”Hêsirên Xwînê”: Ahmedê Hepo

”Hêsirên Xwînê”: Ahmedê Hepo

“Berhevoka Serhatiyan”

 

Berhemên Ahmedê Hepo ne tenê ji aliyê zimên ve belgeyinên wêjeyî ne; her wiha ew serpêhatiyên wî jî bi qasî zimanê wî orjînal in.

Her kurdekî ku bi mebesteke kurdewariyê çûye Azerbaycanê, teqez riya wî bi mala Apê Ahmed ketiye; bi alîkariya wî gihiştiye mirazê xwe.

Ahmedê Hepo him damezrînerê wêjeya kurdî ya kurdên Azerbaycanê ye, him jî bi xebatên xwe alîkariya pêşveçûna wêjeya kurdên Ermenistanê kiriye. 

….

Ev “Berhevoka Serhatiyan” a Ahmedê Hepo li ser du beşan hatiye belavkirin: Beşa yekem ku para mezin a pirtûkê pêk tîne, ji kurteçîrokên wî bi xwe pêk tê ku nivîsandina wan ji sala 1965an dest pê kiriye:

Hinek bi sernavên “Adar” û “Emir Gul Vedide” wekî pirtûk hatine weşandin, hinek jî di nava berhemên wî yên din de hatine raçandin. “Adar” û “Emir Gul Vedide” ji tîpên krilî ji bo latînî hatin guhastin; her wiha yên belawela weşandî di vê beşê de hatin kom kirin.

Di beşa duyem de jî hinek kurteçîrokên ku wî ji azerbeycanî wergerandine kurdî hene.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev