Nameyên evînî – 152

Nameyên evînî – 152

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤

Pir caran min bi xwe dua ji bo tundurustîya diya te kirîye. Lê xuya ye piranî ne bo te û ne bo diya te, lê weke ku bo xwe kirîye. Fikirîme, ku diya te baş be, pêwendîyên me jî wê baş bin.

 

¤¤¤

Nura can, bi bawerîya min, tu niha difikirî, ku yekî weke Temo rastî te bihata, Temo jî difikire, ku yeke mîna Nura rastî wî bihata. Wê demê dibû îdêal. Wê çevên gelekan li wan bûya. Lê çevên felekê kor bin.

 

¤¤¤

Kê çi li xwe dike, çi dide serê xwe, bo min ne muhîm e. Ferqa jinên bi gelek cilan û yên bi kêm cilan, milrût û serê bê laçik ew e, ku tu dikarî cilên yekê zû bêxî, êxistina cilên ya din çend sanîyan zêde wext dixweze. Mesele ew e, ku eger herdu jin jî nexwezin, tu kes nikare cilên wan bêxe. Dil û ruhê te wê rê nîşanî te bidin. Bira mejûyê te jî dil û ruhê te asteng neke, ji ber ku dil û ruhê te ji mejûyê te bi aqiltir in. Ez nizanim çi bêjim. Min hîç caran ewqas bi zewq tu jinekê ra ne nivîsîye û hîç caran ewqas bi zewq li benda bersîva tu jinekê ne mame. Ez ji benik û kaxezan jî bawer nakim, ku bêjim yekî jorîn ez girêdame.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev