ROL Û GIRINGIYA SÎNEMAYÊ (FILMÊN SÎNEMAYÊ)

ROL Û GIRINGIYA SÎNEMAYÊ (FILMÊN SÎNEMAYÊ)

Dijwar Kalhesinanî

Yek ji armancên sereke ya lêkolînên zanistên civakî (psîkolojî, civaknasî û antropolojî  hwd.) fehmkirina siruşta mirov û kurahiya hestên wî ye. Lê huner jî ne kêmî wan zanistan e. Salên dûr û dirêj huner jî nemaze wêje, bûye jêdereke sereke ji bo hizirîna mirov da ku bersiveke maqûl derbarê mirovbûna xwe û rewiştê de, herwiha bawerî û ayînan de peyda bike.

Yewnaniyên berê huner dabeşî şeş cûreyan kiribûn. Ew jî ji telersazî (mîmarî), mûzîk, nîgarkêşî, peykertiraşî, helbest û semagêriyê (dans) pêk dihatin. Li gel ku di wê serdemê de û piştî wê jî şano berbelav bû, Yewnaniyan, ew wekî yek ji cûreyên hunerê nedihesibandin. Sedema wê jî ew bû ku şano ji helbest, mûzîk û dansê pêk dihat. Piştî ku di dawiya sedeya nozdemîn de sînema hate keşifkirin, filim belavbûn û wekî tiştekî nû cihê xwe di jiyanê de girt,  teorisyenê Îtalî yê sînemayê  Ricciotto Canudo navê cûrehunera heftem li vê beşa hûnerê kir.

Canudo, dît ku sînemayê her şeş cûreyên dî yên hunerê ku Yewnaniyên berê dabeş kiribûn di hundirê xwe de dihewîne. Sînema ku hunereke tevgerdar e, bi awayekî hemaheng ew her şeş cûreyên dî yên hunerê -ku ji hunerên plastîkî, bihîzbar û ritmîk pêk tên- li hev civandine û di encamê de bûye hunera heftem. Lê gelo rol û girîngiya sînemayê ya di jiyanê de tenê ew e ku hunereke hevçerx e û hew? Ka em lê binêrin…

Hêzeke xurt a filimên sînemê heye ku bi temaşekirina wan re -bêguman li gorî cureyê filim diguhere- dikin ku hestên bi mirov re hene lê xwiya bibin. Ew wisa dikin ku bi hezaran heta bi milyonan mirov  bigirîn yan jî xemgîn bibin,  bikenin yan jî hest bi bextewariyê bikin, bitirsin yan jî  bêne handan ji bo serkeftin yan bidestxistina tiştekî û hwd…  Hin kes jî  sînemayê tenê wekî paceyên bisihêr ku bi milyonan pare jê têne bi dest xistin, dinirxînin.

Arîşe  ew e ku em kûr li ser filmên sînemê nahizirin û vê pirsê ji xwe nakin; ka gelo em ê çawa sûdê ji wan werbigirin da ku bibin alîkar ji bo têgihiştina xwe û kesên dî? Ji aliyê sûdmendiya xwe ve filim jî ne kêmî pirtûkan in. Heta hin filim hene ku mijara wan ew qasî dewlemende ku tu pirtûk nikarin wekî wan mijarê derbibirin. Her wiha divê hêz û giringiya filimên sînemayî ya di warê têgihiştina mirov a hestên wî û têkoşîn û lêgerîna wateya jiyana wî  de neyê piştguhkirin.

Ka çawa Yewnaniyên berê li şanoyê dinêrîn divê em jî wisa li filimên sînemayê binêrin. An ku divê em filimên sînemayê ne tenê ji bo borîna demeke xweş û hew binirxînin,  divê em aliyê wê yê fikrî û felsefî jî ji bîr nekin. Sînema amûreke bihêz e ku dike mirov ji aliyê fikir û ramanê ve zîndî bimîne. Wekî ku Arîsto jî di serdema xwe de amaje pê kiribû û gotibû; “temaşekirina lîstikên şanoya trajedyayê rol û girîngiyeke mezin li xwe digire, ji bo mirov di hundirê xwe de pêdeçûnekê li ser hest û ramanên xwe bike û di encamê de bigihîje riyeke rast ji bo kamilbûna kesayetiya xwe. Bo nimûne; dibe ku dewrê (rolê) lehengê lîstika ku hatî temaşekirin di jiyana xwe de şaşiyê bike.  Ev jî dibe egera wê yekê ku temaşevan, piştî lîstik diqede jî li ser bihizire û helsengadinekê li ser pirsên wekî wijdan, rewişt, dilovanî û peywediyên civakî, ji xwe bike.” Îro, rol û girîngiya  sînemayê, her wekî rol û girîngiya lîstikên trajêdyayê ye ku Arîsto ji bo mirovên serdema xwe amaje pê kiribû.

Hin tişt hene ku wextê di jiyanêde tên serê mirov, bi azmûna wan, mirov dikare baştir bi arîşeyên xwe yên dî re serederiyê bike. Ew tişt jî ew in ku divê mirov  hin serpêhatiyan bijî da ku bi tecrûbeya wan, jiyana xwe bi rêk û pêk bike. Filim jî ew serpêhatiyên ku mirov di jiyana xwe ya resteqînî de nejiyayî pê dide jiyîn, da ku bigihîje zanîn û bi rêk û pêk bûnekê ku bi wê teşeyê bide jiyana xwe.

Di gelek filiman de peyamên rasterast hene ku nîşanî me didin li vê cîhanê  jiyana me, ne cudatir î jiyana kesên din ên li derdora me ne. Em di filiman de dibînin ku têkoşîn, tevliheviya hindurîn û derveyîn a mirov, hema bêje heta radeyekê wekî ya mirovên li derdora wî ne. Ev yek jî sûd û mifayekî dide me ku em jiyana xwe û ya kesên dî berawirdî hev bikin ji bo çareserkirina arîşe û girêkên xwe.

Bo nimûne, dema em li sehneyên filmên ku derheqî lêgerîna kesayetiyê û wateya jiyanê temaşe dikin, em dibînin ku gelekî nêzîkî jiyana me ne. Yan jî sehneyên ku derheqî arîşeyên di nav jin û mêran de, herwiha yên derheqî malbat, zarok, evîn, debar, civak, welat, bindestî û hwd… An ku di her mijarê de em parçeyekî ji jiyana xwe dibînin. Mirov bi ser ve dibe ku ne tenê ew tenêtiyê dijî yan jî dilê wê/wî şkestiye û derûniya wê/wî ne rehet e. Ev yek jî dike ku aramiyek bi mirov re çêbibe û bizane ku rewşa wî wisa berdewam nake û bi tenê demkî ye.

Hişê mirov têra wê yekê nake ku ji her tiştê li hawirdora xwe tê bigihe. Dema li ser tiştekî dihizire û derheqî wî tiştî de agahiyan berhev dike jî bipergalkirin û rastkirina wan agahiyan zehmet e jê re. Lê filimên sînemayî di nava saetekê de yan jî du saetan de, heta bi dîmenekê xwe dikarin ew tiştê hişê mirov têrê neke ku jê tê bigihe, bi awayekî zelal û eşkere pê bide têgihiştin. Bi vê yekê filmek dikare berê me bide fikirekê, tevgerekê  yan jî behreyeke veşarî ku bi me re heye, lê berê em bi ser ve nebûbûn.

Filimên sînemayî ji me re dibin rêber da ku em ser bi girêkên xwe yên derûnî ve bibin û belkî jî wan derman bikin. Filmeke baş dike ku mirov hestên xwe û fikrên xwe çêtir nas bike û ev jî kualîteya jiyana mirov zêde dike. Sînema, dike ku em bi ser wan tiştên ku ji ber xirecira jiyanê li ber çavê me neketine û hatine piştguhkirin ve bibin û girîngiyê pê bidin.

Hewcedariya mirov bi ravekirin yan jî nimûneyan heye ji bo qonaxên pircûre yên têgihiştina jiyanê. Anku, ka çawa kesek dikare serkeftî be, yan jî jiyana wî dê çawa biguhere û bi zor û zehmetiyan re dê çawa bikare serederiyê bike, em dikarin di filman de bibînin.

Sinema, berê me dide raman û nîskoka mirovahiyê ya hevpar. Filmên ku mijara wan mirov, kultûr û çîrokên welatên din in, dikin ku bê bîra me em parçeyek in ji jiyanên cuda yên li ser rûyê dinê. Ew çîrok dibin alîkar ku em bi naskirina wan çandên cuda, bêtir girîngiyê bidin çand û kultûra xwe. Filmên sînemê, ji aliyê exlaqî ve jî nîşanî me didin ku ka divê mirov çawa birewişt be û di têkiliyên civakî û peywendiyên navmirovî de jî çawa tev bigerin.

Bi kurt û kurmancî; her filimek tecrûbeyeke takekesî ye. Ji lewma, nayê wê wateyê ku hemû mirov ji heman filmê ‘eynî wateyê derxin. Lê dîsa jî hin xalên bingehîn ên filiman hene ku bi her kesî re heman hest û wateyê çêdikin. Qet nebe, hindik be jî ji bo em xwe û kesên li derdora xwe û herwiha jiyanê çêtir nas bikin, filmên sînemê wekî rêber û riyekî tekûz li ber me ne û li benda me ne ku em temaşe bikin!..

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev