
Bi kurtasî hin varyantên Cejna Xidir Îlyas û Xidir Nebî
Aydin Ronak
Di Cejna Xidir Îlyas û Xidir Nebî de 3 rojan xwarinên “bêgoşt” tên xwarin. Cejna Pêxwînê di nav Êzidiyan/Kurdan de cejneke bi hezarên salan e ku tê pîroz kirin.
Cejn her sal bergendî 19ê Sibatê tê pîroz kirin.
Sê rojan xwarina bi xwîn nayên xwarin. Gor baweriya Êzdiyan/Kurdan rijandina xwînê teqez qedexe ye.
Di sê rojên cejnê de tenê fêkî tê xwarin, xwarina ji 7 cureyên dexlan tên çêkirin.
Di baweriya Êzdiyan/Kurdan de ev cejn xwedî cihekî pîroz e!
Êvara Xidir Îlyas Qursikên têrxwê ji Pêxwînê tên pijandin û keç û xortên nezewicî wê Qursikê dixun û wisa hezkirîyên xwe di xew de dibînin…
Hinekan ji wê Qursikê pariyek nan dikirin nav qumaşekî/paçekî û dikirin bin balgiyê xwe û wisa daxwaz ji Xwedê dikirin…
Jibo ku cardin aştî bikeve nav şêniyan/civakê kesên jihev xeyîdî, pêwîst bû wê sibê cejna hev pîroz bikin, da ku cardin aştî pêkwere…
Herweha varyantên nava cejnê gelek zengîn in, lewra li ser her Kurdekî ferz e vê cejnê pîroz bikin!
Dubare cejna we pîroz be!!!
Riataza