
Ji weşanxaneya Kîl’ê pirtûkeke pêkenokan
Pirtûka nivîskar Çetîn Lodî ji 138 rûpel û 28 pêkenokan pêk tê.
Ji pirtûkê:
Dema şagirt çû dibistanê, dît ku mamosteyê wî çay û biskivîtê dixwe. Rojî bû. Şagirt got: “Mamoste ma tu ne bi rojî yî gelo!?”
Mamoste got: “Na!”
Şagirt dîsa pirsî: “Mamoste tu îro ne rojî yî yan jixwe tu nagrî?”
Mamoste got: “Na, jixwe ez nagrim!”
Şagirt got: “Tu çima nagirî? Tu nexweş î an na?”
Mamoste got: “Ez File me.”
Şagirt got: “Estexfirullah mamoste.”
Mamoste got: “Yaw ez dibêjim ez File me!”
Şagirt got: “Wisa nebêje mamoste, tu yê gunehkar bî!”
Mamoste got: “Ez dibêjim ez File me, tu dibêjî estexfirullah!”
Şagirt dîsa xwe negirt: “Mamoste kêfa min ji te re tê, xwe wisa neke. Tê gunehkar bî bimêzîne.”
Mamoste got: “Yaw tu ehmeq î!? Ez ji te re dibêjim ez File me, hê jî tu xwe li exmeqiyê girê didî!”
Şagirt got: “Tu yê bişewitî, ji Xwedê ve guneh e û ji ya xwe were xwarê!”
Mamoste got: “Yaw çend sal e tu şagirtê min î lê tu exmeqekî tam î. Te tu tişt negirtiye!”
Riataza