MIHR XATÛN (1640-1506) JI ÇI NIJADÊ BÛYE?

MIHR XATÛN (1640-1506) JI ÇI NIJADÊ BÛYE?

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar-lêkolîner 

Berî çendekê biraderê me Wîlayat Mayî hin pirs li ser Mihr Xatûnê bo min hinartine.

Ew xanima bi navê MIHRê, li bajarê Amasyayê hatiye dinyayê û her li wirê jî çûye ber dilovaniya Xwedê.

 

Mihr Xatûn mêr nekirîye û dûnde çûye, lê ji ber ku dîwan nivîsiye, îro her kes xwedîtî lê dike. Di serî de jî Tirk wê helbestvana pêşî ya Tirk dihesibînin.

 

Lê dîroknasê Îraqî Yasîn Xetîb gotiye ku wî destnivîsa Mihr Xatûnê li Pirtûkxaneya Netewî ya Frensayê dîtiye.

 

Seyîd Ebdulah kurê seyid Zeynulabidin jî gotiye ku Mihr Xatûn ji gundê Mayê ye û dîwana wê bi sê “ziman”an ango kurmancî, şebekî û goranî hatiye nivîsandin.

 

Mexlesa Mihr Xatûnê jî wek BALA hatiye bikaranîn.

Gelo ev jî wê ne kurtiya Berwarî BALAyê be?

Bi ingilîzî navê wê weha hatiye nivîsandin: Mihr Khatun.

Bi tirkîya Tirkiyê weha hatiye nivîsandin: MİHRÎ HATUN.

 

Hêja ye bê gotin ku Amasya û hawîrdorê wê, demeke dirêj di binê desthelatiya mîrekên Kurd de maye.

 

Çewa ku di destana Zembîlfiroşî de jî diyar e, peyvika “xatûn”ê tenê Kurd bi kar tînin. 

Bi hêviya lêkolîneke berfireh li ser Mihr Xatûnê…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev