Pirsa we û bersiva me – 205

Pirsa we û bersiva me – 205

Xwendevanên delal, wekî ku hûn dibînin, malpera me beşa xwe ya bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi awayekî biserketî bi rê ve dibe. Rêvebira vê beşê, nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksîyonê ra têne şandin, em ji Nûraya delal ra dişînin û ew jî an bi xwe, an bi alîkarîya redaksîyona malpera me bersiva pirsên we dide.

Vê carê Nura Şane ji bo bersiva pirseke xwendevaneke me alîkarî ji me xwest, me jî berê xwe da mamostayekî kurd, zaneyê henekên kurdî Mem Dogala. Birêz Mem Dogala daxweza me înkar ne kir û soz da her heftê çend henekên kurdî ji me ra bişîne. 

Kerem bikin, em bi hev ra ji xwendina pirsên birêzan xwendevanên malpera xwe  û bersivên birêz Mem Dogala taybetmendîyên jîyana gelê xwe nas bikin û hinekî jî bikenin..

 

Pirsa xwendevanên me û bersiva Mem Dogala

 

Pirs: – Henekên kurdî zanebûnên me di hêla naskirina kûraya dilê gelê me didine dewlemendkirinê, me kêfxweş dikin û, wek gotina bizîşkan, bi erênî tesîr li ser tundurustîya me dikin. Ji kerema xwe çend henekên ji jîyana kurdan raberî me bikin.

Bersiv: Henekên kurdî – 11

1-

Ev Jiyan e!

Parêzer li bendê ye ku hûn zehmetiyan bikişînin.

Bijîşk li bendê ye ku hûn nexweş bibin.

Dîrektorê cenaze li benda mirina we ye.

Tenê diz dixwaze ku hûn dewlemend bin.

 

2-

Li Elmanya yekî Kurd û tirk hevalê hev bûn. Her car yê tirk diçû mala yê Kurd xwarin dixwar. Rojekê yê tirk ji yê Kurd re dibêje;

-Yaho herroj ez tême mala we û hûn bi qedr û qîmet û xwarinên herî xweş bo min çêdikin. De ka sibe tu jî were mala me em pev re xwarinekê bixwin.

Roja piştre mêvanekî yê Kurd tê. Kurdo li tirko digere û dibêje; Wele mêvanekî min hatîye, ez nikarim îro werim mala we. Tirko dibêje; de xem nake, mêvanê xwe jî bi xwe re bîne û were. Kurdo mêvanê xwe dide derdora xwe û berê xwe dide mala tirko. Dema jina tirko çav du kesan dike, ma´dê wê tirş dibe û bangî mêrê xwe dike û diçine midbexê û dibe pitpita jinikê. Jinik gelekî bi hatina du kesan bêkêf dibe. Xwarina wan tînin li pêşîya wan dideynin û Kurdo ji hevalê xwe re dibêje; bixwe bixwe, şerm neke. Dengê wan diçe jinika tirko ya li midbexê. Jinik bi ser mêrê xwe de dike qîre qîr û dibêje;

Yek ne bes bû û bi serde bixwe bixwe jî anîye.

Ji jinikê wê ye navê mêvanê diduyan ’’Bixwe’’ ye.

3-

Diho hevalê min Hesê telefon da min û ji min re got:

Min ji hevalê xwe re got, guhê bavê min girane, dengan nabihîze, ji ber wê yekê dengê xwe bilind bike.

Û min ji bavê xwe re jî got; Hevalê min hinekî ji aqlê xwe kême.

Hevalê min dengê xwe bilind dikir û bavê min jî bi awayek ku bi kesekî kêm aqil ra biaxive dipeyivî.

Ev hefteyeke ez bi wan dikenim.

 

4-

Jinikê ji mêrê xwe pirsî: Rastî bêje, sedema ku tu bi min re zewicî tenê ji ber ku mîrasa bavê min ji min re mabû newlo?

Mêrik: Na bi Xwedê ez ê herdem ji te hez bikim, bê mîras ji kê ji te re maye ji min re qet ferq nake.

 

5-

Berî bi çend rojan min li erdê xelîtkek dît û 2 hezar lire tê de hebûn. Min empatî kir û xwe êxiste dewsa xwedîyê xelîtkê. Ger xelîtka min winda biba minê çi bikira.

Carek din min ji xwe re got; de here dînê telewela û min xelîtk êxiste berîka xwe.

Nexêr min nikarî xelîtka pera veşêrim!

Çavên jina min bi xelîtka pereyan ket. Destê xwe avêt xelîtkê, pere jê derxistin û xelîtka vala li nav çavên min da.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev