
Dr. Mihdî Kakeî
Wergera ji zimanê Erebî: Muhemed Şerîf Cilînî
Mîr Bawe Erdelan mîrgehek damezirand, ev mîrgeh dihat naskirin bi navê Mîrgeha Erdelanê û dirêj kir di navbera salên (1169- 1867)an de P.Z. Paytexta wê li bajarê Sinne (Senendec) li Kurdistana Rojhilat bû, berya wê paytexta kevin li bajarê Şarezûr bû, li parêzgeha Silêmaniyê – Kurdistana Başûr. Hîn hozên Erdelaniyan jî dijîn li heman deveran û xwe dibînin mîna neviyên Selahedînê Eyubî.
Ev mîrgeh dest pê dikir ji Esfehanê, digihîşte heya Kerkûkê, desthilatdariya wê nêzî 700 salan dirêj kir, pêk dihat ji: Esfehanê, Hemedanê, Kermanşanê, Hewramanê, Şarezûrê, Hewlêrê, Rewandûzê, Kerkûkê, Mûsilê, Kifrîyê, Xaneqînê, Mendeliyê, Tikrîtê û beşin ji parêzgeha Kût li naverasta Îraqê. Herweha mîrgeha Amêdiyê ya pêk dihat ji Akrê, Dêrê, Dihokê û Zaxoyê, 200 sal kete bin desthiladariya wê.
Mîr Şerefxanê Bedlîsî, di pirtûka xwe de (Şerefname) dibêje: Dewleta Erdelanê hatibû damezirandin ji dema Sasaniyan de ve, beriya diyarbûna Îslamê û dirêjkir heya sala 1869an P.Z. û di ser da zêde dike, dibêje: desthiladariya Erdelanê pir bi hêz û mezin bû, Lord Kirêmer jî axivtibû derbarî bandora desthilatdarê Erdelaniyan: li devera Kerkûkê û ew serwerên Kerkûkê û pêgirtiyên wê bû, heya navça Tikrîtê.
Lonkirîk li ser bandora mîrgeha Erdelanê di dîroka Kurdî de dibêje: Erdelan baştirîn mîrgeh diyar bû li herêmê, ji aliyê şaristanî û deshilatdariya Şahaniyê ve, beriya Osmaniyan herêmê dagîr bikin û pir caran mîrgeh dida naskirin bi navê Împeratoriya Erdelanê.
Mîrgehê hin û hin serbexweya xwe ji dest dida, pêgirtin û hevpeymaniyên mîrgehê di navbera Osmaniyan û Sefewiyan (Farisan) de bû, heya Qaciriyan (koka wan Tirk bû), bi serkêşiya Nasirdîn Şah, bend danîn ji bandor û serweriya Kurdên Erdelanî re, di sala 1867an de.
Jêder: Wikipediya, Malpera Erebî: Elmeerifa
Riataza