
Xaylaza Reşîd
Em bawer in we ji du berhemên helbestvana me,
ku me berî çendekê çap kir, lezeteke baş dît.
Bi hêvîya ku ji van helbestan jî zewqa wêjeyî bistînin û
zimanê kal û bavan wek ronahîya çavan biparêzin.
BES E GIDÎ
Em alemê fêr nebûn
Ji şerê hev têr nebûn
Çiqas hev ra bê xêr bûn
Ax lema em perçe bûn.
Xwezî hebûna horî
Xatûnên bi dest morî
Bigotana ez gorî
Ew dem êdî çû, borî.
Bese guh nedin xelqê
Dernekevin ji erqê
Hişyar nekin felekê
Nekin orta hev ferqê.
Ne em, ne em birane
Eşîr ji eşîrane
Kurdistan, Ezdîxane
Ka bê çi va cudane.
Ezdî, zaza û elewî,
Hûn in nirxên netewî
Soran, goran bi tevayî
Hev ra bibine xweyî.
Ya ewil em mirov in
Ne qesas, ne jî hov in
Em bêbextiyê direvin
Hûn birane, pevkevin.
ZARA !…
Lêlê xûşkê lê Zara
Kulîlka der bihara,
Zar-zimanê dildara
Ketî destê neyara.
Zimanê te wek şûr e
Şîrine bê qisûr e
Lê dibare gul-nûr e
Lal û durr e ferfûr e.
Mîna Ferat dikişe
Munzûre xuşe-xuşe
Ew gezo ye ne tirşe
Rab alemê bipirse.
Zimanê te dewra tê
Ew ava av heyatê
Dinya kete hucetê
Ku bînin ber mîratê.
Zimanê te hebûne
Xwezayê da beybûne
Em şagirt in, fêr bûne
Roniya çeva şabûne.
Wêne: xerîteya gundên kurdan yên dora çiyayên Elegezê û Araratê, ku rehmetlêbûyî Abdurrahman Onen bi alîkarîya Têmûrê Xelîl amade kirîye. Yek ji wan gundan – Sîpan, gundê xwedîya van xetan e.
Riataza