Hecîyê Cindî, Şekroyê Xudo ra tevayî karê radyoyê yê di nava du salan da mêze kir, dît ku bersivdarê wê Casimê Celîl hîç karek ne kirîye, hîç stiranek qeyd ne kirîye, wî ji kar davêjin û Xelîlê Çaçan dikine serok û berpirsyarê radyoyê. Xelîlê Çaçan jî bo Casimê Celîl bê kar nemîne, wî dike bersivdarê beşa mûzîkê.

 

Ev hemû şaşîyên mezin di rûpelekî da tenê cîwar bûne, de êdî hûn bi xwe texmîn bikin di hundurê vê kitêbê da çi nivîsên berbat, çewt û sosret hene. Wek nimûne, nivîskar strana Fatma Îsa – “Miho” hem wek ya Fatma Îsa, hem ya Sûsîka Simo û hem jî wek ya Belga Qado nîşan daye.

 

Her kes bersiva vê pirsê zane: -Gelo Radyoya Kurdî a Rewanê çi ye?

Radyoya Rewanê kilam, miqam û pîês-şanoyên wê ne. Her 1800 kilam, miqam û hemû şano-pîês her tenê bi serokatîya berpirsê radyoyê yê 24 salan (ji sala 1957an heta 1981ê) Xelîlê Çaçan, bi hereketê wî, bi cesareta wî û bi aqilmendîya wî hatine berevkirin, qeydkirin û belavkirin. Xanima wî Eznîva Reşîd ji destpêkê heta 1982an (ango 27 salan) bêjera wê radyoyê bûye. Kurê wan Têmûrê Xelîl 3 salan (ji sala 1981 hetanî sala 1984an) redaktorê beşê bûye. Ango, sê neferên malbetekê 54 salan wê radyoyê bi rê va birine û navên wan hema bêje di pirtûkê da tune. Navên hin kesan hene, ku eleqê wan bi radyoyê tune, wek ”rêber Apo”, “hevala Şîlan Çiya (Aras)” û yên din û nizanî bo çi Etarê Şero jî bûye dengbêj. Hilbet nivîskar ew yek jî nabêje, ku çawa ji bo bêkarîyê û nexwendîtîyê Casimê Celîl ji kar avêtin û Xelîlê Çaçan kirin serok.

 

Ev bêbextî ne tenê ya xudanê kitêbê ye. Gelo weşanxaneya SÎTAVê jî, ku heta niha gelek kitêbên delal û ser dereceya bilind çap kirine, bi nivîskar ra nabe şirîkê bêbextîyê (ne bi zanebûn), ku ew pirtûka bi vîrûsan va dagirtî çap kirîye? Gelo pirtûkfiroş nabine şirîkên van bêbextîyan û derewan, ku wê pirtûkê difiroşin? Weke ku mirov here dermanxanê derman bikire, li ser derman hatîye nivîsar dijî koronayê ye, lê di hundur da jehr e.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev