HÊKDANK

HÊKDANK

Kurê Reşîd

Hêkdank an jî hêlkedan (bi înglîzî: ovary) cotek endamê zaûzê ya mêyan e bo çêkirina xaneya hêkê û berhemanîna hormonên mêyê.

Xaneyên hêkê di hêkdankan de tên embarkirin û persîn heta ko bi hêkdananê ber bi coga hêkê tên avêtin. Hormonên wekî êstrogen, procesteron û înhîbîn ji aliyê xaneyên nav hêkdankan ve tên berhemkirin û derdan.

 

–Pêkhateya hêkdankê–

Di laşê mêyan de du hêkdank heye û her yek li aliyêkî malzarokê de cih digirin.

Dirêjiya hêkdankan bi qasî 2.5 – 3.5 cm, firehiya wan 2cm û stûriya wan jî 1 cm e.

Hêkdank di hewzekelênê de cih digirin û bi navbeynkariya bestera hêkdankê, bi beşa jorê ya malzarokê ve girêdayî ne. Bestera pehn û bestera hilawestîner a hêkdankê , hêkdankan di nav hewzekelênê de mikûm dikirin. Lûleyên xwînê, demar û lûleyên lîmfê di nav bestera hilawestîner de dirêjê nav hêkdankê dibin. Gun û hêkdank endamên homolog in. Endamên ko pêkhate, perisîn û cihê wan di laş de mîna hev in û ji heman cor şaneyên embriyoyê peyda dibin, wekî endamên homolog tên navkirin. Ne hewceye ko erkê endamên homolog heman be. Wekî mînak; mil û destê mirov û baskê balîndeyan endamên homologê hev in. Herwisa gun û hêkdank jî endamên homolog in, ji heman şaneyên embriyoyê pêyda dibin, hormon û xaneyên zaûzêyê berhem dikin, lê ji hin aliyan ve gun û hêkdank ji hev cuda ne.Perisîn û çalakiya hêkdankan ji aliyê hîpotalamus û hîpofîzê ve tê rêkxistin.

Her hêkdank ji du beşan pêk tê: kirok (bi latînî: medulla) û tûkil (bi latînî: cortex)

Kirok beşa navî ye û ji bestereşaneya sist pêk tê. Kirok lûleyên xwînê, lûleyên lîmfê, demarerîşal û gurzeyên lûsesmasûlke lixwe digire.

Beşa aliyê derveyî hêkdankan wekî tûkil tê navkirin. Tûkil bi rûkeşeşaneyê dapoşrav e. Di bin çîna rûkeşeşaneyê de çîna sipîk (bi latînî: tunica albuginea) cih digire. Çikildanên hêkdankê di beşa tûkilê de, di bin çîna sipîk de cih digirin. Çikildan ji xaneya hêkê ya negihîştî û xaneyên derdanî (bi înglîzî: endocrine cells) pêk tê. Hêkexaneya(xaneya hêkê) negihîştî wekî oosît (bi latînî: oocyte ) tê navkirin.

Di başa tûkil a her hekdankek de bi hezaran çikildanên hêkdankê cih digirin. Li gor rêjeya perisînê, ne yek lê çendan cor çikildanên hêkdankê heye. Herwisa li gel çikildanan, pêkhateyên wekî tenê zer û tenê spî jî di hêkdankan de cih digirin.

 

–Çikildanên hêkdankan–

Çikildana pêşîn (bi înglîzî: primordial follicle)

Çikildanên herî negihîştî yên hêkdankê ne. Ango çikildanên pêşeng in. Ji hêkexane ya negihîştî û ji rêzek çikildanexane (xaneyên çikildanê) yên li derdora hêkexaneyê pêk tê. Di qonaxa çikildana pêşîn de hêkexane ya negihîştî, ango oosît, wekî oosîta yekem (primary oocyte) tê navkirin. Perisîna Oosîtan di qonaxa profaz a miyoza yekem de hatiye rawestandin. Dema ji dayikbûnê de, di hêkdankên dergûşa mê de bi qasî 1.5 milyon çikildanên pêşîn heye. Di temenê pêgihîştinê de ango di temenê 12-14 salî de hêjmara çikildanên pêşîn dadikeve 400 hezarî.

Çikildana yekem (bi înglîzî: primary follicle)

Di temenê pêgihîştinê de (12-14 salî) bi bandora hormona handerê çikildanê (FSH), çikildana pêşîn diperise û çikildana yekem peyda dibe. Di her çikildanek yekem de oosîta yekem, bi rêzek an jî pirtir rêzên çikildanexane yên şeşrûyî dapoşrav e. Di çikildana yekem de çikildanexane êdî wekî xaneyên granuloza(bi înglîzî: granulosacells) tên navkirin. Hormona êstrocen ji xaneyên granuloza tê derdan. Çikildanên yekem hem diperîsîn hem jî hormona êstrocen der didin. Êstrocen û procesteron guherîna navpoşê malzarokê han dikin.

Çikildana duyem

Ji geşbûna çikildana yekem, çikildana duyem çê dibe. Çikildana duyem ji oosîta yekem, gellek çînên xaneyên granuloza û antrumê pêk tê.

Di vê qonaxê de oosîta yekem ji aliyê du pêkhateyên parezêr ve hatiye dorpêçkirin. Ji van pêkhateyan a yekem wekî navçeya ron (bi latînî: zona pellucida) tê navkirin û li ser oosîde de cih digire, pêkhateya din jî wekî taca tîrojî (bi latînî: corona radiata) tê navkirin. Taca tîrojî li ser navçeya ron cih digire. Beşa di navbera taca tîrojî û xaneyên granuloza bi şileyek tijî ye, navê vê beşê antrum e.

Çikildana gihîştî (bi înglîzî: Graafian follicle)

Çikildana gihîştî ji oosîta duyêm a bi navçeya ron û taca tîrojî dorpêçî, ji firerêzên xaneyên granuloza û ji antrumek fireh a bi şile tijî pêk tê. Oosîta duyem miyoza yekem temem kiriye, ango edî haploîdî ye û di qonaxa metefaza miyoza duyem de rawestî ye. Di qonaxa çikildana pêgihîştî de çikildan û antrum gellek mezin xuya dibin.

 

–Tenê zer–

Bi bandora hormona handerê tenê zer (LH), çikildana pêgihîştî diqelişe û oosîta duyem ber bi coga hêkê tê paldan. Beşa mayî ya çikildanê, di nav hêkdankê de diguhere, qabareya xaneyên çikildane zêde dibe û xane bi çewrî tijî dibin. Çewrî rengê zer dide xaneyên çikildanê. Ev beşa zer a çikildana bêoosît êdî wekî tenê zer (bi latînî: corpus luteum) tê navkirin. Tenê zer di nav hêkdankê de hormonên procesteron û êstrocen berhem dike û der dide. Evan hormonan rûyê navî yê malzarokê stûrtir dikin bo çeqîna embriyoyê.

 

–Tenê sipî–

Temenê tenê zer bi qasî 12-14 roj e. Paşê tenê zer ji aliyê xaneyên hellûşêner ve tên hilweşandin, pêkhateyêk spî ya ji bestereşane peyda dibe. Navê vê pêkhateyê tenê spî ye (bi latînî: corpus albicans). Piraniya tenê sipî tê mijandin, hinek ji tenê spî jî di nav hêkdankê de mîna lekeyên sipî dimîne.

 

–Erkê çikildanan–

  • Çikildanên hêkdankê xurek dabîn dikin bo hêkexane ya negihîştî.
  • Dema hêkdananê (ovulation) rêk dixe.
  • Malzarokê, cogên hêkê û zêyê amade dike bo pîtîna hêkê ji aliyê sperm ve.
  • Navpoşê malzarokê amade dike ji bo çeqîna hêka pîtandî.
  • Di destpêka ducaniyê de bo korpeleyê hormonên êstrocen û procesteron berhem dike, paşê heman hormon ji aliyê hevalbiçûkê (plasenta) ve tê berhemkirin û derdan.

 

*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.

https://ku.wikipedia.org/wiki/H%C3%AAkdank

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev