Ji nimûneyên zargotina me – 264

Ji nimûneyên zargotina me – 264

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema dusedûşêstûçaran me ji pirtûka Emînê Evdal a zanyarî ”Bawermendîyên kurdên êzdî” ji ermenî wergerandîye kurdî.

Emê vê carê ji wê berhema zanyarî çîroka folklorî ya bi sernavê ”Şamil” raberî we bikin:

Em dixwezin xwendevanên xwe hayadar bikin ku ev pirtûka delal hetanî niha jî çap ne bûye, lê di demeke kurt da wê ji alîyê weşanxaneya DOZê da li Stembolê çap bibe.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji ermenî: Têmûrê Xelîl

 

Şamil

Padîşahek hebûye. Ew kurê xwe dizewicîne. Roja dawetê gelek merivan dibe, ku bûkê siyar bikin, bînin û dawetê bikin. Xinamî bûkê siyar dikin, lê wê rojê nagihîjin mal, şeva xwe li derva derbaz dikin. Şebeqê dibînin ku marekî ziya li dor wan girtîye, ew di xeleqê da mane. Yek ji merivên bi aqil ser serê ziya disekine û dibêje:

-Ez heyran, tu çi ji me dixwezî?

Ziya vedigere, dibêje:

-Kurekî padîşah heye, navê wî Şamil e. Min di xewnê da dîtîye, ku tenê ew dikare min bigihîne mirazê min. Eger hûn Şamil bînine bal min, ezê we berdim, eger we ne anî, ezê bi we va vedim û we hemûyan bikujim.

Ew merivê bi aqil ev behs digihîne padîşah (padîşah jî di wê xeleqê da bû). Padîşah demeke dirêj difikire û dibêje:

-Baş e, yekî bihêlin bira ji xeleqê derkeve, here Şamil bîne.

Ziya bi ya padîşah dike, xeleqê hinekî vedike, yek ji mêran jê derdikeve, diçe bal Şamil û derheqa wî hal û hewalî da ji wî ra dibêje.

Şamil diçe bal ziya. Ziya xeleqê vedike û bi Şamil ra tek dibin, ango ew herdu bi tenê dimînin. Şamil xatirê xwe ji bavê xwe dixweze, bi ziya ra hinekî dûr diçin, lê vexwendî diçine dawetê. Ziya û Şamil radibine serê zinarekî.

Padîşah bi dawetvanîyan ra dikeve bajêr, lê derheqa kurê xwe da gelek difikire, ji ber ku ew lawê wî yê herî hizkirî bû.

Ziya ji Şamil ra dibêje:

-Şamil, ev zinar warê min e. Min di xewnê da dîtîye, ku tenê tu dikarî min bigihînî mirazê min. Qîza padîşahê horî-perîyan dilketîya min e, tu gerekê herî wê ji min ra bînî.

Şamil navê Melekê Taûs dide û bi rê dikeve, ser çiyan, deştan û gelîyan ra derbaz dibe. Pir diçe, hindik diçe, Xwedê zane, rojekê teyrok dibare. Şamil dibîne, ku çivîkeke ji teyrokê halketî diricife û xwe virda û wêda davêje. Şamil nêzîkî çivîkê dibe, wê hildide, dike paşila xwe û ber zinarekî disekine, heta teyrok xilaz dibe. Ew çivîkê berdide ku bifire here, aza perwaz bide. Çivîk li ser zinarekî terikî disekine û bi zarê merîyan bi Şamil ra dipeyîve:

-Ez kurê padîşahê teyredeya me, han ji te ra perek ji baskê min, kengê bikevî halekî teng, dane ser êgir, ezê bême hewara te.

Şamil riya xwe berdewam dike, diçe ber çemekî disekine û rastî mûristangan tê. Mûrî dixwestin derbazî wî berî çêm bin, lê nikaribûn, diketine avê û dixeniqîn. Şamil şûrê xwe ji kalên derdixe, datîne ser çêm, bona mûrî ser ra derbaz bibin. Mûrî pey hev ra derbaz dibin, yê dawî mabû, lê pîyê wê li devê şûr dikeve, Şamil wê yekê dibîne, kizîn li dilê wî tê, dibêje:

-Sed heyf,- ew dibêje,- hemû mûrî sip-silamet derbazî wî berî çêm bûn, lê nizanim çawa bû, pîyê eva dawî li şûrê min ket û pîyê wî jê kir.

Ev mûrîyê dawî bi zarê merivan bi wî ra dikale (dipeyîve):

-Şamil, te mûrîyên min aza kir, vî pîyê min yê jêkirî hilde bal xwe, gava bikevî rojeke teng, pîyê min dane ser êgir, ezê bême hewara te.

Şamil pîyê wê dike paşila xwe û diçe. Ew di orta du bilûrên gîhê da merivekî marê ziya di dêst da dibîne. Şamil diçe bal wî û dibêje:

-Selam, xortê delal.

-Tu ser serê min û ser çavên min ra hatî,- xort bersîva wî dide.- Navê te bi xêr?

-Navê min Şamil e.

-Tu wa di ku da diçî?

-Ez diçim keça padîşahê horî-perîyan ji xwe ra bînim.

-Navê min Gurguhêz e, tu birayê min yê mezin î, ez birayê te yê biçûk im, tu di ku da herî, ezê bi te ra bêm.

Dibine destebirakên hev û diçin. Pir diçin, an hindik, Xwedê zane. Diçin, rastî merivekî bi navê Ahmed tên. Ew jî dibêje:

-Ez gerekê bi we ra bêm.

Şamil razî dibe, ewana riya xwe berdewam dikin. Hinekî jî diçin, rastî Ahmedê bilûrvan tên. Ew jî dibe destebirakê wan. Evana diçin û rastî Ahmedê têrnexwer tên, ew jî digihîje wana, dibin pênc heval. Li ser rê goristan hebûne, ji mezelan deng têne bihîstinê, ku: ”Hûn tên û derbaz dibin, lê qet silavekê jî nadine me”.

Şamil dibêje:

-Bibaxşînin, me nizanibû, ku li van deran mezel hene.

Ewana diçine bal mezelan û rastî merivekî bi navê Ahmed tên, ku ji mezelekê derketibû. Ew jî bi wan ra dibe heval û dibin şeş û bi rê dikevin. Pir diçin, hindik diçin, Xwedê zane, rastî Ahmedê defçî tên. Ev jî digihîje wana, dibin heft heval. Paşê rastî Ahmedê wênekêş tên, ew jî bi wan ra dibe heval. Diçine bajarekî û dibine mêvanê pîrekê.

Ji pîrê dipirsin:

-Ev çi bajar e?

-Eva bajarê padîşahê perîyan e.

Her heyşt birayên destebirak difikirin, ku çawa bikin keça padîşaha perîyan bibînin. Biryar dikin wêneyê Şamil bikişînin, bibin bal keça padîşah, bona ew bibîne û eger Şamil begem bike, paşê gavên dinê bifikirin. Wêneyê Şamil dikişînin, wêne hildidin û bi def û zurnê dibine bal keçikê. Keça padîşah wana dibîne û gazî bal xwe dike. Ew wêneyê Şamil dibîne û ser bengî dibe. Ew carîyên xwe ji odeyê derdixe û dispêre ku Şamil bînin bal wê. Difikirin, ku çawa bikin, ku dema anînê kes Şamil nebîne.

Gulperî dibêje:

-Kincên jinan lê kin, eger pirs bikin, bêjin ku diçe bal xanimê, xanim wê karekî bidê.

Hevalên Şamil diçin û derheqa vê yekê da jê ra dibêjin. Şamil diçe bal Gulperîyê, ewana dikevine nava sohbetê û ser hev bengî dibin, lê Şamil surên xwe ji keçikê ra nabêje, vedigere bal hevalan. Ew ji hevalan ra dibêje:

-Niha hûn herin li ser Kevirê xazgînîyan rûnên.

Du heval radibin, diçin ser kêvir rûdinên. Xulam û xizmetkarên padîşah wî dibînin û dibêjin:

-Hûn çi dixwezin?

-Em jinê dixwezin. Jinxwestin edetê dinyayê ye,- Ahmed bersîvê dide.

Xulam diçin derheqa wê yekê da ji padîşah ra dibêjin. Padîşah dibêje:

-Bihêlin bira bêne bal min, ka ez binihêrim ew kê ne.

Herdu Ahmed jî diçine bal padîşah. Padîşah xêrhatinê li wan dike, ew rûdinên. Padîşah dibêje:

-Xêr e, hûn ji bo çi hatine?

-Ez xulam, jinxwestin edetê dinyayê ye, em jî hatine bona qîza te ji bo birayê xwe bixwezin,- ji herdu Ahmedan yek dibêje.

-Hûn ji bo kîjan birayê xwe dixwezin?- padîşah dipirse,- wî merivî bînin bal min, da ku ez wî bibînim.

Bira diçin Şamil tînin. Padîşah ku Şamil dibîne, jê hiz dike û dibêje:

-Şamil, ezê qîza xwe bi wî şertî bidime te, ku tu di şevekê da çewaleke tijî ceh û genim ji hev bibijêrî û ji hev cuda bikî.

Şamil qayîl dibe. Ew diçe derva, ji paşila xwe pîyê mûrîyê derdixe û datîne ser êgir. Hemû mûrî berev dibin, bi daxaza Şamil di nav şevekê da ceh û genim ji hev cuda dikin û diçin.

Padîşah berbangê diçe dibîne, ku ceh û genim ji hev hatine cudakirin. Ew gazî Şamil dike û dibêje:

-Niha şertekî minî dinê heye. Li ser devê misîna kalikê min ya zêrkildayî navê wî hatîye kolan. Ew misîn avîtine behrê, tu gerekê herî misînê bînî. Xêr ku te misîn anî, ezê qîza xwe bidime te.

Şamil razî dibe. Şev hemû razabûn. Şamil diçe ber kenarê behrê, perekî baskê teyredeyê derdixe, agir dadide û datîne ser. Dibîne, ku bêhesab refên teyran hatin dora wî berev bûn. Serekê refê dibêje:

-Emir bike, ka daxaza te çi ye?

-Padîşah ji min misîna zêrîn dixweze, ku ser devê wê navê kalikê wî hatîye nivîsar, ew di binê behrê da ne,- Şamil dibêje.

Serekê refê emirî ser refeke teyredeyan dike, ku misînê bîne. Ref dikeve binê behrê, ji binê behrê misînê derdixe û dide Şamil. Şamil gelekî şa dibe. Ref xatirê xwe jê dixwezin û diçin.

Şamil misînê dibe dide padîşah. Padîşah zendegirtî dimîne û dibêje:

-Êvarê kerem bikin, werin nan bixun.

Şamil derheqa van yekan da ji Gulperîyê ra dibêje. Gulperî dibêje:

-Xwerina, ku wê dayne ber we, jehrdadayî ye.

Şamil vedigere, diçe bal birayan û ji wan ra dibêje:

-Padîşah gazî me dike bona me jehrdadayî bike. Wextê xwerinê li min binihêrin, ez çawa dikim, hûn jî wisa bikin.

Diçin, dikevine mala padîşah, dora sifreyê rûdinên. Alîyekî sifreyê merivên padîşah rûniştibûn, li alîyê dinê jî bira rûniştibûn. Şamil dibêje:

-Gorî edetê mala me, berî nanxwerinê em gerekê li bilûrê xin, paşê bixun.

Ahmed bi dengekî bilind li bilûrê dixe, deng wisa bilind bû, ku guhên haziran kerr dibûn. Xênji birayan, yên din hemû serên xwe bi arxalixê digirin. Şamil radibe xwerina ku danîne ber wan, datîne ber merivên padîşah, lê xwerina wana datîne ber birayan. Piştî wê Ahmed îdî hew li bilûrê dixe.

Merivên padîşah serên xwe ji bin arxalixan derdixin û destpê dikin, dixun. Hemû qir dibin. Padîşah tê dibîne, ku merivên wî hemû qir bûne, lê tişt bi birayan ne hatîye, şaş û metel dimîne. Padîşah çarneçar qîza xwe dide wan. Bira Gulperîyê ji bajêr derdixin, xatirê xwe ji Şamil dixwezin û diçine welatê xwe.

Di rê da Şamil eşkere ji Gulperîyê ra dibêje, ku wê dibin bona marê ziya. Gulperî dibêje:

-Ez jî zanim, lê gava em bigihîjine warê marê ziya, tu li ber zinêr bi dengekî bilind bike gazî, bêje, ku min dibin bona wî.

Dema digihîjine warê ziya, Şamil ber zinêr disekine û gazî wî dike, ziya ji şabûnan xwe ji zinêr davêje û pirtî-pirtî dibe.

Şamil Gulperîyê dibe welatê xwe, di rê da rastî merivekî belengaz tê, zêrekê didê û dibêjê:

-Here çavronkayî bide bavê min, ku kurê wî hatîye û min ji xwe ra qîzek anîye.

Padişah bi wezîr-wekîlên xwe va, binecîyên bajêr tên pêşîya Şamil û jina wî. Wana bi def û zurnê dibine malê, heft rojan, heft şevan dawetê dikin.

Ewana çûn gihîştine mirazê xwe, hûn jî bigihîjine mirazê xwe[1].

 

[1] Binecîyê gundê Elegezê Kamilê Elo gotîye, xudanê vê pirtûkê sala 1950î ji zarê wî nivîsîye.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev