Mesaja serok Mesûd Barzanî ji bo bîranîna raperîna sala 1991-ê

Mesaja serok Mesûd Barzanî ji bo bîranîna raperîna sala 1991-ê

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

 

Bi minasebeta salvegera sihûyekê ya raperîna mezin ya gelê Kurdistanê pîrozbahiyê li malbatên serbilind yên şehîdan û pêşmergeyên qehreman û yek bi yekê welatiyên xweşdivî yên Kurdistanê dikim.

Raperîn yek ji serwerî û destkeftên giranbiha yên gelê Kurdistanê, serhildana xelkê ya li dijî dam û dezgehên sîtemkar û dagîrkeran peyameke gelek ron û zelal bû ko ji bilî hebûna zilm û sîtemê, viyana azadîxwazî û rûbirûbûna sîtemkariyê herdem li kûrahiya dilê mirovê kurd de hebû û dimîne.

Şanaziyeke dî ya raperînê yekrêziya gel û pêşmerge û aliyên siyasî û plan û dûrbîniya serkirdayetiya siyasî ya kurdan bû. Ev yekrêzî bûye faktoreka bihêz ko li serdemekê aloz û tarî de serkeftin û azadî bêt mîsoger kir.

Raperîn ji bo gelê kurd derfet bû bo ko cîhan li êş û azarên gelê Kurdistanê agahdar bibe û ji bo parastina gelê Kurdistanê pêngavên kirdarî bavêje. Her wiha derfeteke bêwêne bû ji bo piştbestina bi şiyanên gelê Kurdistanê û wergirtina wan mafên ko salên dûr û dirêj hatibûn desteser kirin.

Raperîn hilgira biha û dersên mezin bû. Li raperînê de gelê Kurdistanê, mînaka biha û rewiştbilindî û çanda xwe nîşanî cîhanê û navçeyê da. Bi hezaran serbazên artêşa rejîmê ketin destê xelk û pêşmerge, lê belê bi tenê yek kes jî nehat azardan û rê bo wan hat dan ko biçin derveyî welat, yan li Kurdistanê bimînin, yan vegerine nava hikûmetê.

Li bîranîna raperîna mezin ya bihara 1991-ê ya Kurdistanê de em israrê li ser peyama aştî û azadîxwaziya gelê Kurdistanê dikin. Ev peyam divê ji bo heta hetayê bilind û zîndî bimîne.

Mesûd Barzanî

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev