Dibistana Kynîzmê, Skenderê Duquloç û Kitêbxaneya Îskenderiyeyê

Dibistana Kynîzmê, Skenderê Duquloç û Kitêbxaneya Îskenderiyeyê

Alî Gurdilî

Skenderê Duquloç ku Şagirtekî Arîstotales e, bandûrek mezin li dîrokê kiriye, dîrokê guherandiye û felsefe jî, ji wê guherînê gelekî ketumet bûye. Skender di demekê gelek kin de beşeke mezin ya Bakurê Afrîkayê, Rojhilata Navîn, Îtalya û Hîndîstanê dagir kiriye. Dewletên bajarî yên yewnan hilweşiyane û ketine bin serweriya împaratoriya Skenderê Duquloç û ji hêla çandî ve jî, serbixwetiya xwe wenda kirine.

Skender li hemû deverên ku dagir kiriye, bajarên nû ava kiriye û ji Yewnanîstanê, yewnaniyan aniye û li wan bajaran bi cih kiriye û ji wan bajaran, artêşa xwe îdare kiriye. Pirraniya koloniyan, bi jinên xwecîhî re zewicîn û nifûsa bajaran, gelek zû hate guherîn û bû kozmopolît. Lêbelê ethosa rêveberiyê û zimanê bajaran, her wekî xwe û yewnanî ma. Di dawiyê de jî, temamiya cîhana kevin ji aliyê bajarên yewnan ve hatine birêvebirin. Ev dinya jî, wekî dewra (cîhana, dinyaya) Helenîstîk tê zanîn.

Di wê dewrê de bajarê herî girîng, bêguman li Misrê bajarê Îskenderiyê ye ku navê xwe ji Îskenderê Duquloç girtiye. Ev bajar, di demekê kin de bû navenda çanda navnetewî û perwerdehiyê. Dîsa meriv dikare bibêje ku kitêbxaneya Îskenderiyeyê, yekemîn kitêbxaneya navnetewî ye û di navbera salên B.Z.290-P.Z.646’an de, nêzîkî hezar salan xizmeta feylesof, lêkolîner, ramangir û xwîneran kiriye. Herweha wekî kitêbxaneya herî zengîn û giranbiha, ya cîhanê jî hatiye hesibandin.

Heyama Helenîstîk B.Z. di sedsala 4an de bi hilweşandina bajar dewletên yewnanî dest pê kiriye û heta damezrandina Împaratoriya Romayê (B.Z. sedsala 1’ê) 300 (sêsed) salan berdewam kiriye. Di wê demajoya sêsed salan de, çand û medeniyeta yewnanî li hemû deverên cîhanê belav bû û Komara Romayê jî, di rewşeke wuha de hate damezrandin. Herweha, filehtî jî li vê cîhanê derketiye holê. Wê demê, Filîstin jî mêtingeha Romayê ye û lewma jî, Ehda Kevin bi yewnanî hatiye nivîsandin. Piştî mirina Skender, împaratoriya wî hilweşiya ye û şerên hizbî dest pê kirine. Herçuqasî yekîtiya wan ya çandî berdewam bike jî, dawiya dubendiyên siyasî nedihat.

Di wê dewrê de çar dibistanên (xwendegeh) felsefî derketine holê, (Kînîzm, Septîsîzm, Epukurosparêzî û Stoaparêzî) ku dengvedana taybetmendiyên vê dewrê ne. Ev çar dibistanên ku me qala wan kir, herî zêde li ser ewlehî û bextewariya mirovî rawestiya ne û ji bo mirovên medenî li rê û rêbazên ewle, aram û xwedîîstîkrar geriyane. Cara yekem, Kynîkî derketine holê û di dema me de jî, meriv dikare wan wekî mirovên ”dijraber, nelirê” bihesibîne. Antisthenesê kalikê wan, şagirtê Sokrates û hevdemê Platon bû. Heta ku bûye mirovekî navsere, di pergala arîstokrat ya feylesofan de, imrekî xweş derbas kiriye. Lê piştî mirina Sokrates û hilweşîna bajarê Atînayê, dilsar bûye û xwe daye alî û jiyanek sade û aram jiyaye. Piştî demekê jî libasên rêncberan li xwe kiriye û di nav xelkê feqîr de jiyaye û gotiye ku ez ne hikûmetê, ne zewacê û ne jî mulkiyetê dixwazim.

Diogenes (B.Z.404-323) jî şagirtekî Antisthenes e û piştî demekê, jê zêdetir hatiye naskirin. Diogenes di nav gel de digeriya û bi zanetî tinazên xwe bi irf û adetên wan dikir, ji hinek kincik mincikan ji xwe re cilan çêdikir, wan li xwe dikir û bi vî hawî wan şaş û ecêbmayî dikir. Bi kurtasî, meriv dikare bibêje ku mîna ”kûçikek”î jiyana xwe berdewam kiriye. Ji ber vê yekê jî, yewnaniyan navê ”kynîkî” lê kirin (ji kynîkos’a yewnanî), ku di wateya ”kûçikî” de ye. Ev peyv, di roja me de jî tê bikaranîn, lêbelê wateya wê hatiye guherîn. 

Çavkanî: ”Dîroka Felsefeyê” – Alî Gurdilî 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev