Êla Sûrgiçî

Êla Sûrgiçî

Muhemed Şerîf Cilînî

Bavê min Emo Cilînî di yekemîn serdana Mîr Celadet Bedirxan de, ji bo li ber destê wî hînî xwedin û nivîsandina Kurdî bibe, Mîr jê pirsî: tu ji kîjan Êlê ye li bakurê Kurdistanê, jê re got: ez ji Êla Sûrgiçiya me. Mîr gote wî: navê Êla te Şûrkêşanî ye, ev Êl bi du şaxa ye, yek ya sereke li başûrê Kurdistanê ye, Osmaniyan navê Sûrçî lê kirine, şaxê din li çiyayên bakurê Mêrdînê ye û Osmaniyan navê Sûrgiçî lê kirine.

Li gor lêkolîna (Êlên Kurd di Împeratoriya Osmanî de) ya Mark Sykes, yê yek ji sazkerên peymana Sayks-Picot bû, ya belav kiribû di Kovara peymangeha Şahatî Anthropological, qaba 38an, sala 1908an û wergera Dr. Xelîl Elî Mirad û pêşgotina Dr.Abdul Fetah Botanî, weha nivîsandîye:

Hejmara Êla Sûrçî 3000 malbat in, ji wan 1000 malbat koçer in, axiftina wan weke axiftina Babaniyan e, bi ser wê ve jî Êleke biçûk bi navê Mamikî heye û hejamara Êla Şûrkêşlî 900 malbat e, axiftina wan nêzî axiftina Babaniyan e, em dikarin wê bi Êla Sûrçî ve girêbidin.

Ev gotin gotina Mîr Celadet bi cî dike, nemaze bidin ber hev her du nava:

Şûrkêşanî û Şûrkêşlî, tenê cûdahî di herdû tîpên de ye.

Dîplomatê Emerîkî William Eagleton di pirtûka xwe de (Eşîretên Kurdî – wergerandin: Dr. Ahmed Mehmûd El-Xelîl) gotiye:

Êla Sûrçîya carinan bi navê Batas Sûrçî tê binaskirin, li du şaxan dabeş dibe:

Beşa yekem li bakurê roavayê Hewlêrê, li ser riya diçe Îranê, beşa duyemîn li Bakurê Hewlêrê, şaxê Akrê an Behdînan, her weha Êla Mentik Sûrçî ya ku li rohilatî riya Hewlêr û Pirdê ye bi ser Êla Sûrçî ve ye jî.

Êla Sûrgiçiya li bakurê Mêrdînê li devera ku jê re dibêjin Çiyayê Sûrgiçiya dijî, hejmara gundan 33 ne, yek ji wan gundê Cilîn yê ku bavê min di sala 1932an de, jê koçberî Başûrê Roavayê Kurdistanê bûye.

Ev navçe dewlemend e bi kaniyên avê, ku ava wan rêl dibe du çeman, yek li rohilatê navçê , yê din li roavayê wê, û rêl dibin ber ava mezin çemê Tîrê an Şet an Dicle, her weha jî ev dever dewlend e bi rezan, darên bi berhem û çandina tenan, keskayî.

Li deverê gelek cihên kevnar ê bermayên pêşiyên Kurdan, weke Hûriyan, Mîtaniyan û Madiyan-Mîdiyan, bo nimûne gundê Çil Stûnê Qirdîlek ya dewlemend bi şikeftên kevnar, Diyarê Kelê li gundê Çilîn, lê mixabin heta lêgerîn û kolandin pêk ne hatiye, ger pêk hatibe tirk rastiyê vedişêrin û wê dîrokê dikin ya xwe.

Piraniya Sûrgiçiyan Misilman in, lê beşek biçûk xiristiyan in, hemî koçber bûne, ew xiristiyanên Sûrgiçiyan bi koka xwe Kurd in, bi piranî li gundên Ewîna, Baqistan û Bafawa dijiyan.

Heta niha hejmara malbatên Sûrgiçiyan ne diyar e, ji ber koçberiyê, ber bajarên Tirkan, başûr û başûr roavay Kurdistanê, Ewripa û hindek welatên din.

 

Eva ne navên gundên Devera Sûrgiçiya

Lîsteya gundên Sûrgiҫiya

1-Ewîna

2-Dengiza (bi tirkî: Serenli)

3-Quzêrîb (bi tirkî: Yazır )

4-Cirzê (bi tirkî: Taşlık)

5-Dêrîş (bi tirkî: Soylu)

6-Elfan (bi tirkî: Pınardere )

7-Kunufur (bi tirkî: Durusu)

8-Çilstûn an Qirdîlek (bi tirkî: Kirkdirek)

9-Şûtê (Şenocak)

10-Cilîn (bi tirkî: Çınarönü)

11-Baqustan (bi tirkî: Bağkaya)

12-Dêrdûk (bi tirkî: Gürağaç)

13-Kuferdel (bi tirkî: Yaylacık)

14-Şatih (bi tirkî: Yaylıbaşı)

15-Qewsan (bi tirkî: Işgören)

16-Şorşib

17-Barman (bi tirkî: Yeşilalan)

18-Bafawa (bi tirkî: Kaydere)

19-Qoșê (bi tirkî: Kocahüyük)

20-Baqeys (bi tirkî: Köprülü)

21-Tizyan (bi tirkî: Bağkaya)

22-Kûrê

23-Şûrê (bi tirkî: Dereyanı)

24-Bîrikê (mala Hezo )

25-Bernişt (bi tirkî: Bağlıca)

26-Şivistan (bi tirkî: Kışlak)

27-Qerhêta

28-Dêrgwîz (bi tirkî: Aykut)

29-Xerabreş (bi tirkî: Karaköy)

30-Barê

31-Zonê (bi tirkî: Aran )

32-Binamma

33-Gundik (Ehmed Axa)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev