Zimanê kurdî û em

Zimanê kurdî û em

Şemsettin Işıklı

Tiştekî ku em pîroz bikin an pê kêfxweş bibin tune ye. Lê em dikarin biryareke dîrokî bidin ji bo ku zimanê xwe hîn bibin û bidin hînkirin.

Em dikarin sozekî kurdiyane bidin ku li zimanê xwe xwedî derkevin. Em dikarin bikaranîna zimanê xwe yê neteweyî li ser xwe û li ser derûdora xwe ferz bikin.

Em vê bikin.

Li jêr axaftineke Fuat Önen (ya li Kurd-Kavê) yeke muhteşem heye. Min ji bo xatirê îro û ji bo xatirê we daxiste ser kaxizê.

Bi hêvî me ku em bi hev re bixwînin.

 

xxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxx

Van salên dawîn medyaya tirkan dinivîsin, dibêjin: ‘Pirsgirêka kurd pirsgirêka zimanê kurdî ye.’ Dixwazin kêşeya miletekî daxînin kêşeya zimanekî. Ev xeterîyeke mezin e.

Dewleta tirkan ne dijminê zimanê kurdî ye. Ev dewlet dijminê hebûna miletê kurd e û dijminê hebûna Kurdistanê ye. Ji ber wê hicûmî zimanê kurdî dikin. Ev e sed sal e hedefa vê dewleta jenosîdal ew e ku rastiya welat û miletê kurdan ji holê rake.

Hicûmê dewleta tirkan li ser zimên ji bo vê ye, ji bo ku rasteqîniya milet û welatê kurdan ji holê rakin hicûmî zimên dikin. Ji bo çi hicûmî zimên dikin? Loma ziman stûnê esasî yê milet e. Di heman demê de, ziman neynikek e ku tu kesayeta neteweyî di wê neynikê de dibînî.

Jixwe em kesyetiya tirkan di ser zimanê wan de dibînin. Ji ber wê ye ku ev e sed sal e ev dewlet dixwaze zimanê kurdî ji holê rake.

Xaleke duduyan û derdekî giring yê me û yê Kurdistanê jî ev e ku em tim li ber xwe didin. Tim berxwedan e. Berxwedan jiyan e. Em her berxwe didin.

Halbûkî bidestxistina mafan, bidestxistina mafê miletan ne bi berxwedanan lê bi serhildanan dibe. Ne bi parastinê lê bi hicûmê dibe. Sedemekî ku îro em di vê tengasiyê de ne, bi taybet di hindur siyasata kurdan de, fehmê defansê serdest e. Em tim defans dikin. Hâlbukî ji bo ku tu mafekî bi dest bixî divê tu ofans bikî, yanê divê tu hicûm bikî. Tu hicûm nekî tu nikarî tu mafî bi dest bixî.

Li tu derê dinyayê şerê partîzanî, şerê gerîlayî, şerê peşmergeyî ne şerekî defansê ye. Partîzan, gerîla, peşmerge li her derê hicûm dikin. Yê me, ev e bîst sal e, ew jî di pozîsyona parastinê de ne, xwe wer terîf dikin.

Li vir ya giring divê ku kurd hînî hicûmê bibin. Ku kurd hicûm nekin, nedikarin zimanê xwe biparêzin, nedikarin hebûna miletê xwe biparêzin û ne jî dikarin rastiya Kurdistanê biparêzin. Ji bona wê divê em ji vê fehma xweparastinê derkevin.

Giringiya sisêyan; cudakirina civata sîvîl û cîvata siyasî ye. Têgeha dijber ya civata ‘sîvîl’ ne civata ‘siyasî’ ye. Têgeha dijber ya civata ‘sîvîl’ civata ‘fermî’ ye. Ev her du têgeh in bi hevdu re.

Mixabin, li Kurdistanê, ev peyva ‘sîvîl’ pir serdest bûye, û a rastî kes pê nizane ka qala çi dikin. Gava ku dibêjin ‘sîvîl’ nizanin qala çi dikin. Mesela; Serhildana 1925an tevgereke sîvîl e, berxwedan 1938an ya Dêrsimê tevgereke sîvîl e. Li Kurdistanê yên ne sîvîl kî ne? Li Kurdistanê yên ne sîvîl dewleta dagirker û hemû dam û dezgehên wan in. Tu dewleta dagirker û dam û dezgehên wan ji Kurdistanê derxî, Kurdistan seranser sîvîl e. Bi sedem ku em ne dewlet in.

Aniha, tirk van têgehan ji Ewropayê distînin, em jî ji tirkan distînin. Li Ewropayê, ev e dused-sêsed sal in modernîzasyonek heye, li wir dewlet heye, civata fermî xurt e û li dij wê civatê dixwazin civateke sîvîl ava bikin. Dema civaka te ya fermî hebe, civaka te ya sîvîl jî dê hebe.

Lê Kurdistan ne devereke wisa ye. Li Kurdistanê problema me, tunebûna civata fermî ye. Ji ber wê; çi rewşenbîrên me çi siyasetmedarên me her ku pesnê civka sîvîl didin û dibêjin em ‘sîvîl’ bin, esasen xizmet ji dagirkeriyê re dikin. Ez wek kesekî sosyalîst û cudaxwaz ne li dij cıvata ‘sîvîl’ im. Lê taleba min ya esasî; ez dibêjim; gerek e li Kurdistanê civateke fermî hebe. Dema ku welatê me jî bû dewlet û civata me ya fermî jî çêbû, wê çaxê aktîvîstên me dikarin qala tevgerên ‘sîvîl’ bikin. Aniha em bi serûber sîvîl in ji xeynî dewleta dagirker li Kurdistanê.

Daxwaza ziman li Kurdistanê û li Tirkiyeyê ne heman tişt e û ji bo kurdên Anatolyayê jî. Ev taleb ji hev cuda ne. Em van têkilhev nekin. Talebên ziman li ser van cografyayan ji hev cuda ne. Bi sedem ku taleb li ser axê saz dibe. Heke ziman bi axê neyê parastin, dê ziman ji holê rabe. Milet civateke li ser axekê ye. Ji bo çi zimanekî me yê hevpar heye? Em bi hezaran sal, li ser axekê bi hev re jiyane. Heke têkiliya zimên bi axê re neyê danîn û li ser wê axê desthilatdarî neyê xwestin, em ê nekarin vî zimanî biparêzin. Ji bo ku em bikaribin zimanê kurdî biparêzin, divê em dewlet bin. Ji ber wê ez her dibêjim kurdîhezên esasî yên cudaxwaz in.

Ew kesên ku dixwazin dewletên dagirker ji welatên wan derkevin û bi xwe bi dewlet bin, tenê rêya parastina zimên ev e.

Ez çend tişt jî ji bo vê qampanyaya zimên ya vê dawiyê jî bêjim.

Carekî tiştekî balkêş e ku cara ewil siyaseta tirk û siyaseta kurd li ser mijarekê gihane hev. Ev tiştekî balkêş e, hêja ye ku mirov li ser bifikire. Piştî deh salan partiyên kurdan giş li ser qampanyaya dersa hilbijarî gihane hevdu. Ahmet Dawutoxlu, Alî Babcan piştgirî kir, AKP jixwe dibêje ev malê me ye. CHP piştgirî dayê.

Divê em li ser vê bifikirin. Ji bo çi? Di tu meselan de siyaseta kurd û siyaseta tirk li hev nakin lê di vê meseleye de ji bo çi li hev kirine? Bi sedem ku ev proje projeyeke tirkiyewî ye. Bi sedem ku dersa hilbijarî hicûmeke li ser miletê kurd e. Divê ku em baş vê binirxînin.

Dersa hilbijarî û perwerdeya zimanê zikmakî ne heman tişt in. Yanê dewleta tirkan dikare di yasaya xwe de guherînekê çeke, beje kêmareke kurd heye û divê em perwerdeya zimanê kurdî têkin mufredatê. Ev tiştekî din e.

Dersa hilbijarî ne ev mijar e. 73 heb dersên hilbijarî hene. Di hindur viya de du beş dersên hilbijarî ziman in. Yek jê dersa zimanê biyanî ye, ev dersa îngîlîzî, fransizî, erebî û yên din in. Beşa duduyan; dersa zimanên zindî û zaravayan e. Her du zaravayên kurdî di vê beşê de cî digirin.

Qesta wan ji van zimanên zindî çi ye? Yanê milet çûye lê hîn zimanek heye, hin kesên ku vî zimanê dipeyivin, yên xwestin û ev ne tenê ji bo kurdan e, yanê yekî ereb, yekî ecem an yekî îngîlîz jî dikare vê dersê hilbijêre. Ev bi xwe sivikayî li vî miletî kirine.

Yanê ji me re dibêjin; hûn ne milet in, zimanekî we yê milî jî tune ye, me milet ji holê rakiriye, domahîka vî miletî hin kes bi kurdî dipeyivin, kî ji xwe re dixwaze dikare vê dersê hilbijêre.

Yek; divê kurd siyaseten vê red bikin. Em miletek in, welatê me heye, zimanê me bi hezaran sal e ku em bi vî zimanî dijîn. Hûn nikarin muamelaya zimanekî wek domahîka miletekî bi zimanê me bikin.

Li vir tiştekî ku bê parastin tune ye. Qusûra qampanyayê jî ev e. Yanê ez ne li dij im, ez zarokên xwe dişinim mektebên tirkan, li wir tarîxa tirkan fêr dibin, zimanê tirkan fêr dibin, bila dersa kurdî jî hilbijêrin. Ev mecbûriyetek e, ez ne li dij im ku zarok vê dersê hilbijêrin.

Lê gava ku ez zarokê xwe bişînim, divê ku ez vê şiûrê jî bidimê. An dê çi bibe?

Heke îro ji derve de hinek li rewşa siyaseta kurd û siyaseta tirk binêre, dê bêjin li Tirkiyeyê şoreşek çêbûye. Kêşeya kurdan safî bûye. Ev e partiyên kurdan û tirkan bi hev re dersa hilbijarî tercih dikin.

Ji ber vê; divê em wek helwêst vê hicûmê red bikin, li ser rastiya welat û miletê xwe mîsoger bin, çareseriyê jî li ser vê bibinin. Çareserî jî ew e ta ku miletê kurd li Kurdistanê nebe dewlet, yekîtiya Kurdistanê pêk neyînin, em nikarin vî zimanê li ser lingan bihêlin. Tekane rêya wê ew e.

Yên din gav in, heval dikarin li ser siyaset bikin, ez ne li dij vê qampanyayê me. Lê zeafa qampanyayê ev e ku ji rastiya milet û welat bi dûr, tenê wek dersa hilbijarî tê parastin.

Ev dersa hilbijarî ne mijara qebûlkirina kêmara ye jî. Yanê wek tu bêjî; zimanê hîtîtan, zimanê asûran, muameleyeke wer bi zimanê me dikin.

Ji bo ku zimanekî kêmar bê qebûlkirin, divê yasayê wê hebe. Yasaya vê tune ye. Talîmatnameyeke Wezareta Perwerdeyê ye.

Sibê kîjan wezîr were dikare wê talîmatnameyê betal bike û dê betal bibe.

Wêne: ji malpera Haluk Agrîn

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev