
Bengîyê wêjeya me a kevinare, evîndarê zimanê kurdî,
şêkirdarê karên kesên biyanî, ku bo pêşketina çand û wêjeya me kar kirine
Mustefa Kilicaslan vê carê jî bi nivîseke xwe a delal dilê me baristan dike,
xwîna me ji şabûna hildigerîne.
Fermo, hûn jî wê lezetê bibînin, ku me dît.
Nivîskarê ermenî Karapêt Sîtal ê ku li gundê Kaçit a bi ser Şax/Çataxa Wanê bûye li Amerîkayê sala 1942an ev serpêhatiya Mem û Zînê bi awayekê helbestkî ser zimanê ermenî çap kiriye.
Ev nivîsa li jêrê Heciyê Cindî serê salên 60î da parek ji kitêbê ji ermenî tercime kiriye hazirkirîye.
Karapêt Sîtal: “Mem û Zîn”
(Beyt – serhatiya cimaeta Kurda)
Amadekar: Mustefa Kilicaslan
PAŞGОTIN
Li ser mezelê Memê û Zînê
Du gulêd bedew hev ra şîn bûne,
Û li ber pencê t’evê û hîvê
Ji bоna hevdu şaxvedane.
Û her bihara gul dibişkivin,
О bengzekî xweş bi hev şa dibin,
Bilbil kilama pey hev dihûne,
Dike çike-çik dil û hinave.
Û ewêd hevsur miraz ç’eva da,
Dikin zûtirê bigihîjin hevdu,
Ranêzîk dibin, ku hev hemêz kin,
Çawa du maşоq hevdu ramûsin.
Lê dirya ’uncuz wêderê hazir,
Tê û dikeve оrta wan herdua,
Û gulêd sоr e delal e nazik
Hisret e dil da naghîjin hevdu.
Û xоrtêd azep her-her êvara,
Kоka wê dirîyê dibirin bi m’era,
Û qîzêd bikur, tarîbara siba
Gula av didin bi cêrêd xwe va.
Kî kо bibire dirîyê heft cara,
Ewê bigihîje bext û miraza,
Lawkêd Berwarê dibêjin awa
Û dirîya ’uncuz dibirin kоkê va.
Car din herdu gul şaxevedidin,
Rengê sоr-gevez li xwe werdigirin
Li ber hênikayê, t’eva havînê
Çawa tarihan dikevine xemlê.
Û herdu gulêd delal e bi bîn,
Dîsa xwe davên hemêza hevdu,
Bi eşq hiz kirin hevdu radimûsin,
Û çawa du gul gula dibarin.
Tê gotin wekî nivîskar di pêşgotina kitêbe da wiha nivîsiye:
Bila ev ferzeke min bêy hesibandin bona miletê kurdê cînarê me yê mezin î wêrek î egîd ra. Û her çiqas îro ev miletê qehreman di bin nîrê dagîrkarêd başqe da tê azirandin û çerçirîn, lê roj dûr nîne ku jê xilas be.
Riataza