Hejmara sêzdemîn a kovara “Şermola” derket

Hejmara sêzdemîn a kovara “Şermola” derket

Dosyaya hejmara nû ya kovarê  “kelepûra çandî”

Hejmara sêzdemîn a kovara “Şermola” ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket.

Dosyaya hejmara nû ya kovarê  “kelepûra çandî” ye, ji ber girîngî û rola kelepûrê  di avakirin û hevgirtina netewe, gel û civakan de her wiha di afirandin û ronîkirina cihêrengiya çandî û şaristaniya mirovî de, weke dosyaya hejmarê  hatiye destgirtin.

Di Hejmara Sêzdemîn de berhemên bi dehan nivîskar, rewşenbîr û lêkolînerên ji pêkhateyên cuda yên Sûriyeyê, hene. Beşên kovarê ev in: Analîzên hizrî, dosyaya hejmarê, lêkolîn, hevpeyivîn, nirxandina pirtûkan, werger, jin û çand, huner, çîrok, helbest, gotar û raporên wêjeyî.

Hejmara Sêzdemîn a kovara Şermola 196 rûpel in, bi kurdî û erebî hatiye çapkirin.

 

Naveroka beşa Kurdî ya hejmara sêzdemîn

 

Pêşekî:

– Kelepûra çandî… û pêwîstiya parastina wê.. (Desteya Sernivîskarîyê)

 

Analîzên hizrî:

– Şahmaran. (Abdullah Ocelan)

 

Dosyaya  hejmarê:

– Wêjeya Devkî Di Çarçoveya Teyorî û Rêbazên Lêkolînê Yên Nûjen De. (Gulîstan Sîdo)

– Kelepûra Kurdî û Parastina wê..(Elî Roj)

 

Lêkolîn:

– Ehmedê Xanî û Wêje… (Diyar Bohtî)

 

Hevpeyvîna hejmarê:

– Li Gel Nivîskar Zeynelabidin Zinar e.. (Aram Hesen)

 

Pirtûkên derketî:

– Romana Kafkayê Rojhilat ”KUNDÊ KOR”a Sadiq Hîdayet..(Lokman Polat)

-Pirtûkên derketî.. (Desteya sernivîskarîyê) 

Jin û çand:

ـ Jin û Mîrateya Çandê.. (Nêrgiz Ismayîl)

 

Çîrok:

– Veger.. (Selam Hisên)

– Axxx…War.. (Abbas Abbas)

– Sêşem.. (Mihemed Welîd)

 

Helbest:

– Jiyana Biharkuj.. (Cemîl Xoce)

– Ji Te Bûm.. (Siyabend Siyarojê)

– Şadiya Dil.. (Diyar Hemî)

 

Serbest:

– Mîtolojiya kulîlka Beybûn û Berfînê.. (Jiyan Bozo)

– Sê Gundên Til Temirê (Boxaz- Asî – Şûniyê).. (Şerîf Mihemed)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev