Hiş û Binehişê mirovan

Hiş û Binehişê mirovan

Sultan Arslan

Pir zehmet e ku meriv rave an jî penaseyeke hêsan bide, bo hiş û binehişê merivan, bi rastî çi ye. Ji ber ku hişê merivan ji du beşan pêk dihê. Yek hiş e û ya din jî binehiş e. Binehişê merivan arşîveke nehinî ye û hatîye ji bîr kirin.

 

Li gor psîkiyatrîstê Swîsrî C.G. Jungî pêlên binehişê merivan, dikarin xwe di êrişên tirsnak ên giran, wekî depresyon, çavnebarî, obsesyon û rewşên neçarîyê de nîşan bidin. Em nizanin binehişê merivan heyînek berbiçav e? An ew heyînek razber (nedîtbar) a nedîtîyê ye? Ji ber ku di mêjî de qadeke taybet tune ku meriv rave bike û bibêje, ev der binehiş e an jî jêrzemîna hişê merivan e.

 

Têgîna binehişî weke raveker, dihe bikaranîn da ku em bi awayeke din têbigîhînê û li gor têgihîştineke din, têkilîyan bi xwe re û bi hevûdu re ava bikin. Binehişê merivan bi gelemperî wekî cîhê ku tiştên di hişmendiya me de dimînin, a ku em ji bîr nakin dihê zanîn. Binehişê merivan weke avahîyeke hişmend dihê hesibandin.

 

Lêbelê, ev danasîn ne rast e. Ji ber ku hişê merivan ji hişmendîya ku em xeyal dikin pir mezintir e. Tiştê ku em niha dikarin bînin bîra xwe di hişmendiya me de heye, lê ya ku naye bîra me hişê me a bêhiş e.

 

Di binehişîya me de hest, raman, tevger, bîranîn û hwd. her tişt dihên parastin, lê naye bîra me. Ger em hişmendiya xwe li gel binehişê xwe, wekî cîhana ku em tê da dijîn bihesibînin, meriv bi asanî dikare bibêje, hişmendîya me ba qandê tevahiya gerdûnê ye.

 

Çima hewqasî serpêhatîyên me hene, ku rasterast em jibîr dikin û nayên bîra me? Çima em nikarin bi bîr bihînin ku me hewqasî dem derbas kiriye? Binehişê me, arşîvek e. Haya me jê tune be jî, hemû tiştê ku em rojane li ser rê dibînin, hemî serpêhatîyên ku têne serê me, zarokatîya me, ciwanîya me û pîrbûna me û hwd. bi hemû beşen biçûk û bi hemû hûrgilîyan re, di binehişê me de dimînin û wenda nabin.

 

Bi kurtî; hişê me hişmend e, aktif e û beşa pisîkolojîya me ye a ku em dikararin pê re bin û bişewirînin. Beşeke ku em wekî kesayetiya xwe, xwe pê dihesibînin. Bi hiş re raman, biryar û kiryarên xwe bi kar dihînin. Binehiş ew beşa derûnîyê ye, ku em ne rasterast pê re ne. Hişê binehiş, bi wêneyan diaxive. Em binehişê xwe bi mînakan, xewnan, sembolan rave dikin.

 

Çavkanî: https://feylesofphilosophia.blogspot.com/

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev