
Muhemed Şerîf Cilînî
Rohat Alakom di kitêba xwe ya bi navê ”Arîstokratên Kurdan” de dibêje: “Li gor çavkaniyan: Dema Kanûnî Siltan Silêman ji sefera xwe ya rohilatê vegeriya Stenbolê, diya wî jê pirsiye:
– Ha kurê min, va tu vegeriyayî, lê gelo gurcî û qizilbaş wê êrîşan nebin ser bajarên te û ziyanê negihînin te?
Siltan lê vegerandiye:
– Hay dayê, min dîwarekî xurt di navbera Împaratoriya Osmanî û Dewleta Gurcî û Îraniyan de ava kir, dijmin nikare tu ziyanê bide.
Diya wî dîsa jê dipirse:
– Çawa te karibiye dîwarekî ew qas dirêj ava bikî?
Siltan lê vegerandiye:
– Dayê min ew dîwar ji goşt û xwînê ava kir. Min hukmê wan herêman da destê êl û eşîretên Kurdan, min ew ji Gurcistanê heta Bexdê, Besrê û Şarezûrê, di rêzekê de mîna asêgehekê danîn. Dijmin nikare ji wan derbas bibe û têkeve dewleta Îslamê”
Rastî û nerastiya vê gotinê li dera hanê, lê ev çîrok rastiyekê dide xuyakirin”.
Riataza