Du biryarên xeter yên Dadgeha Federal a Iraqê

Du biryarên xeter yên Dadgeha Federal a Iraqê

Îbrahîm GUÇLU, sîyasetmedar

Li Iraqê di sala 2005an de encama referandûma Kurdan û ereban û neteweyên din  makezagoneke nû hat pejirandin. Bi makezagona nû Dewleta Iraqê bû dewleteke federal.

 

Bê guman dewleta Iraqê bi xwe bi xwe nehat guhertin. Encama têkoşîneke dûrûdirêj hat guhertin. Wek tê zanîn neteweya me, di sala 1961an de, piştî ku hikûmeta merkezî ya Iraqê ji guhertina makezagon û sîstemê re xwedî derneket, li hemberî hikûmeta merkezî dest bi şer kir. Ev şerê neteweya me heta sala 2003an jî domand. Lê beriya wê di sala 1992an de PDK û YNKê biryar dabûn ku dewleta Iraqê bibe federalî;  gor vê biryarê û sîstemê jî xwe rêxistinkiribûn. Loma gelek aşkere ye ku Dewleta Iraqê bi giranî encamê neteweya kurd bû dewleta federal.

 

Federalbûna dewleta Iraqê dihat wê wateyê ku dewlet dê bibe dewleta hevbeş ya neteweya kurd û ereban û neteweyên din. Di sîstema federal de rêxistinbûn û avabûna dewletê gorî pîvana wekhevî û dadê û demokrasiyê dê pêk bê. Desthilatdarî û serewerî gorî pîvana wekheviyê parve bibe.

 

Dema ku tu şiklî lê binêrî, Dewleta Iraqê, gorî van pîvanan hatiye rêxistinkirin û ava kirin. Lê di destpêkê de ev pîvanan li Kurdistanê hatin binpê kirin. Kerkûk û Nînova û gelek deverên din yên Kurdistanê ji derveyî desthilatdariya Kurdistanê man. Kurdistan bû du beş. Di makezagonê de bû biryar ku qedera Kerkûk û deverên din yên yên li derveyî desthilatdariya Kurdistanê, bi refêrandûmê bibe biryar. Hezar mixabin 20 sal e ku ev referandûma nehat li darxist. Pêşiya refêrandûmê ji bona bê girtin, her xirabiyek hat kirin.

 

Binpêkirina makezagonê li wir jî nesekinî, beriya Refêrandûma Serxwebûna Kurdistanê, 50 xalên makezagonê hatin binpê kirin. Li hemberî kurdan û Kurdistanê dijminitî û nîjadeprestiyeke gelek xûrt dest pê kir. Mirov dikare bibêje ku makezagon ji bona neteweya Kurd û Kurdistanê bê wate bû. Loma jî biryara refêrandûma serxwebûna Kurdisrtanê 2017an  hat dayin..

 

Di refêrandûmê de biryar da ku dewleta xwe ava bikin. Lê piştî refêrandûmê jî sîstema federal bi her awayî hat binpê kirin û êrîşeke mezin hat kirin; dil Kurdistanê bajarê Kerkukê hat dagir kirin..

 

Lê desthilatdariya Kurdistanê ji bona ku sîstema federal jinûve bê avakirin hewil da. Beşekî ereb jî di vê mijarê de bûn piştgir. Loma jî hilbijartina giştî ya dawî bi konsensûseke baş hat li darxistin û encam da. Hêviyek mezin çêbû ku pêwendiyên Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya Navendî ya Iraqê dê baş bibe, pirsgirêkên sîstema federal dê di nav pêvajoyekê de çareser bibin.

 

Hezar mixabin Îran û hevalbendên wê erebên nîjadoperest û Haşdî Şabî û rêxistinên terorîst yên dijminên Dewleta Federe ya Kurdistanê wek PKKê, ji bona ku vê konsensûsê xirab bikin, dest bi xebatên êrîşker û qirêj kirin.

 

Ev êrîşan di derbarê encama hilbijartinê de serkeftî nebûn. Lê di du mijarên girîng de encam da. Du biryarên gelek xeter û ji kurdan re tê wateya dijminitî hatin girtin.

 

Wek tê zanîn Serokê Meclîsê hat hilbijartin. Dor hate hilbijartina serokkomar. Gorî peymana neniviskî serokkomar ji kurdan tê hilbijartin. Ji bona vê Hoşyar Zêbarî berendamê PDKê hat diyar kirin. Reya giştî û encamê meclîsê di wê nêrînên de bûn ku Hoşyar Zêbarî dê ji sedî sed bibe serokkomar. Lê niadperestên ereban û beşek endamên YNKê ji bona ku pêşiya Hoşyar Zêbarî bigrin Dadgeha Federal ya Iraqê bi kar anîn. Dadgeha Federal ya Iraqê li dijî Hoşyar Zêbarî biryar girt ku ew nikare bibe berendamê serokkomarî.

 

Ev biryara gelek xeter û li dijî kurdan e. Di derbarê vê mijarê girîng de Elî Ewnî dibêje ku:

 

“Biryara dadgeha federalî ya Iraqê siyasî bû û ev jî gelekî zelal e. Ma çawa dibe kesekî ku destpakiya wî hatiye îsbatkirin, dîsa rastî berteka dadgehê were!? Ew xencera ku YNKê li PDKê da, ne ya wan e, hinekan dane destê wan. YNK baş dizane nikare di meydanê de hevrikiya PDKê bike loma dixwaze rewşê aloz bike û pêşiya civîna parlementoya Iraqê bigre da ku Berhem Salih li ser kursiya xwe bimîne. Ev jî tiştekî ne rewa ye. Ew dizanin eger parlemento bicive kandîdê wan dengên pêwîst nahîne.”

 

Ez jî di wê baweriyê de me ku ev biryara rewa û nehiqûqî ye. Biryareke siyasî û nîjadperestî ye. Li dijî rihê sîstema federalî ye.

 

Dadgeha Federal ya Iraqê li wir jî nesekinî biryareke din li dijî kurdan û Dewleta Federal da. Di derbarê gaz û pertola Kurdistanê de wergirt.

 

Serok Mesûd Barzanî li ser vê biryarê peyamek belav kir û ragihand: 

 

“Biryara Dadgeha Bilinda Federal a Iraqê ya derbarê neft û gaza Herêma Kurdistanê de biryareke bi tevahî siyasî ye û berevajiya destûra Iraqa Federal e û armanca wê dijayetîkirina Herêma Kurdistanê ye û li dijî sîstema federal a Iraqê ye.

 

“Em hêvî dikin her du Hikûmeta Iraqî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikarin li ser kêşeyan û babeta neft û gaz bigihin rêkeftinê. Li gel ewe da jî ji bo hemû aliyek eşkere dikin ku Herêma Kurdistanê bi hemû şiyanek ve berevaniyê li mafên xwe yên destûrî dike.”

 

Serokê Dewleta Federe ya kurdistanê Neçîrvan Barzanî jî di derbarê ev mijara stratejîk de daxuyaniyek de û got:

“Di demekê de ku Iraq ji rewşeke siyasî ya aloz de derbas dibe, mixabin biryareke dadgeha bilind a federal a Iraqê, ku yasaya neft û gaza Herêma Kurdistanê wek nedestûrî pênase dike, Herêma Kurdistanê jî rastî nîgeraniyeke mezin anî.

“Li gor me ew biryara dadgeha bilind a federal ku pişta xwe dide yasayeke dema rejîma berê, bingehê federalî û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê piştguh xistiye û li gel ruhê destûr û sîstema federal hev nagre û di pratîkê de jî nayê cîbicîkirin.

“Ew biryar herwiha pirsgirêkên di navbera hikûmeta federal a Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser dosyaya neft û gazê jî aloztir dike ku bi salane hewla çareseriya wan hatiye dayîn û di çend qonaxan de pêngavên ber bi çareseriyê ve hatine avêtin.

“Li gor me dadgeha bilind a federal di cihê vê biryarê de, pêwîst bû biryar bide ku hikûmeta federal a Iraqê li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gor destûrê li ser pirsgirêk û pirsa neft û gazê bigehin çareseriyek ku di berjewendiya hemû Iraqê de be.

“Bendewariya me ji dadgeha bilind a federal a Iraqê heye û em daxwaz dikin pêdeçûnê di biryara xwe de bike û bingeha destûr û sîstema federalî berçav bigre, ku ew mafên yasayî û destûrî yên Herêma Kurdistanê neyên binpêkirin û nebin sedema alozbûna zêdetir a rewşa siyasî ku ziyan bi berjewendiyên Iraqê bi giştî jî digehîne.”

Hikûmeta Kurdistanê jî li hemberî vê biryarê helwesteke hişk nîşanda.

Ez û hemû kurd jî baweriya Serokê Kurdistanê Birêz Mesud Barzanî û Serokê Dewleta Federe uyya Kurdistanê Neçîrvan Barzanî û Hikûmeta Kurdistanê parve dikin, dipejirînin.

 

Loma jî divê hemû kurd li pişt helwesta herdu serokan û Hikûmeta Kurdistanê û Serokwezîrê Kurdistanê bin.

 

Serokê Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî wek diyar dike, divê li dijî ev biryara Dadgeha Federal a Iraqê têkoşîneke xurt bê meşandin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev