”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 51

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 51

Malpera me bi rêzenivîseke taybet çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî berdewam dike, ku wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” ne, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa xênji zimanê rûsî, bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî jî çap bûye.

Berhema me a îro ha tê binavkirin: ” Şûrê kurdan di kalên da namîne”. Em îro beşa sisîyan, ango a dawî çap dikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

Şûrê kurdan di kalên da namîne -3

L. M. Rewandî-Fedaî

(SERDAZÊDEKIRINA WÊJEYÎ)

Qewad Reş

Qehremanên şeran

 

Di belgeyên kevinare yên sedsala XIV da kesên ku erdeka hespan diajotin wa dihatine binavkirinê. Di sala 1296an Barî Zayînê da li ser çemê Orontê li Asorestanê di navbera leşkerên Hîttîtîyan yên qiral Muwetallu û leşkerên Misirê yên bi serokatîya firawin Ramsesê II şerekî mezin qewimî. Wî çaxî dengê şêr kete guhê firawin, ew ji konê xwe derket, hahanga bi lez ebayê xwe yê hesinî avîte ser milên xwe, xwe avîte firxûnê û berê xwe da şêr. Di şerê li rex Kadeşê di bin hukumê Muwetalluyê hîttîtî 2500 şervanên siyarî hebûn, lê jimara şervanên Ramsesê II ne kêmtir bû. Ew şerê siyarîyan yê herî mezin bû di dîrokê da.

Di dema Kadeşê da siyarî dihatine hesibandin wek leşkerên çîna torinî yên pêşin. Eşîreta Salhedînê efsaneyî, serketîyê himberî xaçgiran, dihate binavkirin wek ”Rewandî”, ango ”siyarkêşî”. Meriv nikare nimûneyeke din a torinîya şervanyê ya ewqas bêhempa bîne. Bidine ber çavan, ku di navbera Kadeş û şerên bi xaçgiran ra hezar û pêncsed sal hene.

Bi vê yekê ra girêdayî gerekê wê rola kurdan destnîşan bikin, ku wana kirîye nava karê ku hesp bûne heywanên malê. Rêzeçiyayên Zagrosê ji Behra Wanê destpê dibe heta digihîje Devtenga Farizistanê. Ew bûye sîmvola pêşîyên kurdan. Zagros warê xuliqîna nebatên çandinîyê yên pêşin e di dewrana Neolitikîyê da. Berpalên Zagrosê têne hesibandin wek war-colanga dîyarbûna gulan, xaşxaşkan, beybûnan û nefelan. Lê ya here sereke, deşt û bestên Zagrosê yên bêhejmar pir bi qîvarê va dagirtî ne, ku bo hespan gîhayê herî hezkirî ye, aşûrîyên qedîm ji wê nebatê ra “gîhayê Mîdîyayî” gotine.

Hela dîrokzanê Yûnanistana kevinare Herodot derheqa hespên di cihanê da herî baş da nivîsîye, ku ji herêmeke Mîdîyayê bûne. Lê ew nayê wê maneyê ku cisnê Mîdîyayî yê herî navdar li cihanê û Herodot di eynî wextî da xuliqîne. Besta Nîsayê hezar û pênsed sal berî dewrana Herodot êdî ekindar bûye, îzbata wê jî di berhema Kikkuli (sedsala XIV Berî Zayînê) da ye, ku li wir behsa hespên Mîtanîyan yên esîl dike. Pernsesa Mîtanîyan a sêzdeh salî, ku wek Nefertiti tê naskirin, û hevalbend û hemfikirên wê bi xwe ra ne tenê Yekxwedêtî anîne Misirê, lê ji Mîdîyayê herwiha hespên Nîsayê yên herî esîl li cihanê anîn. Miletê Parthi, ku miorvên xwînî yên Mîdîyayî ne, cîguhastî Xorasanê bûn û bo bîranîna besta Nîsayê nave paytetxê xwe danîn Nîsa. Hespên Ahaltekîyê (Ahal-teke aty) ji cisnê hespên Nîcayê yê Mîdîyayî ne.

Em dixwezin bi taybet destnîşan bikin, ku kurdên pêşîyên wan Mîdîya kevinare bûye, tu caran bi qamçîlêdanê hespên xwe biçûk nexistine û tu caran ew bo qazanca xwe bi kar neanîne. Ewana qumîs venaxwin, û eger ji birçîna bimirin jî, goştê hespan naxwin.

Peyhatîyên Aleksandrê Makedonê, bazîlêyên Selevkîdan, hespên ji Mîdîyayê birine Antiochîyê, Selevkîyê û Êpîfanîyê (Sûrîya) û li wir karxaneyên hespan yên mezin vekirin. Ereban, ku Sûrî zevt kirin, ew karxaneyên hespan yên bazîlîyan xistin destê xwe, û di paşdemê da awropîyan ew hesp bi nav kirin wek cisnê “erebî”. Em wê jî bêjin, ku li tu deman hespên erebî li ser rûyê erdê tunebûne. Erebistan bo ji hev zêdekirina hespan dest nade, lê li wê nîvgiravê şertên herî baş hene bo ji hev zêdekirina ”gemîyên qûmistanan” – deveyan.

Bi kurtî, hemû hespên cihanê yên esîl, heta yên Orlovê û Îngilîs jî esilê wan yek e. Û ew ji Mîdîyayê derketine, li besta Nîsayê…

 

AVKANÎ)

1) Ксенофонт. Анабасис / пер. М. И. Максимовой. М.; Л., 1951. R. 16.

2) Ксенофонт. Анабасис / пер. М. И. Максимовой. М.; Л., 1951. R. 27.

3) Хогг, Оливер. Эволюция оружия. От каменной дубинки до гаубицы. М., 2008. R. 7.

4) Аракелян А. А. Курды в Персии // Известия Кавказского отдела Императорского русского географического общества. Тифлис, 1904. Cild. 17, beş 1. R. 19–20.

5) Dîsa li wir. R. 20.

6) Гагарин А. Г. Персидский Курдистан // Записки Кавказ-ского отдела Императорского русского географического общества. Тифлис, 1852. Pirtûk. 1. R. 258.

7) Зейдлиц Н. Путешествие вокруг озера Урмии // Вестник Императорского русского географического общества. СПб., 1858. Serî. 22, beş. 5. R. 59.

8) Dîsa li wir. R. 60.

9) Di wan deman da an tivingên kavalerîyê, an jî damançeyên kavalerîyê hebûn – ew varyantên çekan yên biçûk bûn bona şervanên siyarî wek leşkerên here lez, ku dikaribûn zû xwe bigîhandana warê bûyerê.

10) Lewis, Norman N. Nomads and Settlers in Syria and Jordan, 1800–1980. Cambridge, 1987. R. 210.

11) Аракелян А. А. Курды в Персии // Известия Кавказского отдела Императорского русского географического общества. Тифлис, 1904. Cild 17, beş. 1. R. 19.

12) Баязиди, Мела Махмуд. Нравы и обычаи курдов / пер. М. Б. Руденко. М., 1963. R. 25.

13) Tarîfkirina hûrgilî ya Farizistanê û dewletên Kabûlê, Seîdîstanê, Sindî, Balxê, Bêlûcîstanê, axên Xorasanê, herwiha Gurcistanê û herêmên Farizistanê, ku gîhandibûne axa Rûsîyayê. Serdazêdekirina derheqa rêwîtîya Rûsîyayê di salên 1826, 1927 û 1828an da: di Beşa 3an, Serê 1ê. M., 1829 R. 83.

14) Никитин В. Курды: Пер. с фр. М., 1964. R. 155.

15) Нива. 1915. № 23. R. 442.

16) Генис, Владимир. Красная Персия: Большевики в Гиляне, 1920–1921: Документальная хроника. М., 2000. R. 410.

17) Kakakhan, Aram. In Kurdistan: Gold Shoes, Gold Daggers and Gold Kalashnikovs // Rudaw. December 12, 2013. URL: http://rudaw.net/mobile/english/business/ 12122013 (дата обращения 09.08.2016)

18) Rêxistina ”Dewleta Îslamî” (DAÎŞ) bi Qanûndarî li Rûsîya Federal hatîye qedexekirin.

19) Cetti-Roberts, Matt. We Visi-ted a Kurdish Gunsmith Who Repairs Captured Weapons. War is Boring. March 14, 2015. URL: https://warisboring.com/we-visited-a-kurdish-gunsmith-who-repairs-captured-weapons-19e049e94397#.da4ypx9ap (дата обращения 09.08.2016)

20) Баязиди, Мела Махмуд. Нравы и обычаи курдов / пер. М. Б. Руденко. М., 1963. R. 21.

Di wêne da: Eşîra Birûkan, sal 1990.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev