
Yek ji xwendevanên malpera meyî herî aktîv, evîndarê ziman, çand û wêjeya me
Mustefa Kilicaslan nivîsên ser çand û wêjeya me weke ku “ji wê dinyayê” tîne,
ruh dide ber wan, wana zindî dike û dike malê gelê me.
Fermo, yek ji wan.
Gerok, nivîskar û wergerê Alman Friedrich Bodenstedt salên 1844-1851 li Piş-Kavkazê maye, bi tevî Xaçatûr Abovyan çûye Deşta Araratê û Quntara Glîdaxê geriyaye û kilamên kurmanca yên folklorîk berhev kiriye. Paşê Abovyan ew kilamana ji wî ra wergerandiye ser zimanî almanî û ewana di 1859a li Bêrlînê bi sernavê “Lieder aus Kurdistan” di berhema wî ye “Tausend und Ein Tag im Orient”ê da çap dibin. Heciyê Cindîyê folklorîstê kurdan î mezin jî di salên 1960î ew kilamana di berhevokeke xwe da belav kiriye.
Amedekar: Mustefa Kilicaslan
***
Gewra min avê tê,
Bîna mêxik, darçîna ber piştê tê,
Devê min sûretê xala te keta,
Neçelnîk ez bigirtama bişandama Rûsêtê (Sibîlê),
***
Te çevreşê, heba tirî,
Ser te da bijang-burî,
Şûşa dilê min şikestîye nacebirî,
Were mala me mêvanî,
Rabe, rûnê giranî,
Ez ê ji te ra şerjêkim berxê ser beranî.
***
Tê bîna bayê biharê,
Xudê bejina blind xeyrandîye rîşîyê şerê
Heyfa min tê axê gоrê
Xuda heland milê mertalî.
***
Min hafa deştê,
Dengê du zerîya xweş tê,
Ax dikim, xûna reş tê.
***
Kalbûm, sedcar kalbûm,
Ez ê nêzîkî heftê sal bûm,
Sedam ç’evê belek
Xirabmal bûm.
***
Hîv xeyidîye, naçe ava,
Pêwr bela bûne li van navan,
Îrо bîst û çar rоj e,
Xew herimîye belek çevan.
***
Serê xwendinê elîfba ye,
Xala sîng û berê xelqê delal.
Sed û sê ye,
Sîngê zerîya min weke mizgeftê ye,
Erzurma kambax meriv lê bike
Dua, nimêja ‘eyda ye.
***
Zоzanê me baş in,
Belekîyê berfê lê şeş in,
Rewazê (rewşê) kurmancîyê,
Qîzê bi kezî, xоrtê sivik
Teze ye telaş in.
***
Tirba sîwarê min himber e,
Cоtek m’erê zer ser e,
Gоşt xwerîye,
Hestuya kirîye sefer e.
***
Sîwarê hоlê sîwar bû xem e,
Kоma xulama xwe da cem e,
Jêkir serê Zemanxanê ecem e.
Riataza