Ji berhemên kurdzanên me – 264

Ji berhemên kurdzanên me – 264

Xwendevanên delal, me berî çendekê ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” çend beşên ji berhema zanyarî ya bi navê “Kurdistana Nû” ji rûsî wergerandibû kurdî û raberî we kiribû. Ev berhema zanyarî çend kurdzanên navdar yên Navenda Lêkolînên Kurdî li Moskvayê bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne, amade kirine û bi rûsî çap kirine. Îro me bona we beşa wê a dawî amade kirîye, beşa ”Paşgotin”ê, ku bi tevayî reng û rûyê miletê me û welatê me tîne ber çavan.

Ev berhema me ya 264an e. Kerem bikin, bixwînin. Em dixwezin destnîşan bikin, ku Têmûrê Xelîl eva pirtûka ji zimanê rûsî wergerandîye û weşanxaneya LÎSê berî çendekê ew li Amedê çap kirîye.

Amadekar û wergera ji rûsî Têmûrê Xelîl 

 

P A Ş G O T I N

 

Wek ku Hegel gotîye, dîrokê hela tu wexta tu kesî fêrî tiştekî ne kirîye. Eva yeka rast e, lê ew yek jî rast e, ku dîrok dersên bi aqilane û kardar dide merivayê. Tiştekî dinê jî heye: gerekê ji dîrokê dersan bigrin qe na seba xatirê wê, ku şaşîyên pêşîyan dubare nekin. Bi vî awayî, problêm ne di dersên dîrokê bi xwe da ne, lê di wê yekê da ne, ku bikaribin wan dersan bimehînin. Wê demê ew ders kêrhatî dibin. Ev gotinên jorgotî tam derheqa dîroka gelê kurd da ne jî, ku ev pirtûka hanê jî perçekî wê yê kurt e. Bi gelek têberdan û kêmasîyên xwe va, yên obyêktîv û sûbyêktîv, ew firsendê dide me em di hêla zanyarîyê û praktîk da lênihêrandinên kardar bikin. Ji wana yên giringtir ev in:

 

  1. Şertên Kurdistanê yên gêopolîtîk, welatê gelê kurda yê dîrokî, ku axa wî piranî çiya û banî ne, hema di destpêkê da li ser pêşdaçûyîna wê bûne asteng. Li ser rêyên pêvajoyên êtno-çandî û êtno-sîyasî herdem astengên usa xuliqîne û heta niha jî hene, yên ku bûne sebebên sereke, ku kurd hetanî roja îroyîn jî nikaribûne dewleta xwe a yekgirtî ava bikin. Û bêy wê yekê kurd hema bêje nikarin wê paşketinê rakin, ku di navbera wan û gelên mayîn da saz bûye (ne tenê gelên Awropayê, lê herweha yên çend welatên Asîyayê jî). Xeleqeke sêr saz bûye, ku pir zehmet e wê ji hev bixin, lê dikare ji hev bê êxistinê jî. Ew ne tenê bi wan guhartinan va girêdaye, ku di nav jîyana navnetewî da dibin, herêma Rohilata Nêzîk jî nav da, lê herweha bi wê yekê va jî girêdaye, çika şerê kurda yê ji bo azadîyê û serxwebûnê di sîyaseta xwe ya der da xwe li çi rê digire û mêla xwe dide ser kî alî.
  2. Bin tesîra van faktorên sext yên der, faktorên hundur saz bûne, ku ew jî bi sexttîya xwe va ji wana kêmtir nînin. Temamîya dîroka kurda bin nîşana perçekirinê da derbaz bûye. Kurd – ew miletekî perçekirî ye him di alîyê sîyasî da, him jî di alîyê êtnîkîyê da. Li her welatê dagîrkar ku ew lê dijîn, ewana bi jimara xwe va tim kêmanî bûne. Di temamîya jîyana xwe ya dîrokê da zordestî li wan hatîye kirin, ew hatine zêrandinê, him ji alîyê dîwana cî da, him jî ji alîyê zevtkara û dagîrkara da, ku ji cî û warên dûr-derez dihatin. Ziyan û zirara, ku wana dane ax û gelê kurda, bê hed û hesab e û evê yekê tesîra xwe ya xirab li ser jîyana ruhanîyê ya gelê kurd kirîye. Ji ber wê jî bidestxistina azaya sîyasî û yekîtîya axa kurda – ew du pirsdanînên gelê kurd yên sereke û giring in, û bêy safîkirina wana ewê tim paşketî bin.
  3. Wek ku di jîyanê da, herweha di sîyasetê da jî, maksîmalîzma armanca karekî bi cesaret e û pêkhatina wê pir zehmet e. Xwesma, dema armancên wî awayî ne yek û dudune û daxaz jî ew e, ku hemûya bi hev ra biserxînin. Di qedera pirsa kurda da ew yek gelekî geş xuya dibe. Eger tevgera kurda ya ji bo azadîyê, bi têkçûna gelek serhildana va, gihîştîye çend serketina jî, û ji wana ya sereke jî ew e, ku pirsa kurda kete di nav rojeva jîyana navnetewî ya îroyîn û li Kurdistana Başûr ocaxa kurda ya serbixwe saz bûye, lê şerê ji bo hevgirtina Kurdistana perçekirî her têk çûye, ji ber ku ew şer nedihate hesabê dewletên Rohilata Nêzîk û Roavayê, ne bi dilê wan bû. Ji van fikrên jorgotî em dikarin bêne ser vê bawerîyê: şerkarîya ji bo serketina wê gerekê bi êtap-êtap (bere-bere) bê kirinê. Ev yek herweha derheqa derecên bi xwe biryarkirina qedera xwe da ne jî (cûrên otonomîyayê yên cihê-cihê, awayê serxwebûnê û h.w.d.). Berî gişkî gerekê kurd bighîjine bi destxistina mafên çandî û sîyasî di wan hemû welatan da, ku Kurdistana dîrokî û êtnîkîyê di nav xwe da parevekirine. Hema ji wê jî gerekê destpê bikin. Û di dîroka sedsalên XIX-XXî da gelek mînak hene, ku li ser axeke miletîyê çend dewlet an jî otonomî hebûne, û pêwendîyên di navbera wan da cûre-cûre bûne: ji dijminatîya bi kîn girtî hetanî yên dostanîyê. Gelek cara ew dewlet digihîjine hev jî (Vîyetnam, Almanîya). Ne dûr e, ku pêşdaçûyîna kurda di hêla dewletbûnê-sîyasîyê da wê di wê rê da here.
  4. Der-dorên kurda timê jî tesîreke xirab li ser gel kirîye. Qedera sîyasî usa li hev hatîye. Lê di pêwendîyên kurda yên navxweyî da jî ne her tişt baş û zelal bûye, him berê, him jî niha. Ji bo wê yekê sebebên obyektîv û herweha yên sûbyektîv jî hebûne, ku ketine nav mêntalîta kurda û di nav dîroka bi seda sala da pêşketina wan ya êtnîkîyê berbend kirîye û ji bo wan komplêksa êtno-psîkologî saz kirîye. Bedbextîya kurda ya sereke – ew pêwendîyên eşîrtîyê-qebîlîyê bûne, ku îro hema bêje nemaye, lê ew ketine di nav erf-edetan da û îro tesîra xwe ya xirab li ser kultura kurda ya sîyasî dikin. Ew yek tevgera kurda ya ji bo azadîyê sist dike û ji hev dixe û ji wê yekê dijminên azadî û serxwebûna kurda yên wan welata karê dikevin (di feydê da nin), ku Kurdistan di nav xwe da perçe kirine û heta yên ji sînorên wê der jî. Ew dîyarbûnên sêparatîstîyê hin caran bi sebebên obyektîv dibin, wek: perçebûna miletê kurd di hêla geografîyê, lîngwîstîkîyê û h.w.d. Di alîyê mayîn da jî di hêla sîyasî û civakî da. Jîyana sîyasî ya Kurdistana dîrokî û ya vê demê ji hev çûye, problêma lîdêrîyê di tevgera miletîyê da hinek cara derdikeve ser xeta pêşin, carna ew yek ziyaneke mezin dide berjewandîyên hemû kurda.

 

Bi vî awayî, pirsgirêka dîroka kurda ya sereke em dikarin bi vî cûreyî destnîşan bikin: xwedûrxistina ji kursîhizîyê û bidestxistina yekîtîya sîyasî – ew pirsdanîna gelê kurd ya sereke ye, yê ku ji bo azadî û serxwebûna xwe li ser meydana Rohilata Nêzîk şerê rizgarîyê xweş kirîye. Tenê bi wan şerta kurd dikarin ji wan firsendên baş feydê bibînin, ku di dawîya sedsala XXî da di nav rewşa navnetewî da pêk hatîye, gava Roava û hevalbendîya hemcihanê cara pêşin berê xwe dane Kurdistanê. Ev şansekî usan e, ku kurd demeke dirêj li bendê bûn û dixwestin bi dest xînin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev