”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 52

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 52

Malpera me bi rêzenivîseke taybet çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî berdewam dike, ku wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” ne, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa xênji zimanê rûsî, bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî jî çap bûye.

Berhema me a îro ha tê binavkirin: ”Kurdên li Împêratorîya Rûsîyayê, YKSS û Rûsîya Federal”. Em îro beşa pêşin çap dikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Kurdên li Împêratorîya Rûsîyayê, YKSS û Rûsîya Federal -1

S. M. Îvanov

 

Di destpêka sedsala XIX gelek kurd belayî ser axa Împêratorîyayên Farizistanê û Osmanîyê bûn, lê ne hemi. Gelek jî çûne Împêratorîya Rûsîyayê. Lêkolînerên Rûsîyayê û Sovêtîyê gelek caran di berhemên xwe da derheqa kurdan da nivîsîne. Zanyara bi nav û deng T. F. Arîstovayê di berhema xwe ya bi sernivîsa “Kurdên Pişkavkazê” da destnîşan dike, ku belgeyên dokûmêntal yên derheqa kurdên Pişkavkazê da yên sedsalên XIII-XIV nin.

 

Di dawîya sala 1807an Mehmed Sefî sultan bi 600 malbetên kurdan va sînorê Îranê-Rûsîyayê derbaz bû û di Xantîya Qerebaxê da bi cî bûn. Hema bêje di eynî wextî da rêberê kurdên Çelebî, ku li Xantîya Qeredaxê ya Farizistanê diman, berê xwe da desthilata Rûsîyayê û jê hîvî kir, ku destûrê bidin hezar malbetên kurdan li ser axa Pişkavkazê bi cî bibin. Sala 1855an çend eşîretên kurdan yên din jî ji sînorê Tirkîyê-Rûsîyayê derbaz bûn û bûne hemwelatîyên Rûsîyayê. Hinek malbetên kurdan jî ji Îranê derbazî qezayên Naxçiwanê û Surmelîyê yên Împêratorîya Rûsîyayê bûn. Gelek malbetên kurdan û eşîretên ku merivên hevdu bûn, di dema du şerên di navbera Rûsîyayê û Farizistanê da (1804-1813 û 1826-1828) revîn, xwe gîhandine axa Pişkavkazê. Ewana ji dest şêr û xelayê, zordestîyên desthilata Farizistanê bêçar man revîn, bê hêvîya ku wê sitareke bi aram bibînin.

Gorî Peymanên aşîtîyê yên Gulîstanê (1813) û Turkmençayê (1828) bi Farizistanê ra (Îranê), herwiha gorî Peymana Adrîanopolê (1829) bi Împêratorîya Osmanîyê ra axên nû ketine destê Rûsîyayê, ku niştecîyên wê kurd bûn. Lê mihacirî nesekinî, kurd berdewam ji Farizistanê û Tirkîyê gelek salên paşdemê da jî derbazî ser axa Rûsîyayê dibûn. Xalên XIV û XV yên Peymana Turkmençayê rê didan binecîyên navçeyên ser sînorên Îranê, bêy berçavgirtina ka ji kîjan miletî ne, bi awayekî serbest bi malbetên xwe va derbazî Rûsîyayê bibin, bêy her cûre astengên ji alîyê desthilatên herdu dewletan û desthilatên herêmên wan. Di nîveka duduyan ya sedsala XIX Turkmenîya (herêma Pişkaspîyê) jî kete nava teşkîla Rûsîyayê, ku li wir jî ji demên qedîm kurd diman.

Gorî malûmatîyên hesabkirina binecîyan ya sala 1897an ya Împêratorîya Rûsîyayê, li welêt 99 949 kurdên musulman û kurdên êzdî hebûn (53 012 mêr û 46 937 jin).

Kurd herdem jî di hindava desthilata Rûsîyayê da dilovan bûne, ji ber ku ewê wana ji zordestîyên Tirkîyê û Farizistanê diparast. Ji bo nimûne, Ebdurrezaq Bedirxan – ji binemala Mîrê kurdan yê Cizîrê yê serbixwe yê dawî – yek ji kesên navdar bû, ku alîgirê nêzîkbûna kurdan bi Rûsîyayê ra bû. Di salên 1890î da Ebdurezzaq wek dîplomatê Tirkîyê şandine baylozxaneya Împêratorîya Osmanîyê li Sankt-Peterburgê, di vegerê da ewî xwe gîhande serekên kurdan û dijî milkedarîya Împêratorîya Osmanîyê li Anatolîya Rohilatê çend serhildan dane teşkîlkirinê.

Gelek kurd bûne leşkerên artêşa Rûsîyayê û di şerê Rûsîyayê-Tirkîyê da bi dilsozî û mêrxasîya xwe va berbiçav ketin. Serokatîya Rûsîyayê li Pişkavkazê bi kêfxweşî desteyên eşîretên kurdan yên çekdar qebûl dikir bona bi artêşa Rûsîyayê ra hevkarî bikin.

Parastina rêyên pevgirêdanê û avahîyên binesazîyan yên li Pişkavkazê sipartine kurdan, leşkerxaneya siyarî ya Rûsîyayê bi saya alayên kurdan hate bihêzkirin û xurtkirinê. Lêkolînerê Rûsîyayaê yê binavûdeng V. F. Mînorskî nivîsîye: ”Di şerê Qrîmê da du alayên me yê ji kurdan hebûn: yek ya Qersê bû, ya din ya Êrîvanê bû; serleşkerê alaya Êrîvanê Cefer axa bû, ku di paşdemê da bû general û bi tesîra xwe ya li ser kurdên dervayî welêt qencîyeke gelekî mezin ji me ra kir. ”1. Di desteya leşkerî ya Qersê da leşkerên yek ji alayan hemû kurd bûn, di wê da 400 siyarî hebûn.

Di rojên pêşin yên Şerê Hemcihanê yê yekê da gelek êzdî ji dest zordestîyên bi motîvên dînî-êtnîkîyê ji Împêratorîya Osmanîyê mihacirî Ermenîstanê û Gurcistanê bûn. Ewana xwe gîhandine êzdîyên xwe ku ji berê da li Pişkavkazê dijîyan.

Di destpêka sedsala XX da kurd bi awayekî fermî hatine naskirin wek yek ji gelên pirjimar yên Împêratorîya Rûsîyayê bûn.

Li Êrmitaja Dewletê ya li Sankt Peterburga Rûsîyayê du nîvpeykerên ferfûrî yên peykerterêş P. P. Kamenskî hene: kurd û jina kurd bi wergirtina gelêrî, ango bi cil û bergên kurdî hene. Ew fîgûrên ji rêzikên balkêş yên ”Gelên Rûsîyayê” ne, ku ji sala 1907 heta sala 1917an li karxaneya ferfûran ya Împêratorîya Rûsîyayê li Sankt Peterburgê bi fermana qiral Nîkolayê II hatine çêkirin. Nimûneyên bo çêkirina van berhemên hunermendîyê cil û bergên mêrê kurd û jina kurd bûne, ku li Desthilatdarîya Êrîvanê bona Pêşengeha êtnografîyê ya pêşin di sala 1867an da hatine peydakirin.

 

Piştî şoreşa sala 1917an Împêratorîya Rûsîyayê ne ma, lê kurdên ku bi gelên din ra tevayî li ser axa wê diman, ketine nava teşkîla komarên Sovyet. Di wan demên giran da, gava li Rûsîyayê şerê navxweyî yê giran hebû û sînorên dewletê yên nû bi Îranê û Tirkîyê ra dihatine kişandin, piranîya kurdên ku li ser axa Pişkavkazê û Turkmênîyayê diman, di şertên sosîal-sîyasî yên nû da rind ber xwe dan.

 

Sala 1923an di nava teşkîla Komara Azirbêcanê da, li ser sînorê bi Ermenîstanê ta qezaya bi navê Kurdistan, bi navenda Abdalyarê (pişt ra nav guhastin, kirin Laçîn) hate sazkirinê. Qeza bi nav kirin wek Kurdistana Sor. Li komarên Sovêtîyê yên din da, ku kurd lê diman, – li Ermenîstanê, Gurcistanê, Turkmênîyayê mekteb hatine vekirin, di wan da  xwendina zaroyan bi zaravên zimanê kurdî bû. Gorî encamên hesabkirina binecîyan ya tevaya Sovyetê ya sala 1926an, jimara tevayî ya kurdan û êzdîyan li YKSS 69 184 kes bû. Eger em wê himberî hesabkirina binacîyan ya sala 1897an bikin, emê binêrin ku di nava wextê derbazbûyî da gelek tişt guherîye. Rûsîya Sovetîyê ji Şerê Hemcihanê yê yekê derket, sê navçeyên Pişkavkazê ku binecîyên wê kurd bûn, careke din li Tirkîyê vegerand. Xênji wê, ew kurdên ku berê leşkerîya Împêratorîya Rûsîyayê dikirin û karmend bûn, herwiha ew kurd jî, ku bi sebebên cuda desthilata bolşêvîkan qebûl nekirin, bi malbetên xwe va mihacirî Tirkîyê û Îranê bûn. Hinek kurdan jî hela di wan deman da hewil didan miletîya xwe veşêrin û di dema serjimêra binecîyan xwe wek ermenî, gurc, azerî, turkmen, rûs û h.w.d. nîşan didan.

Lê zûtirekê, di salên 1930-1940î pêvajoya pêşketina kurdên Sovêtîyê di hêla çandî da hate sekinandin. Li KSS Azirbêcanê biryar kirin kurdan turkîze bikin, bikin tirk. Heman tişt, lê bi berçavgirtina taybetmendîyên cuda, li wan komarên Sovêtîyê yên din da jî diqewimîn, ku kurd lê hebûn. Lema jî ji wî wextî destpêkirî di dawîya paşnavên kurdan da paşpirtikên wek ”ogli”, ”êv”, ”ov”, ”yan”, ”şvîlî”, ”dzê” û yên din dîyar bûn.

Kurdên Pişkavkazê jî wek gelek miletên din yên YKSS ketine ber zulma sirgûnkirinê, gava desthilatê bi awayekî zorê bi mîlyonan kes ji cî û warên wan raqetandin û berê wan dane komarên Asîya Navîn. Lê tecrûbeya sazkirina otonomîya kurdan li YKSS di salên 1923-1929 da kete nava dîroka tevgera kurdan ya gelêrî. Tê gotin, ku ew yek ji hewildanên pêşin bû bona bi heqî çareserkirina pirsgirêka kurdan di goveka welatekî da.

Desthilata Stalîn ecêbên giran anî serê kurdên Sovyet, lê dîsa jî gelek kurd di salên 1941-1945an di pêşenîyên Şerê Wetenîyê yê Mezin da bi mêrxasî dijî zevtkarên Hîtlêr şer kirin. Bi dehan hezar kurd bi xwebexş kar kirin, keda xwe kirin nava serketina şêr da. Serleşkerê Sovêtîyê yê binavûdeng, marşal Î. X. Baxramyan mêrxasî û efatîya şervanên kurd bilind qîmet kir: ”Di salên Şerê Wetenîyê yê Mezin da, dema welatê ku gelê kurd lê cara pêşin di dîroka xwe da azadîya miletîyê ya resteqîn û bextewarî bi dest xist, xetera mirinê da ber çavên xwe, wek niştecîyên Sovêtîyê yên din welatparêzîya bêhempa dîyar kirin. Hemû leşkerên Sovêtîyê yên bi esilê xwe va kurd, ku min bi wan ra tevayî li pêşenîyê şer kir, erkê xwe yê leşkerîyê bi serketin û rûsipî pêk anîn”2.

Bi hezaran kurd bo mêrxasî û egîtîya di şêr da bi orden û medalyayan va hatine xelatkirin. 24ê adarê sala 1945an kurdekî mêrxas, serhing Semend Sîabendov (Semendê Elî) bo mêranî û xwebexşîya bêhempa layîqî xelata bi dereceya xwe va li YKSS ya here bilind, nîşana Mêrxasê Yekîtîya Sovyet bû. Kurdên dinê Bekir Mustefayev û qumandarê desteya reşaşan Evaz Haşim ogli Vêrdîyev jî bûn Mêrxasên Yekîtîya Sovyet, ku di şerê bo rizgarkirina Qrîmê ji zevtkarên hîtlêrîyê berbiçav ketibûn.

Di nîveka salên 50î yên sedsala buhurî wan kurdan, ku zêrandine û ji Pişkavkazê sirgûn kirine, efû kirin. Nûnerên rêxistinên kurdan yên civakî û ronakbîrên gel gelek caran berê xwe dane serokatîya YKSS û KSS Azirbêcanê, hîvî kirine otonomîya kurdan a berê li wan vegerînin. Hereketên wan deya ne çû, lê tenê 23ê cotmehê sala 1990î Biryarnameya Sedirtîya Şêwra YKSS a Tewrebilind ya № 1738-I “Derheqa sazkirina Komîsyona bona çareserkirina pirsgirêkê gelê kurd” derket.

Endamên Komîsyonê çûne warên Asîya Navbendî ku gelek kurd lê diman, û di nava Biryarnameya xwe ya № 6/1 ya 4ê tîrmehê sala 1991ê Komîsyonê Şêwra YKSS a Tewrebilind derheqa vê yekê da bi vî awahî hayadar kir: ”Di nava şertên jîyana binecîyên kurd da guhertinên erênî neqewimîne, bi dehan hezaran kurd di encama şerên di navbera miletan da, ku li warên sirgûnkirî diqewimîn, mecbûr mane malên xwe bihêlin û berê xwe bidine warên diha aram û bibin mihacir. Pirsa sereke – careke din avakirin otonomîya kurdan – hewcê azirûkirina kûr e û di wê pirsê da gerekê guhartinên bingehîn bêne kirinê”.

Lê hemû plan û armancên desthilata Sovêtîyê bi hilweşîya YKSS ra di xilazîya sala 1991ê da bi dawî bûn. Ji ber nearamîya sîyasî û şerên di navbera gelên bi dînê xwe va cuda, di dema Sovyetê da beşeke kurdên Sovyeta berê ji cî û warên xwe hatine raqetandin û wek mihacir cîguhastî Rûsîya Federal bûn, lê beşeke pir li welatên Asîya Navîn û Pişkavkazê man.

Îro, bi hesabkirinên herî sade, zêdeyî 15 hezar kurd û êzdî li Gurcistanê dijîn. Ji alîyê desthilata Gurcistanê da tu zorlêkirin an jî hewildanên ku wana asîmîle bikin, tunene, lê ew bi xwe jî bi aktîvî tevî jîyana sîyasî ya welêt nabin. Mihacirîya kurdan ji Gurcistanê ber bi Rûsîyayê û dewletên Sovyeta berê yên din niha jî berdewam e, bi giranî di rûyê rewşa sosîal-aborî da.

Weke 150-250 hezar kurd li Azirbêcanê dijîn. Piranîya wan êdî asîmîle bûne û bi miletîya xwe va xwe azirî dihesibînin, heta fikireke wisa jî heye, ku kurdên asîmîlebûyî di nava giregirên serokatîya Azirbêcanê da di postên bilind da kar dikin. 1ê adarê sala 2013an Navbenda çanda kurdî ”Ronahî” kongreya xwe ya kurdên Azirbêcanê derbaz kir. Li wê rasthatinê pirsa weşana rojnameya ”Dengê kurd”, sazkirina kûrsên bo hînbûna zimanê kurdî li Bekûyê û navçeyên ku kurd li wir ser hev dijîn, hatine minaqeşekirin. Biryar kirin derxistina rojnameyê ducar bikin, li deverên komarê yên din fîlîalên Navbendê bidine vekirin, malpereke Înternetî ya bi zimanê kurdî vekin û koma kilam û reqasên kurdî saz bikin.

 

Di wêne da ji milê çepê: kurdzan, doktorê dîrokê Beşîr Mela Sebrî, sîyasetmedar Samî Ebdurrehman, profêsor Manvêl Hasratyan, profêsor Mîxaîl Lazarev, akademîsyan Nadirê Kerem Nadirov.

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev