Jules Verne Nasiya Xwe Dide Kurdan

Jules Verne Nasiya Xwe Dide Kurdan

Rohat Alakom

Destpêk

Nivîskarê fransî Jules Verne (1827-1905) bi romanên xwe yên serpêhatî (macera) û xeyalê zanistî hatiye nasîn, gelek ji wan wî bi taybetî ji bo ciwanan nivîsîne. Berhemên wî heta niha bi wergera qasî 200 zimanan hatine weşandin. Di sala 1883an de ew romaneke bi navê “Kerabanê Înadkar-Çil û Pênc Roj li Dora Behra Reş” ku ji du cildan pêkhatî dinivîse.[1] Keraban Axa navê bazirganekî osmanî ye ku bi kirîn-firotana titûnê mijûl bûye. Ew bi salan li Stembolê li taxa Uskudarê dijî. Di wergereke tirkî de ev nav wek “Kahraman” (Qehreman) hatiye guhartin.[2] Heta niha çend wergerên tirkî yên vê romanê hatine weşandin.[3] Rojekê dema Keraban Axa li Stembolê digere, ew nişkêva rastî dostekî xwe yê holandî Jan van Mitten tê, ev kes di romanê de her wek Van Mitten derbas dibe. Ew ji ber vê hevdudîtinê gelek dilşa dibin. Keraban Axa dema li kelekê (qeyîk) sîyar dibe bona herin aliyê Asyayê dibihê ku baceke nû hatiye ser buhayê çûyîn-hatina kelekan, hêrsa wî gelek tê, li dijî vê yekê derdikeve û biryar dide ku ew ligel mêvanê xwe derkeve gereke têra xwe dirêj ku li dora Behra Reş ku bi rojan dajo. Ew paşê li ser reşayê re (Qirim, Qefqasiya, Anatolî) vedigerin Uskudarê. Dema vegerê wek em ê li jêr jî bibînin ew li nêzîkî bajarê Trabzonê rastî xwişk û birakî kurd Sarabula Torin û Yanar Axa tên ku serpêhatiya wan beşekî mezin yê cildê duwem yê vê romana bi navê Kerabanê Înadkar pêk tîne. Dema min romana Kerabanê Înadkar ya nivîskarê fransî Jules Verne xwend kêfa min gelek bi taybetî ji cildê duwem re hat. Min nihêrî nivîskar li vir qala serpêhatiya xwişk û birakî kurd dike ku wek turîstan derketine seyranê û berê xwe dane bajarê Trabzonê ku li bakûrê Anatoliyê li qiraxê Behra Reş dimîne.

Romaneke Kurdistanê

Di cildê duwem yê romana Kerabanê Înadkar de em gelek caran rastî peyva Kurdistan tên. Di vî cildî de navê welatê kurdan: Kurdistan qasî 37 caran derbas dibe. Ji ber vê jî romana Keraban wek romaneke Kurdistanî dikare bê hesibîn. Jules Verne cara yekem dema qala karwanseraya Rissarê dike, li wir navê Kurdistanê dide. Ew dibêje ku gelek kesên ku diçûn Trabzonê û kesên ku berbi welatên Rohillatê Ermenîstan, Îran yan jî Kurdistanê diçûn, dibûne mêvanê vê karwanserayê.[4] Karwanseraya Rissarê ji Trabzonê 2 fersah (qasî di saet) dûr bûye. Jules Verne di beşa şeşan ya cildê duwem de Kurdistanê wiha dide nasîn:

Ev herêma çîyayî ya Asyayê ku ji Asuristan û Medistana antîkî pêk tê, di coxrafyaya nûjen de wek Kurdistan tê navandin. Bi sînorê Tirk û Îranê, wek Kurdistana Tirkî[5] û Kurdistana Îranî hatiye beşkirin. Kurdistana Tirkî ku ji Paşatiya Şehrîzor û Musilê, herweha ji beşeke Paşatiya Wan û Bexdayê pêk tê, xweyê zêtir çend sed hezaran şênî ye. Yanar Axayê ku berî rojekê ligel xwişka xwe Sarabula Torin hate karwanseraya Rissarê yek ji kesên giring yên vê herêmê bû”.[6]

Dema mirov vê romanê dixwîne, dibîne ku Jules Verne navên gelek cîhan û dîroka wan pêşkêş dike. Navên nivîskar, dîroknas û komutanên ku di derbarê kurdan de agahiyên pêşîn û kêrhatî didin jî di romanê de hene, wek Ksenofon, Strabo û Polybios. Di romana xwe de ew sê caran navê Ksenofon dide ku 400 sal berî bûyîna Îsa berhema Anabasis nivîsîye û tê de qala bavikên kurdan “karduxan” dike. Navê vê pirtûkê wiha ye: “Anabasis (Hilkişîna Berbi Jor)-Vegera Bi Deh Hezaran”. Ji ber ku bûyerên romanê li dora qiraxê Behra Reş derbas dibin, Jules Verne bi taybetî bala xwendevanên xwe kişandiye ser Anabasisê, nivîskarê wê Ksenefon û welatê karduxan.[7] Jules Verneyê ku Kurdistan qet nedîtiye çawa em ê li jêr jî bibînin hê di salên 1880yî de him dersa xwe ya Kurdistanê baş xwendiye û him jî “derseke baş” daye/dide wan hêzên ku îro dibêjin “Kurdistan tune ye”.

Du turîstên kurd

Sarabula Torin û Yanar Axa diçin Trabzonê

Jules Verne yê îcadmend bi peydakirina tîpên herdu kurdên wek Sarabula Torin û Yanar Axa yên seyr û ecêb (eksantrik) bala xwendevanên xwe kişandiye ser kurdan û welatê wan jî. Dema Keraban Axa û kafîleya xwe tên li nêzîkî bajarê Trabzonê, li karwanseraya Rissarê peya dibin, ew li wir rastî du kurdan tên, jineke kurd û birayê wê. Ew berî du mehan ji Başûrê Kurdistanê, ji bajarê Musulê rêketina ji bo kêfê dixwazin herine bajarê Trabzonê. Wan plan kiriye ku bo çend heftan li van deran ji xwe re bigerin. Mirov dikare bêje ku Jules Verne ev xwişk û birayê kurd derxistine tureke dinê, ew wek turîst anîne li aliyê Behra Reş ji bo gerê. Navê vê jina kurd Sarabula Torin e û navê birayê wê jî Yanar Axa ye. Mirov nizane kok û wateya van navan ji ku tê. Jules Verne peyva torin (asilzade) jî li navê vê jina kurd zêde kiriye: Sarabula Torin. Ew xanima di romanê de bi çehre û bejna xwe wek jineke bedew tê nasandin, 32 salî ye. Lê Sarabula Torin jî gelek înadkar e, bi vê înadkariya xwe hinekî dişibîne lehengê romanê yê mêrîn Keraban Axa. Ew keseke hêzdar, bêtirs û wêrek e, wek mêran xuya dike. Em di wêneyekî wê yê ku bi destan hatiye çêkirî de, wê bi xençereke kurd dibînin.[8] Mirov kêm caran di çavkaniyan de rastî jineke kurd ya bi xençer tê. Ew sê caran zewiciye, hersê mêrên wê jî gelek zû mirine, niha jinebî maye. Dema Sarabula Torin û birayê xwe tên karwanseraya Rissarê, ew li wir rastî kesekî holandî bi navê Van Mitten tên. Sarabula Torin ku sê cara zewiciye û sê caran jinebî maye dixwaze careke din dîsa bizewice û wek em ê li jêr jî bibînin qedera xwe bi vî kesê holandî re bike yek. Birayê Sarabula Torin, Yanar Axa ku kesekî bejnbilind 45 salî ye bi tîpa xwe li dorberê xwe tirs û xofekê belav dike, wek mînak di romanê de awir û simbêlên wî tehdîtkar tên dîtin.

Bûyerên li Rissarê

Carekê Sarabula Torin dema li karwansaraya Rissarê dimîne, derdikeve derve û diqîre dibêje ku haydût û diz ketine odeya wê ya ku jê re li karwansarayê hatiye veqetandin. Dema birayê wê vê yekê dibihîse, ew dibe agir û alav. Ew vê yekê qebûl nake wekî yek bi vî awayî destdirêjî namûsa xwişka wî bike. Lêpirsîn dest pê dike, qadiyê bajêr jî bo lêkolînan bike û bizanibe sucdar kî ye tê Rissarê. Di dawiyê de biryar tê girtin, ev kesê holandî ku tevî koma Keraban hatiye vir, divê bi Sarabulê re bizewice û bi vî awayî ev pirsgirêka bê çareser kirin. Van Mittenê ku ji bajarê Rotterdamê hatiye Stembolê, zewici ye û jina wî li Holandayê dimîne. Di encama şaşfamkirinekê de, ji bo nekevin zindanê ew mecbûr dimîne bi vê jina kurd re dizewice. Ew, bi vê fedakariyê dixwaze him xwe û i him jî hemû kesên din ji rewşeke bêhêvî xelas bike. Di vê rewşa trajîkomîk de li ser kaxiz be jî bi fermî nîşaniya xwe dikin. Di romanê de çawa em ê li jir jî bibînin nîşanîyeke mezin li Trabzonê di navbera vê jina kurd Sarabûla Torin û vî bazirganê holandî Van Mitten de pêk tê.

Şahiya nîşaniya Sarabula Torin û Van Mitten li Trabzonê

Di beşa 9an ya cildê duwem de nivîskar Jules Verne cîhehî mezin dide şahiya nîşanîya Sarabula kurd û bazirganê holandî Van Mitten. Ev nîşanî li bajarê Trabzonê çêdibe. Kurdên ku li Trabzonê dijîn jî tevî vê şahiya nîşanê dibin. Di nav van de nas û hevalên Sarabula Torin û birayê wê Yanar Axa yên ji Musilê jî hene. Bi vî awayî Jules Verne xwendevanan ji hebûna kurdên Trabzonê jî agahdar dike. Di romanê de bajarê Musilê jî derdikeve pêş, ev yek xemleke kurdîstanî ya din dide romanê. Li vir tê gotin ku ji aliyê bûkê de “eşîrek tevayî” di vê nîşanîyê de beşdar dibe. Mirovên vê cimaeta kurd li Trabzonê tên xîretê, xwe berpirs dihesibînin bona di vê şahiya çarem ya hemwelatiya xwe de beşdar bibin. Di romanê de ev kurd wek “mirovên serbilind” tên nasandin. Nivîskar bi hûralî li ser kincên kurdî yên ku zava û bûkê li xwe kirine disekine. Di cîhekî de jî ew dîyar dike ku di nîşanîyê de hin kilamên kurdî bi awayê xwe yên pirdeng û rîtmîk ji kilamên tirkî yan jî ermenî bêtir watedar, ahengdar û xwedî hêjayîke hunerî deng vedane, hatine gotin.[9] Di cîhekî romanê de jî wiha tê gotin: “Dîlana ku çil şev û çil roj bajo paşê dê li Kurdistanê bihata çêkirin”.[10] Di beşa here dawîn de jî dema Sarabula Torin û dergistiyê xwe yê holandî ji Trabzonê diçin Stembolê, ew li vir ji wî re wiha dibêje: “Van Mitten Axa, li Kurdistanê şahiyên me yên hîn jî muhteşemtir hene”.[11] Jules Verne wek me li jor dît di cildê duwem yê vê romanê de çanda kurdan jî dide nasîn, bi taybetî li vir beşa nehemîn bala mirovan gelek dikşîne.

Di destê zavayê kurdan Van Mittenê holandî de telegrafa ku ji jina wî ya li Holandayê hatîye, xuya dike!

Kesê paş wan jî birayê Sarabulayê, Yanar Axa ye

Beşa dawî ya romanê

Sarabula Torin û Yanar Axa vedigerin Kurdistanê

Di dawiya cildê duwem yê romanê de (di beşa 16mîn de) em Sarabula Torin û birayê wê Yanar Axa, ligel mêrê wê Van Mitten li Stembolê dibînin. Van Mitten bi kincên xwe yên kurdî êdî wek axayekî kurd yê rastîn xuya dike. Lê belê telgrafeke ku ji Holandayê tê her tiştî tevlihev û serobino dike. Dema Van Mitten vê nameyê şaş dixwîne ew hew zane jina wî li Holandayê berî pênc heftan miriye. Lê di telegrafê de wiha tê gotin  “Madam Van Mitten berî pênc heftan biryar daye ji bo we bibîne berbi Stembolê bi rêketiye”. Van Mitten fransîya gotina décéder (mirin) û décider (biryar dayîn) ji ber ku gelekî dişibin hev, ew hevlihev kiriye. Ango jina wî nemiriye, wê biryar girtiye ku bê Stembolê! nûçeya di dawiyê de pêşî li ber vê zewaca Sarabula Torin û Van Mitten digre. Çawa me li jorê jî dît ev zewac ji aliyê Van Mitten de zewaceke şkestî û bêdil tê hesibîn. Ji bo ku ew li Holandayê zewici ye, çê nabe ew bibe xweyê du jinan. Li gorî qanûnên holandî pirzewacî qedexe ye, ev mijar di romanê de berê jî tê niqaş kirin. Roman di vê beşa romanê de rengê xwe yê trajîkomîk zêdetir nîşan dide. Tiştekî li Stemboolê ew bikin êdî nemaye. Paşê Sarabula Torin û birayê wê Yanar Axa berê xwe didin Kurdistanê. Roman bi vî awayî diqede. Tenê ji wan re dîtina Stembolê kar dimîne.

 

Kerabanê Înadkar

Heman salê dibe mijara şanoyê jî

Çend nivîsên swêdî di derbarê berhema Jules Verne ya bi navê Kerabanê Înadkar de hê di sala 1883an di çapemeniya swêdî de hatine weşandin. Li gorî çend rojnameyên swêdî yên vê salê ev romana Jules Verne berî ku wek pirtûk bê weşandin, di şanoya Théâtre de la Gaîté de tê lîstin. Ev şanoya yek ji wan şanoyên here navdar tê hesibîn (1862-1989). Rojnameke swêdî Sarabula kurd ku di şanoyê de heye wek “Prensesa kurd” navandiye.[12] Rojnameya Göteborgsposten dinivîse ku li Swêdê jî tîpekî wek Keraban wiha înadkar hebûye, ew bi navê John Hall hatiye nasîn.[13] Li gorî rojnameya Aftonbladetê lehengê romanê Keraban Axa wek qantiran wisa gelek înadkar bûye. Ji ber vê yekê ev nav dane wî: “Keraban tirkek e, wek qantirê pêxember înadkar e û ji wir jî navê xwe wergirtiye”.[14] Wek tê zanîn di encama têkiliyên cînsî yên di navbera kerên nêr û hespên mê (mehîn) de qantir çêdibin, ew jî wek keran înadkar in. Ev nav peyva ker ku di zimanê kurdî de heye tîne bîra mirovan: Ker û Keraban.

Encam

Romana Kerabanê Înadkar ya nivîskarê fransî yê navdar Jules Verne him di warê têkiliyên kurd û fransiyan yên çandî de, him jî bona têkiliyên kurd-holandiyan wek berhemeke edebî ya giring dikare bê nirxandin. Sarabula kurd bi vê zewaca bi kesekî ewrûpî re gelek serbilind dibe. Girêdana Holandayê bi Kurdistanê re wek serketinekê tê dîtin.[15] Lehengê romanê yê sereke Keraban Axa jî nîşaniya Sarabula kurd û Van Mittenê holandî wek delîlekî pêkhatina hevalbendiya Holanda û Kurdistanê pîroz dike.[16]

[1] Jules Verne, Kéraban le Têtu, Pierre-Jules Hetzel, 1883.

[2] Jules Verne, İnatçı Kahraman, İnkilap ve Aka Kitapevi, 1973.

[3] Çapeke nû bi tirkî: Jules Verne, İnatçı Keraban, wergêr. Nihan Özyıldırım, Alfa, çapa duwem, 2020. Di vê nivîsê de me ev çapa nû daye ber çavan.

[4] Jules Verne, İnatçı Keraban, wergêr. Nihan Özyıldırım, Alfa, çapa duwem, 2020, rûp.362.

[5] Di hin zimanên ewrûpî û di vê wergera tirkî de li şuna osmanî gelek caran gotina tirkî hatiye bikaranîn, me jî qet neguhirand. Ji ber ku ev roman berî sazbûna Komara Tirkiyê hatiye weşandin mirov wek îro nikare bi îfadeya “Kurdistana Tirkiyê” jî bi kar bîne, lê mirov zane ku nivîskar li vir qala “Kurdistana Osmanî” dike.

[6] Jules Verne, İnatçı Keraban, rûp.367.

[7] Xenophon, Anabasis, Norstedts, 2014.

[8] Di binê vî wêneyê fransî de van gotinan cîh girtiye: “Em bi şevê digihêjin karwanseraya Rissarê. Her yek ji me li odeya xwe digere û bi tesadufî, rebenê Van Mitten dikeve odeya ciwana kurd Sarabulê. Qîrînên tirsa mezin ên keça ciwan: Kî ye ew ê ku ceger kiriye wisa derbasî ba kurdekê bûye!

[9] Jules Verne, İnatçı Keraban, rûp.419.

[10] Jules Verne, İnatçı Keraban, rûp.420.

[11] Jules Verne, İnatçı Keraban, rûp.516.

[12] Från teaterswerlden, Norrköpings Tidningar, 7/9 1883.

[13] Från kyrkan till teatern, Göteborgsposten, 8/9 1883.

[14] Jules Vernes nya pjes, Aftonbladet, 13/9 1883.

[15] Jules Verne, İnatçı Keraban, rûp.417.

[16] Jules Verne, İnatçı Keraban, rûp.460.

Çavkanî: http://kovarabir.com/ 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev