Serxwebûn: Peymana Sîver, piştî sed salan

Serxwebûn: Peymana Sîver, piştî sed salan

Suleiman Sulevani

“Şoreşa mezin a di dîroka mirovatiyê ya berê, niha û pêşerojê de,

 şoreşa ew kesên ku biryar dane azad bibin.”

John F. Kennedy*, (35emîn serokê Amerika 1917-1963)

 

Pirtûkeke jêhatî bi soranî hatiye nivîsîn bi navê “Peymanî Sîversed sal dwatir” ku ji aliyê mamosteyê Universiteya Lundê profisorê yarîder Dr.Burhan Yasîn ve hatiye nivêsîn. Pêşî min dixwest nivêsînekê weke resensyon û nasandin ser binvîsim, wê binerxînim û dîtinên xwe ser bêjim, lê zû pê hesiyam ku ew ê pir dirêj be û ji ram û tîvilê gotarekê derkeve, loma ez ê bi çend gotinan neku wê bi firehî bidim nasîn, belku bi kurtî bînim bîranîn.

Pirtûk 133 rûpel in û agahdariyên pir giring derbarê Peymana Sîver hene, salên piştî wê peymanê û bi taybetî 1920-1930, rola dewleta Tirk û Mistefa Kemal di perçiqandina mafên kurd, terorkirin û kuştina hestê netewî yê kurdî, xebata serxwebûnxwazan û analizên ser wan di van sedsalên dawî de heya roja îro.

Gelek boçûn û têgehiştinên jêhatî di pirtûkê de hene lê hin dîtinên min yên cuda jî hene nemaze yên derbarê referandoma başûrê Kurdistanê 25 september 2017, xiyaneta 16 oktoberê û polîtîkahin partiyên desalata kurdî û opozisyon weke PDK, PUK, Goran, partiyên îslamî, Newey Nû û hwd.

Roja 10.08.2020 tam sed sal derbas bûn ser Peymana Sîver, hêvî dihat kirin ku hêzên siyasî yên Kurdistanî, komeleyên akademîk, rêxistinên civata sivîl (medenî) û bi taybetî ew navendên ku xwe netewî û serxwebûnxwaz li pênûs didin; çalakî û aktivîtetên zêde lidar bixistana. Pêwist bû hemû sala 2020 bikin sala bîranîna Peymana Sîver bi konferans, workshop, seminar û belavokên cuda cuda weke rengek ji zindîkirina hişê netewî û bilindkirina bîranîna sedsala wê peymanê.

Gereke vê bizanin ku Peymana Sîver yekem car û dawî car e behsa serxwebûna kurdî li ast û danpêdanên navdewletî hat kirin û ew ket ser nexşeya cihanê bi taybetî ew beşê peywendî bi doza kurd û xewna dirustkirina dewleta Kurdistanê ya serbixwe hebû. Beşê sêyem taybet bû bi Kurdistanê ku ji bendên 62, 63 û 64 pêk hatibûn. Mixabin ne tenê hemû sala2020 nebû sala Peymana Sîverê, belku roja 10.08.2020 jî ewqas nehat pîroz kirin û jibilî hine nivîs û hewlên takekesî ew roj bi bêdengî derbas bû.

Peymana Sîver weke serkevtineke mezin tê dîtin lê mixabin ew serkevtin temen kurt bû û zû şikest, sedema vê şikestinê jî nasyonalisma tirkên Kemalîst bû. Wan bi dirêjaya 100 salên derbasbûyî bi dijwarî dij kurd bûn, ne tenê li bakur belku li hemû beşên Kurdistanê derketin. Bingehên fikrî yên nasyonalisma tirk ku bi navê şeş (6) îsmên Mustefa Kemal tên nasîn, weke nasyonalism, populism, reformism, sekularism, statism (dewletkarî) û repuplikanism (komarkarî). Ev 6 îsm bûn beşek ji destura tirkî û siyaseta tirkan. Nasyonalistên tirk îro jî bi hêza agir û asin dij daxwazên kurd e li bakur, başûr, rojava û her dereke kurd lêhebin.

Miletek bê dewlet nikare bergirî li xwe bike, miletek bê dewlet li ser nexşeya şaristanî (sivîl) ya modern cihê rêz nîne, miletek bê dewlet ne tenê nikare xwe biparêze belku berdewam tirsa ji holê rakirinê ser heye û nemana wî weke milet, weke kurd!

Du rastîyên dij hev hene:

  1. Di sed salên derbasbûyî de dewlet jibo kurdan problem bû. Netewên serdest xwedan dewlet bûn, wan ew dewlet bi kêfa xwe weke alav û instrumenteke stem û zulmê bikaranî û jibo nemana kurdan her tişt kir, weke kîmyabaran, jenosîd û kuştina bi komel, plan û programeke dilhişk jibo asîmîlasyon û helandina kurdan, guhastina bi darê zorê û bi komel ji warê bav û kalan. Netewên serdest politîkeke hişk û nemirovane dij kurdan bikar anî û hema bêje biçûktirîn mafê kurdan hat binpêkirin, mîna qedexekirina zimanê kurdî, çanda kurdî û windakirina dîroka kurdî, navê kurdî û her tiştê girêdayî kurd û Kurdistan be.
  2. Rastiya duwem ew e, heya kurd nebe xwedî dewleta xwe, ew nabe xwedî wê navgînê ku arîkariyê dide jibo manînê û xweparistinê, ew nabe xwedî wê malê ku têde parastî be û bikare bi hêminî û aramî têde bijî û pê bihese.

Formula cuhuyan piştî şerê cihanê yê duwem (1939-1945) pir hêsan û sade bû û ji çend gotinên sade, lê pir wate pêkdihat: heya Cuhu nebe xwedî dewleta xwe, ew parastî nabe, ji wê jî wê xirabtir bibe, ji bêdewletiyê çaverê li Holokostên din jî dibe. Her ev daxwaz û formula sade cihan xist berpirsiyariya exlaqî ku nedîtina wê rastiyê nehêsan bû, bi taybetî li cihana Rojawa!

Partiyên siyasî li Kurdistanê û diaspora kurdî li derveyî welat gereke giringiyê û giraniyê bidin ser formula cuhuyan û vê rastiya sade û hêsan bibînin ku sedî sed derbasî gelê kurd dibe, erê heya kurd nebe xwedî dewleta xwe, ew tim di bin metirsîya ji holê rakirinê de ye, jixwe nuha beşekê mezin ji kurdan bûne tirk, ereb û faris. Ev helandin û malwêranî gereke bisekine, bila yên mayî jidest neçin.

Serxwebûna Kurdistanê pêdiviyeke haşalênekir e, kesê naxwaze bibîne yan dij derkeve cihê goman û jêr pirsyar e, her çend berjewendîperest hebin, neyar û bê jî xem hebin lê hêvî bilind dijî, kesên serbixwe û serxwebûnxwaz li meydan in, heval û dostên kurdan yên bihêz li herêmê û cihanê hene. Tenê maye rêberên kurdan, kesayetiyên kurd û intelektualên serbixwe xwedî wijdan bin û vê xwesteka gel bikin bingeha siyaseta xwe û ew bi hêz, jidil û bi wijdan daxwaza Serxwebûna Kurdistana xwe bikin. Bêyî vê daxwaza kurdan ya bihêz û jidil kes nikare Kurdistanê pêşkêşê kurdan bike û wan bike xwedî dewlet.

Bi hêviya bîranîna Peymana Sîver 10.08.1920 bibe paldanek jibo geşbûn û bilindkirina bîra serxwebûna Kurdistanê, dewleta kurdî take çare ye jibo kurdan, ger kurd bixwazin bimînin weke kurd, weke mirov!

Riataza

Derheqa nivîskar da

Suleiman Sulevanî

Suleiman Sulevanî ji Başûrê Kurdistanê, bajarê Mûsilê ji dayîk bûye. M.Sc di arkitektur/mimarî da heye. Di gelek kovar û malperên kurdî da nivîsîye, wek Nudem, Avaşîn, Avesta, Diyarname, herwiha weke kolumnist di Netkurdê da demekê nivîsîye. Niha li Swed dijî.

Qeydên dişibine hev