
Min ji çîrokeka Mesnewiya Mewlana siûd girt.
Hêvî dikim bi dilê we be
Memê Miksî
Kesek bajarî û yekî gundî
Destbiratiyek pir xweş û cindî
Girê dabûn van ji demek mêjîn
Di dawî çi bû ka em bibêjîn
Yê gundî çi dem bihata bajêr
Li rex dostê xwe wext diborand têr
Bi zarên xwe ve çi piçûk çi gir
Ta du sê mehan dimane li wir
Dostê wî jî her bi dil û canî
Mazûvaniya xwe pêk dianî
Çiqas ku hebin pêdiviyên wan
Wî ji malê xwe dida bêguman
Rojek yê gundî gotê: Destbira
Ev tu nagerî tu car ji xwe ra?
Hilde maliyan tu bi serê xwe
Bide mala min îsal berê xwe
Ji xwe bihar e gund wek biheşt e
Tam kela baxçan û ger û geşt e
Hekî nebe jî di wextê rezan
Li benda we me eseh tu bizan
Vêca yê gundî çiqas bû mêvan
Her ev teklîf bû ser dev û lêvan
Ji ber sedemek ew ê din jî dil
Bi çûyîna gund nebû werhasil
Her car ku neçe bi bersivek kurt
Ji yê gundî ra hêcetek digirt
Di dawî dostê gundî da silav
Çar mehan linik xwar wî nan û av
Sibehek çawa ewî xatir xwest
Li yê bajarî girtin her du dest
Bi keser li nav çavên wî nêrî
Got: Ka bêje min çima ezgorî?
Va ewqas sal e dibê ez ê bêm
Lê dîsa nayê min tişt nekir fêm
Tê heta kengî bidome wiha?
Ey zatê ji bo min qedirbiha
Mêrikî dîsa nedanê tu soz
Tenê ev gote gundiyê rihboz:
Bira dilê xwe bihêle rehet
Min jî divê bêm vêca ma qismet
Bi evê rewşê borîn di navber
Bê direw tam deh salên girover
Rojekê kurê mêrik ê fira
Gote bavê xwe: Gelo ji çi ra?
Destbirayê xwe ji bo ziyaret
Carekî jî be nakî tu niyet
Eşkera ye ev ne xefî ne sir
Te qencî û xêr gelek li wî kir
Hindik jî be ew ji vê minnetê
Divê xilas bit lew hingî ku tê
Ji bo çûna gund diketin lavan
Lê tu qet nabê,” Baş e, ser çavan”
Cara dawiyê li ber dîwarî
Bi xef gote min” Ez dikim zarî
Min nekarî lê hûn hemî qene
Dikarin bavê xwe bikin qane”
Mêrikî hingav kurik dît mafdar
Lê got: Min dil da hene hin fikar
Li rex rûnişt got: Hêjan tu genc î
Mezin dibên “Yê te lê kir qencî
Xwe biparêze ji zirara wî
Ca ku tu poşman nebî di dawî”
Ez jî ditirsim lawo bi rastî
Xira bibit ev destebiratî
Maliyan dîsa pir kirin israr
Mecbor ji bona çûnê da biryar
Xwe pêk anîn û bar kirin hêstir
Kelecan nebû ji evê mestir
Bi dilekî şad derketin ji mal
Bedewiyên gund dikirin xeyal
Di evê rêya zehf dûr û deraz
Avêtin gelek berwar û ervaz
Geh westiyan geh man birçî û tî
Bê inta dîtin cebr û zehmetî
Bi evî halê xirab û ne rind
Di demek direng gihane li gund
Vî bajariyê camêr û nedîm
Pirs kir xaniyê wî dostê qedîm
Nîşê dan û bi wê eşqa berî
Dest rakir çend car lêxist li derî
Rast bû navnîşan şik jê nebû lê
Tiştekî xerîb hebû li helê
Mîna nas neke wan bêmecalan
Derî venekir dostê bi salan
Bajariyê ev nedikir hêvî
Werimî û pir aciz bû ji vî
Çendî aciz bû qet nedida der
Dixwest ku hinek sebir ke li ser
Bi roj şewitîn malî ji german
Û direcifîn bi şev ji serman
Heta pênc rojên wan li wir qedan
Xwe ji ber derê malê tevnedan
Yê bajarî ew bidîta çiqas
Digot: Ez im ez ma min nakî nas?
Navê min ev e ji filan derê
Kurê filankes ka te got “erê”
Yê gundî digot: Qet nizanim ez
Belku direwan dikî tu teqez
Hero tên diçin ettar û çerçî
Ma xema min e bi kû ve diçî
Dibe tu kesek hêja û baş î
An jî neqencek zêde qelaş î
Bi dilek şewat her wekî bizot
Yê bajarî ji yê gundî ra got:
Bi salan bû ew mala min meh, meh
Ji te ra dibû sitar û wargeh
Heta biêşa li te ûr û zik
Te dixwar goştê berxikên nazik
Her sal min dida te destê xêrê
Temam pêdivî di gel zimhêrê
Berya bibînim evê ‘ecêbê
Bo te dikirî ji evê cêbê
Min qencî kirin ew jî bêjimar
Ka tişek ma di gel te nekir par?
Bi mirov ra hin ‘ar hebe heger
Divê ji şerman nizim bike ser
Yê gundî jî ser li mêrik hejand
Bi dengek bilind li wî vegerend
Got: Ez ne te û ne jî cihê te
Nas nakim heyran çima fihêt e?
Ji ber vî hişê min ê tevlihev
Nayête di bîr min çi xwar bi şev
Firtonek çêbû di şeva pêncan
Baranê lê kir şerpeze bûn can
Ji ber vê rewşa hew zehmet û zor
Mêrik bişid li derî da mecbor
Zarokek derî vekir bi nazî
Got: Kerem bike tu çi dixwazî
Mêrik jî bi hirs gotê: Birazî
Ka li bavê xwe bike tu gazî
Piştî çi qeder lave û hêvî
Pêşket hat dostê ji dostan kûvî
Bi sîmanek tirş got: Evê şevê
Gelo te xêr e ji min çi divê?
Yê bajarî jî bersiv da gotê:
Va pênc roj e min bi vê malbatê
Dît eziyetê pênceh salên tam
Hem jî rezîl bûm di nav gel û ‘am
Ez ne kesekî wek te nankor im
Dîsa heqê xwe li te diborim
Tenê ez dikim ji te ricayê
Di vê baranê me hedar nayê
Hema bidî me quncekê xanî
Dê xêrek mezin bikî, dizanî?
Malxwê malê jî bereqeke teng
Da nîşa dostê biqedr û çeleng
Û gotê : Ew cih yê baxçevan e
Bi şev tîra wî li ber kevan e
Ca ku bikuje gurên dirinde
Ta dibe sibe li berxwe dide
Eger ku tu jî îşev bikarî
Wekî baxçevan bikî vî karî
Ji bona manê ez didim destûr
Naxwe ji ber vî derî herin dûr
Mêrikê bêçar di vê şeva sar
Bi dilekî kul qebûl kir ew kar
Li wê bereqa tengik û xalî
Piştî di gel hev bicih bûn malî
Li der û dorê bi kevan û tîr
Wê şevê gera mêrikê feqîr
Di navekê ra wî bi xemgînî
Got: Ya Rebbê min tu jî dibînî
Ez nakim gilî ji bo min heq e
Heta bi qesem kêm e feleqe
Ji ber ku dost be kesekî lixîz
Ma jê dest dide karekî temîz?
Hem ev digot hem diavêtin tor
Hem jî ji zoran vediçirand por
Maliyên wî jî ji kêç û mêşan
Xwedê dizane ka çi dikêşan
Bajariyê ku niha nobedar
Dît reşahiyek jor da hate xwar
Wî jî tîra xwe da li ber kevan
Milê xwe paş ve bir lê girt nîşan
Çawa ku berda ew reşahî ket
Dengek nediyar hingav jê derket
Ev heywanek bû lê ka her çi be
Ew ê kifş bibit dema bû sibe
Em we dibên lê ji nav cihên germ
Deng seh kir dostê durû û bêşerm
Axînek kêşand ta ji binê ling
Bazda çû li yê bajarî girt sing
Got: Hey bê wijdan tu kor an dîn î
Cehşa kerê min çawa nabînî?
Ewî çiqas got min zen kir gur e
Yê gundî gotê “Nexêr ev virr e”
Mîna tu sirkê cuda kî ji av
Min dengê cehşa xwe nas kir hingav
Heta dengê wê ji nav sed keran
Min qenc nas dikir bizane heyran
Di vê da nîn e qet guman û şik
Bi keyfî te tîr berdaye cehşik
Yê bajarî ji hirsan xwe girt hew
Avêtê pêsîr girt vehejand ew
Gotê: Ey qeşmer! Ne bi tinazî
Ez tê giha me ka çi beraz î
Di nîvê şevê dengê cehşa reş
Nas dikî hem jî bi zelal û xweş
Lê naverojê dostê daimî
Çima nas nakî malnehedimî?
Riataza