DU SE Û KEREKÎ MIRÎ

DU SE Û KEREKÎ MIRÎ

La Fontaîne

Lêanîn: Memê Miksî

 

Du seyên ji dolekê

Hatin li dev golekê

Piştî li ewan deran

Hinek ji bo xwe geran

Yekî bilind kir serî

Dît vayê kerek mirî

Li ser pêlan ketiye

Lê nizane ka çi ye

Ewê dîtî bi hêdî

Niqurçek da li yê dî

Gotê: Bira temaşe

Ev naşibe kewaşe

Nizam ga ye an ker e

Li qelew û pir terr e

Çavên te ne wek yê min

Zelaliya wan kêm in

Tu jî lê binêre baş

Kanê yê çi ye ew laş

Yê din jî gotê: Bira

Baş binêrim ji çi ra?

Hema ya xwarinê bit

Bêdeng be nebêje çit

Ew çi be lê dûr e pir

Nikarin em ta li wir

Biçin bi melevanî

Bager tê tu dizanî?

Ya qenc ew e were em

Zû bikin nebore dem

Bi hev ra vexwin avê

Nehêlin yek çiravê

Dê laş li erdê rûne

Û ji bo me bimîne

Têra mehek bi rastî

Heye ew goşt û hestî

Piştî wiha kir beyan

Dest pê kir her du seyan

Hewl didan di demek kurt

Zuwa bikin qurt bi qurt

Ne tiştek tinaz bû ev

Golê xilas kin bi dev

Di dawiyê dirran ûr

Mirin ew bi zûrezûr

Her wekî hingekê xwe

Çûn av jî ma wekê xwe

Heçî ku ev insan e

Gelo ma ne wisa ne?

Tişta pêk neyê tu car

Divêtin nefsa xeddar

Çi bo şohret çi bo mal

Her me diye ev e hal

Çendî hebin wek çiyan

Nas nake astengiyan

Dixwazitin ji xwe ra

Hinek keştî û sera

Sandoqek tejî bi zêr

Hêj bi wan jî nabe têr

Ne gol bi vexwarinê

Ne xweziyên li dinê

Hingî ku hebe temen

Qet kêm nabin ey reben!

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev