ŞÛNWARA ZIMANÊ KURDÎ LI SER ETLESA ZIMANÊN CÎHANÊ -4

ŞÛNWARA ZIMANÊ KURDÎ LI SER ETLESA ZIMANÊN CÎHANÊ -4

Em 4 rojan dû hev beşên nivîsa zanyarî ya ronakbîrekî meyî hezkirî,

zimanzan, heyranê dîrok û welatê xwe Omitê Mistefê,

ku hin caran bi navê Umîd Demîrhan jî dinivîse, raberî we dikin.

Me duh, pêr û betir pêr beşên nivîsê yên yekê, duduyan û sisîyan çap kir.

Fermo, îro beşa wê a çaran, ango a dawî bixwînin.

 

Omitê Mistefê

                      5. Dîrok û sedemkarên guherîna zimanê kurdî

                      Ji aliyê eqlî, dîrokî û zanistî ve hatiye pişrastkirin ku zimanê kurdî ji destpêka peydabûna xwe heta roja îroyîn rastî gelek guherînan hatiye. Jixwe ne gengaz e ku zimanê kurdî bêyî tu guhertinan gihiştibe roja îroyîn; her wiha ji aliyê zanistî ve ne mumkin e ku di pêvajoya dîrokî de  zimanek, her wisan zimanê kurdî jî rastî guhertinan nehatibe. Wekî mînak: zimannas Hebîb Burciyanî li ser “têkçûna zimanê medî li pêşberî zimanê farsî” xebateke meydanî û lêkolîneke berfireh amade kiriye ku ji bo dîroka vereşîn û windabûna zimanê medî (kurdiya kevnare) nirxandineke destpêkî ya hêja ye. Burciyan di destpêka gotara xwe ya zanistî de ji qalibê pênaseya fermî ya zimannasên dewletên netewî derdikeve û bi pênaseyeke zanistî-meydanî dest bi axaftinê dike; lewre zaravayên “navenda Îrana îroyîn” wekî “koma zaravayên mediya başûrî” bi nav dike ku zimannasên fermî jî ev dever wekî “zimanên bakurê rojavaya Îranê” destnîşan kiriye. Lêkolîner bi belgeyên dîrokî nîşan dide ku heta serdema navîn li vê devera navbihurî zimanê zikmakî yê rojane zimanê medî bûye, lê piştî desthilatdariya sefewî bi destî zimanê serdestiyê yê propagandaya şiî hatiye tepeserkirin û ev pişaftina tund ji aliyê sedemkarên aborî, civakî û siyasî ve hatiye tîrkirin; her wiha bi lêgerînên meydanî dipeyitîne ku binaşeya zimanê medî heta roja îroyîn jî li gundên dûredest ên vê deverê tê dîtin û ji aliyê nifşên temenmezin ên cihû û zerdeştî ve tê axaftin. Li gorî zanyariyên ku gotarê berhev kirine û bi agehiyên Kurdgalnamekê re hevaheng in, zimanê medî li ser heft zaravayan belav dibe: 1. kurdî 2. belûçî 3. zimanên Gîlan, Mezinderan û Semnanê yên qeraxa Gola Hezareyê 4-5. goranî û zazakî (yên li deverên kurdîaxêv) 6. tatî (ya ku zimanên talîşî û tatî-azeriyê jî dihingêve, ji Lankoranê heta Qezvînê li rojavayê Hezareyê berbelav e) 7. mediya navendî (maka zaravayên pişaftî yên wefsî, alvîrî-vîdarî, tefrîşî, aştiyanî, amorayî û kehekî yên li deverên Hemedan, Sawe û Qûmê). Gotar bi dirêjahî qala berhevkirina nimûneyên zimanê medî dike ku di dawiya sedsala 19an de ji aliyê geştiyar û erdnîgarînasên herêmî ve dest bi tomarkirinê hatiye kirin û ji rojavayê Hezareyê heta Isfahanê berbelav bûne; her wiha ev belgeyên tomarkirî pişaftina tund a zimanê medî dispêrin guherînên civakî-aborî yên sedsala dawîn ku di encama perwerdehiya saziyên fermî û çapemeniya gelemperî de şûna mediya navendî bi zimanê farsî hatiye dagirtin.[1]

Wisan e, divê guherîna zimanê kurdî jî li gorî sedemkarên wekî “hokarên nezimanî” û “hokarên zimanî” bê hilsengandin. Ji ber ku, hem dîroka kurdan ji gelek serdemên cihêreng re derbas bûye; hem jî “desthilatdariya ramyarî û leşkerî” ya kurdan ji aliyê hundir û derve ve rastî destwerdan û alîguhêriyan hatiye. Lewre divê hem dîroka têkçûn-serkeftinên kurdan  hem jî bandora bizavên navxweyî û derveyî ya li ser zimanê kurdî bên ronîkirin.

Mixabin bi rêbaza “dîroka krîmînal” heta niha “ziyanpirsiyeke giştî” li ser “rotayên dagirkeran ên li dijî xaka yekpare ya Kurdistanê û bandora dagirkeriyê ya li ser sazûmana zimanê kurdî” nehatiye meşandin; lê belê belgeyên dîrokî destnîşan dikin ku

a. ji aliyê başûrî ve: ji Peymana Kadeşê heta Şerê Qadisiyeyê gelek hewldanên têkbirina serweriya kurdan û serdestiya zimanê kurdî hatine meşandin; di encamê de lehiya ereban ji Nîvgirava Erebî herikiye nava sînorên başûrî û tofan li beşeke erdnîgariya kurdîaxêv rabûye. Li gorî mikurhatinên Ibn Wehşiyeyî, heta sedsala 10an berhemên kurdî pirtûkxaneyên Bexda û Şamê dixemilandin; bi domana demê re ereban ew wergerandin ser zimanê xwe û ev mîrateya çandî piştî xurtbûna desthilatdariya ereban û zimanê erebî ji nav çû. Gelê durzî (duristî) yê ku xwe kurd dihesibînin û jîngeha wan a dîrokî başûrê Sûriyayê ye, nimûneyeke zindî ya vê pişaftinê ye.

b. ji aliyê rojavayî ve: ji dagirkeriya Skenderî heta Şerên Xaçperestiyê, qeraxên deryayî yên welatê kurdan ji aliyê rojavayê ve rastî êriş û pişaftineke tund hatine; di encamê de devera her du sengerên navendî yên rojavayî Sparde û Sard hatiye pişaftin. Lê belê lêkolînên dawîn nîşan didin ku berî pêkhatina Dewleta Osmanî kurd li qeraxên Deryaya Romî (Ege) serdest bûne; xanedanên Mendeşahiyan (kurdên misilman), Leşkeriyan (kurdên fileh) û Mîrgeha Amasyayê jî hebûna kurdan a li vê deverê piştrast dikin.[2] [3]

c. ji aliyê bakurî ve: ji dagirkeriya ereban û moxolî-selçûqiyan a serdema navîn heta êrişa rûsî-ermeniyan a sedsala 18an devera Aranê ji kurd û kurdnijadan hatiye valakirin; di sedsala çûyî de li ser hesabê kurdan piştgirî li tirkiya azerî hatiye kirin, beşeke girîng a kurd û kurdnijadan li Asayaya Navîn di nava tirknijadan de hatiye helandin.

d. ji aliyê rojhilatî ve: di pêvajoya dagirkeriya ingilîzî ya li Hindistanê de destê gelên hindûnijad li ser xaka Belûçistan-Sîstanê hatiye xurtkirin; beşeke xaka dîrokî ya Belûçistanê -ku di destê Mîrgeha Umanê de bû- bi berginda diravan hatiye firotin û ji bo serdestiya zimanê farsî-peştûyî-urdûyî hatiye derdestkirin.

Bêguman îro gelê kurd neteweyeke pirayînî (cihû, durzî, êzidî, fileh, kakeyî, misilman, şebekî, yarsanî, zerdeştî) û pirmezhebî (elewî, henbelî, henefî, selefî, şafiî, şiî, malikî) ye; her wisan kurdan di dirêjahiya dîroka xwe de sexbêrî li gelek “baweriyên mezhebî-ayînî” jî kiriye. Şerefname, Kurdgalnamek û Rusûmatname bi dirêjahî behsa ayînguhertinên kurdên qedîm dikin; hem termînolojiya nû ya van ayînan hem jî encamên neyînî yên van ayîn û ayînguhertinan li ser pîr, mêr, jin û zarokan hêjayî lêkolîneke zimannasiya civakî ye. Di pêvajoya dîrokê de kurdên ku ayînên derveyîn ên wekî cihûtî, filetî û misilmantî bijartine piştî demekê danûstandinên xwe jî li ser alfabeyên van ayînan ava kirine; her wiha kurdên ku li hemberî ayînên derveyîn serweriya xwe ya giştî ji dest dane jî, nikaribûye ayînên xwe yên neteweyî yên wekî êzidîtî, durzîtî, kakeyîtî, şebekîtî, yarsanîtî  û zerdeştîtî bi awayekî nivîskî biparêzin, nifşên xwe yên nû li ser ayînên xwe yên kevnare perwerde bikin. Divê bê gotin ku çi gava kurd hêzdar, xwediyê çanda serdest û pêkhateya desthilatdar bûne endamên ayînên derveyîn mecbûr mane ku di nava civaka kurd de tekstên xwe yên pîroz wergerînin kurdî jî. Li gorî salixan, beriya avakirina dewleta Îsrayîlê ji 188 hozên cihû tenê 146 hoz li deverên başûrê Kurdistanê dijiyan, di dibistanên xwe yên bi navê “Talmûd Tora” û “Yeşîva”yê de wergerên kurdî bi kar dianîn.[4] Wekî ku tê zanîn, wergera Încîlê ya li ser zimanê kurdî jî berî wergera Quranê pêk hatiye; li gorî lêkolînerê ermenî Sevan Degirmenciyanî, derdora sedsala 5an ermeniyên Kurdistanê bi alfabeya ermenî Incîl wergerandibû zimanê kurdî ku endamên xwe ji ayînguhertinê rizgar bikin, havênê neteweya xwe ya ayînî biparêzin, bandorê li ser hawirdora xwe bikin, peyama ayîna xwe belav bikin[5]  û piştre wan karibû nifşên xwe yên ciwan ji pişaftina zimanî dûr bixînin. Li gorî lêkolîner û zimannasê kurd Ergîn Opengîn jî, teksta kurmancî ya pêşîn duayeke filehan e ku hinek zimanzanan şibihandiye zimanê medî. Lêkolîner orjînala tekstê wekî “Pakij Xudê, pakij zehm, pakij vêmerg, koy hatî xaçê ij kir me, rehmetê me” vediguhêze û wiha werdigerîne kurmanciya îroyîn: “Paqij Xwedê paqij zexm, paqij bêmerg (nemir) ku hatî xaçê ji kira (ji ber kirina) me, li me bê rehmetê.”[6]

Bi rastî pêwendiyeke xurt di navbera “şêwazê bicihbûna  kurdan a li jîngeh û erdnîgariyê” û guherîna zimanê kurdî de heye; ji bûyerên dîrokî xuya ye ku divê rotaya dagirkeran a li ser nexşeya Kurdistanê bê şopandin, encamên neyînî yên van erişan ji nû ve bên nirxandin, ji bo pişaftina zimanê kurdî û derketina zaravayên nezayendar lêgerînên meydanî-zanistî bên meşandin. Ne mumkin e ku tu pêwendiyek di navbera kurdên lek û bajarên bi navê Laçîn (li Azerbaycan û Tirkiyaya niha) tunebin; her wiha di navbera kurdên lur û bajarê Lorî (li Ermenistana niha) de, di navbera kurdên kurmanc û Dergehê Kurmancan ê bajarê Şaşê (Babu Kurmanc, Taşkent, Ozbekistana niha), di navbera kurdên belûç û paşnavên Kurdzay ên li Belûçistan-Pakistan-Efxanistanê, di navbera Memê Alan, eşîra alaniyan a Şehnameyê, Alanyaya Antalyayê û devera Alanyaya (Îranişton) Rûsyayê de… teqez têkiliyeke dîrokî heye. Mixabin 15 gund û bajarên bi navê Noreşînê li bakurê Kurdistanê, Nexciwan, Ermenistanê jî barê li ser baran e; tu ansîklopediyeke cîhanî bal nekêşaye ser vê mijarê, ango tu zanyarî û şîroveyek li ser dîroka wan a kurdî nîn e… Tevahiya van navên toponomîk û etnografîk ji bo guherîn û pişaftina zimanê kurdî rênexşeyeke lêkolîn û lêgerînê ye. Ji Destana Memê Alanî ya jiyana bajarvaniyê û Rusûmatnameya Mele Mehmûdê Bazîdî ya jiyana gundewariyê diyar e ku li her devereke kurdan beşeke zimên serdest e: ziman û çanda kurdên niştecih û koçer. Kurdên bajarî hertim bi bazirganî, çandinî, zanist û desthilatdariyê re mijûl bûne; wekî mînak: li deverên sar ên Aranê mêweya “tirî”yê tenê bi navekî tê zanîn, tiriyên ter û hişkirî li ser “tiriyên bidendik” û “tiriyên bêdendik” tên parvekirin. Li berevajî vê yekê, li devera Torê bi dehan navên cureyên tiriyan hene ku piraniya kurdan hay ji wan nîn e.; ji aliyekî din ve, têgihînên kurdî yên derbarê deşt-çiya, aran-zozan, ajelvanî-cotyarî, bazirganî-pîşekariyê de ji deverekê heta yeke dîtir cihêreng in, ferhengên wan qels an jî zengîn in. Divê bê zanîn ku koçberiya kurdan a ji deverên wan ên resen ber bi deverine cuda jî sedemkareke nezimanî ya guherîna zimên e.

Di heyamên emewî û ebasiyan de belavbûna îslamê li tevahiya welatê kurdan şoreşeke neyînî li ser çand û zimanê kurdan encam daye; kurd di nava xwe de bûne çend parçeyan: “yên ku rejîma nû pejirandine û bi xweşî pêwazî kirine” (tevgera Ebû Mislimê Xoresanî), “yên ku li hemberî geşedanan bêdeng mane û berjewendiyên xwe parastine” (xanedana Bermekiyan), “yên ku li hemberî rewşa nû bertekên nerazîtiyê nîşan dane” (serhildanên kurdan ên piştî tasfiyekirina Ebû Mislimî û bermekiyan), “yên ku ji ber devê şûran ber bi kûrahiya erdnîgariyên nenas ve koçber bûne” (rewendî, xuremdînî)… Wekî mînak: peyvên “Xweda, pêxember, firîşte, meçêtir, bawerî, rojî, nimêj, destnimêj/avdest, destav”ê di ayîna kurdan a kevn de hebûne; lewma wan pêwistî bi peyvên erebî yên hevwate nedîtiye. Lê belê ji ber ku peyvên wekî “hec, zikat, qible, sedeqe, înfaq, tewaf, cimaet…”ê têgihînên ayîna nû bûn û di jiyana kurdan a kevn de berginda wan tunebû, kurdan “wekî rewşa heyî” wergirt; neketin nava hewldaneke dariştina peyvên alternatîf.  Mirov dikare bi  hêsanî bibêje ku di tevahiya pêvajoyên hatin-çûyînên biyaniyan de “hişmendiya tevger û dibistanên rewşenbîriyê yên kurdan” li gorî bîr û baweriyên navxweyî-derveyî teşe girtiye, “rewşa giyanî û civakî ya neteweya kurd” li ber ezmûnên têkçûn û serkeftinê di qalibên teng-fireh de hatiye rokirin. Ji ber van sedemkarên nezimanî zimanê kurdî ji riya kevneşopî averê bûye; ev averêbûn carinan erênî bûne, ziman kemilandine û geşeve anîne. Her wiha carinan jî neyînî bûne, ziman û zaravayên wî sist kirine; lê dîsan jî civak û desthilatdariya kurdan a her serdemekê li gorî derfetên berdest çendek bergirî hilbijartine, ziman ji rewşa birîndarê margestî rizgar kirine. Li milê din, hez û viyana mirovê kurd carinan tûşî teralî û kêmbizaviyê bûye ku sedemkara sereke ya guherîna zimanê kurdî ye; wisan e, “bikaranîna kêmtirîn hêzê ji bo axaftinê” sedemkareke navxweyî ya guherîna zimanê kurdî ye ku bi asta dengsazî, peyvsazî û hevoksaziyê re berwarkî meşiyaye û li gorî her asteke guherînê rêjeyeke ciyawaz derxistiye holê. Zimannasên kurd li ser wê baweriyê ne ku guherîna dengsazî û rêzimana kurdî du hokarên zimanî ne ku kurdan dem û wizeya xwe ji bo pevgirêdana rêzedengan û barkirin-vereşandina wateyan bi kar anîne; gotindarê kurd hertim dil berdaye bikaranîna rêzedengên kêmtir û ragihandina wateyên kûrtir, her wisan guhdarê kurd jî hez kiriye ku rêzedengên kêmtir bibihîze û wateyên barkirî vereşîne.

Divê bê zanîn ku di encama guherîna zimanê kurdî de pirsgirêka zaravayan jî derketiye holê; hinek zaravayên kurdî yên wekî koma goraniyê (goranî, hewramî, kirmanckî/zazakî) demeke dirêj li ber xwe daye û zayendbariya zimên bi awayekî xurt şopandiye, hinek rastî pişaftineke tam hatine (şêxbizinî, soranî, kelhurî, feylî, lekî, lurî, belûçî) û zayendbariya zimên bi tevahî winda kiriye, zaravayê kurmancî jî xwe bi awayekî nîvpişaftî parastiye.

 

6.Peydabûna zaravayên kurdî

Zaravayên kurdî “pergalên zimanî ne ku bi domana demê re ji zimanê bav veqetiyane; bi dengsazî, peyvsazî û hevoksaziya xwe ya cuda ve bûne xwediyê devokan”. Di çarçoveya vê pênaseyê de, zaravayên kurdî şêwazên axaftinê yên cihêreng in; ji gelek aliyan ve nêzikî hev dibin û bi hev ve girêdayî ne; tevî cudahiyên pêkhatî, bi gelemperî axivgerên wan ji hev fêm dikin. Mixabin ji ber egerên rewşa dagirkeriyê ya li ser Kurdistanê sepandî, zaravayê serdest ê rojavaya Kurdistanê kurmancî ye, kirmanckî pişivîye û tenê beşeke xwendî û gerok ji zaravayên din fêm dike; li bakurê Kurdistanê zaravayê serdest kurmancî û kirmanckî ye, şêxbizinîkî zêde nayê naskirin; lê ew bi xwe li gorî cîrantiyên xwe yek ji van zaravayên serdest fêm dikin. Li başûrê Kurdistanê zaravayên serdest kurmanciya behdînanî û soraniya fermî ne; her çiqas perwerdehiya fermî bi zaravayên wan tunebe jî beşeke şêxbizinî, hewramî, goran û feyliyan jî zaravayê soranî bi kar tînin û payê pir pişiviye. Nexşeya herî rengîn a zaravayên kurdî li rojhilatê Kurdistanê û Xoresanê ye; ji bilî kirmanckiya ku pişiviye û axivgerên wê yên qedîm bûne azerî, hemû zaravayên kurdî lê peyda dibin û deverên kurdnişîn dişibihin getoyan. Lewre serdestiya her zaravayekî bûye nasnameya her devereke ku cînarê devera zaravayekî din î kurdî ye; di vê çarçoveyê de navên wekî Lekistan, Luristan û Belûçistanê derketine holê. Li deverên ku bi rojhilatê Kurdistanê û Xoresanê tên naskirin, serdestiyeke berbiçav a zaravayekî heye: li rojhilatê Kurdistanê soranî û li Xoresanê kurmancî zimanê hevpar ê têgihiştinê ye. Li Aranê (Ermenistan, Azerbaycan û Gurcistan) zaravayê serdest tenê kurmancî ye; ji bilî çend xebatên li ser zimannasiya kurdî, hema hema weşaneke nekurmancî li wir peyda nabe. Gava mirov ber bi Lekistan, Luristan û Belûçistanê jî diçe her deverek bi zarava û devokên wî zaravayî tê naskirin ku hema hema sînorên wan ji hev cuda ne.

 

                      Encamname

Konsulê Giştî yê Rûsyayê yê li Hewlêrê Oleg Vladîmîrovîç roja 24.09.2020an li pêşberî nexşeyeke cîhanê rawestiyabû; bi şivika li destê xwe şûnwara kurdan nîşan dida û ji medyaya kurd û cîhanê re wiha digot: “Kurdistan dilê dinyayê ye û ez gelekî kêfxweş im ku li Kurdistanê me.”[7] Dibe ku vî dîplomatê biyanî qala “Herêma Kurdistana Iraqê” dikir ku yek ji sengerên xurt ên xaka Kurdistanê ya yekpare ye; lê di rastiyê da nexşeya Kurdistanê ya dîrokî û deverên kurdnişîn ji wê sengerê qat bi qat mezintir e. Ji ber ku di salên dawîn ên serdema Medan de sînorên welatê kurdan bi ser Romanya û başûrê Rûsyayê re digihişt Tirkmenistanê; ji wir jî dadikete Belûçistan û kûrahiyên Hindistanê, Şam û Bexda di bin desthilatdariya wan de bûn. Bi kurtî û kurmancî, serdemekê kurd ji Romanyayê heta Hindistanê, ji başûrê Rûsyayê heta bakurê Nîvgirava Erebî serwer û desthilatdar bûn û zimanê wan fermî û hevpar bû. Dîsa rastiyeke dîrokî ye ku hebûna ereban a li Bexda û Şamê piştî belavbûna îslamê ye; wihareng e hebûna tirkan a li ser beşeke axa kurdan piştî êrişên moxoliyan e.

Ji aliyê îstatîstîkên navneteweyî ve diyar e û kesek nikare înkar bike ku îro zimanê kurdî ji Aranê heta Bexdayê bi dirêjahî û ji xeta Stenbol-Îzmirê bigire heta Meşhedê bi berwarkî zimanekî zindî ye, tê axaftin û nivîsandin; li ser asta cîhanê zimanê kurdî mijareke rojevê ye, xebatên li ser wî her roj zêdetir û berfirehtir dibin. Li milê din hinek deverên xaka yekpare ya Kurdistanê bi tevahî ji pest û fişara zimanên biyanî rizgar bûne; lê dîsa jî divê bê pejirandin ku hebûna zarava û devokên kurdî zengîniyeke ziman û çanda kurdî be jî, di heman demê de qelsiyeke serwerî û civaka kurd e jî. Ji ber ku li hinek deveran serweriya zimanê kurdî yê zayendbar li hemberî zimanên aryayî yên pişaftî û zimanên biyanî yên dagirkeran têk çûye.

 

                      Çavkanî:

 

Abraham Valentine Williams Jackson (1892), An Avestan Grammar In Comparison With Sanskrit (Part 1), W. Kohlhammer: Stutgart.

Abdulhakim Gunaydin, İncil Kur’an-ı Kerim’den önce Kürtçe basıldı… Değirmenciyan: Ermeniler Kürdofil oluyorlardı, gotara înternetî (https://www.indyturk.com)

Ahmet Turan, Yezidi Inanç ve Ibadetleri, gotara înternetî (https://dergipark.org.tr).

Ansîklopediya Britannicayê (https://www.britannica.com).

Axwend Mihemed Salih Zengene Belûç (2019), Kurdgalnamek  (Kurdbêjname), wergera kurmancî: Ziya Avci, Azad Yayinlari: Mersin.

Çakir Seyhan Suvarî, Tufan Mitosu ve Cudî Daginin Yezidi Kimligi Inşasindaki Rolu, gotara înternetî (http://isamveri.org).

David Crystal (2008), A Dictionary of Language and Linguistics, Malden-Oxford: Blackwell.

Diyar Evdilkerîm Seîd Halo (2011), Yasayên Dengî di Kurdiya Jorî da: Govara Behdînan, Spîrêz: Duhok.

Dr. Elî Sallabî, Et-Te’bîru we’l-Beyanu fî De’weti Adem eleyhi’s-selam, gotara înternetî (https://www.aljazeera.net)

Eldar Hasanoglu, Kurt Yahudiler, gotara înternetî (https://turkish.aawsat.com)

Engin Opengin (2014), Kadim Kurtçenin Izinde, Kurt Tarihi Dergisi, hej. 11.

Evdusselam Necmedîn Ebdullah, Şêrzad Sebrî Elî (2011), Zimanvaniya Tiyorî, Spîrêz: Duhok.

Ferhenga Wikipediayê (https://en.wikipedia.org)

Franklin Southworth (2004), Linguistic Archaeology of South Asia, Routledge, ISBN 978-1-134-31777-6.

Fuad Heme Xurşîd (1989), Zimanê kurdî û belavbûna cografî ya zaravayên wî I-II-III, kovara Têkoşer a Yekîtiya Karker û Xwendekarên Kurd li Belçîkayê, hejmarên 32-33-34an.

Habib Borjian (2009), Median Succumbs to Persian after Three Millennia of Coexistence: Language Shift in the Central Iranian Plateau, Journal of Persianate Studies 2 (2009), doi: 10.1163/187471609X454671.

Hesen Xalib (2001), Nezeriyyet’ul-Ilmi fî’l-Quran we Medxelun Cedîdun li’t-Tefsîr, Dar’ul-Hadî: Beyrût.

Ibn’ul-Werdî Es-Sadîqî (2014), Xerîdet’ul-Ecaibi we Ferîdet’ul-Xeraib, Dar’ul-Kutub’il-Ilmiyyeh: Beyrût.

Incîlên înternetî (https://incil.info, https://mizginiyakurdi.com)

Iyad Xalid Et-Tabbaah (2003), Menhecu Tehqîq-il-Mextûtat we me’ehû Kitabu Şewq’ul-Musteham Fî Mehrifeti Rumûz’il-Eqlam li Ibni Wehşiye En-Nebetî, Dar-ul-Fikr: Şam, ISBN: 1-59239-041-2.

Joseph Hammer (1806), Ancient Alphabets And Hieroglyphic Characters of Ahmad Bin Abu Bakr Bin Wahshih, London.

Klein Jared, Joseph Brian & Fritz Matthias (2017), Handbook of Comparative and Historical Indo-European Linguistics: An International Handbook, Walter De Gruyter, ISBN 978-3-11-026128-8.

Malpera Iranicayê, (https://iranicaonline.org)

Martin van Bruinessen: Onyedinci yüzyılda Kürtler ve dilleri: Kürt lehçeleri üzerine Evliya Çelebi’nin notları,  gotara înternetî (https://www.academia.edu)

Mihemed Emîn Zekî Beg (2012), Dîroka Kurd û Kurdistanê, Avesta: Stenbol.

Murad Alî Ciwan, Amasya Bagimsiz Kurd Emirligi, gotara înternetî (https://muradciwan.com)

Murad Alî Ciwan, Osmanlılardan önce batı Anadolu’da devlet kuran Menteşeogullarinin Kurdlugu, gotara înternetî (https://muradciwan.com)

Mustafa Kugu (2017), 15. Yüzyıla Ait Şehname Tercümesi (giriş-metin-sözlük), teza doktorayê, Zanîngeha Çanakkaleyê.

Noam Chomsky (2004), Language and Mind: Current thoughts on ancient problems, Part I & Part II. <Lyle Jenkins (ed.), Variation and Universals in Biolinguistics. Amsterdam: Elsevier

——————– (2005), Three factors in language design, Linguistic Inquiry. 36 (1).

Nurullah Alkaç (2019), Osmanlı kaynaklarında kadim Kürtler, gotara înternetî (https://www.indyturk.com)

Pandurang Damodar Gune (1918), An Introduction to the Comparative Philology, The Oriental-Booksupplying Agency: Poona, r. 116-130.

Selîm Temo, Afganistan’da bir Kürt devletiiI-II-III, gotara înternetî (https://www.gazeteduvar.com.tr).

Şerefxanê Bedlîsî (2014), Şerefname-Dîroka Kurdistanê, wergera Ziya Avci, Azad: Mersin, ISBN: 9786056404184.

                      The New Oxford American Dictionary (2005), 2nd edition, Oxford University Press, ISBN 978-0-19-517077-1.

Umîd Demîrhan, Alfabeya kurdî ya hera kevnare û alfabeyeke alternatîf, gotara înternetî (https://www.academia.edu)

Zekeriyya b. Mehmûd b. Muhemmed El-Qezwînî (2013),  Asar’ul-Biladi we Exbar’ul-Ibad, Dar’ul-Kutub’il-Ilmiyyeh: Beyrût.

[1]                        Habib Borjian (2009), Median Succumbs to Persian after Three Millennia of Coexistence: Language Shift in the Central Iranian Plateau, Journal of Persianate Studies 2 (2009), r. 62-87; doi: 10.1163/187471609X454671.

[2]                        Murad Alî Ciwan, Amasya Bagimsiz Kurd Emirligi, bnr: https://muradciwan.com/2018/02/18/amasya-bagimsiz-kurd-emirligi/; dema gihiştinê: 14.01.2022; 10:43.

[3]                        Murad Alî Ciwan, Osmanlılardan önce batı Anadolu’da devlet kuran Menteşeogullarinin Kurdlugu, bnr: https://muradciwan.com/2018/02/18/amasya-bagimsiz-kurd-emirligi/; dema gihiştinê: 14.01.2022; 10:45.

[4]                        Eldar Hasanoglu, Kurt Yahudiler, https://turkish.aawsat.com//home/article/1734201/eldar-hasano%c4%9flu/k%c3%bcrt-yahudiler; dema gihiştinê: 17.01.2022; 19:35.

[5]                        Abdulhakim Gunaydin, İncil, Kur’an-ı Kerim’den önce Kürtçe basıldı… Değirmenciyan: Ermeniler Kürdofil oluyorlardı, bnr: https://www.indyturk.com/node/371186/haber/i̇ncil-kuran-ı-kerimden-önce-kürtçe-basıldı…-değirmenciyan-ermeniler-kürdofil; dema gihiştinê: 17.01.2022; 19:56.

[6]                        Engin Opengin (2014), Kadim Kurtçenin Izinde, Kurt Tarihi Dergisi, hej. 11, r. 18-28

[7]                        https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/2009202012; dema gihiştinê: 08.02.2022, 22:53.

(dawî)

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev