Berovajîkirina dîroka Gelê Kurd ji hêla biyaniyan ve

Berovajîkirina dîroka Gelê Kurd ji hêla biyaniyan ve

Xerzî Xerzan

Weke ku tê zanîn, dîroka gelê kurd dîrokeka qedîm û kevnar e. Ji demên nayên zanîn, heta dema me a îroyîn, gelê kurd li ser axa xwe a qedîm, anku li ser axa Kurdistanê jiyaye, ji ti deverî ber bi Kurdistanê ve koç nekirîye, qet dest ji welatê xwe nekişandîye, û tevî ku zordestî, dagirkirin û hewlên tinekirinê, li ber xwe daye û zimanê xwe û çanda xwe, bi helwesteke birûmet gihandîye van demên modern, ên ku em tê de ne. Helbet, sedemên taybet ên vê rewşê, parastina çand û zimên gelek hene. Hem ji alîyê erdnigarîyê ve, hem jî ji alîyê zexmbûna vî zimanî û wê çandê ve… Ji demên afirandina nivîsê, heya dema me, kurd wek “qewmê çiyê” tên nasîn. Sûmeran kurdan wek “Kur-tî” anku “Çiya-yî” bi nav kirine. Tu carî dagirker ji Kurdistanê kêm nebûne û dema ku kurd hisaba xwe kirine û hîs kirine ku hêza wan nagihîje dijminan, weke her tim kirine, berê xwe dane çiyayên xwe ên asê û xwe li wan çiyayan parastine, ên ku tim hevaltîya wan a rasteqîn kirine. Gelek qewmên talanker û dagirker ji Kurdistanê derbas bûne, û kurd, gelek qewmên cure cure re têkilî danîne û ew qewman, di nav çanda kurd de helîyane. Mînakên vê rewşê , di dîroka mirovahîyê da gelek hene. Em dikarin bibêjin ku, gelê kurd bi saya wan çiyayên xwe ên asê û bilind , û her wiha zimanê xwe ê qedîm û çanda xwe a kevnar ve, vê xetereyê asîmîlebûnê vale deranîye û, rewş û dema me a îroyîn jî, em dikarin bi hêsanî îdîa bikin ku, piştrastkirina vê têza me ye…. Her çi qas kêrhatîbûna çiyayên asê û bilind hebûye, her wiha zirarên wan jî gihîştye gelê kurd. Wiha;

Tevî hebûna van hêjayîyên kurdan, mixabin adetê tomarkirina nivîskî a bûyêr, qewimîn û dîrokê, li ba kurdan gelek kêm maye. Sedemên vê jî helbet hene. Dîsa erdnigarî sedemeke sereke ye. Weke tê zanîn, erdnigarîya Kurdistanê, ji gelek rûbaran û ji gelek deşt û newalan, ên ku ji hêla wan rûbaran ve têne cûda kirin pêk hatîye. Û ev erdnigarî nehiştîye ku, gelê kurd bi hêsanî bighîje hev û bi hev re hewl bide, da ku rêxistin an jî organîzasyoneka dewletî pêk bîne. Her wiha, ev rewş, mixabin şerên desthilatdarîyê di nav bera êl û eşîrên kurdan de afirandîye û ev pêvajo li ber yekbûna kurdan bûye astengîyeke mezin. Her êl an jî eşîrê kurdan, di herêma xwe da serbixwe jiyîne û ti carî bindestî nepejirandine. Li vira rewşeka sosyolojîk a kurdan jî xuya dike. Gelên din ên cînar, her tim li ba desthilatdaran cihê xwe girtine û bandora wan pejirandine. Ev jî bûye sedema cihgirtina wan a li qesr û sazîyên wan dewletên dagirker de. Her wiha bûye sedema tomarkirin û nivîsandina wan a dîrokê jî. Û helbet, ew kesên elît, dîrokê anegorî xwe û anegorî berjewendîya gelê xwe û desthilatdarên biyanî nivîsandine. Ma ne, gotinek heye, dibêje “ Dîrokê, ên serketî dinvîsin”. Ev jî sedemeke din e.

Kurd her tim di nav têkoşîn û berxwedanan de bûne, hem bixwe bixwe, hem jî li hemberî dagirkeran. Yek ji wan sedemên pêşveneçûna nivîsandin û tomarîkirina belgeyên dîrokî ev sedem bûye. Lewra, ji bo pêşveçûna nivîsandina dîrokê û afirandina wêjeyê, helbet aramî û perwerde divê. Kurd, kengê hewl dabin ku dewletek an jî rêxistinek ava bikin, hema di şûn de, belayek anku dagirkereke nû peyda bûye. Wek mînak em dikarin hin ji wan dagirkerên Kurdistanê rêz bikin; Di demên antîk da, pêşî Asûrî, piştî Persî, Helenî, Romî û Bîzansî… Organîzasyona herî mezin û bihêz, -( ji bilî Mitanî û Xaltan –Ûrartû) em bi hesanî dikarin bibêjin ku wek orîjin û bê niqaş protokurd in- a ku vê yekbûna ku em behs dikin pêk anîbûn û di dîrokê de jî wek “ Konfederasyona eşîran a Med” tên zanîn û ew eşîr bi tevahî kurd in Împeretorîya Med (Mad) bû. Di wê Împeretorîyê de, em baş dizanin ku kurd desthilatdarîyeke mezin û bihêz afrandibûn, çand û zimanê xwe jî gelek pêş ve biribûn, lê dîsa mixabin ev desthilatdarîya bê hempa, bi destê xwarzîyan (Persan), hatibû hilweşandin û Persan van desthilatdarîyê û vê çanda bêhempa, a ku ji hêla Medan ve hatibû afirandin, kirin mal û milkê xwe û bi vê bingeha zexm û hêja ya Medan meşîyan, nêzîkî hezar salan, bi saya vê çandê û rêxistinê, li Îranê, Kurdistanê, Mezopotamyayê jorîn û jêrîn û Anatolyayê desthilatdar bûn. Axa Kurdistanê derûdora hezar salan, bibû qada şerên Yewnanî-Romî û Persan. Kurdistan sinora van dewletên dijwar û împeryalîst bû. Tu carî şer ji Kurdistanê kêm nedibû.

Ev rewş ji derûdora sala 2000-an(b.z), heta sala 640-an dewam kirîye. Piştî van dagirkeran, vêca hêzên Ereb-Îslamî dest bi êrîşan kirine. Ev êrîş jî heta sedsala 10-em, dem bi dem bi şeran, carnan jî bi aştî dewam kirîye. Wê demê jî, tevî bêderfetîyan, Kurd ji hêla Şeddadî, Rewadî, Hesenwêhî, Merwanî, Mirdêsî û Eyyûbîyan, dest bi afirandina sazîyên dewlemend û bihêz jî kirine. Lê, ev aramî û dewlemendî mixabin kurt maye, lewra piştî van dagirkerên bihêz, vêca tofanê mezin, anku êrîşên Mongol û tirkmenan, ji alîyê navenda Asîyayê ve dest pê kirine. Ev dewletên bihêz û dewlemend ên kurdan, her çi qas bihêz bin jî, li ber êrîş û talana van dagirkerên herî dijwar, mixabin xwe negirtine û belav bûne,û dîsa ber bi çiyayên xwe ve vekişîyane. Li vira xalên giring hene, ên ku divê bên destnîşankirin. Di vê demê kurt de (nêzîkî 100-150salan), dîsa hunermend û hikûmdarên kurdan berhemên giranbuha afirandine û diyarîya mirovahîyê kirine. Di dema Merwanîyan, Şeddadîyan, Mirdêsîyan û Eyyûbîyan de, gelek behrem û bermayîyên hêja û bê hempa weke Keleha Kurdan a Rojavayê Kurdistanê, Pira Mala Badê a Silîvan-Farqîn, Pira Belek -(vêga dibêjin Pira Dehderî (!)- a Amedê, gelek mizgeftên mezin, keleh, xan û rawestgehên bi ihtişam hatine avakirin. Amed, Wan, Erzorom, Qers, Agirî, Silîvan, Xerzan, Riha,Cizîra Botan, Hewlêr, Heleb, Kirkûk û gelek bajêrên din dewlemendtir bûne û li van bajêran , gelek zanyar, dîroknas, wêjenas û helbestvan jiyîne. Li vira jî, faktoreke din heye ku, ew jî bandora çand û zimanê erebî ye û ew jî, ji ber bandora dînî pêk hatîye. Her çi qas, di nav gel de ev bandora erebî tine bûye jî, li medreseyan û qesran ev bandor xwe nîşan daye. Û ji ber vê yekê, gelekên wan heya îro jî wek zanyarê ereb tên nasîn. Wek mînak, Îbn-ûl Esîr û Îbn-ûl Ezrak em dikarin nîşan bidin. Berhema Îbn-ûl Esîr a bi navê “El Kamîl fî’ttar’ix”, hê jî berhemeka sereke ya tarîxa Îslamê ye, her weha berhema Îbn-ûl Ezrak a bi navê “ Dîroka Amed û Meyyafarqînê” jî, bi heman hêjayîyê tê nirxandin.

Ev dema aramî û desthilatdarîyên kurdan, vêca bi destê dagirkerên nû ve hatine hilweşandin. Pêşî de Selçûkîyan, piştre jî Hûlagûyê mongol li Kurdistanê hilweşandineke giran pêk anîne. Ne hewce ye ku em kirinên mongol û tirkmenan rave bikin, lewra dîroka mirovahîyê kirinên wan ên qirêj û bê însanî heb bi heb tomar kirîye. Dema diketana bajêrekî, bi taybetî mongol, heya pirtûkan Jî dişewtandana. Ka kê dizane, wê demê çend berhemên giranbûha ên nivîskar û zanyarên kurdan hatine şewitandin, ka çend pirtûkxane hatine xirakirin û ka çend zanyarên bênav hatine kuştin.? Ev tev li benda bersîvan e.

Piştî Selçûkî û mongolan, dagir bixwe dîsa berdewam dikir. Vêca şaxên Oxûzan, weke Aqqoyûn û Qarakoyûn dest bi dagirê kirbûn û baş e ku, ji bo wê demê gelek çavkanî û agahîyên me hene. Zirarê ku ev her du desthilatdarên xwînxwar dane Kurdistanê û gelê kurd, baş tê zanîn. Dema wan (nêzîkê 300 sal) demeka winda ye ji bo kurdan. Dîsa şer, dagir, talan û nexweşî… Di van demên dijwar da, helbet afirandina berhemên zanyarî û wêjeyî bê îmkan bûye. Piştî van dagirkeran, her şer û dagirker zêde bûne. Li rojhilatê Safewîyan û Şêx Îsmaîl, li Rojavayê jî Osmanîyan û Selîm (I) ê dijwar (yavuz)… Vêca ew dest bi şer kirine, mijar dîsa Kurdistan bûye. Vêca kurd însîyatîfê li ser milên xwe girtine û bi hewlên Îdrîsê Bedlîsî, bi piranî alîkarîya Osmanîyan kirine û bi vê yekê Osmanî bi ser ketine. Berovajî hin têzan, bi ya min ev ji bo kurdan ne rewşeke xirab bûye, lewra derûdora 350 salan, kurdan di qadên desthilatdarîyên xwe de, mîrekîyên xwe saz kirine, damezrandine û ji bo vê jî Osmanîyan re peymanan girê dane ( Peymana Amasyayê – 1514). Her çi qas, paşayên Osmanî ji bo talanê dem bi dem berê xwe dabin Kurdistanê jî, ev êrîşên hovane kurt mane, û piştî demên kin, mîrên kurdan dîsa desthilatdarîya xwe a serbixwe heya 1850-an bi dest xistine. Serbixwetî, xweserî û nîvserbixwetîya xwe dîsa bi dest xistine û em dikarin bibêjin ku ev 350 sal, a ku di aramî û dewlemendîyê de derbas bûye, ji bo pêşveçûna zimanê kurdî, û afirandina berhemên zanistî, wêjeyî û dîrokî demeke baş û ne xirab bûye. Piştrastkirina vê jî berhem û kesayetên navdarên kurdên wê demê ne, weke Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Feqîyê Teyran, Şerefxanê Bedlîsî, Salih Begê Şêrwî û hwd… Ev dem jî, bi jiholêrakirina Mîrekîya Botan, di sala 1855-an (dema Êzdîn Şêr) de dawî bûye û heya dema me a îroyîn, an jî bi gotineka din heya sala 1980-an wiha dewam kirîye. Her dagir û înkar û hewla asîmîlasyonê ve…. Piştî hişyarbûna gelê kurd û jiseravêtina axa mirî; wêje, dîroknûsî, helbestvanî û bi gelek hewlên din, asta kurdî, li gel mîratê pêşîyan ku ji me ra hiştine, roj bi roj geş dibe û digîhîje asteke jortir. Helbet qedexekirin û polîtîkayên asîmîlasyonên dewletên dagirker tine bûna, pêşveçûn bêtir bûya, lê dîsa jî tevî ku bêderfetî û zordestîyan, hewla gelê kurd û rewşenbîrên wî, hêjayî teqdîrkirinê û qedirdayînê ne. Divê ev hewla ku di cih de ye, bidome.

Lê dîsa jî berovajîkirina dîroka gelê kurd ji hêla biyanîyan ve, ne mimkûne ku demeke kin de bê sererastkirin. Divê hemû sazî, rêxistin û rewşenbîrên kurdan li ser vê mijarê bifikirin, û hêjayîyên me yên dîrokî, her wiha lêp û çewtkirina dîroka me û lehengîyên me derxine holê. Ji bo vê jî, lêkolînên nû, berhemên zanistî yên nû û ya sereke hiş û ramaneke neteweyî û welatparêzî pêwîst e. Kurd, bi çanda xwe, bi zimanê xwe û bi dîroka xwe divê serbilind û şanaz be û li hemberî hewla berovajîkirina dîroka xwe ji hêla biyanîyan ve, însîyatîfa xwe nîşan bide û biafirîne. Em, weke hinekan ne hewceyî derew û fetlan in. Dîroka me a rast heger bête nivîsandin, têra me dike û ew wazîfe jî, ya nifşên nû ye.

Wek mînak, berîya du-sê salan, kolaneka Başûrê Kurdistanê wek “Kolana Sîmko ê Şikak” hatibû binavkirin û bi rastî em pê kêfxweş bibûn, lê piştî demek kin me bihîst ku, ji ber nerazîbûna hin asûrîyan, navê kolanê hatîye rakirin. Sedem jî, xwedêgiravî zilma Simko bûye, a ku li hemberî asûrîyan di sala 1915-an de… Bi rastî, ger dîroka xwe me baş bizanibûya, ev mesele jî nediqewimîya. Ti kes nikaribû lehengiyekî kurd î welatparêz tawanbar bikira û dawî da (anegorî xwe) bê îtîbar jî bikira. Ji ber vê jî divê em biafirînin, lêbikolin, lêbigerin û di dawî de jî binivîsin, da ku lêkolîn û agahîyên me bigîhîjine nifşên nû û dahatû. Wazîfa me jî divê nivîsandina çavkaniyên nû yên ku rastîyên me radixine li ber çavan be ji îro pê de. Ew berpirsyarek e, a ku wek nifşên nû, li ser milên me hatîye barkirin ji hêla dîrokê va….

Wêne: Keleha Xoşabê

 

Çavkanî: https://dirokurd.blogspot.com/

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev