Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê

Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê

Şêxmûs Ozzengin

Di derheqa federalîzmê de, di navbera Bexda û Hewlêrê de di asta cîhbicîhkirina destûrê de nerîn û helwestên cûda hene. Di helwesta partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê de jî, di asta helwesta parastina berjewendîyên Kurd û Kurdistanê de helwestên cûda hene. Hikûmeta Bexdayê cûdatîyên nav mala Kurd, ji bona astengkirina destkevtinên miletê Kurd ji xwe re bikar tîne.

Şîeyên nijadperest yên heta niha li Bexdayê bûne desthilatdar, her çiqa di destûrê de Herêma Kurdistanê wek herêmek federe û xwedî îrade pejirandibin jî; di pratîkê de ev rastî qebûl nekirine.

Modela Îraqê wek projeyek nû a Rojhilata Neverast hatîye amade kirin. Lê hin dagirkerên Kurdistanê û hin jî aktorên herêmê astengîyan ji vê projeyê re derdixin, ku ev destûr neyê cîhbicîh kirin.

Dewletên yekalî (ûnîter) naxwazin ev proje serkevtî bibe.

Di eslê xwe de, Destûr û modela Îraq a nû, mînakek balkêş e. Ji bona avakirina dewleteke hevpar, piralî û xwedî maf. Di vê projê de herêmên otonom yên etnîkî, mezhebî û olî bi girîngî cîh girtine. Mixabin, her çiqa kurdan piştgirî dabin vê projê, ku serkevtî bibe, ewqes jî nîjadperestên Îraqê bi piştgirîya dewletên kolonyalîst, wek Îran û Tirkîyê her asteng ji vê projê re derxistine.

Li Îraqê encamên hilbijartinên 10.10.2021 an li hesabê pir alîyan nehat, ji ber ku di van hilbijartinan de hêzên Îraqê û beşek ji Kurdan, ku bi Tirkîyê û Îranê re têkildar in, wenda kirin. Ev pênc meh di ser hilbijartinan re derbas bûye, hîn hikûmet nehatîye damezirandin. Bi lîstikan her dixwazin rewşê aloz bikin.

Ji bona dewlet xurt, liser ling bimîne, sê hokerên girîng hene.1-Serwerîyek bihêz, 2-Aborîyek bihêz, 3-Hebûna ewlehî û aramîyek bihêz.

Dewleta Federel a Îraqê ji van hersê hokeran jî mahrûm e. Di destê teyfeyên mezhebî, destbiçek, nîjadperest û gendelîhezan de, rû bi rûyî qeyranên siyasî, aborî û ewlehîyê ne.

Bi damezirandina „Îraqeke nû û federal“ re, biryar ew bû ku ev herêmên li gor madeya 140 ku heta 31.12.2007an bi referandûmê bên çareserkirin. Di normalê de divê heta vê rojê, serî li Îradeya niştivanên van herêman bihata xistin û nakokî çareser bibûna. Lê hin Îran û hin jî Tirkîyê bandorek mezin li ser hikûmeta federal a Îraqê çêkirin û bi grûbek nijadperest ya şîeyên li Bexdayê re, her pêşî li vê madeyê girtin. Nehiştin ku Kerkûk jî di nav de, pirsgirêkên van deveran çareser bibe û destûr cîhbicîh bibe. Di vê karesata hikûmeta Federal a Îraqê a li henber destkevtinên Kurdistanê de para beşek ji kurdan jî heye! Di virde hêzên sîyasî yên kurdan, berjewendîyên netewî kirin qurbana nakokîyên hizbî.

Di asta federalîzmê de, di navbera Bexdayê û Hewlêrê de nerîn û helwestên cûda hene.

Şîeyên nijadperest yên heta niha li Bexda bûne desthilatdar, her çiqa di destûrê de Herêma Kurdistanê wek herêmek federe û xwedî îrade pejirandibin jî, di pratîkê de ev rastî qebûl nekirine. Ji ber wê jî, hin porjeyên destûrê, ava kirina herêmên federe yên wek navend û başûrê Îraqê (herêma federe a Besrayê) nehatin avakirin. Bexda wek dewletek federal û navendî, nehişt ku hêza desthilatê bi herêmên federe re parve bike. Dewleta federal a Îraqê wek dewletek ûnîter (yekalî) tev gerîya. Vê jî nakokîyên di navbera dewleta federal û herêma federe a Kurdistanê de her ku çû kûr kir. Helwesta ûnîterî ya Bexdayê, bû sebebê nakokîyan di navbera herêma Necefê, Besrayê û Bexdayê de jî.

Bi dehan madeyên destûrê hene ku cîhbicîh nebûne. Her li Bexdayê, destek tarî pêşî lê digire, ku ev madeyên destûrê derbasî jîyanê nebin.

Heta niha, ev 18 sal e ne Serokkomarê Îraqê, ne parlementeran, ne Parlementoya Kurdistanê, ne serokatîya Kurdistanê, ne partîyên Kurdistanê, ne jî Sendîka Parêzerên Kurdistanê ji bona van madeyên destûrê, ku cîhbicîh bibin, serî li Dadgeha Federalî nexistine û doza çimayîya van madeyan nekirine.

Berî bi çend rojan, bi alîkarîya Serokkomarê Îraqê Berhem Salih, sê parlementerên YNK (Dilah Gafur, Karwan Yarweys û Kerim Şukur) û yek jî endamê Çarçoveya Hemahengî yê ku nêzikî Heşda Şeibî ye (Ali Turki Cesum) re, ji bona ku pêşî li berbijêrê PDKê Hoşyar Zêbarî bigirin, serî li Dadgeha Federalî ya Iraqê xistibûn û pêşî li berbijêrbûna Hoşyar Zebarî girtibûn. Ev nîyetek xerab bû û lîstikek sîyasî bû. Hinek destên tarî her dixwazin ku ev post, di destê YNK de bimîne. Ji ber ku li hesabê wan tê. Ev 17 sal e YNK, vî postê mafê destûrî, ku ji bona Kurdan e, bi xerabî bikar tîne. Berhem Salih û YNK ji bona ku postê Serokkomarî ji xwe re bigire, vê îmkanê bikar tîne. Lê tu carî serdana Dadgeha Federal ji bona berjewendîyên miletê Kurd, ku bikar bîne neketîye bîra wan.

Di 15.02.2022 de, Dadgeha Federal ya Îraqê biryarek din da. Dadgeha Federal ya Îraqê di biryara duduyan de, firotina gaz û nefta Kurdistanê bi destê hikumeta Herêma Kurdistanê ne yasayî dît û xwest ku Hikumeta Herêma Kurdistanê dahatên neft û gaza Kurdistanê radestî dewleta federal a Îraqê bike.

Dadgeha Federal a Îraqê, hin biryara berbijêrê PDK Xoşyar Zebarî ji bona postê Serokkomarê û hin jî destdirêjîya Dadgeha Federal a ji bona neft û gaza Kurdistanê; bi dîrektîfa hinek hêzên siyasî, ku firseta destdirêjîya destkevtinên Kurdistanê bidest xistin. Biryarên Dadgeha Federal, biryarên siyasî ne û di armanca berevajiya destûra Îraqê a Federal dene. Ev mesajên Dadgeha Federal, mesajên xerab in ji bona Herêma Kurdistanê.

Ev 17 sal e Dadgeha Federal a Îraqê xwedî li destûrê derneketîye. Ev 9 sal e nifta Herêma Kurdistanê, Muçeyên karmendan û hêza Pêşmergan hatîye qutkirin. Hikûmeta Bexda vê wek çekek dijminane li henber kurdan bikar tîne. Lê heta niha Dadgeha Federal ji bona cîhbicîh kirina destûrê hewl nedaye xwe. Gelo çima di vê demê de, ev dezgeh çalak bû?

Dadgeha Federal bi van biryarên sîyasî û dijminane pêşî li çareserkirina pirsgirêkên di navbera hikûmeta federal a Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de girt, ku bi dan û stendinan, ev pirsgirêk li gor destûrê neyên çareser kirin.

Divê Hikûmleta Herêma Kurdistanê, Parlementoya Kurdistanê tu carî fersend nede, ku destkevtinên miletê Kurd bên giftûgo kirin. Desdirêjiya ser neft û gaza Kurdistanê, desdirêjîya serwerî û îradeya sîyasî a miletê Kurd e. Divê îradeya netewî û niştimanî destûrê nede ku ev serwerîya miletê Kurd binpê bibe.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev