BANGÎNA MİN ÊZDÎXANA GURCİSTANÊ R’A

BANGÎNA MİN ÊZDÎXANA GURCİSTANÊ R’A

Karmenda malpera me Bêlla Stûrkîyê bo belavkirina van şîretên ronakbîrê binavûdeng, nivîskar û lêkolîner Keremê Anqosî ev gotinên li jêr nivîsîne, ku xwendevan bizanibin ka birêz Keremê Anqosî kê ye û behsa çi dike.

Bendên li vir pêşk’êş kirî, xwedannivîsê wan K’eremê Anqosî hê salên 1990 û 1996 nivîsî bû û bela kiribû. Ev wisa jî di k’itêba wî da (“PİRSGİRİKÊN ZANEBÛNA DÎN-BAWARİYA ÊZDÎTİYÊ” hatibû neşir kirinê. ( Карим Анкоси. ПРОБЛЕМЫ ИЗУЧЕНИЯ ЕЗИДИЗМА. Тбилиси. 2012.Стр. 32-37, 44-52.). Pirsgirikên li wan “Bangînan” de, raman û niherînên birêz Keremê Anqosî dema îro jî, piştî 30 salan, li nava Êzdîxana Gurcistanê û nek tenê Gurcistanê de p’ir giringin û rewşa êzdiyan û xweyî kirina dîn-bawariya êzdîtiyê di Gurcistanê da didine ber çavan. Hêvîdarim, xwendevanên me dê bi hewaskarî nasiya xwe bidin wan belevokan. 

Ji ber ku nivîs dirêj bû, me ew kir du beşa, beşa pêşin 12ê sibatê çap kir. Fermo, niha beşa wê a duduyan bixwînin.

Em banga birêz Keremê Anqosî wek heye, wisa diweşînin, bêy ku têkilî nava devoka wî û cûrê nivîsara wî bin.

 

K’EREMÊ ANQOSÎ

HOLA ÊZÎDÊ SORE!
Te xwend, hewalê xwe r’a jî bixûne
Êyî, xwendevanên dilsoz û dilrem!
Gava te bi sebir h’etanî sêrî bangîna min xwend, bidî xwetrê navê Xwedê û Tawûsî Melek, bona giliyê minî tûj, tu bibexşîne min û t’u xirabiyê neke dilê xwe da. Ez jî, wek tu, hewal – hogir û h’emû pizmam û qewmê te, xêrxwez û dostê dîn û miletê xwe ne. Kêmasiya te, kêmasiya mine, şîna tu dikî, şîna mine, xem – xiyalên tu dik’işînî, xem – xiyalên minin jî. Meriv ganzda pizmamê xwe dike, xwe xelqê xerîb nake?
De werin, em bi h’elalî destê xwe bidine destê hev û bona navê Xwedê û P’êxemberan, her h’evt Mêrên Dîwanê, horî û melekan, Êzîd û Makê, hev fe’m bikin û r’iya heqiyê, rastiyê û xwedênasiyê, pîroziyê, serk’etin û azaya welêt miletê xwe r’a bibînin û pîroz kin.
Amin! Amin! Amin!

MİROV T’ENÊ Dİ WELATÊ XWE DA, Lİ SER AXA XWE AZAYE!
———————————————————————————————
Wan salê dawiyê hine dewlet û dîwan û saziyên siyasetê, h’etanî çend kesê nezan û paşmayî ji me êzdiya jî, yê ku bûne berdevkên dijminên milet û dînê me, seba k’ara berîka xwe dixwezin êzdiyan berî hev din û wan ji mesela yekbûna milet bi dûr xin, qafgêjiyê û qafseqetiyê têxîne di nava Êzdîxanê da. Nêt û meremên xêrnexwezan ewin, wekî vî t’eherî zirareke mezin, derbeke xeder bigîhîne me, civaka me p’er – p’erî be, em welatê xwe nebînin û di xerîbiyê da bih’elin û unda bin.
Mesela êzdîtiyê û êzdiya p’ir giranin.
Îro zû bi zû ji me dipirsin: “Em êzdî çi miletin? Ji k’u hatine? Ayîna dînê me çiye?”
Pêşiyê me digotin: “E’şîr bavê e’şîrêye!” Bi Xwedê, ev gotin heqe û raste jî. Berî bît’er bûna Mûsa, Îsa, Mih’emed p’êxemberan xelqê K’urdistanê wek îro em êzdî seranser: Roj, Hîv, Agir, Sitêrka Sibê Zû, Ax û Av, Qencî, Xêr – xêrat, Qendîl, Xwedê û P’êxember, Xwudan, Mala Xwedê, Kuç’ik, Rojî û E’yîd (Ceşin), Xwudanên Miraza, Cotê, Pez û Dêvêr, Risqê, Qurbanê, Zayîn û Zêdebûnê, Teyîrê Enqer, R’ih’, H’evt Siyar û H’evt Mêrê Dîwanê, Sitêrk û Nûrên E’zmana, Qudret, Ziyaret, Demên T’ebiyetê, Qewl, Di’a û Dirozge dih’ebandin û dip’arêstin.
Peyî pêjda hatin û pêşk’etina Mih’emed p’êxember û dînê wî, p’ara k’urdaye mezin bi zora şûr û zêra hêdî – hêdî vergeriyan, qulibîn çûn bûne bisirman. Hineka ji kurmancan dînê Cûha (Yahûdî) û xaç’p’arêzî (filetî) qebûl kirin û çûne ser wan dînan. K’omeke k’urdan (kurmanca) jî ma ser dînê xweyî e’slî û kemn – êzdîtiyê û h’etanî roja îro serê xwe qurbana vî dînî dike. 72 fermanê sirmaniyê ser êzdiyan da rabûbû, lê êzdiyan dev ji dînê xwe bernedan, t’erka h’ebandin û mesebê xwe nekirin.
Gere em baş bizanbin ku dîn başqeye û milet û ziman başqeye, ev du tişt ji hev cidane. Em, êzdî, t’enê ji dîn da ji k’urdê (kurmancê) sirman, k’urdê cihû (yahûdî), k’urdê xaç’p’arêz (file), k’urdê ehlê –heq (elî – îlahî) cida dibin, ne ji milet û Ziman da.
Dijmina em ha ji hev qetandin û berî hev dan. Welatê me h’emiya, ax, e’rd, xweliya kal – bavê me yeke, K’urdistane, eva çend sedsal di bin lingê zork’aran: t’urk’a, e’raba, farsa da p’erç’e – p’erç’e biyê û di xûna ewledê xwe da dinale.
Êzdî çend cara jî ber bayê xelqê k’etine, heqa cara jî qeziyayê giran sere wan qewûmine. Hema bona vê yekêye, wekî em ha bê welat derodero û êxsîr bûne. Ser e’rdê xelqê, di xerîbiyê da, dûrî welêt ne dîn tê xweyî kirinê, ne jî milet, ne jî Ziman û ne jî e’şîretiya me. Xêr û başiya em îro canê xwe r’a, laşê xwe r’a li vir p’eyîda dikin, we’deliye. Ha çû, Êzdîxane wê bê mîrat bimîne.
Pêşiyê me nexwendî bûn û me’niya vê yekê bû wekî nikarbûn bigîhîştana fen — fêlê dewletê mezin û bi bi nezaniya xwe gotin: “Dîn dijmine!” û xwe dane ser ermeniya (fila), ji welatê kal – bava r’abûn û k’oç’ê xwe di rev û bezê, te’lî – tengasiyê, xelayê û celayê, êxsîriyê, mirin û kuştinê da anîn danîne Ermenîstanê û Gurcistanê.
Êl û e’şîrê êzdiyan ji me’niya zordestiya sirmana qeza Wanê, Surmeliyê, Bazîdê û Qersê vala kirin û di h’alê heq – neheqiyê da hatin gihîştine welatê ûris. K’ê sax ma, ma, k’ê jî na, ciniyazê wan bê xweyî, bê xwudan di çola û ç’ema da ma. Dê ewledê xwe davêt. Sergêjîke mezin bû. Roma reş, sirmaniyê dor nedida êzdiya.
Paşî vê fermanî 80 sal bihurîn. Me welatê xwe unda kir û vê dîn jî êdî ji destê me dice. K’a rastî k’uye? Mezinê me em bê welêt hiştin û h’etanî roja îro jî ç’e’vê me destê xelqêye. Mezin çûne heqiya Xwedê (êdî t’ek – t’ûka mane), lê k’esera welêt me r’a hiştine. Çi di welêt da, çi ser e’rdê t’eze, em dîsa jî di nav k’afirstaniyê da dijîn.
Gava min mezina dipirsî: “Kalo, bavo, we çira welatê xwe, e’rdê xwe t’erk da, hatin bûne xulam û bindestê xelqê xerîb?” Hevr’a ha cavaba min didan: “Dînê me dînê Êzdîtiyêye, em bona dîn revîn, wekî vernegeriyana nebûna bisirman. Dîn dijmine!”
Baş, sebebê ji welet reva me êzdiya xweyî kirina dînê me, Êzdîtiyê bû. Lê, li vir çima dînê xwe nabine xweyî?”
Welatê meyî şîrîn ji deste me çû, em mane bê cî, bê war. Niha serda jî dînê me jî, dînê Êzdîtiyê, dînê ku pêşiyên me çend h’ezar sal berî îro dip’arêstin, ew jî betal dibe. Zimanê me jî – k’ok, h’îm û e’sasê milet, ew jî unda dibe.
H’alê me roj bi roj giran dibe. Gelek ji me êzdiyan bona nanê zikê xwe, e’bûr kirina xwe k’oç’ dikin, t’erke serî dinê dibin, male xwe t’erk didin û belayî h’emû bajêr û gundê Soviyêta berê û welatên Êvropayê dibin; girêdana wan bi malbetê xwe r’a, pizmamê xwe r’a, şêx û p’îrê xwe r’a her çi dice sist dibe, e’rf – e’detê milete me, e’şîretiyê, ayîn û ferzê êzdîtiyê unda dikin. Dilsarî k’etiye di nav wana da; dest pê kirine xelqe xerîb r’a (şile’tê, neêzdî r’a) dizewucin û diçine ser dînê xaç’p’arêza, kirîşnayîta û yêx’ova.
Lo, bona vê yekê kal – bavê me welatê xwe t’erk dan? Êdî dînê êzdiya k’a k’u dimîne? Çima me xwe ker kiriye û bedeng mane? Dibêjin: “Axrî – aqûbet h’etanî devê gorê”. Lê wekî h’ale me êzdîtiyê vî cûreyî dirêj bû, axrî – aqûbeta me, bi gotina we, wê cava be?”
Zinêk’arî k’etiye di nav me êzdiya da, p’erdê xof – rema Xwedê, tirs û şermê, rizandiye û r’a kiriye. Me di dîn û milet da xwe p’ir p’erîşan kiriye. Cimae’t û h’ebandina me ber dest û p’iya diçe, êzdî bere – bere berê xwe ji ber Ocaxan, Xwedanê xwe diguhêzin, dînê xwe didine dîndarê, k’etine derdê razîbûna zik, qalb û laşê xwe, r’ih’ û mirin jî bîra wan çûne, ji r’iya heqiyê û xwedênasiye dertên.
Zimanê xelqê xerîb û e’detên wan ber me êzdiyan şîrîn bûne, em qîzên neêzdî dikine bûkê xwe û qîzên me jî dibine bûkên şile’tê, e’rf – e’detên êzdiya, rabûn – rûniştandina me têne guhartinê – de’watê me êdî ne de’watê êşîretiyêye, şerm dikin k’incên kurmancî xwekin û xêliyê bavêjina ser serê bûkê, t’extên xêrê bûne weke t’extên şayê, şureta şînan jî lap rabiye, xêr têne firotanê, em nav û famîlên şile’tê didine ser xwe, cahal qedrê mezina nagirin.
P’areke şêxan, p’îran û mirîdan ferzê k’oka Êzdîtayê – Ferzê Biratiyê, Sê H’erfên di navbera êzdiyan da, dih’erimînin û şêx, p’îr û mirîd hev dizewucin. Hewar, sed car hewar!
K’anêne şêx û p’îrên ulmdar û zane? Çima şêx Mewlatiya xwe nakin û p’îr jî Hostatiya xwe? Ne, ulmê Şîxadî dibêje: “Şêx heye Mewlaye, p’îr heye Hostaye!” Lê k’a? Çira t’erîq cimae’tê peyî xwe nabin ser r’iya xwedênasiyê, rastiyê û heqîqetê? Çira em şe’detiya dînê xwe û ferzên êzdîtiyê p’akî nizanin û naqedînin? Çira şêx û p’îrên cahal xwe hîn bûna ayîna dînê Êzdîtiyê, qewl, beyît’, di’an û dirozgan nagirin, ji p’êsûra xwe dahaşînin?
Çima Rojiyên xwe, E’yîd û E’refatên xwe p’akî nizanin û ne jî êdî digirin? Di salekê da du e’yîdên me hene – ya Êzîd û Xidir – Nebî, û wana jî em h’emû carekê û rojekê nagirin? Çira em şerm û xofa Xwedê naxwezin bidine bîra xwe?
Çira Êzdîxane ha hev k’etiye? Çira bira xêra birê naxweze? Çira gevezîtî û ç’e’vnebarî biye p’êşê hinekan? Çira şerê neşûştî davêjine hev?
Çima em qedrê merivên xwendî û zane nagirin û merivên xweyîp’ere, xweyîmal, lê nexwendî û nezan didine serê jorê? Gelo, destê k’îjan merivan tê miletê xwe pêjda bibe, heqê milet xweyî ke, bibe saabê milet û dîn? Îro, gava cahalekî xwendî û me’rîfet tê di nav miclîsê da, degme kes qedrê wî dizane, silavê didê. Çira em ha qure û babax bûne? K’ê wê cahalên me vegerîne ser r’iya xwedênasiyê? Ne hinek ji wan cahalan êdî ji zûva şerm jî dikin bêjin, wekî ew êzdîne, xwe dikine şile’t.
K’ê dibêje wekî p’ere, mal, hebûn lazimî me nayê? Çira em korin, nabînin, wekî di vî zemanî da t’u tişt bê p’ere naê kirinê? Lê gelo ew başe, wekî em peyî qazanca mal, p’era k’etine û dîn – mesebê xwe qurbana dewlemendiya xwe dikin? Hebûn, raste, k’ete destê me, lê çima em r’ehet nasitirin û babax dibin? Xwedê risqek daye me, lê me naê em ker – lal vê hebûnê bixwin, bikine xurê xwe.
Lo, birano, çiqas derd û kulê me êzdiya heye! Bizanbin, gava ha çû, emê ze’f situxar û jar bin!
Em ji hevdû direvin, dîn – h’ebandina xwe bîr dikin, bêt’ifaqiyê dikine di nav k’omê da. Her kes, zane — nezan, xwe mîr û ax’a dih’esbîne, bi ç’e’vekî bilind hewalê xwe dinihêre. Çira em zorê didine hev, bêxwetriya hev dikin, lê ber şile’tê dibine zimanşîrîn û serjêr. Hûnê bêjin:”Lê, cava bikin, e’rdê me t’uneye!”
Lê wekî usane, hûn çira di h’alê xulamtiyê da hê zêde pişta hev nagirin, k’omekê nadine hev, t’ifaqa xwe çê nakin, dora Ocaxê Pîroz t’op nabin, wekî em di nava şile’tê da neh’elin? Çira em hevr’a bêbextiye dikin? K’anê ew e’deb û beşera me, gava şile’tê serê namûsa me êzdiyan sond dixwarin?
Çira em p’akî nikarin qedrê miriyê xwe bigirin, t’erbet herine ser gorîstana û mezelên, t’írbê miriyê xwe tua’ bin? Çira em heqa îçkê (şerav – araqê) k’aş dikin dibin, xwe jî aciz dikin û nahêlin merivên dor – berê me jî r’eh’et bin? Çira îçke biye bav û birê me? Çira “Dîlokê” me û “Heyîlo, siyaroê” me t’êra me nakin, wekî sazbendê şile’tê tînine ser miriyê xwe? Çira em serda – p’êda k’incê reş xwedikin? Çira em nizanin, wekî reşê t’enê didine serê xwe? Cimae’ta me dibêje: “Reşa min sere te be”, xwe nabêjin, bême’nî, “Reşa bin bin p’iyê te be!”- eva yeka rûreşiye! Guneye, p’ir guneye!
Lê paşî wan giliyên jorgotî, em hevr’a nebêjin: “Cimae’t, bese, werin em guhdariya hev bikin, miqatî hev bin!” Lazim nîne îndadê em daxin? Lo Xwedê neke, tiştek serê cimae’ta me biqewûme, em neçine hewariya hev, k’omekê nedine hev?
Lo, gelo, îzna me heye em qulixiya dîn û miletê xwe nekin, lê nebine xweyî, e’slê xwe nas nekin? Çira gere em serhatiya, dîroka, t’arîqa xwe nizan bin, k’êne p êşiyê me û em ji k’u hatine?
Îro welatê kal – bava, ax û xweliya wet’enê me ji bîra me geleka çûye. Navê gundan, ç’iyan, baniyan, av – ç’eman, deşt û zozanan, warên me di welêt da qet naêne bîra t’u kesî. Kes ji me derheqa vegerandina me da li welatê kal – bava nafikire. Li welatê xerîbiyê, ser e’rdê xelqê sahabê me k’a k’êye û li k’uye?
Lê, gelî êzdiyano, çira em baş nadine hişê xwe wekî xweyîkirina dînê me – Êzdîtiyê, t’enê di destê me da ne û em t’enê di welatê kal – bava da dikarin bigîjine mirazê xwe. Wekî em xwexwe xweyî – xwudanê dînê xwe derneên, kesê xerîb bê k’ara berîka (cêva) xwe serê xwe bona me nahêşîne.
Pêşiya gotiye: “Xelqê biyanî, bidî goştê canî, axir sondî poşmanî!” Eva gotina jî me r’a şîreteke.
Dijminê dînê Êzdîtiyê û zimanê meyî herî mezin t’unebûna nivîsar û k’itêbên dînin. Îro, li diniyalîkê rewşa jîîna mirovetiyê usa hatiye guhartinê, ku p’irtûkên (k’itêbên) dînê me, Êzdîtiyê, çê nebin, neêne nivîsarê, çi jî roja îro r’a bal hine ulmdarên me mane, ew ulmê Şîxadî jî wê ji bîra me herin yan wê lapte seqet bin. Ev r’iya îro me xwe pê girtiye, r’iya unda bûna dînê Êzdîtiyêye û batmîş bûna me êzdiya jî nêzîk dike.
Dînê Êzdîtiyê r’a xweyîderk’etin borcê me h’emû êzdiyane. Lê, Xwedê, Şîxadî, toqa lapî giran kiriye situyê t’erîqan – şêxan û p’îran. Îzna wana t’une nebine r’êbirê dîn, xwe paş bigirin, qirarên Êzdîtiyê cimae’tê r’a şiro venekin û ayîn û ferzên Êzdîtiyê k’av – k’ûn kin û ji destê xwe berdin.
Îro ne dema moled bûnê û ji dûr va mêze kirinêye. Îro roja xîretê û xwe qurban kirina dînê Êzdîtiyê r’a ne!
Em, êzdî, xwexwe xwe bê xweyî û bê îman – axret dikin. Wekî yekî saxê dilê xwe dixweze bibe piştovanê cimae’tê, xêr û k’arê bide, qenciyê bike, yên dinê xap – xap, ahanga peyî dik’evin û h’ezar bux’dana peyî dixin. Em, êzdî, ne nan didine wan mervên xêrxwez, ne avê, serda jî qedrê wan dik’evin û rezîl dikin. Êdî xweyî wê ji k’u bên?!
Em, êzdî, hîn bune, me xwe r’a kiriye xeyîset, t’enê p’ayê xwe bidin. Lo, wekî em ha zor û bîlanin, çira h’etanî niha me nikarbûye Odekê dînê xwe, Êzdîtiyê r’a çê kira, tê da rûniştana, bi qirarê dînê xwe, Êzdîtiya xwe û e’şîretiya xwe biqedanda, k’omek bida belengaza, mek’teba dînê Êzdîtiyê vekira?
Êdî bese, sed car bese, bisekinin, rawestin, gelî cimae’tê! Bila her kes ciyê xwe bizan be! Her kes bila qasî zanîna xwe xeber de û qasî qewata xwe arîk’ariyê bide k’omê. Bende r’a qedir û qîmetê kirinê ku ew bona dîn û milet dike, tînin, ne p’ere û hebûn. Dîn û milet milk’ê bavê kesî nîne! Di dinê da t’enê qencî dimîne. Te tê – tu jî qenciyê bike, yanê xirabî, bux’dan, gevezetî, ç’e’vnebarî ne p’êşê mêrê çêye!
Werin, gelî êzdiyano, em îmana xwe neşewutînin û dînê xwe, h’ebandina xwe nefiroşne p’era û malê dinê. Êzdîtayî p’ir û p’ir zore! Xwedê Mezine, her tiştî dibîne! Borcê me h’emiyane, wek kal – bavê me, em jî evî dînî bip’arêzin û qewata wî, h’uk’mê wî zêde kin.
Hevgirtin û hevxweyî kirin, hevk’arî, welatp’arêzî, h’ebandina dînê Êzdîtiyê, h’elalî û xêrxwezî, sixtê qenc, xwezêrandin bona welêt û dîn – a, ev tiştane wê me nêzîkî mirazê me û h’izûra Xwedê bikin û me ji kavil bûnê, unda bûnê xilas kin.
Xwedê, tu me ji bux’dank’aran, nep’akan, ç’e’vnebaran, bede’slan, xêrnexwezan û neyarê dînê me xilas kî! T’ifaqê bidî me û risqê me zêde kî, k’eda cefayê me bikî xurê me, welat û dînê me xweyî kî!
Amîn!!!

GOTİNA BAQİYÊ – T’EMAMİYÊ
————————————————
Îro rev k’etiye Êzdîxana li Gurcistanê. Ji me’niya çetinbûna h’alê aboriyê (bazarê) êzdî mal – h’alê xwe difroşin û belayî welatên diniyalîkê dibin. K’ê k’uda bar dike diçe t’enê Xwedayê Mezin pê dizane. Bira birê nabe xweyî, k’om ji hev diqete û xana êzdiya hildişe û peyî xwe k’elefa jî nahêlin. K’ê li k’êye! K’oç’ dikin dicin, ne dîn dik’eve bîra wan, ne îman û ne jî welêt.
Pêsiya gişka şêx û p’îr direvin, mirîdê xwe dihêlin diçin. Reva şêx û p’îran kere – ker çê dibin, haya mirîdan qet ji wana t’uneye. T’erîqê ji Mala Adiya neko bona xilas kirina dînê Êzdîtiyê difikirin û cî – ware xwe digivêzin, diçin. Na, xêr, h’ezar car na! Reva t’erîqetiyê bona nanê zik û malê p’ire. E’cêveke girane!
Pêşiyê me bona xweyî kirina dînê xwe t’erka welatê xwe dan û hatin derk’etine xerîbiyê. Lê îro em t’enê peyî malê dinê k’etine.
Şêx û p’îr t’enê nînin, mirîd jî bar dikin diçin t’erke serî diniyalîkê dibin. Xwedê û Êzîdê Sor p’oşmaniyê nede wan.
Şipûkeke giran ser Êzdîxanê da dibare, qeziya ser qeziyayê tê, e’cal nade mecalê. Gele xortên me di Ûrisêtê, xerîbiyê da têne kuştinê. Cimae’ta me seran – p’ê da reş girêdane, reşa ser cahalan. Tê xwiyan me gunekî mezin ber Xwedê kiriye û evî guneyî roj bi roj hê giran û zêde dikin. Em h’ir bûne û mirin jî ji bîra me çûye.
Êdî ulmdar û talibê me jî t’eke – t’ûka mane. Ewana jî ulmê Şîxadî r’a p’ir – hindik beledin. Çi ku derheqa h’ebandina dînê me maye di bîra hinekan da, ew jî bere – bere têne ji bîr kirinê û unda dibin.
Gere em baş bizan bin ku h’etanî roja îro di xerîbiyê da, dînê me, Êzdîtiyê, cimae’ta me, zimanê dê û e’detê me, t’ifaqa me xweyî kiriye. Ji dûrî welêt dîn bibû sitara me!
Hema bona vê yekê jî mabe, borcê me h’emiyane vê sitarê ji destê xwe bernedin û ç’arekê jê r’a bibînin.
Li Gurcistanê em ne hindikin. Me r’a lazime em Oda dînî çê kin û vî t’eherî sitara xwe qewî kin. Di Oda dînî da e’seyîye mek’teba dînê Êzdîtiyê vekin.
Wekî em Oda dînî saz nekin û Êzdîxane li dora wê Odê t’op nebe, t’ifaqa xwe nekine yek, t’u tişt û t’u kes nikarin dîn – h’ebandina êzdiya zevt kin, cimae’tê bidine fe’m kirinê û pêşiya h’elandina Êzdîtiyê bigirin.
Bê oda dînî Êzdîtî û zimanê me wê zû unda bin û welatp’arêzî jî pêjda nayê. H’alê xerîbiyê haye, rezîliye. Lazim bû, bona sitara xwe em gere kirasê canê xwe jî bifiroşin.
Toqa dîn û welêt t’ukes ji me nikare ji situyê xwe derxe. Hebûna dînê Êzdîtiyê dewlemendiya me h’emiyane. Sist bûn û seqet bûna dînê Êzdîtiyê wê belengaziyê û situxariyê me r’a bîne.
Ez h’eyîrana we h’emiya me gelî êzdiyano! Gumana min hûnin cahalê êzdiyano – şêx bin, p’ir bin yan mirîd bin. Dînê me betal nekin, lê bibine xweyî. Merd û camêr bin. Bibine şikestiyê û êginê dînê Êzdîtiyê û welatê xwe. K’omeka we lazime. Qencî û xêrxwezî îro kêrî me h’emiyan tê.
Şemsê Sore xweyê me û k’ereme Xwudanê k’eremê!
T’emamiya vê Bangînê bi qewata Xwedê û Tawûsî – Melek.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Bêlla Stûrkî

Unîvêrsîtêya Tbîlîsî ye Dewletê ya ser navê Javaxîşvîlî, beşa fîlolojîayê temam kirye // Endama serwêrtya navenda candê û perwerdeyê "Mala êzdyan" li Gurcistanê // Berpirsyara û bêjera radyoya Ronkayî ya Weşana radyotêlêvîzyona civakî ya Gurcistanê. Berpirsyara û bêjera întêrnêtradyoya Ria taza.

Qeydên dişibine hev