Birîndarîya Kurdî û zimandirêjîya kurdan!

Birîndarîya Kurdî û zimandirêjîya kurdan!

Îkram Oguz

Gelo mirov dikare bi zimanekî birîndar zimandirêjîyê bike?

Bêguman na…

Lêbelê zimandirêj Kurd be, bersiva pirsê jî tê guhartin.

Jiber ku Kurd, di derbarê birîndarîya zimanê xwe da jî, di pesindayîna dewlemendîya zimanê xwe da jî zimandirêj e.

Zimandirajîya wî bi Tirkî…

Nakokî jî di navbera laş û hiş da ye.

Bi laşê xwe Kurd, bi hiş û hişmendîya xwe jî Tirk e.

Laş gava rast bavêje, hiş wê gavê ber bi alîyê çepê dikişîne.

Loma gotin û kirin, daxwaz û kiryar hevdu nagre.

Weke mînak, daxwaz û encama jibo dersa hilbijarte ya kurdî…

Li Bakûrê Kurdistanê û li bajarên Tirkîyê yên mezin, kêmasî 30 mîlyon Kurd dijîn.

Di dibistanên navîn (polên 5, 6, 7, 8an) da kêmasî 2 mîlyon zarokên Kurd perwerde dibin, ku ew dikarîbûn dersa bijarte ya kurdî hilbijêrin…

Lêbelê ji wan tenê 20 hezar 265 xwendekaran ev ders hilbijartin…

Ger ku îmkan heba û merîya li ser medya civakî daxwazkarên vê dersê bijmarta, hêjmara wan deh qat zêde derdiket.

Jiber ku Kurd tenê daxwaza pêdivîyên xwe dikin, li pey daxwazên xwe nakevin…

Daxwaz cîhê xwe negre, wê gavê jî li bahaneyên pûc û vala digerin.

Berê gava xwe ya ewil û sivik navêjin, bi baskên xwe şikestî daw û doza firînê dikin…

Loma bi ser nakevin.

Jiber ku, bi perwerdeyîya dagirkeran va pişivîne û xapîyane.

Ji rê û rêbazên rast dûrketine…

Wek her kesên bindest xwe piçûk, zimanê xwe jî girîng nabînin.

Loma berî dewletê, ew bi destê xwe û di mala xwe da zarokên xwe ji zimanê wan dûr dixînin û hişên wan diduruvînin…

Nizanin ku têgihîştina zarokan bi ziman va girêdayî ye.

Jiber ku, her zarok peyva xwe ya herî ewil bi zimanê xwe yê zikmakî dike.

Bi zimanê xwe yê zikmakî digrî û dikene.

Bi zimanê xwe yê zikmakî kilam û stranan guhdarî dike û distirê.

Dab û nêrîtên civaka xwe, çand û huner û dîroka gelê xwe bi zimanê xwe hîn dibe.

Hemû daxwazên xwe bi zimanê xwe yê zikmakî dîyar dike.

Fikr û raman wî/wê, kesayetî û zanîna wî/wê bi zimanê dayîka wî/wê dikemile.

Ji bo pêşerojê, bi zimanê xwe, ji xwe ra li rê û rêbazan digere.

Jiber ku her zarok tenê bi zimanê xwe dikare binirxîne û biafirîne.

Loma mirov dikare bi hêsanî bibêje, ziman ne tenê amûra ragihandin û pêwendîyê, ziman nîşana nasnameyê ye, ku ji bo her miletek weke ruh û can e!

Ew zarokên ku di civakên azad û serbixwe da mezin dibin, bikaranîna zimanê xwe yên zikmakî, ramanên xwe dewlemend û berfireh dikin.

Bi dewlemendî û xurtbûna ramanên wan va jî, zimanên wan dewlemend dibe û pêşda diçe.

Ev pergala gerdûnî, di nav Kurdan da, bi taybetî li Bakûrê Kurdistanê, bi awayekî din tevdigere.

Sedemê qedexebûna ziman, her zarokeke Kurd, di heft salîya xwe da ji zimanê xwe yê zikmakî dûr dikeve û bi zimaneke bîyanî perwerde dibe.

Ger ku gundî be, wek zarokeke Kurd dest bi dibistanê dike, piştî dibistanê wek xortekî Tirk vedigere gundê xwe.

Dê û bav pê ra bi Kurdî biaxifin, ew bersiva wan bi Tirkî dide.

Zarokeke bajêrî be, berê ji dê û bavê xwe yên zimantirk, dû ra di kûçe kolanan da ji hevalên xwe Tirkî hîn dibe…

Bi Tirkî mezin û perwerde dibe, dê û bavên xwe Kurd bibîne jî, xwe Tirk dihesibîne.

Ji bo xatirê koka xwe daw û doza kurdayetîyê bike jî, çareserîya wê di yekitîya Tirkîyê da û biratîya gelan da dibîne.

Kurdên ku ji çerxa asîmîlasyonê hinekî dûr mane, di gundan da dijîn ku, ew jî di jîyana xwe ya rojane da, bi deh peyvan biaxifin, mixabin îro wan peyvan jî bi saya pêşveçûna teknolojîyê, nîvkurdî û nîvtirkî, herdu zimanan tevlihev dikin û tînin ziman.

Ji bo vê yekê ye ku zimanê Kurdên Bakûr îro zimanekî tevlihev û birîndar…

Birîndarîya ziman jî, ray û ramanên wan tevlihev, nêrînên wan jî şêlû dike.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev