Pirsa we û bersiva me – 206

Pirsa we û bersiva me – 206

Xwendevanên delal, wekî ku hûn dibînin, malpera me beşa xwe ya bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi awayekî biserketî bi rê ve dibe. Rêvebira vê beşê, nivîskara malpera me Nûra Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksîyonê ra têne şandin, em ji Nûraya delal ra dişînin û ew jî an bi xwe, an bi alîkarîya redaksîyona malpera me bersiva pirsên we dide.

Vê carê Nûra Şane ji bo bersiva pirseke xwendevaneke me alîkarî ji me xwest, me jî berê xwe da mamostayekî kurd, zaneyê henekên kurdî Mem Dogala. Birêz Mem Dogala daxweza me înkar ne kir û soz da her heftê çend henekên kurdî ji me ra bişîne. 

Kerem bikin, em bi hev ra ji xwendina pirsên birêzan xwendevanên malpera xwe  û bersivên birêz Mem Dogala taybetmendîyên jîyana gelê xwe nas bikin û hinekî jî bikenin..

 

Pirsa xwendevanên me û bersiva Mem Dogala

 

Pirs: – Henekên kurdî zanebûnên me di hêla naskirina kûraya dilê gelê me didine dewlemendkirinê, me kêfxweş dikin û, wek gotina bizîşkan, bi erênî tesîr li ser tundurustîya me dikin. Ji kerema xwe çend henekên ji jîyana kurdan raberî me bikin.

Bersiv: Henekên kurdî – 12

1-

Mêrik seharê zû ji nav nivîna xwe radibe, xwe amade dike û radije çivta xwe ya dulûle û berê xwe dide daristanê da nêçîreke xwe bike. Lê ba û bagereke dijwar destpê dike. Mêrik biryara xwe dide û vedigere malê. Dema berê xwe dide oda razanê dibîne ku hêj jina wî li ser nivîna xwe raziyaye. Jinik çavbixew dibêje; hewa derve çawaye?

Mêrik: Wele gelekî sar e, ba û bager e.

Jinik: Ha ew ehmeqê mêrê min jî seharê zu berê xwe daye daristanê û çûye nêçîrê.

 

2-

Mamoste nameyek devgirtî da destê Mîrza û got vê nameyê bide dê û bavê xwe. Da ew zanibin bê tu çiqas di nivîsandinê de xerab û bêkêrî.

Roja pişt ra Mîrza ji mamoste ra got: Ne dîya min ne jî bavê min nizanin nameyê bixwînin. Ji ber ku xwendin û nivîsandina wan tune.

 

3-

Min tîr da destê jina xwe û nexşeyê dinyê a bi dîwêr ve daleqandî nîşanê wê da.

-Di dema pandemîya covid-19´de me nikarî ji malê derkevin. Soz didim, tîrê di destê xwe da bavêje vê nexşeyê li himber xwe û tîr li ku bikeve em dê du hefteyan herin wir bêhnvedanê.

Jinikê tîr avêt û min dît ku tîr li pişt sarincokê/bozdolabê ketiye.

 

4-

Zengila derî lêxist. Kevanîya malê bilez çû derî vekir. Dibîne zilamek li ber derî rawestîyaye.

-Merhaba, ji bo deynekî ez li Bedo digerim.

-Ew ne li malêye, çûye nav zevîyan.

-Deynekî wî yê kevin li min bû min dixwest bidimê.

-Kerem bike were hundirû, Bedooo, were mêvanê te heye.

 

5-

Hemo hewl dide trembêla xwe ya ku 25 hezar mîl meşîyayî bifroşe. Lê ji ber mîlên wê yên pir, kes naxwaze trembêlê bikire.

Hemo ji Osê tamîrcî tika dike;

– Ji kerema xwe tu dikare kîlometrên trembêla min daxe, da were firotin?

Osê kîlometreyên trembêlê dadixe 4 hezar mîlan. Piştî du mehan Osê ji Hemo dipirse;

-Te trembêla xwe firot?

Hemo: Ma ez ewqas ehmeqim ku trembêla bes di 4 hezar mîlan de bifroşim?

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev