KÊ LEGLEG KUŞT?

KÊ LEGLEG KUŞT?

Abdurrahman Benek

Ez çi derewa bikim, destpêkê ku Apê Hebîb gotina kurê xwe di devê wî de hîşt û got, “hele biskinin ez we ra meseleka ecêb bêm”, zêde min nexwest bala xwe bidimê. Wê deqê aqlê min li cihekî din bû. Lê her ku Apê Hebîb di vegotina mesela leglegê de pêşda çû, bala min jî vegeriya ser wî. Her çû meraqa min zêde bû û ku gotin qedîya min bi guhê xwe bawer nekir. Çend cara min li hazira pirsî, “ma ev bûyera rast e, çawa tiştekî wiha dikare biqewime?” Hemûya sond xwar ku rast e û li nêzika wan qewimîye. Heta yekî got, ez dikarim te bibime gundê ku ev mesela lê qewimîye jî.

Kê û çima legleg kuşt, ka ez jî ji we re vebêjim.

Li tenişta gundê Narince, ku gundekî Kolik’a Semsûr’ê ye û gundê sîyasetmedar û rewşenbîrê Kurd yê bi nav û deng Apê Osman Sebrî’ye, camêrek, hema bila nav Memo be, dibîne leglega hêlûna xwe di nav zevîya wan de, li ser dareke bilind çêkiriye. Memo dikeve meraqekê û rojekê hildikişe ser darê, xwe digihîne hêlûna leglega. Wê kêlîyê jin û mêr legleg ne li mal in. Dibîne ku çend hêk hene. Ji darê tê xwarê. Diçe mala xwe. Êvar dibe. Nişkava şeytanîyek tê hişê Memo. Bi wê nîyeta fenekiya xwe roja din zor dike. Xwe dide ber hêlûna leglega. Saeta ku legleg ji mala xwe dûr dikevin, Memo di dest de çend hêkên sîsarka hildikişe ser darê û xwe digihîne hêlûna leglega. Hêkên leglega bi yên sîsark re diguherîne. Dûra Memo jî, legleg jî vedigerine mala xwe.

Legleg vedigerine hêlûna xwe û ya mê li ser hêka rûdine, yê nêr li ser linga disekine. Ferq nakin ku hêkên wan hatine guherandin. Bi vî awayî çendakî li ser kurkê rûdinin. Roj û saet tê hêk diqelişin û çêlik ji hêkan derdikevin. Aha qiyameta wan jî wê kêlîyê radibe. Dibînin lê bi çavên xwe bawer nakin; çêlikên ji hêkan derketine ne çêlikê wan leglegan in.

Li wan dibe hewar. Digirine hev. Yê nêr li ya mê sor dibe. Dibe qirewira wan.

Memo li mala xwe bi kêfxweşî şerê jin û mêr yê leglega temaşe dike. Her tişt li ber çavên Memo diqewime. Ew kar û barê xwe ji bîr dike û dikeve meraqa leglega.

Leglegên ku ji şoqeke mezin re derbas dibin, ne erd wana dihewîne, ne jî ezman. Wana dikevine nav tevgereke nedîtî. Yek dadikeve jêr, bîstekî li derdorê çerx dibe, difire ser hêlûnê. Ê din xwe ji hêlûnê davêje jêr, çerx dibe, hildikişe hêlûna xwe. Îjar yê din dadikeve. Bi vî awayî bi caran dadikevine jêr û hildikişine jor. Lê ne bi hev re, bi tenê.

Roja din leglegê nêr hevala xwe dihêle li ser hêlûnê û bi ezmana dikeve, dûr diçe û li ber çavan wenda dibe. Roj dibe êvar venagere. Roja din jî venagere. Leglega mê li ser hêlûna xwe, bi matmayî li çêlikên sîsarka dinêre û disekine. Roja sisêya leglegê nêr vedigere, lê ne bi tenê, bi çil, pênce leglegan re vedigere.

Memo di dest de dûrbîn, ge li jêr ge li jor, çi li ser banî û çi li bin banî şahîdiya kombûna leglega dike. Tiştên ku bi çavên xwe dibîne wî ji zimanê wî yê biçûk dike.

Belkî pênce legleg li dora leglega reben ya mê ku di hêkên kurka wê de çêlikên sîsarka derketine dicivin. Sankî mehkemek hatîye ava kirin, dozger û dadger leglega bê guneh mehkeme dikin û yên din jî wek jurîya gel ya leglega biryarê didin. Ev darizandin hetanî piştî nîvro dewam dike.

Memo bi kelecan rewşa leglegan dişopîne. Piştî ku civîna leglega bi dawî dibe, leglega mê ji hêlûnê difire û diçe ser kevirekî vedine. Leglegên li jor yeko yeko diçin ber leglega mê vedinin û çend nikilên xwe li leglega reben dixin û dûr dikevin. Hemû legleg yeko yeko diçin ber leglega mê vedinin û bi nikilên xwe lêdixin. Legleg bi vê recmê di nav xwûnê de dimîne û can dide.

Piştî ev bûyera nedîtî, hemû legleg difirin û ji wir dûr dikevin û çiqas sal derbasbin jî êdî tu legleg nayên wê derdorê.

Gelo leglega mê kê kuşt? Memo an leglegên din?

Sal derbas dibin, rojekê Memo li nav zevîyê xwe digere. Tiştekî tûj di lingê Memo de diçe. Dibên ku hestîyê leglegê bûye. Lingê Memo diwerime. Ku çi dike jî dermanê xwe nabîne û bi kangrenê dikeve. Memo tê ber mirinê û mecbûr dimînin ku lingê wî jê dikin.

Di nav çend salan de Memo bi wê birînê dimire.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev